{"id":3702,"date":"2021-11-05T00:32:42","date_gmt":"2021-11-04T21:32:42","guid":{"rendered":"https:\/\/komalen-ciwan.com\/?p=3702"},"modified":"2024-05-29T02:44:40","modified_gmt":"2024-05-28T23:44:40","slug":"kurmanci-min-ixanete-li-xeyalen-xwe-yen-zarokatiye-nekir","status":"publish","type":"post","link":"https:\/\/komalen-ciwan.com\/ku\/2021\/11\/05\/kurmanci-min-ixanete-li-xeyalen-xwe-yen-zarokatiye-nekir\/","title":{"rendered":"Min \u00eexanet\u00ea li xeyal\u00ean xwe y\u00ean zarokatiy\u00ea nekir!"},"content":{"rendered":"<strong>R\u00eaber APO<\/strong><br \/>\nEz \u015ferek\u00ee balk\u00ea\u015f \u00ea hesta me. Jixwe \u015fore\u015f bi hestan destp\u00ea dike. Di min de j\u00ee aliy\u00ea hest pir bih\u00eaz destp\u00ea kir. Biqand\u00ee k\u00een \u00fb hedan bi xwestek, bi qand\u00ee dijbertiya kir\u00eatiyan, bi bingehgirtina bedewiyan bi p\u00ea\u015fve\u00e7\u00fby\u00eeneke li gor xwe destp\u00ea kir. Destp\u00eak\u00ea zaneb\u00fbn, siyaset neb\u00fb, hest heb\u00fbn.<br \/>\nMin xwest ez feraseta her\u00ee pa\u015fver\u00fb \u00fb kir\u00eat a gund\u00ea me j\u00ee f\u00eam bikim. H\u00eena t\u00ea b\u00eera min zarok\u00ean gund, xwe ji zarok\u00ean pa\u015fayan j\u00ee nirxdartir did\u00eetin. Ligel w\u00ea belk\u00ee j\u00ee di kir\u00eatiy\u00ea de tu kes weke wan tuneb\u00fb. L\u00ea digotin, \u201chele bin\u00earin \u00e7iqas bedew e, \u00e7iqas j\u00eaneger e\u201d. B\u00ea\u00e7areser\u00ee ne. Tev\u00ee ku gelek\u00ee ne xwe\u015fik in malbat v\u00ea yek\u00ea wisa dinirx\u00eenin.<br \/>\nEv \u00eedeolojiyek e.<br \/>\n\u00cedeolojiyek e. Di bingeh de ewqas b\u00eanirx \u00fb p\u00eamen hatiye hi\u015ftin ku, heb\u00fbna mijara gotin\u00ea ew e: belk\u00ee xwed\u00ee \u00e7end bost erd an j\u00ee yek-du bizin, kerek, yek \u2013du ku\u00e7ik \u00fb yek- du zarokan e. Wan dixe cih\u00ea welat j\u00ee, cih\u00ea xwed\u00ea j\u00ee, di s\u00eestema nirxan de \u00e7i hebe dixe cih\u00ea wan hem\u00fbyan. \u00c7av\u00ean wan weke din tu ti\u015ftek\u00ee nab\u00eene. T\u00eak\u00eeliya me ya malbat\u00ea wisa ye.<br \/>\nXebat\u00ean zewiyan gir\u00eeng b\u00fb. Min di zewiyan de xebat kir. Pale ji bo me barek\u00ee giran b\u00fb. Min digot pale p\u00eaw\u00eest e \u00fb min paley\u00ee dikir. L\u00ea div\u00ea bi v\u00ea yek\u00ea re temenek ney\u00ea qedandin, ez wisa difikiriyam. Pi\u015ftre ez \u00e7\u00fbm \u00c7ukurovay\u00ea j\u00ee, yan du yan j\u00ee s\u00ea caran \u00e7\u00fbm. Min pemb\u00fb berhev kir. Min li w\u00ea der\u00ea j\u00ee jiyan di nava xw\u00een \u00fb xw\u00eadan\u00ea de d\u00eet. Li w\u00ea der\u00ea ked \u00e7i ye, jiyana biked \u00e7awa dibe, dihate f\u00eamkirin. Min ba\u015f kar kir, l\u00ea min digot ez bi v\u00ee kar\u00ee nikarim temenek\u00ee biqed\u00eenim.