GiştîPortreHevpeyvînŞehîdVideo

Ciwanên Rojê: TETÎKÇIYÊ FAŞÎZMÊ: HÎZBUL-KONTRA

TETÎKÇIYÊ FAŞÎZMÊ: HÎZBUL-KONTRA

Bi taybet piştî komplo ya navnetewî ku Rêber Apo dîl hat girtin û şûn de rejîma qirker û mêtnînger ketin nava hêviya ku wê tevgera azadiyê tasfiye bibe û êdî pêwîstiya faşîzma tirk bi hêza Hizbulkontra nema. Hemû karên xwe yên qirêj ku bi destê hîzbullah didan kirin, dema dîtin ku PKK tasfiye nabe, piştî komplo jî berxwedan û têkoşînwariya gelê Kurd mezintir û berfirehtir dibe vê carê dubare pêwîstî bi vê hêza tetîk kêş dîtin. Di salên 90’î de bi taybet wek hêzekî paramîlîter li hemberî serhildanên gelê Kurd, li hemberî rêxistinbûyîna gelê Kurd tu tişt nema nekirin. Dîsa di heman pêvajoyê de cerdevantî pêşxistin, kadroyê xwe avakirin, pêkhateya xwe yê çete û mafya rexistinkirin. Di rêxistinkirina wê de kesê bi navê Huseyîn Velîoglu rolek sereke liyîst. Her wiha xwe her wek qaşo Kurdewar û îslamîne binavkirine. Qaşo ev Kurdbûyîn û îslamiyeta wan heya nîvê salên 90’î, ji 17500 insanen welatparez bêhtir qetilkirin.

Bi taybet piştî salen 2010’an şûn de faşîzma akp tirsek pir mezin jiyan kir û xwest di warê siyasî de tevgera azadiyê tasfiye bike û ket nav hewildanên nûjenkirina van çeteyên kontra de. Hem wek xetek muhafazekar hem jî wek partiyek qaşo Kurdî xwest ku ji xwe re qanalek vêbike û xwe hêz bike. Ji bo vê Hûda-Par ji bo wan wek nîmeteke herî mezin bû. Lê belê ya ku dihat jibîr kirin ev bû; ‘’her çiqas nav bên guhertin jî, rastiya hizbilkontra bi tu awayî di hişmendiya jin, ciwan û gelêKurd de tune nebûye, nehatiya guhertin û yê neye guhertin jî’’. Her wiha pêwîste ev were dîtin ku ji konsepta salên 90’î mezintir û berfirehtir wek avahiyek mîlîtarîst di roja me yê ro de li pêşberî me ne.

Rejîma qirker û mêtînger di êrişên xwe de îstîxbaratê bi rêka mîtê, tetîk kêşên xwe jî ji endamên hizbulkonrta hildibijêrin. Dîsa li Başurê Kurdistanê tekiliyên wan û yên hinek rêxistinên îslama radîkal pdk bixwe ava dike. Kurtasî pdk ya ku li Avaşîn, Zap, Metîna û Sergelê çibe, bi rêka hinek tarîqat, mafya, çete, şebekeyên sîxûrtî û fuhuşê yê ku bi taybet dibin navê Îslam û Kurdbûyîn de xwe li Amed, Mêrdîn, Batman, Colemêrgê îdeolojîya Talîban ava dike heman tişte. Çi ferq û cudahiya wan ji hev nîne. Kuştina zarokan naşibe tu kuştinên din, ev qetil kirin hîn hovanetire. Çawa ku di salên borîde bi hovane Cemile, Ceylan û Uğur kaymaz qetil kirin niha jî zarokan bi van rêbazên xwe dikin qurbaniya politikayên xwe. Mînaka vê ya herî pêş çavan di şexsê Narîna 8 salî de ber çavê her kesî derket holê.

