Giştî

Fermandarê Mezin Ş. Baran Mawa Berxwedan Şirnex û Nisêbînê vedibêje

Ş.Baran Mawa

Şirnex û Nisêbîn hem di tektîkê de derketina lutkeyê hem jî derbeyên bi bandor li dijmin dayîn de lutkeya mezin jiyan kir. Belê di tevahiya zivistanêde ji aliyê tevgera me ve pêvojek dijwar derbas bû. Lêbelê Şirnex û Nisêbîn wek ku tê gotin, av liser dilê me kir. Ango hem ji dijmin tol girtin, derbeyên mezin li dijmin dayîndi şerê bajarande tecrube girtin û şerê bajêrde lûtke jiyankirin bû. Di vê wateyê de Nisêbîn û Şirnex şerê bajêran û berxwedaniyên rêveberiyên xweser derxistin lutkeyê. Belê dibeku wek encam hatibin berdan, paşde kişandin çêbû; lêbelê di esasê xwe de Nisêbîn û Şirnex ji aliyê dijmin ve bûn cihên ku herî zêde derbe li dijmin dayînê. Dijmin hîç ewqas bendewarî nedikir. Tu carî nedifikirî ku ewê bigîhîje vê astê. Di esasê xwe de ya ku 15 ê Tirmehê derxist li holê jî ev herdu cih bûn.

Ya ku tirkiyê anî rewşa berbelavbûnê, artêşa tirk berbelavkir, lutkebûna berxwedaniya van herdu qadan bû. Piştî Şirnex û Nisêbînê artêşa tirk fêmkir ku nikare şer bike. Di esasê xwe de generalên tirk fêmkirin ku li hember vî nikarin berxwe bidin, nikarin bisekinin. Niha di tirkiyê de artêşeke pir cîddî tineye. Ji sisêyan yekê artêşê tasfiye bûye. Di tirkiyê de wek hejmar nêzî 300 generalî heye. 126 ê wan hatin girtin. Angi ji sisê yekî wî zêdetir ev hejmar. Tevahiya van generalan di şerê li hember me de cihê xwe girtine. Ango di şerê li hember me de kesên xwedî tecrube ne. Kesên ku li Kurdistanê mane ne. Yên ku derveyê van mane kesên ku pir zêde tecrubeyên wan yê şer tine ne, me pir zêde nasnakin, li Kurdistanê zêde nemane ne. Eger niha dewleta şer dike tenê bi teknîk şer dike. Li hember me artêşeke wisa bi rêk û pêk û bi dîsîplîn tineye. Ya ku vê berbelavkir Nisêbîn û Şirnexbûn. Li wê derê fêmkirin ku nikarin bibin bersiv. Belê dibe ku bajarek bi erdêre kiribin yek jî.
Dibe ku di dîrokêde êrîşên herî mezin jî pêkanîbin. Lêbelê dema ku encamê mêze dikin, li hember me rewşa artêşa tirk a berbelavbûyî disekine. Me berêjî gotibû di pêvejoyên 24 ê Tîrmehê û 14 ê Kanûnê de polîsan xistin dewreyê. Akp artêşa xwe avakir û wisa derkete li hemberî me. Lêbelê piştî ku di demeke pir kin de ev artêş iradeya wan hate şikandin û tasfiye bûn, piştre artêş xiste dewreyê. Jiber ku ew jî dizanin, me bi vê artêşê re berê jî şer kiriye, em vê artêşê baş nas dikin dizanibûn ku ev artêş li hember me nikare berxwe bide û encam jî wisa derket. Nisêbîn û Şirnex erkek û berpirsiyariyeke bi vê şeklê dirokî bicîh anîn.

