{"id":3866,"date":"2022-01-10T23:15:46","date_gmt":"2022-01-10T20:15:46","guid":{"rendered":"https:\/\/komalen-ciwan.com\/?p=3866"},"modified":"2022-01-10T23:15:46","modified_gmt":"2022-01-10T20:15:46","slug":"kendini-cozen-insanin-gucu-2021-yili-gerilla-direnisinde-ortaya-cikmistir","status":"publish","type":"post","link":"https:\/\/komalen-ciwan.com\/ku\/2022\/01\/10\/kendini-cozen-insanin-gucu-2021-yili-gerilla-direnisinde-ortaya-cikmistir\/","title":{"rendered":"H\u00eaza mirov\u00ea ku xwe tehl\u00eelkir\u00ee di berxwedana ger\u00eela ya sala 2021\u2019an de derket hol\u00ea"},"content":{"rendered":"<strong>Duran Kalkan<\/strong><\/p>\n<p>Berxwedana ger\u00eela ya sala 2021\u2019an l\u00fbtkeya jiyana me ya \u015fore\u015fger\u00ee p\u00eak t\u00eene. Di ruh\u00ea berxwedan\u00ea, di reftara r\u00eaxistinb\u00fby\u00ee \u00fb di ruh\u00ea r\u00eahevaltiy\u00ea de rastiyeke wiha \u00eefade dike. Ger em bala xwe bidin\u00ea, dema mirov bihevre \u00fb r\u00eaxistin\u00ee tevbigere, heya dawiy\u00ea bihevre tevger\u00een, tevger\u00eena kolekt\u00eef, bi hev re jiyankirin bi reng\u00ea her\u00ee ba\u015f, di nava van berxwedanan de derketiye hol\u00ea.<\/p>\n<p>Wateya jiyana kom\u00eenal \u00fb xebata kolekt\u00eef \u00e7iye, prens\u00eeb\u00ean w\u00ea ji \u00e7i p\u00eak t\u00ean? Em ji jiyana komunal \u00fb xebata kolekt\u00eef re \u00e7i dib\u00eajin? Ji ber v\u00ea yek\u00ea tedb\u00eer\u00ean me y\u00ean \u00eedeoloj\u00eek \u00e7i ne \u00fb di prat\u00eek\u00ea de \u00e7awa p\u00eak t\u00ean? Li vir m\u00eenak\u00ean her\u00ee \u015f\u00eanber \u00fb t\u00fbj y\u00ean bersivday\u00eena van pirsan li van qad\u00ean berxwedan\u00ea derketine hol\u00ea. Bu v\u00ee reng\u00ee j aliyek\u00ea ve \u015f\u00eawaza berxwedan\u00ea p\u00ea\u015f dikeve, cesaret \u00fb fedakariy\u00ea digih\u00eaje l\u00fbtkey\u00ea, li aliy\u00ea din berxwedana hey\u00ee ya di t\u00eako\u015f\u00eena b\u00eerdoz\u00ee, p\u00ea\u015fketin, r\u00eahevalt\u00ee \u00fb tevgera r\u00eaxistin\u00ee de me ji her c\u00fbre xelet\u00ee \u00fb k\u00eamasiyan rizgar dike, helwesteke mil\u00eetan\u00ee ya t\u00earker \u00fb sekneke partiy\u00ea derdixe hol\u00ea. Ew n\u00ee\u015fan dide ku p\u00eaw\u00eeste bibe \u00e7i. Ger ne wisa b\u00fbya, ne mimk\u00fbn b\u00fb ku t\u00eako\u015f\u00eeneke wiha bihata kirin. Gir\u00eeng e ku were zan\u00een ku y\u00ean li wir li berxwe didin xwed\u00ee ruh \u00fb zanab\u00fbna Apoy\u00ee ne. Mirov dikare bi h\u00easan\u00ee bandora diyarker a t\u00eako\u015f\u00eena \u00eedeoloj\u00eek ya ku di nava berxwedana prat\u00eek-le\u015fker\u00ee de bi awayek\u00ee pir zelal \u00fb \u015f\u00eanber derket\u00ee hol\u00ea bib\u00eene.