Wek nav her çiqas xwe wek hêzek sîyasî bidin nîşandan û bi navê Hûda-Par derkevin pêşberî me jî, wekî ku ji kevneşopiya Hizbullah tê binavkirin jî wê me bibe şaşitiya herî mezin. Ji ber ku Hûda-Par ne pêkhateyek tenê ji kevneşopiya Hizbullah tê, li gor konjonktûra demê tenê nav û îmaja xwe de guhertin daye avakirin. Çawa ku dîn û îmanê Erdoxan pere û desthilatdariye, dîn û îmanê hizbulkontra jî tetîk kêşiya dewleta tirk kirine. Faşîzma akp-mhp-pdk dema ku karê wan bi van kesan re jî xilas dibe davêje û dide girtin. Rêber Apo dema ku endamên Hizbullah ji zîndanê hatin derxistin ev rewş wiha nîrxand; ‘’ Ez hewil didim mîjara Hizbullah taqîp bikim. Ev çawa dibe? Li Amadê vê çawa dikin? Amedî çawa destur didin vê? Ev kujer û canîyên ku bi hovane cinayet dikirin, laşê insanan dixistin çuwala. Ev însan ji binerd dihatin derxistin. An niha ev tên berdan û bi govendan bi hewayek pîrozbahî tên pêşwazî kirin! Ev hemû jî li Amedê pêktên. Gelê Amedê bi deh hezaran ewladê xwe dan. Liwir bi hovîtî ciwanên me hûr kirin. Ez fêmnakim, li Amedê çawa ev tişt dibin, Li Amedê sedî heştê deng digirin, ev çawa dibe? Gelê Amade welatparezê, zana ye. An nikarin xwe rêxistin bikin, an ji wan re pêşengtî nayê kirin! Bi vî şêwazî berdana van kesan tesaduf nîne. Amadekriya hinek tiştan tê kirin. Ev zilam suçdarên ji rêzê nînin. Van kujeran wek suçdarên ji rêzê nikarin berdin. Ew meseleya Konca Kurîş hîna jî di hafizaya me de ye. Ew jin çawa qetilkirin tê zanîn. Herhal fikrên wê yên femînst û cuda jî hebûn. Ya esasî, ya ku hat qetilkirin di şexsê Konca Kurîş de hemû jin bûn. Li Tirkîyê ÇEP, bi şeweyekî bikaranîna netewperestî , nîjadperestiiya MHP hat perçiqandin, marjinal kirin û anîn vê rewşê. Îro jî bikaranîna Îslama sîyasî re dixwazin li hemberî gelê Kurd vê bikin. Pêwîste ev be dîtin û hişyarbin. Ev zelale. Berdana van Hizbullahçiya, bi hezaran kadroyên îmam, cemaaten li heremê, artêşa bi taybet ya bi pera avakirin û hwd. re çawa ku ÇEPGIRAN bi nîjadperestî xilaskirin, bi heman polîtîkayên bîrewer re da ku tevgera gelê Kurd jî bi îslama sîyasî bêxilaskirin ev tên kirin. Hemû bihevre giredayî ne. Pêwîste bê pirsîn ev pere yên ku li pişt hizbullahan ji ku tê? Êdî wek berê rêbazên klasîk yên mêtîngerîyê jî nayên bikaranîn, finansa kurevî hemû dinya yê hikim dike, dizayn dike ‘’. Ev nîrxandinên Rêber Apo ji bo roja me yê îro her tiştî pir şênber dide diyarkirin.