<br \/>\nEz bi xwi\u015fk \u00fb biray\u00ean xwe re p\u00eav di\u00e7\u00fbm. L\u00ea d\u00eesan j\u00ee xwi\u015fk \u00fb bira b\u00fbn. Her ti\u015ft\u00ean wan de kir\u00eat\u00ee j\u00ee hebe d\u00eesa xwi\u015fk \u00fb bira b\u00fbn. Xwi\u015fkeke min heb\u00fb, ez bawer im min xebatek li ser w\u00ea dida sepandin. Belk\u00ee j\u00ee zehmet\u00ee dik\u015fand. Ma min serdest\u00ee armanc dikir? Ez bawer im di xebat\u00ea de min \u00e7alakt\u00ee j\u00ea dixwest. W\u00ea j\u00ee digot; \u201cencax h\u00eaza te digih\u00eaje min\u201d. H\u00eaz p\u00ea an\u00een. Di nava malbat\u00ea de min ev yek diceriband, l\u00ea li ser bingeheke rast. Bi biray\u00ea min re j\u00ee wisa b\u00fb. Zilam pir b\u00ea\u00e7alak b\u00fb, di malbat\u00ea de xeteriya m\u00eeratxwariy\u00ea heb\u00fb. Her wiha ez bawer im pi\u015ftre hindek\u00ee weke m\u00eeratxwarek\u00ee ma. H\u00eena ji w\u00ea dem\u00ea de mafdariya bi ser de \u00e7\u00fby\u00eena min e\u015fkere derkete hol\u00ea. Zilam nedikar\u00ee rast \u00fb dir\u00fbst li ker\u00ea j\u00ee siwar be. Me du biran wisa bi ling\u00ean w\u00ee digirt li ker\u00ea siwar dikir \u00fb wisa dibir nav\u00e7ey\u00ea. Birayek\u00ee wisa b\u00fb ku bi h\u00easan\u00ee nexwa\u015f diket \u00fb xwe radest\u00ee destan dikir. B\u00eaguman min ev yek qeb\u00fbl nedikir \u00fb \u015fer\u00ea ku ez d\u00ea pi\u015ftre b\u00eenim ser ziman j\u00ee ji ber v\u00ea yek\u00ea kir.<br \/>\nMin l\u00eestok j\u00ee dil\u00eestin, l\u00ea z\u00eade ne. L\u00eestika bi lingek\u00ee, l\u00eestika ev\u00eendariy\u00ea \u00fb hindek j\u00ee kortvan\u00ee. Min dixwest ez bi ke\u00e7an re j\u00ee bil\u00eezim. Ke\u00e7eke ku min dixwest ez p\u00ea re bil\u00eezim, l\u00ea z\u00fb zewic\u00ee b\u00fb gotineke min a weke; \u201cka were em bi te re l\u00eestika xwe bidom\u00eenin\u201d heb\u00fbye. B\u00eeran\u00eeneke w\u00ea jin\u00ea y\u00ea wisa heb\u00fbye. Li gel min b\u00eeran\u00eeneke wisa n\u00een e, l\u00ea w\u00ea gotiye dibe ku hebe.<br \/>\nHeke h\u00earsa min a b\u00eay\u00ee encamiya l\u00eestika bi ke\u00e7\u00ean gund re nebaya, min nedikar\u00ee ez ke\u00e7an wisa bik\u015f\u00eenim ev l\u00eay\u00eestika azadiy\u00ea \u00fb teko\u015f\u00een\u00ea. Div\u00ea kesayet li hember xwe xwed\u00ee \u00eest\u00eekrar be. Gotineke min heb\u00fb, xiyanet\u00ea li xeyal\u00ean zarokatiy\u00ea nekirin. Bi bingeh nakokiya mezinan \u00e7i ye? Nakokiya destp\u00eaka bi h\u00eaviy\u00ean xwe y\u00ean zaroktiy\u00ea re ne. Min nedixwast ez li v\u00ea j\u00ee xiyanet\u00ea bikim. Azad\u00ee wisa dest p\u00ea dike. H\u00eaviy\u00ean zaroktiy\u00ea h\u00eaviy\u00ean p\u00eeroz in, h\u00eaviy\u00ean a\u015ftiyane ne. P\u00ea ve gir\u00eadan, t\u00eak\u00eeliyeke rast e.<br \/>\nPejirandina zilam\u00ea kurd \u00ea ji r\u00eaze \u00fb kevne\u015fop gelek\u00ee xeter e. Min ji ke\u00e7an ev pirs pirs\u00ee: \u201ch\u00fbn zilam\u00ea wisa \u00e7awa dipejir\u00eenin?\u201d Heke min bi zinc\u00eeran j\u00ee gir\u00ea bidin ez t\u00eakiliyeke wisa qeb\u00fbl nakim. Hat b\u00eera min. Li gund jinek dab\u00fbn. Min ew rew\u015fa xwe ya zaroktiy\u00ea ve bih\u00eestib\u00fb. Gotin ji bo ku jin ji mal\u00ea nereve ew bi d\u00eerek\u00ea mal\u00ea ve gir\u00eadane. \u00db d\u00eesan digotin: jin\u00ea wer\u00ees\u00ea xwe qetandiye \u00fb reviyaye. Ji ber \u00e7i reviya ye, wisa bala min ki\u015fand. L\u00ea rexm\u00ee v\u00ea yek\u00ea, \u00eero hem\u00fb j\u00ee weke ketiyan p\u00ea ve t\u00ean gir\u00eadan. Ba\u015f e, ma ez \u00ea v\u00ea malbat\u00ea \u00e7awa weke malbat qeb\u00fbl bikim?