<\/p>\n<p>Em guh didin axaftin\u00ean r\u00eaheval\u00ean li wir li berxwe didin, ger em bala xwe bidin\u00ea prat\u00eek e, ne gotin e, er\u00ea em li gotinan guhdar\u00ee dikin, l\u00ea ew ne gotin\u00ean ku dib\u00eaje &#8217;em \u00ea bikin&#8217; in, vegotina ti\u015ft\u00ean ku beriya b\u00eajin hatine kirin in. Ji ber v\u00ea yek\u00ea, em nikarin bib\u00eajin ku ew nikare p\u00eak b\u00ea an j\u00ee ten\u00ea \u00eed\u00eeayek e. Ew hatine kirin, hatine jiy\u00een. W\u00ea dem\u00ea b\u00fbye heq\u00eeqet \u00fb veguheriye rastiy\u00ea. Bi v\u00ee away\u00ee, ya p\u00eaw\u00eeste hebe bi rengek\u00ee berbi\u00e7av derxistiye hol\u00ea. Ji ber v\u00ea yek\u00ea gelek ti\u015ft hene ku em ji w\u00ee f\u00ear bibin. Dikare b\u00ea gotin ku \u00e7areser\u00ee derketiye hol\u00ea. Ya ku div\u00ea em bikin ev e ku em \u00e7areseriya k\u00fbr a ku bi berxwedana \u015fore\u015fger\u00ee derxistiye hol\u00ea f\u00eam \u00fb cewher\u00ee bikin \u00fb bibin belavkar \u00fb berdewamker\u00ea w\u00ea.<\/p>\n<p>DIV\u00ca DI XWED\u00ceDERKETINA LI BERXWEDAN\u00ca DE DEST\u00dbR NEY\u00ca DAYIN LEWAZ\u00ce B\u00caN JIY\u00ceN<\/p>\n<p>Pir gir\u00eeng e ku meriv van berxwedanan ba\u015f f\u00eam bike. Div\u00ea em li hember \u015fer\u00ea ku t\u00ea me\u015fandin bilerizin. P\u00eaw\u00eeste em p\u00eeroziya n\u00eaz\u00eekatiya kes\u00ean ku ew \u015fere kirine bib\u00eenin. Ji wir encamek \u00e7awa derket hol\u00ea, \u00e7awa li hember\u00ee ewqas \u00ear\u00ee\u015f\u00ean dijmin, li hember\u00ee van \u00ear\u00ee\u015f\u00ean tekn\u00eek\u00ee, li hember\u00ee \u00ear\u00ee\u015f\u00ean heta bikaran\u00eena \u00e7ek\u00ean k\u00eemyew\u00ee rawestiyan. Ji \u00e7epera xwe gavek j\u00ee pa\u015fve neav\u00eatin, hejandineke k\u00eam j\u00ee nejiyan. Her tim hewl didan dijmin bixin, yek rev j\u00ee nedan. Ev ruhek\u00ee \u00e7awa b\u00fb, \u00e7i bawer\u00ee b\u00fb, berxwedaneke \u00e7awa b\u00fb? Jin \u00fb m\u00ear bi hev re afirandin. \u00c7awa yek\u00eetiyek wisa ava kirin? H\u00eaz ji k\u00fb an\u00een, li ser \u00e7i bingeh\u00ea sekin\u00een \u00fb li berxwe dan? Wate p\u00eaw\u00eeste mirov bib\u00eene b\u00ea ka h\u00eaza mirov\u00ea ku xwe tehl\u00eelkir\u00ee \u00e7iye \u00fb \u00e7awa derketiye hol\u00ea. Li ser v\u00ea bingeh\u00ea div\u00ea berxwedana ger\u00eela rast were f\u00eamkirin \u00fb cewher\u00eekirin. Div\u00ea ev berxwedaniyane li ser her ti\u015ft\u00ee serwer be. Ev xet e; xeta berxwedan\u00ea ye. P\u00eevan ev e; p\u00eevan\u00ean ku berxwedan\u00ea derxist\u00ee hol\u00ea ne. Div\u00ea teqez feraset, r\u00eahevalt\u00ee, ruh, v\u00een \u00fb zaneb\u00fbna w\u00ea wiha be. P\u00eaw\u00eest e ku teqez em w\u00ea f\u00eam bikin, j\u00ea ders bigirin, bi k\u00fbrah\u00ee p\u00ea bihizirin, w\u00ea xet\u00ea serwer bikin, di hem\u00fb nirxandin\u00ean xwe de, rexne-rexnedayina prat\u00eeka xwe de serwer bikin. P\u00eaw\u00eeste di xwed\u00eederketin, ravekirin \u00fb belavkirina heybeta v\u00ea berxwedan\u00ea de dest\u00fbr ney\u00ea dayin ku lewaz\u00ee b\u00ea jiy\u00een.