Önder APO

Photo 2023 11 06 22 25 39

“Biryardariya pêşengên xwe berpirsê vê dozê dibînin, biryardariya yên dibêjin; “Emê bin bixin, serî netewînin, radest nebin û şer bikin” jî dibe biryardariya me. Ev dibe biryardariya ku divê em nûnertiya wê bikin. Bêguman miletê me bin neket. Berovajî bi hêrs û biryardariyek mezin meşa xwe ya azadiyê û berxwedaniya xwe berdewam dike. Ger dijmin dibêje; “Li dîrokê binêrin, hûnê bibînin me çawa çewsandiye”, em jî vê ji wan re dibêjin; “Belê, divê hûn her tim li dîrokê binêrin, divê hûn pir baş bibînin we çawa kiriye. Divê hûn baş binêrin we bi navê cîhanê, bi navê kî, bi kîjan rêbazan çi kiriye. Divê hûn bibînin hûn bi kîjan rêbazan heta îro hatin, bi çewsandina çi, xwe bi kî dana qebûlkirinê, xizmet ji kî re kir. Baş li dîroka xwe binêrin û baş bibînin. Wê demê hûn dikarin baş bizanin çiqas cinawirin.” Dijmin bi vê dixwaze dilxweşiya me bişkîne. Emê jî encamek berovajî vê derbixin. Emê zalimek wisa, hêzek wisa hilweşandinê, ji yên herî kevin heta roja me heyî tevê weke libên tizbehê yek bi yek bigirin beramberî xwe û ji nûnêrên wan ên herî dawî re vê bêjin; “Ev tu yî mîrateya van didomînî, rêveberiya van esas digirî, parazvantiya kelha vê zilmê dikî? Bi ser xwe ve were!” Em bangek mirovahî ya herî dawî dikin: Ger tu radest dibî bibe, nexwe wê tu bi hêrs, rik û biryardariya gel a teqez û pir mafdar re rûbirû bimînî! Bijî ji me re, me xwe gihandiye van rojan. Di vê roja hesab pirsînê de, emê vê pirsê ji xwe bikin: Ger em bi van mînakan re rûbirû bihatan, dê bi navê miletekî me bi mînakan re jî şer kiriba! Li beramberî Mustefa Kemal’an Seyît Riza’yên, Şêx Seîd’ên heftî salî çi kirin? Encamên ku ciwanên me ji vê pirsê derxistîn, tola hemûyan rakirin û li hember hebûna heyî li ser vî bingehî hesabxwestin bi dîrokî kirine. Vaye divê biryardariya me û we wisa pêş bikeve. Ger hinekê zanebûna we ya dîrokî hebe, beramberî vê bi sondek we ya tolhildanê ve û ji vê jî wêdetir li hember hêzek tinekirinê bêjin her tişt ji bo jiyana azad, divê hûn vê hêza bi ciwantiya me re li ser vî bingehî seferber bikin. Pêwîste biryar be biryar, pêkanîn be pêkan hebe û divê hûn vê di her astê de jî pêk bînin. Dijmin ji bilî vê firsendê nade tiştek din. Xeta navîn, her cure serî tewandin, tenê ji tinebûnek hîn hêjar re zemîn amade dike. Wê rê ji kembaxek ku di dîrokê de anîne serî xirabtir re veke. Nexwe di vê mijarê de kêm hatina xapandin, ji vînek bênavber û li dij derketinê jî wêdetir bûna xwediyê meşek fetih dike, ji bo wê hêza xwe baş raberkirin û astengî nenaskirin, ên ezameta wan heyî weke her demê ser dixin. Li ser vî bingehî derfeta serxistinê avakirin, xwe gihandina hemû raveyên vê yên bîrdozî, siyasî û leşkerî hewce dike. Wate dayîna van rêbazên teknîk tevê, yên heyî jî baş bikaranîn, ên neyî jî bidestxistin, li ser vî bingehî derfet baş nirxandin, bi vî rengî nêzîkbûn ji xeta me re kirin, têgihiştina hunera me ya leşkerî û siyasî, pêkanîna serkeftinek wisa esas girtin, ev weke hunerekê têgihiştin, perwerdeyên me dîtin û ezmûnên ku me jiyane di vê manê de hewceye peywirên ku dane ser milên me pêk werin.”

Rêber APO

 

Nirxandinên Rêber APO

Pirtûkxaneya Rêber APO

Close