Serrûpel Giştî Fermandar Baran Mawa Berxwedana Mezin vedibêje – 3

Fermandar Baran Mawa Berxwedana Mezin vedibêje – 3

jî aliyê Serhildan Zeynep Garzan

Ş. Baran Mawa

Dijmin di pêvajoyên 24 ê Tîrmeh û 14 ê Kanûnêde zêdetir bi polîsan, bi artêşeke bi navê polîsên taybet mudaxale dikir, êrîş dikir. Di esasê xwe de Akp dixwest ertêşa xwe ya teybet ava bike. Jiber ku artêşa heyî di kontrola wîde nebû. Jiber vê yekê jibo ku bikare artêşa xwe ya taybet ava bike û van di şerde biceribîne bikaranî. Lêbelê ev artêşa Akp ya taybet di şerê bajarande li hember berxwedaiyên me nekarî berxwe bide. Dinav demeke kin de berbelavbû. Ev rewş hem di qadên rêveberiyên xweser yên hatin girtin de hem jî qadên erveyê wan de, bi gelek çalakiyên ku hatin kirin, têkoşîna ku hate dayîn, şerê ku hate meşandin berbelavbûna van plîsan bi xwe re anî. Polîs herî zêde karî du mehan berxwe bide. Di esasê xwe de dema em gihaştin mehên Îlon û Cotmehê polîsên tirk, polîsên taybet nedikarîn hebûn bidin nîşandan. Dewlet û hukumet di şerde zêdetir teknîk bikar dianî. Çekên giran û teknîk her dixistin meriyetê.
Demekî bi wan cepxaneya xwe ya çekên giran ketin tevgerê, piştre top û tang bikar anî. Bi temamî teknîkeke zêde bikar anî. Ango dixwest bi rêya teknîkê vê karê bimeşîne. Lêbelê dîsjî nekarî encam bigir. Jiber ku nekarî vê carê berê xwe da artêşe. Bi ertêşê re li hevkir. Di destpêkê de artêş nekete dewrê. Digot ketina artêşê ya bajaran şaşe, ketina tangan şaşe. Lêbelê piştre lihev kirin. Ango bi şertê ku însiyatîfa Kurdistanê bidine artêşê ve artêş kete dewrê. Hukumetê jî însiyatîfa Kurdistanê da artêşê. Di esasê xwe de piştî pêvajoya 14 ê Kanûnê yê ku Kurdistanêde rewşê rêvebir ne Akp ye artêşe û ertêşe liser vê esasê qebûlkir. Artêşê got hûnê ji mere nebêjin xwe paşde bikişînin. Dema ku em bixwazin emê vekişin. Artêşa ku di sala 2007 heya 2015 an bandor û prestîja xwe winda kiribû, jibo ku carekedin qezenç bike vê kir. Jiber ku prestîj winda kiribû, hêz winda kiribû. Jibo ku xwe jinûve bike hêz û bibe xwedî prestîj wisa kete dewreyê. Heval Akp difikirî ku artêşê xistina dewreyê ve tektîkeke nû dicerîbîne. Lêbelê jibo me ev artêş ne hêzeke nû ye. Ev 30 sale em bi vê artêşê re şer dikin, vê artêşê nas dikin. Ango em hêza wî ya şer jî , rêvebirina wî şer jî kapasîte û tektîkên wî yên şer jî nas dikin. Destpêkê polîs derxist li hember me. Lêbelê polîsan hîç nikarî li berxwe bidin. Pişte artêşa ku xistide dewreyê jî hêzekî ku em nas dikin bû. Lêbelê di rewşeke der asayîde teknîk bikaranî. Di esasde ji artêşê bixwe zêdetir, teknîkê evqas zêde bikaranîn hebû. Jiber ku ne îradeya polîs ne jî îradeya artêşê ya şer kirinê tinebû. Jiber vê yekê dijmin dixwest bi teknîkê vî şerê bimeşîne. Bi çekên giran, teng, top, balafir û her cure teknîk bikar anî. Vaye karakterê şerê piştî 14 ê Kanûnê bi vê şeklê bû. Karakterê şêrê me jî liser esasê îradeyê, liser fedayîbûnê bû. Angi li hember teknîkê hêeke fadayî. Şer, şerê vî bû. Şert û mercên şer û amûrên wî ne di hevsengiyêde bû, ne wekhev bû û bê tewazin bû. Lêbelê di aliyekî ve îrade û fedayîbûn, di aliyê din de teknîka û artêş; şerê vana hate meşandin.