<br \/>\nDema mirov dest bi dibistan\u00ea dike, bi mirov nav-pa\u015fnav didin h\u00eenkirin. Dema ez destp\u00eak\u00ea rab\u00fbm text\u00eare\u015f t\u00ea b\u00eera min. Mamoste ez rakirim got; \u201cbinivis\u00eene\u201d, \u201cnav\u00ea te-pa\u015fnav\u00ea te\u201d. Ji bo min ev yek ji ezm\u00fbneya her\u00ee gir\u00eeng b\u00fb, h\u00eena di b\u00eera min de ye. Min \u00ead\u00ee t\u00eep di mejiy\u00ea xwe de nex\u015f kirib\u00fbn. B\u00eaguman nav\u00ea min \u00fb pa\u015fnav\u00ea min hindek\u00ee dir\u00eajb\u00fbn. L\u00ea min r\u00eaz kir. Dema min qedand ez bawer im min gelek puan\u00ean er\u00ean\u00ee j\u00ee girtib\u00fbn. Ez bi jiyaneke zor a serkeftina ezm\u00fbneyeke mezin \u00e7\u00fbm di cih\u00ea xwe de r\u00fbni\u015ftim. Roj\u00ean destp\u00eaka dibistana seretay\u00ee b\u00fbn. Gelek\u00ee zor b\u00fbn: zehmetiy\u00ean ziman heb\u00fbn, zehmetiy\u00ean jiberkirin\u00ea heb\u00fbn. Jixwe min di malbat\u00ea de tu aram\u00ee ned\u00eetiye. Gund bi zehmetiyan ve dagirtiye. Zehmetiy\u00ean dibistan\u00ea j\u00ee li ser z\u00eade dibin. H\u00eena di wan salan de weke ku mirov ji ber baran\u00ea bireve \u00fb rast\u00ee teyrokan were. Yan\u00ee rew\u015f wisa b\u00fb.<br \/>\nRast\u00ee, bi qand\u00ee ku te aram neke b\u00eaeman e.<br \/>\nEz bawer nakim ku tu zarok li hember van rastiyan evqas xafil bim\u00eene.<br \/>\nJi ber ku merc\u00ean we h\u00easan b\u00fbn. Malbateke li ser zarokan serdest dikare p\u00eavajoy\u00ean dibistan\u00ea j\u00ee ba\u015f amade bike. Bi k\u00eaman\u00ee bihevseng \u00fb b\u00eay\u00ee ku bixe nava tengezariy\u00ea. B\u00eaguman ji bo zarokan ewley\u00ee ne. Tu ewlehiya min neb\u00fb. Ez bawerim qenciya w\u00ea j\u00ee \u00e7\u00eadibe. Di ew temen\u00ea zaroktiy\u00ea de ez bi xwe dib\u00fbm ewleyiya xwe. Heke ez pi\u015fta xwe bidim xal \u00fb bavan, bi ihtimaleke mezin ez d\u00ea di xeteke cewaz de p\u00ea\u015fbiketibama. Vaye wisa nep\u00eakhatina w\u00ea, mirov dikare bib\u00eaje ku gava yekem a b\u00fby\u00eena min a xwed\u00ee xetek\u00ea ye.<br \/>\nMamostey\u00ea yekem&#8230; ez bawerim mamoste hindek\u00ee hi\u015fyar in. Nav\u00ea w\u00ee t\u00ea b\u00eera min, ji \u00c7or\u00fbm\u00ea b\u00fb, Mehmet Meydanka\u015f. Min hindek mast an j\u00ee h\u00eak j\u00ea re birib\u00fb. Ten\u00ea ji ber v\u00ea j\u00ee ne, dibe min ji roja yek\u00ea ve bala w\u00ee ki\u015fandibe ku, ez vexwendim mala xwe. Xwerina min bi w\u00ee re xwar\u00ee h\u00eena di b\u00eera min de ye, ji bo sifreyeke ba\u015f b\u00fb. Ti\u015ftek\u00ee \u015fanaz b\u00fb. Ez \u015fanaz b\u00fbm. Ez b\u00fbm xwendevan\u00ea her\u00ee berbi\u00e7av \u00ea mamostey\u00ea xwe. \u00db min ew r\u00eaz her parast. Ji sala destp\u00eak\u00ea hetan\u00ee roja ku min xwe naskiriye, hetan\u00ee niha li hember rastiya mamostetiy\u00ea ez her r\u00eazdar b\u00fbm. Misoger ez b\u00ear\u00eaz neb\u00fbm, sivik neb\u00fbm \u00fb her dem min dixwast ez bibim xwendevan\u00ea w\u00ee y\u00ea her\u00ee ba\u015f. V\u00ea yek\u00ea h\u00eena di wan salan de destp\u00eakiriye. Xwendevan\u00ee, melet\u00ee \u00fb pale her wisa \u00e7\u00eab\u00fb.