DaxuyanîGiştîŞehîd

“Em rêhevalên xwe Ş.Bişeng Brûsk û Ş.Sara Hogir Riha bi rêzdarî bi bîr tînin”

BEDHÎNAN-

Ji bo hemû gelên hêja yên Kurdistanê û ciwanên welatparêz ên Kurdistanê!

Artêşa Tirk a faşîst-mêtînger li hemberî berxwedana destanî ya gerîlayên azadiya Kurdistanê yên li herêmên Zap û Bakurê Kurdistanê, astengî û têkçûneke mezin dijî. NATO, hêza îmha û qirkirinê û dewleta Tirk a mêtînger, faşîst bi berxwedana Rêbertiya me û bi pêşengiya gerîla têk çû. Berxwedana gerîla ya destan a ku li Metîna, Avaşîn û Zapê roj bi roj mezin dibe, bi operasyonên şoreşgerî yên pêşxistî careke din ev yek nîşan da.

Dewleta Tirk a faşîst ku di NATO’yê de hêza 2’yemîn a herî mezin pesnê xwe dide, li pêşberî gerîlayên Modernîteya demokratîk bi tinekirinê re rû bi rû ye. Dewleta Tirk a faşîst bi hêviya derbaskirina astengî û têkçûna xwe Herêmên Parastinê yên Medyayê bi dijwarî bomberdûman dike û bi vî rengî dixwaze berxwedanê paşve bixe. Mewziyên berxwedanê yên li hemberî van êrîşan roj bi roj mezin dibin Û bersiva herî mezin didin dijmin e.

Bê şik Rêbertiya me û şehîdên me yên leheng ên ku xeta berxwedanê ya têkoşîna azadiya jinê diyar dikin, ku bi salan e bênavber berdewam kiriye û her diçe mezin dibe. Bi saya şehîdên me, hewldan, fedekariya wan û berxwedana wan a destanî, îro bi tevlîbûna ciwan û jinên ciwan têkoşîna me ya azadiyê ewqasî gerdûnî dibe û ji hemû cîhanê re dibe çavkaniya hêvî û berxwedanê.

Endama Koordînasyona Komalên Jinên Ciwan û Komîteya Ciwanan a PKK’ê Bişeng Brûsk û Endama Rêveberiya Komalên Jinên Ciwan- Komalen Ciwan rêheval Sara Hogir Riha ku di nava şerekî dijwar de bi pêşengiya fedaî ya Tevgera me ya Azadiya Kurdistanê û Şoreşa Jinên Azad re pêşengî kiribûn di 28’ê Tîrmeha 2023’an de ji aliyê dewleta Tirk a qatil-faşîst ve li Herêmên Parastinê yên Medyayê di encama êrîşên hewayî yên dewletê de şehîd bûn!

Em sersaxiyê ji hemû gelê berxwedêr ên Cizîr û Rihayê re, di serî de ji malbatên wan ên bi qîmet re ku milîtanên hêja yên weke Şehîd Sara û Şehîd Bişeng mezin kirine û anîne têkoşîna azadiyê ya gelê me. Û ji hemû gelê me yê welatparêzê Kurdistan, ciwan û jinên wê re sersaxiyê dixwazin.

Rêhevalên me Bişeng û Sara yên ku ji roja tevlî nava refên azadiyê bûne û heta roja ku şehîd bûne di nava meşeke bê nefes û tevlîbûneke bê dudilî de, di tevahiya jiyana xwe de bi ronîkirina hesreta azadiyê di dilê xwe de bûne milîtanên Apoyî yên mînak. Herdu rêhevalên me bi fedekariyeke mezin û coşeke şoreşgerî ji Bakurê Kurdistanê derbasî Rojava bûn; Ji wir heta Başûr û Rojhilatê Kurdistanê bi ruhê fedayî yê Apoyî bûne nûnerên payebilind ên milîtaniya modernîteya demokratîk. Di organîzasyona Konfederalîzma Ciwanên Demokratîk û Konfederalîzma Jinên Cîhanê de di asta pêşeng de cih girtin û kedeke giranbuha dan. Li dijî faşîzma dijmin li her qadê ku lê bûn bi lehengî, fedekarî û fedaî hemû gel, ciwan û jinên ciwan ên Kurdistanê re pêşengî kirin.

