Giştî

Fermandar Baran Mawa Berxwedana Mezin vedibêje – 2

Baran Mawa

Ev pêngav di dîroka têkoşîna me de pêngava herî berfireh e. Di dîroka têkoşîna me de hem pêngava herî dijwar hem jî pêvajoyeke ku destkeftiyên wî zêde ye. Heya ku ji destê me were emê hewil bidin vebêjin. Ewê çiqas têrker bibe ez baş nizanim. Ango bi tevahî hûrdekariyên wî ve vegotin û mafê wî pêvajoyê dayîn bi rastî jî girîng e. Jiber ku pêvejoyeke ku hem berdêlên xwe pir zêde ye hem jî pêvajoyeke dijwar e. Divê ev pêvajo baş bê zanîn. Di têkoşîna şoreşema de de, di têkoşîna şoreşa me ya Bakûrê Kurdistanê de merhaleyeke pir girîng e. Ger ku em vê pêvajoyê baş fêm nekin, em ne dikarin pêvajoyên piştî vî baş fêm bikin ne jî rewşa xwe ya piştî vê pêvajoyê dikarin fêm bikin. Jiber vê yekê bi qismî be jî beşek be jî vegotina wî girîn e. Fêmkirin û naskirina hevalan jî girîng e. Jibo nêzîkatiyek rast a li hember vê pêvajoyê jî girîng e. Jiber ku di nirxandin û dest girtinan de hinek nêzîkatiyên spekulatîf têne kirin, nirxandinên û nîqaşên cuda cuda têne kirin. Herkes di derbarê vê pêvajoyê de tiştekî dibêje lêbelê; vegotina vê pêvajoyê ne erkê kesên ku derveyê vê pêvojoyêne ye. jiber vê yekê ji aliyê me ve jî nirxandina herî rast a kesên ku di wê pêvajoyê de li berxwe dane ye. Yê hevalên ku li wir berxwe dan û di berxwedanê deşehîd ketine ye. Ya ku wê pêvajoyê herî baş îfade dike kesayetên wan hevalan û berxwedana wan e. Li ser wî yek gotineke ku em bikin jî tine ye. Heya ku ji destê me were emê hewil bidin vegotina wan bikin. Heya ku ji destê me were emê hewil bidin wan bikin malê civak û dîrokê. Wekî din liser berxwedanî û qehremaniya wan axaftin, tiştek cuda gotin ne karekî ku em bikin e û hêzeke me ya wisa jî nîne. Em mafekî wisa jî di xwe de nabînin. Lêbelê ya ku pêwîste em bikin layîqbûna sekin û têkoşîna wan e.
Rast nêzîkatiya me ya ji pêvajoyê re ewê ev be. Bi awyekî din pêvajoya Cizîrê, Sûrê şîrovekirin, çawaye ne çawaye vegotin ji aliyê me ve ne gengaze. Jixwe yên ku berxwedan bi berxwedanê her tişt danîn li holê û gotinên xwe gotin. Ango xala dawiyê danîn. Ji vir û şûn de vê berdewam kirin, xwedî li vê têkoşînê derketin û domdar kirin e. Ya ku ji me tê xwestin xeta ku wan hiştiye bilinkirin e. Di xeta wan de meş û pêşdeçûne. Berxwedaniyên Rêveberiyên Xweser hema bêje têkoşîneke ku di dîrokê de ya herî mezin e. Dibe ku hîn jî baş nehatibe fêmkirin, hetta hîç nehatiye vegotin. Dibe ku di pirtuk û fîlman de hîn jî nebibe mijar lêbelê ji gelek têkoşînên ku ketine pirtukan, bûne mijarên fîlman û di dîrokê de qala wan tê kirin; qat bi qat şer û têkoşîneke mezintir û pêşdetir e. Mînak behsa Komûna Parisê têkirin. Liser komuna Parisê bi sedan pirtuk hatine nivîsandin, film hatine kişandin. Lêbelê di berxwedana Rêveberiya Xweser de di her navçe û bajarekî de têkoşîneke ku qat bi qat vê derbas kir hate jiyankirin. Pêvajoyeke ku wê li pey xwe hişt hate jiyankirin. Dîsa pêvajoya 68 an heye. Ev bû pêvajoyeke ku 68 an jî qat bi qat derbas kir. Van şehîdan û vê berxwedanê malê giştîkirin, civakîkirin, û cîhanîkirin, erkê me yê esasî ye. Jiber vê yekê em dema dibêjin Berxwebaniya Rêveberiyên Xweser berxwedaniyeke pir mezin tê bîra me .
Vê berxwedaniyê derxistina asta wateyê û mîrateya ku vê berxwedaiyê derxistiye li holê şoreşa Kurdistanê pêkanîn ji aliyê me ve berpirsiyariyekî herî esasî ye. Êdî ji vê rastiyê rev nîne. Em di rêyeke jêneger de ne û birewşeke jêneger re rû bi rû ne. Wek Ciwanên Kurdistanê an emê xwedî li vê berxwedanê derkevin û bi vê şeklê bibin layîqê vê mîrateyê an jî li hember van hevalan û vê berxwedaniyê emê di dîrokê de bikevin rewşeke bi lenet. Edî rêyeke vî ya cuda tune ye. Van hevalên berpirsiyartiyên erkên demê çine, danîn li pêş me. Emê çi bikin, danîn li pêş me, emê xwedî meşeke çawa bin, danîn pêş me. Ji vir û şûn de di vê rêyê de nemeşîn, wê bibe gafletekî dîrokî.