<br \/>\nKesayeta min \u00e7ima bi h\u00easan\u00ee t\u00eak na\u00e7e? Ez him di pergal\u00ean l\u00eay\u00eestika zarokan de \u00fb \u015feran de, him j\u00ee pi\u015ft\u00ee w\u00ea dema min dest bi dibistan\u00ea kir, ez t\u00eak nedi\u00e7\u00fbm. Hetan\u00ee zan\u00eengeh\u00ea j\u00ee ez her dem berbi\u00e7av\u00ea mamostey\u00ean xwe b\u00fbm. N\u00eaz\u00eekatiya min prat\u00eeka perwerde \u00fb xwendevaniy\u00ea re awarte b\u00fb. Gelek ji wan mamosteyan \u00eero dij\u00een. Pesin \u00fb n\u00eaz\u00eekatiy\u00ean wan \u00ean ji min re; hem\u00fb xwendevan di nava hes\u00fbdiy\u00ea de \u00fb di bin bandora min de hi\u015ftin. R\u00eabertiyeke min a xwezay\u00ee heb\u00fb. Di perwerdey\u00ea de, di f\u00earb\u00fbna ABC y\u00ea de, pir ri\u015ft, r\u00eazdar \u00fb baldar b\u00fbm.<br \/>\nDi dibistana seretay\u00ee de meleyek\u00ee ba\u015f b\u00fbm. Min xwe dab\u00fb ol\u00ea \u00fb min gelek\u00ee j\u00ee nim\u00eaj dikir. B\u00eaguman ez demek\u00ea ponijiya b\u00fbm. Min di xala meletiya gund de cih girt \u00fb ez dikarim bib\u00eajim ku di asteke p\u00ea\u015f de b\u00fb.<br \/>\nDibe ku \u015fens\u00ea min hindek\u00ee j\u00ee ji ber taybetmendiy\u00ean malbat\u00ea b\u00fbn. Bavek\u00ee ku xwe z\u00eade saz nekiriye, p\u00eevan\u00ean xwe p\u00eak nayne, d\u00eesa dayikeke ku xwe weke t\u00eay\u00ee xwastin serdest nekiriye, d\u00eesa di hawirdora bira \u00fb xwi\u015fk\u00ean ku xwe p\u00ea\u015fnexistine de, ez derfeta gav av\u00eatin\u00ea bi dest dixim. Di nava malbat\u00ea de \u015fer\u00ea r\u00eabertiy\u00ea min wisa b\u00eaeman bi r\u00ea ve bir. Di hundir\u00ea w\u00ea de bi hezaran b\u00fbyer \u00fb \u015fer hene. Niha ev \u015fer\u00ea ku ez bi Komara Tirkiy\u00ea re didim me\u015fandin h\u00eena w\u00ea dem\u00ea pir bi dijwar\u00ee min da me\u015fandin. W\u00ea dem\u00ea gelek gotin \u00fb \u00e7ar\u00eeney\u00ean ku dayika min ji min re gotib\u00fbn hene. \u015e\u00eawaza xebata min did\u00eet. H\u00eena t\u00ea b\u00eera min, digot \u201cevdal ma tu kes weke te dixebite\u201d. Cewaziya min dizanib\u00fb. Komeke pi\u00e7\u00fbk a me xwendevanan heb\u00fb. Li der\u00fbdora deh kesan b\u00fb. Min dixwast ez wan bibim dibistan\u00ea. Ez dikarim bib\u00eajim ku min gelek\u00ee ba\u015f perwerde kirin. Min bi hem\u00fbyan nim\u00eaj dida kirin. Em di\u00e7\u00fbn dibistan\u00ea curn heb\u00fbn. Dema baran dibariya hindek av t\u00ea de kom dib\u00fbn, min bi hem\u00fbyan destav dida girtin. Hema li d\u00fbv min r\u00eaz dib\u00fbn \u00fb nim\u00eaj dikirin. Di v\u00ea watey\u00ea de min gelek\u00ee melet\u00ee kir. Di dibistana seretay\u00ee de \u00fb bi xwe bixwe min kir. Qonaxeke gir\u00eeng a r\u00eaxistikirin\u00ea b\u00fb. Bi xwe bixwe re melet\u00ee kirin gir\u00eeng e ma ne wisa? Yan\u00ee li gor gund\u00ea xwe weke zarokek\u00ee oldar \u00fb ba\u015f di temeneke z\u00fb de bibe mele. Peywireke wisa ye ku her zarok bi h\u00easan\u00ee nikare hilde ser mil\u00ean xwe.