Nasnameyên şehîdan wiha ne:

Photo 4 2024 02 25 22 07 39

Nasnav: Bişeng Brûsk

Nav û Paşnav: Rojda Bîlen

Navê Dayikê: Gullî

Navê Bavê: Mehmet

Cih û Dîroka Jidayikbûnê: Lozan-Siwêsra-07-11-1988

Esil: Şirnex-Cizîr /Koçtepe

Cih û Dîroka Tevlêbûnê: 2010-Eskişehir

Cih û Dîroka Şehadetê: 28’ê Tîrmeh-Herêmên Parastinê yên Medyayê

 

Photo 2 2024 02 25 17 13 16

Nasnav: Sara Hogir Riha

Nav û Paşnav: Gulsun Silgir

Cih û Dîroka Jidayikbûnê: Wêranşar/ Riha- 29.08-1990

Navê Dayikê: Medine

Navê Bav: Seydi

Cih û Dîroka Tevlêbûnê: Mersin 2011

Cih û Dîroka Şehadetê: 28’ê Tîrmeh-Herêmên Parastinê yên Medyayê.

 

Jina Pêşeng û Wêrek a Cizîrê: Bişeng Brûsk

 

 

Rêhevalê me Bişeng di sala 1988’an de li bajarê Lozan ê Swîsreyê, di malbateke welatparêz a Cizîra Botan de, xwedî li nirxên berxwedana Kurdistanê derketiye. Bi hêsta parastina nirxên birayê xwe yê mezin Şehîd Brûsk û şehîdên ku di nava malbata wî ya mezin de bûn, mezin bû. Bi watekirina nirxên ku dipejirîne, karî arasteyî Kurdistanê bike û di şexsê xwe de polîtîkayên qirkirin-asîmîlasyonê yên dijmin pûç bike. Ji biçûkatiya xwe de ji polîtîkayên qirkirinê yên dijmin hayedar bû, îradeya xwe ya Kurdewarî parast. Têkoşîna gelê me ya azadiyê û rastiya dijmin her tim bûye rojeva sereke. Ji bo beşdariyeke layiqî vê bibe her tim di nava lêgerîneke mezin de bû. Bi taybetî dema ku di salên zanîngehê de bi Ciwanên Apoyî û Tevgera Jinên Ciwan naskir, daxwaza wê ya tolhildana Cizîrê xurtir bû. Baweriya wî ya ku di pêşengiya PKK û PAJK’ê de jiyaneke nû ava bibe roj bi roj zêde bû. Di salên xwe yên li zanîngeha Eskîşehîrê de beşdarî çalakiyên ciwan û jinên ciwan bû, bi zanebûna wê de bû ku li dijî dijmin vejîn wê tenê bi têkoşîneke radîkal pêk were. Armanca wî ew bû ku ciwanên Bakurê Kurdistanê ji gund ber bi tax û bajaran bi rê ve bibe. Dizanibû çawa rola xwe bilîze tevî hewldanên dijmin ên ji bo pêşîgirtina li wî paşde gav neavêt. Weke şoreşgerekî profesyonel 2010’an de tevlî xebata Komalên Ciwan û Komalên Jinên Ciwan bû, heta roja ku şehîd bû, bû navê beşdarbûn û serkeftinên girîng. Li ser her ciwan, jin û malbata ku pê re ket nava têkiliyê de şopek hişt û deriyên jiyana exlaqî û polîtîk li ber wan vekir. Li Bakur dizanîbû ku di perwerdekirin û birêxistinkirina ciwanên Kurdistanê de roleke bi bandor bilîze, wan bikişîne nava refên berxwedanê yên li dijî dijmin û bibe riyek ku ciwanên Kurd biherikin nava refên gerîla.