Vê rastiyê tenê wek çîrokek guhdar kirin divê nebe. An jî tenê wek bûyereke ku bûye û qediyaye, wek destaneke qehremaniyê dest girtin, wek guhdar kirina destanekî jî divê neyê dest girtin. Ev şênber kirina erkên demê yên li pêşme ne. Ew, pêwîstiya xwedî derketina erkên demê û pêvajoya pêş me ye. Ango erk diyarkirin e. Ev berxwenaiyeke ku Ji bo ciwanên Kurd ji vir û şûn ve wê çawa bimeşin, çi bikin, çi iser bixin diyar kirinê ye. Ango tenê destaneke qehremaniyê ku were guhdar kirin nîne û erkên demê danîna li holê ye. Divê êdî piştî vê berxwedaniyê tu kes pirsên wek ‘’Ez divê êdî ji vir û şûn de çi bikim, çawa biki’’ nepirse. Ango bersiva vê pirsê Cizîre, Sûre, Gevere, hezexe. Pêwîste çawa bê kirin jî hatiye zelalkirin. Divê çawa bê têkoşînkirin jî daniye li holê. Di esasê xwe de tiştên ku heya vê seetê werin gotin wan gotiye û xala dawiyê danîne. Ji vir û pêve pêwîstî bi tu gotinan nîne. Liser Cizîrê gotineke were kirin nîne. Liser Cizîrê tu gotineke ku kesek lê zêde bike tine ye. Liser Sûrê gotineke were zêdekirin tune ye. Ji vir û şûn de têkoşînê gihandina serkeftinê erkê esasî ye. Emê bi vê şeklê bibin layîq, bi vê şeklê bibin bersiv û rêhevalê wan. Bûyîna rêhevalê wan kesên ku bi qehremanî berxwedan û mezin kirina têkoşîna wan, wê têkoşînê gihandina serkeftinê erkê me yê esasî ye. Bi şeklekî din em nikarin bibin rêhevalên wan û berovajiyê vê fikrek parastin wê bibe dûrketina wan. Berovajiyê vê fikrek parastin wê bibe derketina derveyê xetê. Xeta berxwedanê hate esaskirin. Ango di 14 Tîrmeha 1982 an a Berxwedana Zindanên Amedê çi be, ji aliyê PKK, tevger û gel ve Berxwedaniya Rêveberiyên xweser jî vî îfade dikin. Berxwedaniya Reveberiyên Xweser xeteke civakbûyîye. Ango ev berxwedaiya ku destpêkê bi çend kadroyan destpêkir, bu berxwedaniyeke ku bi sedan qehremanan berdewam bike, bi malê gel, girsehî bibe û belav bibe. Ango veguherî xetekî. Di şexsê van qehremanan de careke din hate ispat kirin ku xeta PKK ê xeta berxwedaniyê ye. Xeta PKK ê xeta qehremanî û xeta fedaîtiyê ye. Di şexsê van hevalan van berxwedêran de me careke din dît ku serkeftin di berxwedaiyê de derbas dibe. Careke din ispat kirin ku derveyê têkoşînê tu alternatîfên din yên Şoreşa Kurdistanê tine ye. Derveyê berxwedaiyeke mezin tu alternatîf tineye û wê tine be.
Berxwedaniyeke ku li tevahiya cîhanê bandor bike, rê bide şoreşa Rojhilatanavîn, şekil bide berxwedaniyê ye. Ev xeta berxwedanê PKK ê gav bi gav ber bi serkeftinê ve dibe û û wê bibe. Ji vir û şûn de têkçûyîn, zehmetî kişandin, pes kirin, gav paşde avêtin wê bibe îxanet. Ji vir û şûn de şilû kirin, xistina nîqaşê,sîh xistina liser vê berxwedanê wê bibe îxaneta herî mezin. Di sexsê van hevalên berxwedan de tişta hate jiyankirin jibo me serkeftineke mezin e. We ku me diserî de jî anî ziman di dîroka me de hemleya herî berfirehe. Di dîroka tevgera me de pêngaveke di vê berfirehiyê de hatiye kirin tine ye. Bi taybet bdi qadên civakî de, di bajaran de berxwedaniyeke bi vê şeklê tine ye.
Pêşengtiya vê berxwedaniya berfireh ciwanên Kurdistanêkirin. Me didîroka xwe de gelek caran dîtiye ku ciwanan pêşentiya gelek tiltan kiriye, di hinek çalakiyan de pêşentî kiriye. Lêbelê berxwedaniyeke ewqas mezin ya wek Berxwedaniya Rêveberiyên Xweser re mînakeke pêşengtiyê nehatiyekirin. Ne di dîroka ciwanên Kurd de ne jî di dîroka ciwanên gelên din de rewşeke bi vê şeklê tine ye.

Related Articles

Close