Di bin navê Îslam û Kurdewariyê de heman polîtîka, berdewam dikin. Bivan rê û rêbazan re ciwanên welatparêz û gelê Kurd li ser esasê metîngeriya li ser baweriya wan hewil dide ji şoreşê û hestên welatparêzî dûr bixîne. Hewil dide ku her ciwanekî bixe sîxurê xwe. Yê ku nikaribe jî bi tehdît, şantaj, tecawizkirin, qetilkirin û ji holê windakirin re van polîtîkayên xwe dimeşîne. Di jin û ciwanan de kesayetên, sosyopat û psîkopat didin avakirin. Kesen ku dikavin nav xefika hizbulkontra de rixmê ku şerm dikin ji kesek din re qal bikin, lê ruxmê wê jî pratîkên wan hemû bi navê xwedê dubare dubare dikin. Bê exlaqiya ku dikin, civak qebûl nake. Zarokek 10 salî zewicandin, dîyarî hev kirin, firotin temsîla zihniyeta daîşê dide nîşan dan. Daîş li Şengal, Iraq, Rojava çawa nêzî jin bûye ya ku hizbulkontra bi navê qursên Qur’anê de îman û baweriya gelê me bikar tîne heman tişte. Hişmendiya wan ya xwedê, ji kefiya serê jin û aparatek wêdetir nîne. Carîyebûyîn, tîcareta jin, fuhuştî ji bo wan karê herî pîrozin. Ya ku li ser jin ferz dikin, bê îradebûyîn, bênasname û jina xulam ku wek girêkek kor bi mêrê serdest re hatiya giredane. Vê hişmendiya xwe yê qirej jî dibin navê exlaqê civakê parastin de dikin. Hemu nerîn û meyzandinên wan ser esasê ajo ye. Lê li keleka vê jî xwe wek derwêş pênase dikin.

Rol û mîsyona jin û ciwanên welatparêz jî li vir derdikeve holê. Li hemberî ev tetîk kêşên bixwîn yê dîrokê, bi tu awayî pêwîste rê neyê hiştin ku li hemberî gelê me bi dîmenekî nerm rêbazên herî qirêj bikar bînin, nehêlin ku di Kurdistanê’ de jiyan bikin. Bêsînor dinav çalakiyan de bûyîn ya herî esasî ev e. Ger te gotin em xwedî bawerî û zimanin wê demê pêwîste li hemberî van polîtîkayan qiblegeha me jî pêwîste bibe qibilgeha tekoşîna li beramberî van çeteyan.

Ji bo potreya Ş. Hesen Botan û Ş.Elî Çîçek

Li Bakûrê welat dil dikir hawar, şahîdbûn bê ziman zor bû. Kovan li ser axa dayika min. Me pirs dikir, ka kî wê vebêje? Vebêje, wan çîrokên ku bi tenê çavên çiyayan dîtibûn. Her roj berfa reş dibarî, dengê baranê zêde bû. Carna bi awazên zêrîn yên Mihemed Arif guh li destanên kurdan, êş û jandariya çîrokên bi sedan Mem û Zînan bûn. Carna jî dengê banga “heval” û dengê fîşekên ku ji luleyên dilên egîdan hatin avêtin, destanên Kurdan digotin. Rewşa me dişibiya dendikê di nava kovanekê de. Kovanek li dora me bû, lê evîna me kujer bû. Di wê kovanê de, ma gelê Kurd dikarîbû li mejiyê desthilatdariyê bide? Heta ku me çek hilnedan û evîn belavî welatê me nedibû, me nekarîbû bibin dendikê ku li dil û mejiyê zordaran bide. Me xwe ji kovanan xilas dikir. Bakûr, wekî gulekê, û tîrêja herî zêrîn bi bangên canên ku xwe sipartin azadiyê li ber çavan, di nava mejiyan û di nava dilan mîna zarokekî ji şabûnê xwe diavêt hembêza çiyayên herî azad. Li welat gelek stran dihatin gotin, pir mirovan xwe dispartin dengê bilûrên ku çîrok ji zarokên Kurdistanê re digotin. Û ji bo her dara ku hatî jêkirin, ji bo her pela ku hatiye dirandin, çekek hat hilgirtin. Ma em ne şopdarên Egîdê mezin bûn, ku pêngavên serkeftinê li ser vê axê avêtibûn ? Ma em ne sozdarên welat û evînê bûn? Şahîdên wan kovanan, carna bûn dayîkên ku bi dehan salan şahîdiya van kiryarên neyar û dagirkeran kirin, carna çem, çiya û darên li warê me ev şahîdî kirin. Û carna jî zarok bûn, zarokên ku bi dilek tijî hesret û hezkirin li wan çiyayan nêrîn û xwe bi dîmenekî ji dil û mejiyê xwe di nava cilên kesk û pêlavên sor û bi qilêşekê texmîn dikirin. Ev xeyalê gerîlabûnê bû… Kî digot ku ev hesret hêsan e, kî digot ku ne giranbiha ye?… Di nava pergala ku havîna wê jî sar e, din ava pergala ku xwînê dimije û hebûna xwe li ser didome, derketin 2 zarok. 2 zarok ku li çiya fêrî ken bûn û di oxira welat, armanc û gerdûnê de nemir bûn. 2 zarok, 2 Egîdên vî welatî.