Her ku çû bi rêhevaltî, exlaq, dilsozî û helwesta xwe ya milîtanî rêz girt. Ji bo ku di paradîgmaya Rêber APO de hîn bêhtir kûr bibe û li gorî wê bibe xwedî kesayeteke milîtan berê xwe da çiyayên Kurdistana azad. Di akademiyên jin û ciwanên azad ên li çiyayan de cih girt, nasnameya xwe ya milîtaniya PAJK û PKK’ê kûr kir û bû xwedî helwesteke fedaî. Ji aliyê leşkerî û îdeolojîk ve zêdetir xwe bi hêz kir. Tevlî dewreyên perwerdeyê yên Şehîd Nûda Karker û Ocaga PKK’ê Şehîd Sakîne Cansiz bû. Zêdetir bi Rêber APO re bû yek, zêdetir li ser Îdeolojiya Azadiya Jinê rawestiya û di sekna jina azad de bû mînak. Li her parçeyê ku bi taybetiyên xwe yên Kurdewarî û xwezayî bûye navê pêşketin, rêxistinbûn û çalakbûnê.

Rêhevala me Bişeng ciwan û jinên ciwan li cihê ku pêwîstiya wan bi rêxistinbûnê hebû, arasteyî wan kir. Bi ruhê Leyla Qasim beşdarî çalakiyên ciwan û jinên ciwan ên Başûrê Kurdistanê bû û kedeke mezin da. Piştî pratîka xwe ya serkeftî li vir, bi salan pêşengiya xebatên ciwanên Rojhilatê Kurdistanê kir. Bi sedan ciwan û jinên ciwan perwerde kir, li dijî rejîma Îranê hişyarî da û ber bi berxwedanê ve bir.

Ji bo tevlîbûna şoreşa Rojava ya ku şoreşa jinê ye û ji bo perwerdekirina ciwan û jinên ciwan bi fikrê Rêber APO, berê xwe da şoreşa Rojava. Rêhevala me Bişeng bi cesaret û kelecaneke mezin bû ruhê serhildêr ku li hemberî êrîşên dijmin ên ji bo rûxandina Rojava, ciwan û gel hişyar kir. Piştî ku li qadên ku çûbû erka xwe bi serkeftî bi cih anî, berê xwe da Herêmên Parastinê yên Medyayê. Di salên xwe yên têkoşînê de karîbû meşa bê westan û bê rawest, paqij û bi coş mîna çemekî bidomîne. Bi Şehîd Sara re di encama êrîşên hewayî yên dewleta Tirk a faşîst de şehîd bû.

Rêheval Bişeng tê wateya helwesta jina şoreşger a mutewazî û hêja. Bi vê helwest û tevlêbûna pêşeng bû şûnwara Bêrîvan Cizîrê. Em soza xwe dubare dikin ku em ê têkoşîna ku Şehîd Bişeng radestî me kiriye heta serkeftinê bimeşînin.

 

 

Jiyaneke Manewî, Hişmendî û bi Kedê Hûnandî: Sara Hogir Riha

 

 

Rêhevala me Sara Hogir Riha; Li Rihaya ku Rêbertiya me jê re dibêje cihê lanet û pîroziyê ye, di malbateke welatparêz a ji koka pîroziyê mezin bûye de hatiye dinê. Kesayetiyeke wî ya ku girêdayî nirxên Kurdistanî ye û bi vê cewherê mezin dibe. Ji biçûkaniya xwe de dilsozî û hezkirina wî ya ji bo Rêber APO gav bi gav mezin dibû û dizanibû ku çawa di nava xwe de mezin bibe. Dizanibû ku rêya îdiakirina Rêbertiyê li ser bingeheke rastir bi têkoşîna aktîf e. Bandora birayê wî Şehîd Hogir Riha ê ku di sala 1992’an de li Mêrdîn-Qoserê di şerê bi artêşa Tirk a faşîst re di dema pêvçûnekî de şehîd bû. Rêhevala me Sara her tim armanc dikir ku rojekê çeka birayê xwe rake. Di sala 2009’an de çû zanîngeha li Mêrsînê. Ji bo hîn bêhtir di xeta Rêbertî û şehîdan de tevlîbûneke rasttir raber bike, beşdarî çalakiyên ciwanên APO’yî bû û û di sala 2009’an de çû zanîngehê.

