DaxuyanîGiştîPortreŞehîd

“HER CIWANEK KURD DI XETA RÊBER APO DE BIBE TOLHILDAN”

KOORDÎNASYONA KOMELGEHA CIWANÊN ROJHILATÊ KURDISTANÊ-KCR, nasnameya şehîdekî eşkere kir;

“HER CIWANEK KURD DI XETA RÊBER APO DE BIBE TOLHILDAN”

“Di rastiya şoreşa Kurdistanê de, di kurahiya dil, hiş û bîrbirina gelê Kurd de, şehîd xwedî miqamê herî bilind in. Bêguman nirxa vê pêgeh û miqamê jî, dilop bi dilop xiwîna wan a zelale, ku dara jiyanê pê av dane. Li çar aliyên Kurdistanê, li her bihûsteke vê axê, her nirxê heyî, keda jîndar û nemir yê şehîdan e. Weke Rêber APO jî dibêje; “ew şehîdên jiyanê, şehîdên şeref û rumetê, şehîdên Kurd û Kurdistanê ne”. Eger îro gelê Kurd û gelên azadîxwaz, têkoşîna bi destxistina nasnameya xwe bi gûr dimeşînin û bi biryardarî li dijî dagirkeriyê têdikoşin, ev di siya ked û têkoşîna şehîdên riya azadiyê de ye. Şehîd ewladên herî bi nirx yên civakê ne. Ronîkerên riya têkoşîna me û tevgerînerê hestên azadî û wekheviyê ne. Ew afrînerên potansiyela herî mezin ya têkoşînê û azweriya gihiştina amancên me yên rewa û pîroz in.

Di 17’ê Îlona 2023’an li herêma Pênciwênê, di encama êrişeke hewayî ya rejîma Tirk a faşîst û dagirker de, endamê koordînasyona Komelgeha Ciwanên Rojhilatê Kurdistanê (KCR), Rêheval û fermandarê me Barzan Hesen Zade bi navê tevgerî ‘’Tolhildan Qendîl’’, gihiştiye miqamê bilind ya şehadetê.

Photo 8 2024 02 29 13 09 51

Nav û paş nav: Barzan Hesen Zade

Navê Tevgerê: Tolhildan Qendîl

Cîh û ji dîroka dayîkbûyinê: 1994 Mahabad

Cîh û ji dîroak şehadetê: 17 Îlonê 2023 – Pencewîn

Heval Tolhildan, sala 1994’an ji malbateke welatparêz, ku jiyana xwe ji şoreşa Kurdistanê re razandine û ewladên mîna heval Tolhildan gihandine, li bajarê Mahabadê ya Rojhilatê Kurdistanê çavê xwe li jiyanê vekiriye. Li heman bajarê qonaxên jiyanê derbas dike û pir zû li politikayên qirkirer û dagirkeriya ser Kurdistanê serwezt dibe. Di emrê ciwan de û jiber meraq û lêgerîna riya azadiyê, bi ramanên Rêber APO û Tevgera Azadiya Kurdistanê şa dibe. Rixmî ku malbat di tevgerên klasîk yên Rojhilat de xwedî paşxan û dîrokeke demdirêje jî, heval Tolhildan xeta şoreşgerî, netewî û sosyalîzma rastîn, di tevgera APO’yî de dibîne. Bi kelecaneke mezin jibo ronîkirina ciwanan û giştî civakê, bi awayek çalak dest bi xebatên şoreşgerî dike. Di destpêka temenê ciwantî de û dema ku di nav hewildana hişiyarkirina ciwanan û civakê de ye, ji aliyê rejîma dagirker ya Îranê ve tê girtin û bi êş û îşkenceyên zîndanên Îranê re rû bi rû dimîne. Lê heval Tolhildan bi îrade û biryardariyek mezin bi xeyalê ku gel bi azadiya xwe şa bibin, têkoşîna xwe mezintir dike û di dema ku li zanîngehê dixwîne, bi hevrêtiya Şehîd Argeş Şoreş û bi komek hevalên xwe re, sala 2016’an berê xwe dide çiyayên azad yên Kurdistanê û tevlî refên gerîla dibe. Jibo xwe gihandina taybetmendiyên kesayeta APO’yî, li Akademiyên Şervanê nû, Ş.Hêmin Bêkes û Ş.Alî Çîçek xwe perwerde dike û digihîne. Hertim bi pêkanîn û serxistina erk û berpirsyartiyên herî zor, li her derê ku lêye dibe navnîşana bawerî û yeqîna rêhevalên xwe.