Şerê ku zivistanê hate meşandin vî îfade dikir. Tabî dema ku pol^,s di dewreyê debûwan destpêkê pir zêde teknîk nexistin dewreyê. Di esasê xwe de wisa difikirîn ku îradeya me ya şer, kapasîteya me ya şer evqas e. Di wan de fikrandinek ku emê di demeke kin de êrîş bikin, wan belav bikin, bitepisînin û ewê jî devjê berdin hebû. Jiber wê yekê bi qedexeyên dem kurt yên derketina derve ve difikirîn ku wê vî şerê xelas bikin. Jiber ku dewletê vî digot; Kapasîte û îradeya şer a PKK heye; lêbelê ne di bajêr de. Wisa difikirîn ku em nikarin di bajarande şer bikin. Lêbelê dema vî kapasîteyê, vî îradebûnê û hêzê dîtinneçar man. Di esasê xwe de jî jiber vê neçarmayîna xwe çû xwe avête ber artêşê. Jixwe di 15 ê Tîrmeh 2016 an de beşek ji vê artêşê di tirkiyêde kete nava hewildana derbe pêkanînê. Kesên ku di vê hewildana derbê pêkanînê de cihê xwe girtibûn jî kesên ku di Kurdistanê şer de cihê xwe girtî bûn. Ev ne tasaduf e. Beşeke ku li hember şerê me têkçûne, bê hêvî ketine, û li hember Erdogan bertek girtî bûn. Ango zivistanê di encama têkçûyîna li hember Berxwedaniyên Reveberiyên xweser de ev hewildanê derbeyê pêkhat. Tevahî generalên ku di vê derbeyê cihê xwe digirin kesên ku li Kurdistanê şer meşandine ne. Jiber ku baweriya wan ya li hember PKK ê dikarin ser bikevin nemabû ketine nava vî karê. Şerê me yê zivistanê hinekî vê îfade dikir. Di esasê xwe de têkçûyîna artêşê eşkere kir. Niha li tirkiyê artêş nemaye. Ni ertêşeke belavbûyî, perçebûyî, bêbawerî, û prestîja xwe windakirî heye. Şerê me vê artêşê anî vî rewşê. Artêşa ku bi navê artêşa duyemîn a Natoyê ve pesnê wî dihate dayîn, artêşa ku Ji Asyaya navîn heya Ewrûpayê herder talan kirî, her cihê ku ketiyê bi erdê re kiriye yek; niha di rewşeke rezîl û perîşan de ye. Y a ku vê derxist li holê şerê me yê bajan a dinava vê salakî de bû.
Li Nisênbînê di vê pêvajoyê de 5 caran Qedexeya derketina derve îlan kirin û rewşeke pir giran ya êrîş û şer hate jiyankirin. Di vê pêvajoyê de windahî û şeh^şdên me jî lê çêbûn lê Nisêbîn liser lingan ma û berxweda. Dîsa li Cizîrê qedexeya derketşina derve ya 9 rojan hate ilan kirin û bi vê re berxwedanî çêbû di vê pêvajoya 9 rojan de dijmin nikarî yek gavekê jî pêşde bavêje. Dîs adi vê pêvajoyê de li gerevê jî demên vuda cuda êrîş pêkhatin, qedexeyên derketina derve hatin îlankirin. Di vê pêvajoyê de birîndarî û şehadet jî hatin jiyankirin. Ruxmî vî jî nekarîn pêşde werin. Angi wek tektîk dixwestin ku cihê li gor xwe lewaz dibînin de destpê bikin, derbe bikin. Dema ku em gîhane 14 ê Kanûnê hîn jî 6 qad di destême de bûn.

Parvekirinên Mîna Vê