Dil li dora wan çiyayan, bêdeng ma beden
Ka ji min re bêje, ey çiya! Çîroka zordar û şervan…
Min jî dixwest wek heval û hogiran porê stêrkan şeh bikim,
Ji bo welatê xwe, ramûsim, ax, çiya, deşt û zozan,
Û di oxira wê de navê xwe, min kir “Hesen Botan”…
Min jî dixwest wek heval û hogiran strana azadiyê bêjim,
Ji bo welatê xwe, bibim darbeya ku lêdide, dijminan, bi raman û çek,
Û di oxira wê de navê xwe, min kir “Elî Çîçek”…

heval Elî Çîçek, li warê Pale û Berfînan, li warê serhildanê, Mêrdîn li nisêbînê ji dayîk dibe. Di nava malbatek welatparêz ku wî bi nirxên çanda mezin dike, ji dayîk dibe.

Heval Elî piştî demekî bi tenê, derbasî Ewrûpayê dibe û li wir, bi awayekî aktîf tevlî kar û xebatê rêxistinê dibe. Wekî ciwanekî ku nû dest bi kar û xebat dikir jî, te digot qey ev heval bi salane, vî kar û xebatî dimeşîne. Ji ber ku ji vê yekê bawer dikir, bawer dikir ku her ciwanekê azadîxwaz, wê bi saya ruhê PKK xwe bispire azadiyê. Wî bawer dikir, ku ev ciwan wê xwe mutleqe bispêrin çiyayan, ji ber ku bi xwe evîndarê çiyayên welatê xwe bû, ku şahîdên pir mezin ên şerekî ku bi qehremantî tê meşandin in.

Heval Elî navê Şehîd Elî Çîçek radike, lê ne bi tenê ev nav rakir. Ruhê Elî Çîçekan di xwe de dihewand. Vê rastiya kûr ewqasî jiyan dike ku hevalên ku nû tevlî dibin û bi Heval Elî re dimînin, wekî “Elî Çîçekên biçûk” tên binavkirin, ji kesayeta heval Elî bandor dibin û wekî wî şekil digrin. Ev bandorî ji ber sadebûna heval Elî çêdibû. Dibêjin “Dendikên genimi çiqasî zêde dibin, xwe ewqasî ditewîne.” Ev gotin, rastiya Heval Elî pir baş îfade dike. Yê zane, mutewaz e. Û yê zane jî, bi kûrbûna xwe tê nasîn. Dema ku Heval Elî li Ewrûpayê, li navenda herî xurt a kapîtalîzm, kar û xebatên tevlîbûnê dimeşîne, ruhê heval Elî li her derê mîna spêleya ciwanekî azadîxwaz digere. Li cihên ku rêxistinbûn nînba, wê mutleqe, di pêşengtiya Heval Elî de, rêxistinbûn hatibe avakirin. Kamilbûna heval Elî di bîrdoziya PKK de hîşt ku bi vî awayî xebat bimeşîne. PKK behrek e, ew jî pêlek di nav de. Yê ku azadîxwaz bû, di nav de bi kenê herî ji dil melevanî dikir, lê yê ku xwînxwar bû, di nav de difetisî. Û heval Elî, ew pêla bi heybet, wekî pêla ji behra me, bi tekoşîna xwe li kedxwaran dixistin. Dibêjin, di kêliya ku şehîd bibe jî, hêrsek pir mezin di çavên heval Elî de diyar dibû. Ev yek asta hestên tolhildanê li beramberî dijmin diyar kir û diyar kir ku di kêliya şehadetê heta, tolên welatê xwe, axa xwe û hevalên xwe dixwest hêlîne.