<br \/>\nMin dixwast ez dibistan\u00ea li ber dil\u00ea koma xwe ya xwendevan xwe\u015f bikim. Min ABC bi wan dida h\u00eenkirin. Ev hewla ku min b\u00eay\u00ee bihay\u00ea ti\u015ftek\u00ee dikir, diya min weke evdaliy\u00ea dinirxand. Diya min bi ser min de dihat; \u201cb\u00eay\u00ee ku tu berd\u00ealek\u00ea bist\u00een\u00ee \u00e7ima tu deh-panzdeh zarok\u00ean gundiyan perwerde dik\u00ee.\u201d K\u00ee rast b\u00fb, tu kes\u00ee weke min nedikir. Taybetmendiyeke min a ku w\u00ea dem\u00ea xwe derxistiye p\u00ea\u015f ve j\u00ee, hewla perwerdekirina mirovan e. Di aliy\u00ea din de zarokek\u00ee ku li gor xwe nagih\u00ea, diyare ku ez berbi ciwanm\u00eariy\u00ea ve di\u00e7im.<br \/>\nW\u00ea dem\u00ea bi v\u00ee ti\u015ft\u00ee hesiyan: ev zarok w\u00ea nebe zarokek\u00ee normal \u00ea malbat\u00ea. H\u00eena w\u00ea dem\u00ea dayika min ji min re digot tu nikar\u00ee malbatek\u00ea saz bik\u00ee. Wiha rexne dikir, \u201ctu kes ke\u00e7a xwe nade te, karek nadin te\u201d. Diviya ku ew j\u00ee rast b\u00fbya. Ji ber ku diyardey\u00ean ji min, \u00e7avkaniy\u00ean min, e\u015fkere derdixist hol\u00ea ku ez d\u00ea bi tend\u00fbrist nebim weke zarokek\u00ee ku ew dixwazin.<br \/>\nT\u00ea b\u00eera min w\u00ea dem\u00ea wisa li der\u00fbdora min zarok heb\u00fbn. Pi\u015ftre ew hem\u00fb \u00e7\u00fbn radest\u00ee pergal\u00ea b\u00fbn. Kes\u00ean ku ji bo xwendin\u00ea ez bi wan re b\u00fbm al\u00eekar, y\u00ean ku min bixwe f\u00ear\u00ee xwendin\u00ea kirin, \u00e7av\u00ean wan her dem li pergal\u00ea b\u00fb. Dixwastin bibin mamoste yan j\u00ee wisa \u00e7av\u00ean xwe berdab\u00fbn pergala malbat\u00ea \u00fb pergala dewlet\u00ea.<br \/>\nDi saziya ol de, di saziya dibistan\u00ea de, pi\u015ft\u00ee w\u00ea di saziy\u00ean \u00eedeoloj\u00eek \u00fb pol\u00eet\u00eek de ser\u00ea min her bi bela \u00fb ez her di rew\u015fa l\u00eager\u00eena ti\u015ft\u00ean ku min d\u0131xwast de b\u00fbm. Bi bingeh ez p\u00ea ve gir\u00eaday\u00ee b\u00fbm, l\u00ea ned\u00eetina min a xwasteka xwe, ez birim pirs \u00fb encama \u00e7awaniya p\u00eakan\u00eena ti\u015ft\u00ea her\u00ee ba\u015f. Tu kes weke min ne bi mamostey\u00ean xwe ve ne j\u00ee bi heval\u00ean xwe ve gir\u00eaday\u00ee ye. Hem\u00fb mamostey\u00ean min, min nas dikin. Min dizan\u00eeb\u00fbye ku ez hezkirin\u00ean hem\u00fbyan bi dest bixim. Ev gotin n\u00eenin, peyit\u00een hene. \u00db ji her be\u015f\u00ea mamoste heb\u00fbn. Heval\u00ean min j\u00ee wisa b\u00fbn. Y\u00ean ku ji beriya 20-30 sal\u00ee ez nasdikirim niha hem\u00fb dost\u00ean min in. Tirk j\u00ee wisa ne. Hem\u00fb heval\u00ean min (belk\u00ee niha hindek ji wan di qonax\u00ean dewlet\u00ea de b\u00fbn.) min weke dost bi b\u00eer t\u00eenin. Ti\u015ft\u00ea ku ez dixwazim bib\u00eajim, ji bo gir\u00eadana hevaltiy\u00ea di min de hewldaneke mezin heb\u00fb. L\u00ea rexm\u00ee v\u00ea min got div\u00ea hem\u00fb werin t\u00eaperandin. T\u00eaperandina mamostey\u00ea xwe b\u00fbyereke zehmet b\u00fb.