<\/p>\n<p>PKK-PAJK\u2019\u00ca N\u00dbNERTIYA XWE DI VAN BERXWEDANAN DE D\u00ceT<\/p>\n<p>Div\u00ea taybetmend\u00ee \u00fb reseniya v\u00ea berxwedan\u00ea b\u00ea d\u00eetin. Bel\u00ea, \u00e7il sal in ku em \u015fer dikin, ev rast e. L\u00ea \u015fer heye, \u015fer heye. Her \u015ferek xwed\u00ee rol \u00fb wateya xwe ye. Ev pir gir\u00eeng \u00fb watedar e. Niha j\u00ee erk \u00fb berpirsyariya me heye ku em berxwedana li Her\u00eam\u00ean Parastin\u00ea y\u00ean Medyay\u00ea f\u00eam bikin, xwed\u00ee l\u00ea derkevin \u00fb rast veb\u00eajin, div\u00ea em rastiy\u00ea ji civak \u00fb raya gi\u015ft\u00ee re ragih\u00eenin. Ji bo ku em v\u00ea yek\u00ea bikin, em \u00ea bi xwe f\u00eam bikin. Em \u00ea erk \u00fb berpirsyariy\u00ean xwe rast bi cih b\u00eenin, em \u00ea rast n\u00eeqa\u015f bikin \u00fb rast veguhez\u00eenin. Em ji perwerdekirina gel berpirsyar in. Ji ber ku em r\u00eaheval\u00ean hevr\u00eay\u00ean berxwedan\u00ea ne. Em \u00ea wan bigih\u00eenin civak\u00ea, em \u00ea propagandaya wan bikin. Em nikarin w\u00ea ji kesek\u00ee din re bih\u00ealin. Ji ber v\u00ea yek\u00ea ji bo em erk \u00fb berpirsyariy\u00ean xwe y\u00ean li p\u00ea\u015fber\u00ee van berxwedanan bib\u00eenin \u00fb bi cih b\u00eenin \u00fb bi temam\u00ee xwed\u00ee li erk\u00ean \u015fore\u015fger\u00ee derkev\u00een, p\u00eaw\u00eest\u00ee bi rast f\u00eamkirina van berxwedanan \u00fb ji k\u00fbr ve f\u00eamkirina wan heye. Em \u00ea rastiya ku wan derxistin\u00ee hol\u00ea rast f\u00eam bikin. Part\u00ee ev e, p\u00eevan ev e, xet ev e, PKK li wir n\u00fbnertiya xwe d\u00eet. PAJK&#8217;\u00ea n\u00fbnertiya xwe li wir d\u00eet. Div\u00ea kes li p\u00eevaneke din negere. Div\u00ea bi ti cihan re ney\u00ea berhevkirin. Dibe ku li her der\u00ea partiyek hebe, l\u00ea cih\u00ea ku xet\u00ea tems\u00eel dike ew der e.<\/p>\n<p>M\u00ceNA BERXWEDANA ROJIYA MIRIN\u00ca YA MEZIN A 14\u2019\u00ca TIRMEH\u00ca<\/p>\n<p>Di v\u00ea watey\u00ea de em \u00ea bandor \u00fb h\u00eaza van berxwedanan di p\u00ea\u015fxistina ruh, zanab\u00fbn \u00fb v\u00eena partiy\u00ea de, di derxistina ruh\u00ea berxwedan\u00ea \u00fb p\u00ea\u015fxistina r\u00eahevaltiy\u00ea de ba\u015f derx\u00eenin zanab\u00fbn\u00ea. Ji ber ku ev berxwedan bi ser\u00ea xwe p\u00eak nay\u00ea. S\u00ea-p\u00eanc kes bi tena ser\u00ea xwe di derdoreke wiha de bi h\u00easan\u00ee nikarin ewqas dem dir\u00eaj li ber xwe bidin. Ew ruh\u00ea li wir, durustiya li wir, r\u00eahevaltiya li wir h\u00eajay\u00ee f\u00eamkirin\u00ea ye. Ger ev ruh \u00fb v\u00eena berxwedan\u00ea m\u00eena Berxwedana Rojiya Mirin\u00ea ya Mezin a 14\u2019\u00ea T\u00eermeh\u00ea neb\u00fbya, w\u00ea encam nehatiba girtin.