Heval Hesen Botan, li warê fîşeka yekemin çavên xwe li dinyayê vedike. Dibêjin, “Yê çavgirtî tu nikarî bidî xwendin.” Lê Heval Hesen ev dinya, welatê xwe û PKK pir baş xwend. Li Şirnexê, li warê serhildanê hebû mirovê ku dilê wî ji bo welat lêdide. Ruxmê ku desthilatdaran xwestin çavên Kurdan bigrin, Heval Hesen rûxmê bavê 6 zarokan bû, ew pergala ji rêzê ya malbatê qebûl nekir, xwe bi hesreta xwe ya çiya ve girêda, ew pergala xwînxwar, red kir û berê xwe da şoreşê.

Heval Hesen ji bo kesayeta xwe ya kurdperwer û xwezayîbûna xwe dihate nasîn. Ruxmê temenê xwe, Bi henekên xwe, bi tevlîbûna xwe di nava hevalan de ew ruh û enerjiya ciwanekê Kurd dida hîskirin. Li aliyekî kesayeta Kurdên Botanê, yên ku heta dawiyê bi welat, çiya û partiye girêdane, li aliyekî jî nasnameya ciwanekî di xwe de dihewand.

Hem li çiya hem jî li bajarên cûr bi cûr xebatên şoreşê dimeşandin. Ji ber girêdanbûna wî bi çanda Kurd re, ev welatparêziya wî xwe pir din ava jiyana wî û hevalên li derdora wî diteyîsand. Hevalek her bi rûken bû. Ji ber van taybetmendiyên xwe ji aliyê hevalan ve pir dihat hezkirin. û ev sadebûna heval Hesen bû sedema ku xwe di bîrdoziya PKK de kûr bike û hezkirina xwe ya ji bo welat bi meşa xwe di nava PKK de kûr bike.
Di sala 2017 di encama êrîşeka komploger a hov li wargeha Ş.Rûstem Cûdî digihijin asta şehadetê. heval Hesen Û Heval Elî Şehîd dibin. Di nava rastiya me de PKKyî, şehîd in. Hûn bûn PKKyî. Hûn bûn nemir. Çiyagerên ku bûn şahîdên çîrokên negotî, li wan çiyayên herî azad, ew bûn. Ew in. Heval Hesen hemû zarokên Kurdistanê xist hembêza xwe, û bi mêzekirineka xwe li çiyayên welatê xwe, kêliyên bêdawî afirand. Kêliyên ku eşqa 50 salan di nava xwe de dihewînin. Heval Elî jî, nîşan da ku di nava partiyê de nivîşteka pir mezin heye, ku tayê ku her muriyekê tîne gel hevdû, yek ruh e. Ev yek jî ruhê Rêbertiya me e. Yê ku bibû zimanê çiya, canê wî dibû gerok. Yê ku bibû çavê çiya, canê wî dibû gerok. Û yê ku ev eşq û tekoşîn destpêkir, her bû, û wê her bibe, Serok.

PKK behrek e,
Elî û Hesen jî pêl in.
Yê ku çeka xwe bi dilan dida alandin,
Mirin jî, dida tirsandin.
Yê ku çiya ramûsandin,
Destan dinivîsandin.
Ji bo ku kes nebe sêwî di welatê min,
Wê ji bo dayka Kurdistan, her giyanê xwe feda bikin.

Related Articles

Close