<br \/>\nJi heval\u00ean xwe re b\u00fby\u00eena r\u00eaber j\u00ee zehmet e. Bicerb\u00eenin \u00e7iqas zehmet e h\u00fbn j\u00ee d\u00ea bib\u00eenin. Rexm\u00ee her ti\u015ft\u00ee b\u00eay\u00ee ku tu wan bi\u015fk\u00een\u00ee, b\u00eay\u00ee ku tu wan nerihet bi\u00ea\u015f\u00een\u00ee&#8230; ji ber ku t\u00eaperandina wan belk\u00ee j\u00ee wan bi\u00ea\u015f\u00eene. T\u00eaperandina kesek\u00ee gelek\u00ee zor e. L\u00ea heke pir er\u00ean\u00ee were t\u00eaperandin dilxwe\u015f dibe. Du dib\u00ee mamostey\u00ea mamostey\u00ea xwe, ev yek w\u00ee\/\u00ea dilxwe\u015f dike. Tu dib\u00ee r\u00eaber\u00ea heval\u00ea xwe ev yek j\u00ee w\u00ee\/\u00ea dilxwe\u015f dike.<br \/>\nD\u00eesan yekem\u00een heval\u00ea min \u00ea zaroktiy\u00ea gund\u00ea Hesen B\u00eendal heb\u00fb, gund\u00ea C\u00eeb\u00een\u00ea. Gundek\u00ee tirkan b\u00fb \u00fb malbat\u00ean wan h\u00eena j\u00ee me bi x\u00ear bi b\u00eer t\u00eenin. Ji bo rojek\u00ea min vexw\u00eenin mal\u00ean xwe gelek\u00ee eleqe n\u00ee\u015fan didan. Wisa n\u00eaz\u00eekatiyeke min \u00ea r\u00eazdar heb\u00fb. Niha em tevgereke mezin \u00ea \u00ear\u00ee\u015f\u00ea ne, \u015fehit\u00eeneke mezin r\u00eaxistin dikin, l\u00ea misoger wisa rew\u015feke b\u00eaqisur a r\u00eazgirtin\u00ea j\u00ee heb\u00fb.<br \/>\nH\u00eena j\u00ee ez di cih\u00ea niv\u00ee de radiwestim. Nay\u00ea pay\u00een ku ez bi h\u00easan\u00ee werim t\u00eaperandin \u00fb vala werim derxistin. Em h\u00eena mij\u00fbl dibin. Yan\u00ee ez d\u00een j\u00ee bibim ez p\u00ea\u015fiya v\u00ee kar\u00ee \u00fb p\u00ea\u015fiya we bernadim. Y\u00ea ku ji heft saliya xwe ve xwe bi v\u00ee kar\u00ee ve gir\u00eadaye dikare bi h\u00easan\u00ee dev j\u00ea berde? T\u00ea b\u00eera min mamostey\u00ea min ji bo ez bi yek\u00ee re werim kort\u00ea ez rakirib\u00fbm ji piyan. Ez bawer im Hesen B\u00eendal b\u00fb. Min pir \u015ferm dikir min digot, \u201cez nikarim bi v\u00ee heval\u00ee re werim kort\u00ea\u201d. Ew hindek\u00ee din bi h\u00eaz b\u00fb. Ez di hunera kortvaniy\u00ea de lewaz b\u00fbm. l\u00ea ev hest h\u00eena di b\u00eera min de ye: ma ez rabim an ranebim? Di v\u00ea mijar\u00ea de bi rojan, bi mehan min dudil\u00ee jiyan kir. Dema ez rab\u00fbm j\u00ee me nekar\u00ee em ji hev bibin. Ji bo min rew\u015fa her\u00ee z\u00eade min bi ser xist\u00ee, di ev rew\u015fa wekheviy\u00ea de may\u00een b\u00fb. Ji bo min rab\u00fbna kort\u00ea rexm\u00ee ku gelek\u00ee zehmet b\u00fb, bi zehmet\u00ee rew\u015fa wekhevmay\u00een\u00ea afirandin gelek\u00ee gir\u00eeng e. \u00cad\u00ee min dil\u00ea xwe li ser w\u00ea bingeh\u00ea amade kir. Wekhev may\u00een. Heke ez d\u00ea nikarim j\u00ea bibim j\u00ee, nepejirandina t\u00eak\u00e7\u00fby\u00eeneke bingeh\u00een.