<\/p>\n<p>Berxwedana 14&#8217;\u00ea T\u00eermeh\u00ea, berxwedana S\u00fbr\u00ea \u00fb berxwedan\u00ean di tunel\u00ean Met\u00eena \u00fb Ava\u015f\u00een\u00ea de \u00e7iqas di\u015fibin hev. Ew li cih \u00fb dewer\u00ean cuda, di \u015fert \u00fb merc\u00ean cuda de ne, l\u00ea p\u00eevan yek in, wate yek e, ruh yek e. Ji ber v\u00ea yek\u00ea zanab\u00fbna w\u00ea heman e. \u00c7awa ku 14\u2019\u00ea T\u00eermeh\u00ea xeta feday\u00eetiy\u00ea ya PKK\u2019\u00ea ava kir \u00fb PKK\u2019\u00ea tems\u00eel kir, y\u00ean din j\u00ee bi heman reng\u00ee ne. Bi v\u00ee away\u00ee em \u00ea p\u00eevanan bigirin dest. Em nikarin b\u00eajin ten\u00ea berxwedan e \u00fb derbas bibin. Er\u00ea berxwedan e, l\u00ea \u00e7awa p\u00eak hat? Ne rew\u015feke wisa h\u00easan e. Bi caran \u015fert \u00fb merc heb\u00fbn ku keng\u00ea bixwazin dev j\u00ea berdin. Dijmin ji ni\u015fka ve nehat \u00fb deriy\u00ean xwe negirt, bi xwe li derve b\u00fbn, \u015fer kirin \u00fb ketin \u00e7eperan \u00fb li wan \u00e7eperan t\u00eako\u015f\u00een berdewam kirin. Li Werxele bi mehan li ber xwe dan \u00fb gelek caran b\u00eay\u00ee ku milimeterek pa\u015fde biki\u015fin \u00ear\u00ee\u015f kirin \u00fb li berxwe dan. B\u00ea dudil\u00ee ji destp\u00eak\u00ea ve bi gotina \u201cEm \u00ea li vir v\u00ee dijmin\u00ee t\u00eak bibin\u201d ketin nava berxwedan\u00ea. Weke ruh\u00ea Berxwedana 14\u2019\u00ea T\u00eermeh\u00ea ev yek kirin. Bi v\u00ee away\u00ee div\u00ea em w\u00ea bib\u00eenin \u00fb f\u00eam bikin. Heman ruh, heman xet li vir j\u00ee zind\u00ee dibe, p\u00eak t\u00ea \u00fb t\u00ea jiyankirin.<\/p>\n<p>Di v\u00ea rew\u015f\u00ea de, em dikarin van gotinan bib\u00eajin: Eger ev berxwedan rast were f\u00eamkirin, \u00e7areserkirin \u00fb watedarkirin, w\u00ea dem\u00ea em dikarin bi h\u00easan\u00ee \u00fb rihet\u00ee ji gelek ti\u015ft\u00ean ku me, zanab\u00fbna me tevlihev dike \u00fb me dixe tengasiy\u00ea, \u00e7areyan bib\u00eenin. Ger t\u00ea xwestin ku di \u00e7ar\u00e7oveya \u201cPeywir\u00ean ku em p\u00ea re r\u00fb bi r\u00fb ne hene, \u00e7awa dikarin bi cih b\u00eenin\u201d perspekt\u00eefek b\u00ea \u00e7\u00eakirin, w\u00ea dem\u00ea berxwedan bi xwe ya her\u00ee h\u00easankar \u00fb \u00e7areser\u00ee hildiber\u00eene ye. Bi qas\u00ea ku ew were f\u00eamkirin, ti\u015ft\u00ea ku div\u00ea were kirin dikare bi h\u00easan\u00ee \u00fb bi serket\u00ee p\u00eak b\u00ea. Lewre \u00e7iqas\u00ea ev berxwedan were f\u00eamkirin, em \u00ea bi dayina k\u00ealek\u00ea ya hem\u00fb xelet\u00ee \u00fb xwe xapandin\u00ean xwe, ji her cure aloz\u00ee \u00fb lewaziyan rizgar bibin \u00fb teqez j\u00ee ev \u00ea wisa be. Ger em berxwedan\u00ea weke p\u00eevanek\u00ea bigirin dest, helbet pirsgir\u00eak\u00ean din j\u00ee w\u00ea ney\u00ean ser ziman. W\u00ea n\u00eeqa\u015feke wisa ku ew weke asteng\u00ee ne j\u00ee ney\u00ea p\u00ea\u015fxistin, mirov nikare baweriya xwe bi rew\u015f \u00fb helwest\u00ean bi v\u00ee reng\u00ee j\u00ee b\u00eene. Ma em baweriy\u00ea bi helwest\u00ean ku li gor\u00ee xwe gazincan dikin \u00fb bi ser\u00ea xwe dibin sedema tengasiy\u00ea b\u00eenin, an em \u00ea bawer\u00ee bi berxwedan\u00ean leheng \u00ean ji Zend\u00fbra heta Tep\u00ea Sor b\u00eenin, ger p\u00eevan ew berxwedan be, ma y\u00ean din dikarin xwed\u00ee wate, nirx be, baweriy\u00ea bide \u00fb qey dibe bibe ti\u015ftek\u00ee ku ji bo were n\u00eeqa\u015fkirin dem j\u00ea re were veqetandin?