Şehîd Sara ku polîtîkayên asîmîlasyonê yên şerê taybet li metropolên Tirkiyeyê bi rastiya wî ya sotîmendtir de dît û fêm kir ku yekane bersiva pêwîst tevlîbûna têkoşînê û asta milîtantiyê di xwe de avakirin e.  Li ser van esasan di sala 2011’an de li Mêrsînê tevlî Tevgera Azadiya Kurdistanê bû. Ji bo birêxistinkirina ciwanên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê kedeke mezin da û di demeke kurt de bû pêşenga gelê xwe û jinan. Gelek caran ji aliyê dijmin ve hat binçavkirin û girtin, lê kesî nikarîbû kelepçeyê li daxwazên wî yên azadiyê bide.

Rêhevala me Sara di sala 2013’an de bi biryardariya ku bibe xwedî helwesteke milîtanî ya layiqî Sakîne Cansiz, di demekê de ku dewleta Tirk a faşîst bi Komkujiya Parîsê re Têkoşîna me ya Azadiyê ya Jinan hedef digirt, berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Bi navê Sara, armanc kir ku tola Komkujiya Parîsê hilîne û di Têkoşîna Azadiya Jinê de bibe milîtanek pêşeng.  Bi hilgirtina navê Hogir Riha xeyala xwe ya zarokatiyê ya ku bû layîqê şehîdan pêk anî.

Rêgeza ‘Jiyana min her tim şer bû’ ji xwe re esas girt û her tim rûmet û serbilindiya bûyîna jineke APO’yî jiyan kir. Serbilindiya APO’yî bûnê bi her hevalê ku pêre têkilî danîbû hîs kir.  Ji bo ku paradîgmaya Rêber APO hîn jêhatîtir têbigihê û bi beşdariyeke afrînertir layiqî navê APO’yî bibe, xwe di akademiyên ciwanan de perwerde kir. Bi demê re xwe gihand asta perwerdekirina bi sedan milîtanên ku nû pêngava şoreşgeriyê avêtibûn.

 

Rêheval Sara ku weke milîtaneke jin a Apoyî li hemberî êrîşên dijmin ên pêş dikevin, xwest bersiva pêwîst bide, xwest biçe herêmên ku şer lê dijwar bû. Rêhevalê me yê ku bi taybetî xeyala xwe ya herî mezin li herêma Bakur gerîlatiyê kirin e, ji bo pêkanîna vê xeyalê israrek mezin nîşan da. Bi jêhatiya ku hem di warê leşkerî hem jî di warê bîrdozî de bi dest xist, ji bo di sala 2015’an de Şoreşa Bakur bi rêxistin bike û azadiya fîzîkî ya Rêbertî misoger bike, berê xwe da çiyayên Cîlo. Şehîd Sara ku xwedî pratîkeke dijwar û hînker e, li çiyayên Cîlo weke ku  ji nû ve ji dayik bû.

Bi salane li Herêmên Parastinê yên Medyayê li akademiyên Şehîd Alî Çîçek û Şehîd Leyla Şaylemez bi perwerdekirina bi sedan ciwanên şervan ve, darbeyeke mezin dijmin da û roleke xurt û bi bandor lîst.

Piştre jî ji bo gelê Botanê ji êrîşên çeteyên DAIŞ’ê biparêze berê xwe dide Mexmûrê.