Heval Tolhildan wek şoreşgereke rastîn ya gelê xwe, pir zû xwe bi fikrên Rêber APO re dike yek û di xebatên şoreşgerî de erk û berpirsyartiyên giring radike. Di oxira ronî kirina civakê, hertim di nava hewildan û lêgerînê de dibe. Jibo ku ciwanan ji çerxa şerê taybet ya rejîma dagirker derxîne û bixe riya rast yê jiyanê, di gotin û pratîka xwe de, dibe nûnereke rast ya fikir û paradîgmaya Rêber APO û şehîdan. Li herêmên Asos, Pênciwên û Qendîlê, di pir xebatên girîng û stratejîk de rolek sereke dilîze. Xwe digihîne bajar û zanîngehên Îran û Rojhilatê Kurdistanê û jibo hişiyarkirin û rêxistinkirina ciwanan bênavber xebat dike. Herwiha li eyaletên Merîwan û Mukiriyan, di gerîlatiyê de kur dibe û bêyî ku kêliyek jî bisekine berdewam têdikoşe. Herî dawî jî li Başûrê Kurdistanê bû semboleke têkoşîna li dijî îxanet û hevkariyê. Ramanên Rêber APO, tarzê jiyana rast û xeta azadiyê, di serî de di kesayeta xwe de pêktîne û bi vî rengî jibo ciwanên Kurdistanê dibe rênîşander û pisûleya têkoşînê. Li ser bingeha paradîgmaya Rêber APO, bi têkoşîna gerîlatiyê, bi kelecan û dînamîzma ciwantî, bi xebatên ronakbîriyê û îstikrara di meşa azadiyê de, tovên şoreşa “jin jiyan azadî” li tevahî Îran û Rojhilatê Kurdistanê direşîne. Rêheval Tolhildan, bi dilnizmî û fedakariya di bingeha xizmeta gel de û jibo paqijkirin û qedandina destê dagirkeriyê li ser axa welat, şer û têkoşîna xwe gihand lutkeyê û bû sembûla pêşengtiya ciwanan ya hertim zindî û jiyan dike.

Wek Komelgeha Ciwanên Rojhilatê Kurdistanê (KCR), Rêheval û fermandarê me heval Tolhildan bi minet û rêzdarî bibîr tînin. Hetanî bûyina şayenî şehîdên bi nirx, gel û Rêbertiya me, soza domdarkirin û serxistina têkoşîna wan û pêkanîna xeyalên wan didin. Di serî de malbata hêja ya heval Tolhildan, ji gelê tekoşer ya Mahabad û Mukiriyan û tevahî gelê welatparêz yê Kurdistanê re, sersaxiyê dixwazin. Emê di bingeha felsefeya “Şehîd Namirin” de, di têkoşîna xwe de bibin hilgirê mîrasê şehîdan û wan bikin şahîdê têkoşîna xwe. Riya wan riya me ye û ser vê esasê bang li tevahî ciwanan dikin; jibo pêkanîna xeyalên şehîdan û dewamkirina riya wan, çekê şehîdan rakin û bi awayek çalak li hemû qadên têkoşînê cih bigrin û pêşengtî bikin. Em soz didin, hetanî ku destê faşîzm û dagirkeriyê li ser axa Kurdistanê bi dawî nebe û azadiya fîzîkî ya Rêber APO pêk neyê, emê şer û têkoşîn mezin bikin û bibin ragirmendê kedê şehîdên me yên pîroz. Em bi taybet berê banga xwe didin ciwanên Mukiryan û Mahabadê, ku bi erkê xwe yê dîrokî rabin û berpirsyartiya vê pêvajoyê di refên têkoşîna azadiyê de pêkbînin. Em yeqînin, wê ciwanên Kurd xeyalên dagirkeran pûç bikin û di xeta Rêber APO de bibin TOLHILDAN û rêwiyên cesûr yên zafera mezin. Di dawî de em cardin soza xwe di ronahiya gotinên Rêbertî de, dubare dikin; “yên jiyan dikin û tirsa mirinê şikandine ev şehîdin. Yên tengahiya mezin dîtine, ev şehîdin. Şehîdên di tengahiyê û bi eşên pir mezin me dane, em pê re ne. Mana min jibo wane, jibo tolhildana wan, jibo hesabê wan, jibo dilxwazî û jiyana wan e. Ez pê re me û ez pê re me, heta armanca wan têne cih.”

                          02.03.2024

KOORDÎNASYONA KOMELGEHA CIWANÊN ROJHILATÊ KURDISTANÊ-KCR

Related Articles

Close