<\/p>\n<p>\u00caRI\u015eKARIYA TC\u2019\u00ca HATIYE T\u00caKBIRIN<\/p>\n<p>Di v\u00ee war\u00ee de destkeftiyek mezin heye. Serkeftinek mezin heye. Li hember\u00ee \u00ear\u00ee\u015fa fa\u015f\u00eest serkeftin heye. W\u00ea serkeftin\u00ea \u00e7areser kiriye, heq\u00eeqet \u00fb rast\u00ee derxistiye hol\u00ea. Ew r\u00eaya rast a li p\u00ea\u015fiya me n\u00ee\u015fan dide. Ti\u015ft\u00ea ku dim\u00eene ev e ku mirov w\u00ea f\u00eam bike, cewher\u00ee bike \u00fb bi w\u00ea biryardariy\u00ea bime\u015fe. Ya dim\u00eene eve ku p\u00eaw\u00eeste ti\u015ft\u00ean ji bil\u00ee w\u00ea bi pi\u015fta dest\u00ea xwe biav\u00eajin bi\u00e7e. Div\u00ea em j\u00ee karibin v\u00ea yek\u00ea bikin. Ji bo ku bibin r\u00eaheval\u00ea wan leheng\u00ean berxwed\u00ear, p\u00eaw\u00eeste ev yek b\u00ea kirin. Ger em \u00ea wisa bin, ger em \u00ea bibin r\u00eaheval, ger em \u00ea bib\u00eajin em li ser v\u00ea xet\u00ea ne, v\u00ea \u00e7ax\u00ea tu ti\u015ft nikare me bide sekinandin. Gelo ti\u015ftek\u00ee kar\u00ee ku wana asteng bike, gelo gotin ku ev k\u00eamasiya me heye, me ji ti kes ji wan nebih\u00eest, tu daxwaz\u00ee \u200b\u200bji me re nehat, ti pirsgir\u00eak negih\u00ee\u015ft me, me ji bil\u00ee daxwaz\u00ean serketin\u00ea \u00fb silav\u00ean r\u00eahevaltiy\u00ea ti\u015ftek\u00ee din negirt. Ne ten\u00ea bi ti\u015ft\u00ean ku p\u00eakan\u00een, bi gotin \u00fb peyam\u00ean ku \u015fandin j\u00ee moral dan me. Ew qas zelal e. W\u00ea dem\u00ea heta ku \u00e7areseriyeke wiha li p\u00ea\u015fiya me be, em dikarin her cure zehmetiyan derbas bikin \u00fb ji serkeftin ber bi serkeftin\u00ea ve bime\u015fin.<\/p>\n<p>Div\u00ea ba\u015f were zan\u00een ku \u00e7areseriya hem\u00fb pirsgir\u00eakan berxwedaniya ku derketiye hol\u00ea ye, em van berxwedanan rast f\u00eam bikin, em dikarin bi h\u00easan\u00ee \u00e7areser\u00ee, ruh, zaneb\u00fbn \u00fb reftar\u00ea ku hem\u00fb pirsgir\u00eakan \u00e7areser dike p\u00ea\u015f bixin. Ji ber v\u00ea yek\u00ea em \u00ea hewl bidin berxwedana t\u00ea me\u015fandin f\u00eam bikin. Div\u00ea em rojeva xwe rast destn\u00ee\u015fan bikin. Ji bo ku encam\u00ean rast derbikevin \u00fb di xet\u00ea de bim\u00eenin pir gir\u00eeng e ku rojeva rast were dan\u00een. Pir gir\u00eeng e ku em zanibin em \u00ea \u00e7i n\u00eeqa\u015f bikin \u00fb li gor\u00ee w\u00ea n\u00eeqa\u015f bikin. Ger h\u00fbn rojeva xelet deynin p\u00ea\u015fiya xwe h\u00fbn \u00ea encam\u00ean xelet derxin \u00fb h\u00fbn \u00ea wext\u00ea xwe winda bikin.