Bêyî ku windahiyên mezin bidin vî biser xistin. Mînak di Şirnexê de êrîşên xwe pir dijwarkirin. Di Şirnexê de ne teknîk û artêş gelek hevkarên herêmî jî xistine dewreyê. Cerdevanên wê herêmê xistine dewreyê. Mecbûr kirin û xwestin wisa bikin. Hetta me pişte agahî girt ku ew cerdevanên ku dişînin şer mermî jî nedidane wan. Bi taybet dixwestin ku ew werin kuştin. Jibo ku ji aliyê me ve werin kuştin ku hîn zêdetir kîn bigirin, bertek bigirin û zêdetir şer bikin. Ango ev jî ceribandin. Ji bo ko hevkarên herêmî, cerdevan û kontrayan li dijî me bidin şerkirin, çi ji destê wan hat kirin. Jixwe gelek kesên di herêmê de wan bixwe kuştin. Ji bo ku li hember me bidin şer kirin gotin PKK ê kuştiye. Jiber ku di wê herêmêde gelek malbat û eşîr li dijî me şer kiribûn. Mînak wek serokê eşîra jîrkiyan Tahîr Adiyaman. Tahîr Adiyaman kuştin û gotin PKK ê kuştiye. Jibo ku dubare jîrkiyan li hember me bidin şerkirin, dubare bixin nava şer Tahîr Adiyaman ê ku bi salan kontratî kiribû, bi salan bi dewletê re kar kiribû kuştin. Dîsa heman tiştê li Cizîrê jî kirin. Mînak Kurê Kamîl Atak kuştin. Jibo ku wan li hember me tevli şer bikin. Jiber ku dewleta tirk fêm kiriye ku bi tena serê xwe di vî şerîde nikare li hember me şer bike. Eger hevkarên kurd nexe dewreyê di vî şerê de nikare îrade bide nîşanadan. Di esasê xwe de xwestin dîrokê bidin dubare kirin. Wek di serhildanên di Kurdistanêde beriya vî bi hinek eşîrên din yên kurd tepisandibûn. Bi hevkarên herêmî ve tepisandin. Xwestin vî dubare bikin. Di dîroka têkpşîna me de jî mînakên bi vî şeklê hene. Dubare van planan xistina meriyetê ve xwestin vî pêşbixin. Lêbelê nikaribûn vî jî biser bixin. Ango di encamê de artêşeke tirk a ku prastîja wî nemaye, bi erdêre bûye yek, têk çûye heye. Ya ku vî biserxist berxwedaniyên rêveberiyên xweser ataybet jî Nisêbîn û Şirnex bûn. Di esasê xwe de yên ku vî biser xistin ciwanên Kurd bûn. Hejmarek ciwanên kurd ku nagihije sedî bi 60 70 kesan evqas tiş hatin biser xistin. Ango di Kurdistanê de wisa rewşeke ku dewleta tirk wisa destê xwe bihejîne, bi rehetî bikeve Kurdistanê û bigere êdî tineye. Ew berêbû. Osmaniyan berê wisa dikirin. Dibe ku Selçukiyan jî heya astekî wisa kirin. Lêbelê êdî îradebûyîna Kurd heye. Artêşeke Kurd heye, hêzeke Kurd heye. Wisa bi rehetî nikare destê xwe bihejîne û bikeve Kurdistanê. Dîtin ku ewê bedelê vî pir giran bibe. Jiber vê yekê hêviya xwe qut kirin. Belê dibe ku rêveberiya xweser qebûl nekirin. Pir dijwar êrîşê rêveberiyên xweser kirin. Lêbelê di hundurê xwe de vê qebûl kirin. Fêm kirin ku êdî Kurdistan ji destê wan çûye. Eger fêm kiriba ku ji destê wî neçûye ewê van bajêran ewqas bi erdê re nekiriba ya yek, jiber ku, eger bifikiriya ku wê carekedin bidest bixe ewqas xerab nedikir. Jiber ku ev derûniya têkçûyînê ye. Di derûniya têkçûyînê hertim ev heye. Di tevahî şeran de ev heye. Yê ku têk diçe dibêje tişta ku nebûye yê min bila nebe yê kesêndin jî û dişewitîne. Me vî di gelek şerande dîtiye, mînakên wî hene. Di Nisêbîn û Şirnexê de tişta ku jiyan kirin tam jî eve. Digotin ev bajêr êdî nabin yên me.

Nisêbîn û Şirnex carekedin dan nîşandan ku ev bajêr êdî nabin yên mêtîngeriyê. Bişewitînin jî bi erdê re bikin re bikin yek jî êdî qediya ye. Êdî ne wek berê polîsê wî dikare rehet were bikevê bigere, ne leşkerê wî dikare ne jî qeymaqamê wî dikare were livir birûnê û bajêr bi rêve bibe. Edî bila tu kes nefikire ku wê li Şirnexê, Nisêbînê, Geverê Cizîrê qeymakam werin van bajêran bi rêve bibin. Dibe ku niha li şaredariyan qayyum tên şandin lêbelê ev jî îtîrafa têkçûyînê ye. Dibêjin binêrin me van deran winda kir lêbelê bi qayyuman em carekedin bi zorêbe jî ji destêwan digirin. Armancên qayyuman ev bû. Lêbelê êdî tîr ji kevanê derketiye û zar hatiye avêtin, êdî vegera wî tineye. Rêveberiyên Xweser hatine îlan kirin, Xweseriyên Demokratîk hatine avakirin. Êdî paşde vegerîna vî tineye, ev pêvajo êdî bû malê dîrokê. Ne ji aliyê me ve ne ji aliyê dewletê ev paşde vegerîna vî tineye. Ango êdî bila tukes xeyal neke ku ewê dewleta dagirker di Kurdistanêde hebûna bide berdewam kirin û jixwe tu kes bendewar nake êdî. Her qala qutbûna bi hest tê kirin, lêbelê ne tenê qutbûna hest êdî qutbûna fîzîkî jî pêkhatiye.

Ango dibe ku aliyek vî bi zorê bixwaze bide berdewam kirin. Lêbelê ev zor ewê heya kêngî berdewam bike. Êdî ne mumkune ku wisa bide berdewam kirin. Ewê di dawiyê de ev qutbûn pêk were. Dibe ku ev hinekî din bi şer pêk were, bi têkoşînekî zêdetir pêk were, divê hinek bedel werin dayîn lêbelê qediya ye.

Related Articles

Close