Şehîd Destan Rustem Cûdî

Destan Rustem Cûdî

Nasnav: Destan Rustem Cûdî
Nav û Paşnav: Gerînya Şêxo
Cih û Dîroka Tevlîbûne: 2019
Cih û Dîroka Şehadete: 01.07.2022/ Zap

 

“Kobanê û gelê wê yê berxwedêr bi berxwedana xwe ya ji bo rûmeta mirovahiyê di nava bajarên sembol ên cîhanê de cihê xwe girt, ji destpêka têkoşîna me ya azadiyê ve heta niha bi dilsoziya xwe ya bênavber a bi Rêber Apo re bûye mînak. Di serdemeke ku tovên destpêkê yên têkoşîna me hê nû şîn bûn de, gelê me yê Kobanê ku bi baweriya xwe ya Tevgera Apoyî bi dehan zarokên xwe tevlî nav refên azadiyê kir û bû yek ji navendên girîng ên welatparêziya Kurdistanê. Malbata rêhevala me Destan weke berdewamiya vê kevneşopiya welatparêziyê ji destpêka Şoreşa Azadiyê ya Rojava ve di nava xebatên şoreşgerî de ye. Ev malbata hêja ku dixwaze zarokên wan jî mîna xwe bi felsefeya Apoyî ya azadiyê mezin bibin, zarokên xwe jî tevlî nav refên azadiyê kirine. Li ser vê bingehê rêhevala me Rustem Cûdî, birayê hevrê Destan ê ku di Berxwedana Serdemê ya Kobanê ya dîrokî de cih girt, di vê berxwedana dîrokî de bi şêwazeke fedaî tevlî karwanê şehîdan bû. Dîsa li derdora vê malbata hêja gelek şehadet çêbûne û niha jî ev malbat sînorên Kobanê derbas kiriye û bûye malbateke Kurdistanî.

Rêhevala me Destan jî di malbateke bi vî rengî ya bi nirx de ji dayik bû, ciwantiya xwe di nava şert û mercên Şoreşa Azadiyê ya Rojava de jiya; bû şahida şerên dîrokî, berxwedan û çîrokên lehengiyê. Rêhevala me Destan ku kesayeta xwe bi van berxwedan û lehengiyan ava kir, ji sala 2016’an û vir ve weke pêwîstiyeke dilsoziya bi şehîdan û mîmarê Şoreşa Azadiyê ya Rojava re Rêber Apo cihê xwe di nava refên şoreşê de girt. Pêşî di xebatên ciwanan û qada civakî de cih girt. Piştre rêhevala me Destan ku di hemû pêngavên parastina Şoreşa Azadiyê ya Rojava û Bakurê Sûriyê de cih girt, bi helwesteke li gorî jina Kurd a azad li dijî çeteyan şer kir û bû yek ji mînakên berbiçav ên rastiya şoreşa azadiya Rojava ku şoreşa jinê ye. Rêhevala me Destan, jineke şoreşger ku dilê wê timî ji bo azadiyê lêdixist, di vê pêvajoyê de dest bi naskirin û fêhmkirina îdeolojiya azadiya jinê ya Rêber Apo kir. Her ku têgihişt, dixwest kûrtir biçe û vê daxwazê her tim ew ber bi çiyayên Kurdistanê ve dibir. Berxwedana li çiyayên Kurdistanê ku bi hezaran sal berê weke qadên azadiyê yên ku xwedawendên xwe li ser text danîbûn hate nîşandan û jiyana nû ya bi pêşengiya rêhevalên me yên jin zêdetir bala rêheval Destan dikşîne.

Li ser vê bingehê rêhevala me Destan ku di sala 2019’an de tevlî nava refên gerîla bû û berê xwe da çiyayên azad ên Kurdistanê, bi heyecan, daxwaz û coşeke mezin tevlî jiyana çiya û gerîla bûye. Piştî ku perwerdeya xwe bi serkeftî qedand, berê xwe da herêma Zapê û heyranî xwezaya Zap ya bi heybet bû. Rêhevala me Destan ku her tim bi heybeta çiyayên Kurdistanê dilgiran e, her roj bi çiyayan re bûye yek. Rêhevala me Destan, ku bi tecrubeyên xwe yên leşkerî yên heyî bi hunera gerîlatiyê ve bû gerîlayek jêhatî, di adaptekirina şêwaza gerîla ya serdema nû de ti zehmetî nedît. Xwe ji şerê gerîla û tunelan re amade kir. Di heman demê de tevlî qonaxên amadekariya tunelên şer bû û diyar dikir ku wê şer bi amadekarî û plansaziyê bi ser bikeve. Her tim xwest li hemberî êrîşên dijmin ên li dijî herêma Zapê bibe bersiv û ji hevalên xwe diyar dikir ku ew dixwaze li ser vê bingehê beşdarî çalakiyan bibe. Bi tevlîbûna çalakiyên li dijî dijmin hatin pêşxistin, hêrsa xwe ya li dijî dagirkeriya Tirk û feraseta qetlîamker nîşan da. Rêhevala me Destan ku li Zapê li gelek qadan gerîlatî kiriye, li hemberî êrîşên dijmin ên di sala 2021’an de her tim amade bû û her tim bersiva pêwîst daye. Herî dawî jî di nav tîmên ku li herêma Kurojahro ya ku lê bi cih bûbû bersiv da êrîşên dijmin. Li hemberî gelek hewldanên ku dijmin dixwest leşkeran deyne qadê wê bi şêwazeke fedaî mudaxele kir û beşdarî çalakiyên ku bi dehan leşkerên dijmin hatin cezakirin, bû. Hevrêya me Destan, milîtaneke PKK-PAJK’ê ya mînak bi dilsoziya xwe ya ji bo rêhevaltiyê, jiyana sade, tevlîbûna rast û kesayeta xwe ya kedkar, wê her tim weke yek ji mîlîtanên jin ên mînak ên Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê bê bibîranîn û bibe sedema geşkirina têkoşînê.

Em sersaxiyê ji hemû gelê me yê welatparêz ê Kurdistanê re, di serî de ji malbatên bi rûmet ên hevrêyên me Mahîr, Toprak, Delîl û Destan re dixwazin ku weke pêşengên Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê, her keda xwe li ser esasê serkeftina teqez tevdigeriyan û ji bo serkeftinê kedeke mezin dan.”

https://1649452211.rsc.cdn77.org/2022/11/2022-11-15-behdinan-gerdinya-sexo_destan-rustem-cudi_1-07-2022-zap-sehit_1.mp4 

Close