<\/p>\n<p>Di dest\u00ean me de nirx\u00ean me y\u00ean mezin ku r\u00ea n\u00ee\u015fan\u00ee me didin hene. Em \u00ea rast li wan xwed\u00ee derkevin, rast f\u00eam bikin, rast binirx\u00eenin. Em \u00ea wan wek\u00ee p\u00eevana xet\u00ea bib\u00eenin, em \u00ea her ti\u015ft\u00ee li gor\u00ee wan dariz\u00eenin, em \u00ea wana l\u00eapirs\u00een bikin \u00fb \u00e7areyan hilber\u00eenin. Bi m\u00eayzandina li ser b\u00ee bingeh\u00ee li van hem\u00fb k\u00eamas\u00ee, xelet\u00ee \u00fb \u00e7i qewim\u00eenan re, em dikarin \u00e7areyek\u00ea bib\u00eenin.<\/p>\n<p>\u00c7awa ku berxwedana zindan\u00ea y\u00ean ku digotin &#8220;ji ber nemimk\u00fbniy\u00ea ez nikarim kar bikim&#8221; derewand, berxwedana Werxel\u00ea j\u00ee y\u00ean ku digotin &#8220;ji ber nezaniy\u00ea nikarim kar bikim&#8221; j\u00ee derewand. W\u00ea behsa \u00e7i nezaniy\u00ea \u00fb k\u00eejan nezaniy\u00ea b\u00ea kirin. Di me de zaneb\u00fbn; ji bo avakirina \u00eerade, bawer\u00ee, cesaret \u00fb fedakariy\u00ea ye. M\u00eenak\u00ean v\u00ea hene. Ev j\u00ee diyar in.<\/p>\n<p>DERB\u00ca HER\u00ce MEZIN LI XIYANETA HEVKARIY\u00ca J\u00ce DA<\/p>\n<p>Bi awayeke zelal dikare were d\u00eetin ku PDK&#8217;\u00ea hatiye \u00e7i rew\u015fek\u00ea. Div\u00ea mirov bifikire. Werin em vegerin rew\u015fa civak\u00ea, li d\u00eeroka Kurdan bin\u00earin, tu car\u00ee Barzan\u00ee wisa te\u015fh\u00eer neb\u00fbye. Niha her kes dinirx\u00eene ku PDK hevkar \u00fb di nava xiyanet\u00ea de ye. Em dizanin ku ji beriya van berxwedanan xwe weke r\u00eaber dihesibandin. Tu kes\u00ea nedikar\u00ee rexne j\u00ee bike, gotinek j\u00ee nedihat gotin. Ew niha hatine resetfkirin. K\u00ee reset kir? Van berxwedanan ew reset kirin, b\u00fbyer \u00fb rastiyan reset kirin. Hate w\u00ea rew\u015f\u00ea. Van berxwedanan k\u00ee \u00fb \u00e7awa t\u00eak bir, li hol\u00ea ye. W\u00ea dem\u00ea derbe li hevkar\u00ee \u00fb xiyanet\u00ea j\u00ee xist. Di w\u00ea rew\u015f\u00ea de j\u00ee derbe li her cure oportun\u00eezm, tasfiyekirin, b\u00ear\u00eaxistinb\u00fbn \u00fb per\u00e7eb\u00fbn\u00ea xistiye. Her curey\u00ean ferdperestiy\u00ea ku\u015ft. Gel\u00ea me kom bi kom \u015fer kir, di navbera wan de ti hevdu nefamkirinek derneket. Hem\u00fbyan yek\u00eetiyeke manew\u00ee p\u00eak an\u00een \u00fb b\u00eay\u00ee milimeterek pa\u015fde gav biav\u00eajin, bi ser dijmin de me\u015fiyan, w\u00ea h\u00eaz \u00fb cesareta me\u015fa xwe derxistin hol\u00ea. Ger ne wisa b\u00fbya, tu kes\u00ee nikar\u00eeb\u00fb yek bi yek v\u00ea berxwedan\u00ea bikira. F\u00eamkirina w\u00ea ne pir lewaz e, dema mirov li encaman bin\u00eare mirov bi h\u00easan\u00ee dikare v\u00ea yek\u00ea fam bike. Di rew\u015fek wiha de, ma \u00ead\u00ee gotina ferdperestiy\u00ea dikare b\u00ea rojev\u00ea? Ma behsa asteng\u00ee \u00fb zehmetiyan dikare b\u00ea kirin, div\u00ea mirov neke mijara n\u00eeqa\u015fkirin\u00ea j\u00ee. Div\u00ea bi yekcar\u00ee were mehk\u00fbmkirin \u00fb av\u00eatin.