Rêhevala me Sara bi tevlêbûna xwe ya kedkar, manewî û exlaqî di her qada ku tevlî bûye de ji bo rêhevalên xwe, ciwan û jinên ciwan bûye çavkaniya îlhamê. Li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî a Mexmûrê xebatên ciwanan meşand û kedeke girîng da rêxistinkirina ciwan û jinan ku bi çandeke layiqî gelê Botanê bijîn.

Di sala 2019’an detevlî Akademiya Şehîd Zeynep Kinaci a Jina Azad bû. Bi vê perwerdeyê re ji bo ku karibe barê li eniyên herî pêş ên Şoreşa Jinê rake, hişmendiya xwe ya li ser dîrok û azadiya jinê kûrtir kir. Perspektîfa Rêbertiya me ya ‘Dîroka jinê jiyana Sara ye’ ji xwe re esas girt û ji bo bi rastî bibe Sara her tim girîngiyê da perwerdeyê. Piştî perwerdeyê bi armanca birêxistinkirina jinên ciwan û ciwanan berê xwe da qada Rojhilat. Pêşengtî kir ku bi sedhezaran jin felsefeya ‘Jin Jiyan Azadî’ nas bikin. Heval Sara her tim xwedî helwesteke bi biryar û bûye îrade û di qadên xwe de ji rêhevalên xwe re bûye rênîşan. Di têkoşînê de her tim bi baweriya ‘Rêhevaltî tê wateya par girtina ji heqîqetê’ ve mezinkirina têkiliyên hevaltiyê esas girtiye. Ew xwediyê meşeke bê tirs û biryar bû. Bi saya rûyê xwe yê ken û bi kesayetiya xwe ya jidil di her rêhevalê ku pê re ket têkiliyê de şopeke kûr hişt. Rêhevala me Sara ku di 28’ê Tîrmeha 2023’an de bi hevrê Bişeng re şehîd bû; Di dîroka azadiya gelê me de bi helwesta xwe ya milîtanî, bi tevlîbûna fedaî, rêhevaltiya xwe ya xurt û ji dil cihê xwe yê bi rûmet girtiye. Weke rêhevalên wê em soz didin ku em ê têkoşîna rêheval Sara bigihînin serkeftinê.

 

Şehîd Bişeng û Şehîd Sara heta kêliyên xwe yên dawî yên şehadetê di dil û ramanên xwe de azadiya fîzîkî ya Rêbertî û jiyana civaka demokratîk weke milyaketan pak kirin armanc û xeyal kirin. Meşaleyekk ku qet namire radestî me kirin û ev meşale her roj bi agirê tolhildana şehîdên me bilind dibe.

Em bang li hemû ciwan û jinên ciwan ên Kurdistanê dikin ku xwedî li îradeya şehîdan derkevin û bi ruhê ciwanên fedaî yên Bîşeng û Sara tevlî têkoşîna tinekirina faşîzmê bibin. Rêya bersivdayîna şehîdan berdewamkirina xeyalên wan û têkoşîna ji bo bidestxistina armancên wan e. Weke şopdarên Sarayan û Bişengan, divê em mîrateya berxwedanê ya ku wan ji ciwan û jinên ciwan ên Kurdistanê re dewr kirine, bi xurtî biparêzin. Erka me ya sereke ye ku em her roj bi li dijmin dayînê ve tola şehîdên xwe hilînin. Li ser vê bingehê em sersaxiyê ji hemû gelê Kurdistanê re û di serî de ji malbatên hêja yên şehîdên me yên qehreman re dixwazin û soza tolhildana şehîdên xwe dubare dikin, em ê bi bîranînên wan re girêdayî bimînin û bigihin armancên wan.

Bijî Serok APO!

Bê Serok Jiyan Nabe!

Jin Jiyan Azadî!

Şehîd Namirin!

KOMÎTEYA CİWANAN YA PKK

26.02.2024

 

 

 

Related Articles

Close