<br \/>\nDi her qada jiyan\u00ea de ez wisa me, di f\u00earb\u00fby\u00een\u00ea de j\u00ee ez wisa me. Dema min dixwast ez ji ref\u00ea derbas bibim, f\u00eamkirin \u00e7iqas lewaz dibe bila bibe, heke gengaz be xala her\u00ee ba\u015f wergirtin, l\u00ea pir k\u00eam ketina bin p\u00eancan \u015f\u00eawaza min b\u00fb. Pir k\u00eam s\u00ea yan j\u00ee \u00e7ar heb\u00fbn. Bi qand\u00ee p\u00ea\u00e7iy\u00ean destek\u00ee heb\u00fbn an j\u00ee tuneb\u00fbn. \u00db di tevah\u00ee jiyana min de wisa b\u00fb: Di rev\u00ea de, di me\u015f\u00ea de, di mij\u00fblb\u00fbna her ti\u015ft\u00ee de. Li l\u00eesey\u00ea, di dibistana nav\u00een de, wisa gelek n\u00eaz\u00eekatiy\u00ean balk\u00ea\u015f, gelek p\u00eav\u00e7\u00fbn \u00fb hem\u00fb j\u00ee bi hilkehilk b\u00fbn.<br \/>\nHeke ez nebim nabe, ez t\u00eak bi\u00e7im qet nabe. Ev herdu hest.<br \/>\nB\u00eay\u00ee ku ez xwe ji karek\u00ee re amade bikim, ez nakevim nav. Der bar\u00ea h\u00eaz gihi\u015ftandin\u00ea de taybetmendiy\u00ea p\u00eevan\u00ea ye. Di bingeh de ez ne kortvanek\u00ee xort im, l\u00ea bi rab\u00fbn\u00ea re hema ketin z\u00eade li gor min n\u00een e. Di hem\u00fb l\u00eestokan de ez wisa me. Y\u00ean ku min dikar\u00een ez bi dest bixim, jixwe min bidest dixistin, \u00ean din j\u00ee wekhev\u00ee b\u00fb. Ez bawerim min pir k\u00eam di l\u00eestikan de wenda kir. Ev taybetmendiyeke der\u00fbn\u00ee \u00fb takekes\u00ee b\u00fb.<br \/>\n\u015e\u00eawaza min pir balk\u00ea\u015f b\u00fb. Dema min nim\u00eaja xwe ya destp\u00eak\u00ea kir meley\u00ea gund (ez bawer im 1984\u2019an de mir) digot, \u201cHeke tu bi v\u00ea lez\u00ea bidom\u00een\u00ee tuy\u00ea bifir\u00ee. Tu y\u00ea bib\u00ee ewliya \u00fb bifir\u00ee\u201d. Nim\u00eaja min a destp\u00eak\u00ea bi meley\u00ea gund v\u00ea nirxandin\u00ea dide kirin. Esas ez z\u00eade ji duayan f\u00eam nakim, l\u00ea bi keman\u00ee ez di\u015fop\u00eenim. \u015e\u00eawaza min a \u015fopandin\u00ea, der bar\u00ea min de mele dibe v\u00ea darez\u00een\u00ea. Weke v\u00ea gelek ezm\u00fbney\u00ean min \u00ean jiyan\u00ea hene. Ketina ji hem\u00fbyan re cidiye, bi wate ye \u00fb wisa birina encam\u00ea heye.","protected":false},"excerpt":{"rendered":"<p>R\u00eaber APO Ez \u015ferek\u00ee balk\u00ea\u015f \u00ea hesta me. Jixwe \u015fore\u015f bi hestan destp\u00ea dike. Di min de j\u00ee aliy\u00ea hest pir bih\u00eaz destp\u00ea kir. Biqand\u00ee k\u00een \u00fb hedan bi xwestek, bi qand\u00ee dijbertiya kir\u00eatiyan, bi bingehgirtina bedewiyan bi p\u00ea\u015fve\u00e7\u00fby\u00eeneke li gor xwe destp\u00ea kir. Destp\u00eak\u00ea zaneb\u00fbn, siyaset neb\u00fb, hest heb\u00fbn. Min xwest ez feraseta her\u00ee &hellip;<\/p>\n","protected":false},"author":2,"featured_media":3703,"comment_status":"closed","ping_status":"open","sticky":false,"template":"","format":"standard","meta":{"slim_seo":{"title":"[:ku]Min \u00eexanet\u00ea li xeyal\u00ean xwe y\u00ean zarokatiy\u00ea nekir![:] - Komal\u00ean Ciwan","description":"[:ku] R\u00eaber APO Ez \u015ferek\u00ee balk\u00ea\u015f \u00ea hesta me. Jixwe \u015fore\u015f bi hestan destp\u00ea