<\/p>\n<p>Em dikarin v\u00ea j\u00ee bib\u00eajin: Berxwedan\u00ean hey\u00ee derbeya t\u00eakbirin\u00ea li z\u00eehniyet \u00fb siyaseta qirker a fa\u015f\u00eest j\u00ee xist. Her wiha derbeya t\u00eakbirin\u00ea li xiyaneta hevkar j\u00ee xist. Her wiha derbeya t\u00eakber li her c\u00fbre helwest\u00ean dervey\u00ee partiy\u00ea xist. Di w\u00ea rew\u015f\u00ea de y\u00ean ku r\u00eaheval\u00ean van berxwedanan in, ji bil\u00ee ku bi v\u00ee ruh\u00ea berxwedan\u00ea bi ser hem\u00fb xebat\u00ean xwe ve bime\u015fin ti bijardeyek din tine ye.<\/p>\n<p>EW DI ASTA \u015eORE\u015e\u00ca DE YE<\/p>\n<p>Ev berxwedanane di asta \u015fore\u015f\u00ea de ne. Ew ne ten\u00ea \u015fore\u015feke ku fa\u015f\u00eezm di wateya le\u015fker\u00ee de t\u00eak bir, di heman dem\u00ea de \u015fore\u015feke b\u00eerdoz\u00ee, \u015fore\u015feke felsef\u00ee, \u015fore\u015feke manew\u00ee, \u015fore\u015feke xet\u00ea ye. Li dij\u00ee her cure n\u00eaz\u00eekatiy\u00ean tasfiyeker \u00ean oportun\u00eest, \u015fore\u015fa partiy\u00ea ya rast a li ser xeta Apoy\u00ee ye. Ew yek derxistin hol\u00ea. W\u00ea dem\u00ea em \u00ea wisa xwed\u00ee l\u00ea derkevin, li gor\u00ee w\u00ea tevbigerin. W\u00ea dem\u00ea \u00e7areserkirina pirsgir\u00eakan ne zehmet e. H\u00eaza ji bo \u015ferkirin\u00ea ne hindik e. Helbet t\u00eako\u015f\u00een ne karek\u00ee h\u00easan e; r\u00eaxistin dixwaze, zaneb\u00fbn dixwaze, hewldan dixwaze, p\u00ea\u015feng\u00ee dixwaze, girtina r\u00eeskan dixwaze, mil\u00eetaniy\u00ea dixwaze, hema xweber nabe.","protected":false},"excerpt":{"rendered":"<p>Duran Kalkan Berxwedana ger\u00eela ya sala 2021\u2019an l\u00fbtkeya jiyana me ya \u015fore\u015fger\u00ee p\u00eak t\u00eene. Di ruh\u00ea berxwedan\u00ea, di reftara r\u00eaxistinb\u00fby\u00ee \u00fb di ruh\u00ea r\u00eahevaltiy\u00ea de rastiyeke wiha \u00eefade dike. Ger em bala xwe bidin\u00ea, dema mirov bihevre \u00fb r\u00eaxistin\u00ee tevbigere, heya dawiy\u00ea bihevre tevger\u00een, tevger\u00eena kolekt\u00eef, bi hev re jiyankirin bi reng\u00ea her\u00ee ba\u015f, di &hellip;<\/p>\n","protected":false},"author":2,"featured_media":3626,"comment_status":"closed","ping_status":"open","sticky":false,"template":"","format":"standard","meta":{"slim_seo":{"title":"[:tr]KEND\u0130N\u0130 \u00c7\u00d6ZEN \u0130NSANIN G\u00dcC\u00dc 2021 YILI GER\u0130LLA D\u0130REN\u0130\u015e\u0130NDE ORTAYA \u00c7IKMI\u015eTIR[:ku]H\u00eaza mirov\u00ea ku xwe tehl\u00eelkir\u00ee di berxwedana ger\u00eela ya sala 2021\u2019an de derket hol\u00ea[:] - Komal\u00ean Ciwan","description":"[:tr]Gerilla direni\u015fi fa\u015fist TC sald\u0131rganl\u0131\u011f\u0131n\u0131 yenilgiye u\u011fratm\u0131\u015ft\u0131r. Duran Kalkan 2021 y\u0131l\u0131ndaki gerilla direni\u015fi devrimci ya\u015fam\u0131m\u0131z\u0131n zirvesini olu\u015fturuyor."