“Ev tu yî mîrateya van didomînî, rêveberiya van esas digirî, parazvantiya kelha vê zilmê dikî? Bi ser xwe ve were!” Em bangek mirovahî ya herî dawî dikin: Ger tu radest dibî bibe, nexwe wê tu bi hêrs, rik û biryardariya gel a teqez û pir mafdar re rûbirû bimînî! Bijî ji me re, me xwe gihandiye van rojan. Di vê roja hesab pirsînê de, emê vê pirsê ji xwe bikin: Ger em bi van mînakan re rûbirû bihatan, dê bi navê miletekî me bi mînakan re jî şer kiriba! Li beramberî Mustefa Kemal’an Seyît Riza’yên, Şêx Seîd’ên heftî salî çi kirin? Encamên ku ciwanên me ji vê pirsê derxistîn, tola hemûyan rakirin û li hember hebûna heyî li ser vî bingehî hesabxwestin bi dîrokî kirine. Vaye divê biryardariya me û we wisa pêş bikeve. Ger hinekê zanebûna we ya dîrokî hebe, beramberî vê bi sondek we ya tolhildanê ve û ji vê jî wêdetir li hember hêzek tinekirinê bêjin her tişt ji bo jiyana azad, divê hûn vê hêza bi ciwantiya me re li ser vî bingehî seferber bikin. Pêwîste biryar be biryar, pêkanîn be pêkan hebe û divê hûn vê di her astê de jî pêk bînin. Dijmin ji bilî vê firsendê nade tiştek din.”
Rêber APO
“WÊ DIJMIN BI TENÊ BIMÎNE”
Min îxanetê li xeyalên xwe yên zarokatiyê nekir!
Rêber APO Ez şerekî balkêş ê hesta me. Jixwe şoreş bi hestan destpê dike. Di min de jî aliyê hest pir bihêz destpê kir. Biqandî kîn û hedan bi xwestek, bi qandî dijbertiya kirêtiyan, bi bingehgirtina bedewiyan bi pêşveçûyîneke li gor xwe destpê kir. Destpêkê zanebûn, siyaset nebû, hest hebûn. Min xwest ez feraseta herî …