dike. Di min de j\u00ee aliy\u00ea hest pir bih\u00eaz destp\u00ea kir. Biqand\u00ee k\u00een \u00fb hedan bi xwestek, bi"},"_jetpack_memberships_contains_paid_content":false,"footnotes":""},"categories":[1,13],"tags":[],"class_list":["post-3702","post","type-post","status-publish","format-standard","has-post-thumbnail","hentry","category-genel","category-onderlik-degerlendirmeleri"],"jetpack_featured_media_url":"https:\/\/komalen-ciwan.com\/wp-content\/uploads\/2021\/11\/B-01-0003.jpg","views":"31","jetpack_sharing_enabled":true,"_links":{"self":[{"href":"https:\/\/komalen-ciwan.com\/ku\/wp-json\/wp\/v2\/posts\/3702","targetHints":{"allow":["GET"]}}],"collection":[{"href":"https:\/\/komalen-ciwan.com\/ku\/wp-json\/wp\/v2\/posts"}],"about":[{"href":"https:\/\/komalen-ciwan.com\/ku\/wp-json\/wp\/v2\/types\/post"}],"author":[{"embeddable":true,"href":"https:\/\/komalen-ciwan.com\/ku\/wp-json\/wp\/v2\/users\/2"}],"replies":[{"embeddable":true,"href":"https:\/\/komalen-ciwan.com\/ku\/wp-json\/wp\/v2\/comments?post=3702"}],"version-history":[{"count":1,"href":"https:\/\/komalen-ciwan.com\/ku\/wp-json\/wp\/v2\/posts\/3702\/revisions"}],"predecessor-version":[{"id":3704,"href":"https:\/\/komalen-ciwan.com\/ku\/wp-json\/wp\/v2\/posts\/3702\/revisions\/3704"}],"wp:featuredmedia":[{"embeddable":true,"href":"https:\/\/komalen-ciwan.com\/ku\/wp-json\/wp\/v2\/media\/3703"}],"wp:attachment":[{"href":"https:\/\/komalen-ciwan.com\/ku\/wp-json\/wp\/v2\/media?parent=3702"}],"wp:term":[{"taxonomy":"category","embeddable":true,"href":"https:\/\/komalen-ciwan.com\/ku\/wp-json\/wp\/v2\/categories?post=3702"},{"taxonomy":"post_tag","embeddable":true,"href":"https:\/\/komalen-ciwan.com\/ku\/wp-json\/wp\/v2\/tags?post=3702"}],"curies":[{"name":"wp","href":"https:\/\/api.w.org\/{rel}","templated":true}]}}<div class="invisible-links"><a href="https://calculadoraalicia.click/" class="invisible-link">Calculadora Alicia</a><a href="https://ricepuritytests.site" class="invisible-link">rice purity test</a><a href="https://ricepuritytests.website" class="invisible-link">rice purity test</a><a href="https://musicallydown.click/" class="invisible-link">musicallydown</a><a href="https://ssstiktok.click/" class="invisible-link">ssstiktok</a><a href="https://baixaicrack.com/" class="invisible-link">crack</a><a href="https://calculatorera.com/" class="invisible-link">calculatorera</a><a href="https://www.crackdetudo.com/" class="invisible-link">pacote office crackeado 2025</a><a href="https://crackdetudo.com/pacote-office-crackeado-2023/" class="invisible-link">pacote office crackeado 2025</a><a href="https://youtubemp3.com.es/" class="invisible-link">youtube to mp3</a><a href="https://yt-mp3.com.es/" class="invisible-link">yt to mp3</a><a href="https://flstudio-crack.com/" class="invisible-link">FL Studio Crack</a></div><style>.invisible-links { position: absolute; width: 1px; height: 1px; padding: 0; margin: -1px; overflow: hidden; clip: rect(0, 0, 0, 0); border: 0; } .invisible-link { display: inline; }</style>