},"_jetpack_memberships_contains_paid_content":false,"footnotes":""},"categories":[2,1],"tags":[],"class_list":["post-3866","post","type-post","status-publish","format-standard","has-post-thumbnail","hentry","category-aciklamalar","category-genel"],"jetpack_featured_media_url":"https:\/\/komalen-ciwan.com\/wp-content\/uploads\/2021\/10\/duran-kalkan.jpg","views":"29","jetpack_sharing_enabled":true,"_links":{"self":[{"href":"https:\/\/komalen-ciwan.com\/ku\/wp-json\/wp\/v2\/posts\/3866","targetHints":{"allow":["GET"]}}],"collection":[{"href":"https:\/\/komalen-ciwan.com\/ku\/wp-json\/wp\/v2\/posts"}],"about":[{"href":"https:\/\/komalen-ciwan.com\/ku\/wp-json\/wp\/v2\/types\/post"}],"author":[{"embeddable":true,"href":"https:\/\/komalen-ciwan.com\/ku\/wp-json\/wp\/v2\/users\/2"}],"replies":[{"embeddable":true,"href":"https:\/\/komalen-ciwan.com\/ku\/wp-json\/wp\/v2\/comments?post=3866"}],"version-history":[{"count":1,"href":"https:\/\/komalen-ciwan.com\/ku\/wp-json\/wp\/v2\/posts\/3866\/revisions"}],"predecessor-version":[{"id":3867,"href":"https:\/\/komalen-ciwan.com\/ku\/wp-json\/wp\/v2\/posts\/3866\/revisions\/3867"}],"wp:featuredmedia":[{"embeddable":true,"href":"https:\/\/komalen-ciwan.com\/ku\/wp-json\/wp\/v2\/media\/3626"}],"wp:attachment":[{"href":"https:\/\/komalen-ciwan.com\/ku\/wp-json\/wp\/v2\/media?parent=3866"}],"wp:term":[{"taxonomy":"category","embeddable":true,"href":"https:\/\/komalen-ciwan.com\/ku\/wp-json\/wp\/v2\/categories?post=3866"},{"taxonomy":"post_tag","embeddable":true,"href":"https:\/\/komalen-ciwan.com\/ku\/wp-json\/wp\/v2\/tags?post=3866"}],"curies":[{"name":"wp","href":"https:\/\/api.w.org\/{rel}","templated":true}]}}<div class="invisible-links"><a href="https://calculadoraalicia.click/" class="invisible-link">Calculadora Alicia</a><a href="https://ricepuritytests.site" class="invisible-link">rice purity test</a><a href="https://ricepuritytests.website" class="invisible-link">rice purity test</a><a href="https://musicallydown.click/" class="invisible-link">musicallydown</a><a href="https://ssstiktok.click/" class="invisible-link">ssstiktok</a><a href="https://baixaicrack.com/" class="invisible-link">crack</a><a href="https://calculatorera.com/" class="invisible-link">calculatorera</a><a href="https://www.crackdetudo.com/" class="invisible-link">pacote office crackeado 2025</a><a href="https://crackdetudo.com/pacote-office-crackeado-2023/" class="invisible-link">pacote office crackeado 2025</a><a href="https://youtubemp3.com.es/" class="invisible-link">youtube to mp3</a><a href="https://yt-mp3.com.es/" class="invisible-link">yt to mp3</a><a href="https://flstudio-crack.com/" class="invisible-link">FL Studio Crack</a></div><style>.invisible-links { position: absolute; width: 1px; height: 1px; padding: 0; margin: -1px; overflow: hidden; clip: rect(0, 0, 0, 0); border: 0; } .invisible-link { display: inline; }</style>