GiştîHevpeyvîn

Gerîlayê Îngilîz ê HPG’ê Mazlûm ATAKAN: Min cewherî buyina rêhevaltî û tekoşîna PKK’ê dît

HEVPEYVÎN – 

Di nava PKK’ê de ne tenê Kurd bi dehan netewên cuda cihê xwe digrin, tê zanîn ku felsefeya Rêber APO û jiyana PKK’ê li her derê Cîhanê belav bûye û bandorekî pir mezin li ser netewan çêkiriye. Ji ber vê yekê bi sedan Ciwanên Enternasyonalîst berê xwe dane Çiyayên Azad ê Kurdistanê yek ji wan ciwanan jî Gerîlayê Îngilîz ê HPG’ê Mazlûm ATAKAN e.

Gerîlayê Îngilîz Mazlûm ATAKAN, derbarê sedema tevlîbûna xwe ya nava Jiyana PKK’ê û bandoriya Felsefeya Rêber APO ya ku li ser wî avakiriye de hestên xwe parvekir û got; “Rêhevaltî ya ku em di nava PKK’ê de dijîn bi rastî ji cûda ye, armanceke me ya hevpar heye û ew jî avakirina jiyaneke xweşiktir û bi wate ye. Li ser vî esasî em tekoşîneke hevpar dimeşînin û hev du avadikin û mezin dikin”.

ATAKAN di berdewamiya axaftina xwe de wiha anî ziman; “ Em di nava hevdu de kesayetên sosyalîst û şoreşger avadikin ji bo ku em cîhanê bandor bikin û xweşiktir bikin. Bi rastî jî hevaltiyeke pir cuda ye û di nava pergalê de nayê jiyîn, ev bandoreke mezin li biryara min a tevlîbûnê kir. Min cewherî buyina rêhevaltî û tekoşîna PKK’ê dît. Felsefeya Rêbertî bi tenê teorîkbuyînê derbas dike. Di dîrokê de piranî tevgerên çepgir an di bin bandora lîberalîzmê de ne yan jî bi komûnîzmekî klasîk ve sînordar mane. Lê fikir û felsefeya Rêbertî zindi ye, hemû mîlîtanên Partî vê jiyan dikin û ew bi serê xwe jiyaneke nû ava dike.

“Rêbertî nîşanî me dide ku di avakirina Civakeke Sosyalîst de têkiliyên Jin û Zilam bingehîn in”

Fikirê Serokatî li ser rizgarî û azadiya jin mînaka vê yekê ye, Ew gavekê pir mezin e ji ber ku femînîzma lîberal a pergalê derbas dike. Di felsefeya Rêbertî de azadiya jin, wekî di nêzîkatiya Marxîstan de, heta pişte şoreşê naye taloq kirin. Rêbertî nîşanî me dide ku di avakirina civakekê sosyalist de têkiliyên jin û zilam bingehîn in. Avakirina tekîliyên azad û rizgarkirina jinê ji pergala zayendperest bi tenê serê xwe şoreşeke ye. Berê ku ez tevlî bibim min nakokiyên mezin jiyan kiribû. Ji milekî ve min dixwest ez tiştekî nû ava bikim û Jiyanekî rast bijîm. Dibe ku wekî xwestekekê pir bîçûk be, lê berê ku min xwest ez bibim şoreşgerekî min dixwest ez bibim mirovekî baş, Min dixwest ez rast jiyan bikim, Eger mirov her kêlî tênekoşe ne gengaze ku Jiyanekî rast bijî. Bê felsefeya Rêbertî min nedizanî ezê vê tekoşînê çawa bimeşînim, Lêgerîna min di vî milî de hebû lê min nedikarî xwe ji pergalê qut bikim, Ji ber vê jî hemû ked û tekoşîna min bi nakokî bûn. Min nedikarî tekoşîneke bi wate û cewher bimeşînim ji ber ku min çi dikir jî bi pergalê ve girêdayî bû. Ez hertim di Jiyanekî takekes de dimam û ew jî nedihişt ku ez xwe bi rihekî fedayî tevlî şoreşê bikim. Ji bo şoreşekî pêk were jî ev rihê fedayî pir girînge. Di dîrokê de hemû şoreşên mezin bi vî rihê fedayî hatine kirin. Ev rih di nava PKK’ê de xwe ji hemû milan ve dide der.
Di nava jiyanê de, di nava rêhevaltî de, di tekoşînê de an jî di nava şer be, em kîjan kar bikin, eger anîtina lojîstîkê be an jî pêjandina xwarinê be, ferqa PKK’ê diyare û rihê wê yê fedayî xurte, Her tiştê ku em dikin em ji bo şoreşê û rêhevaltiyê dikin. Mirov rêhevaltiya PKK’ê di nava PKK’ê de jiyan neke, nikare bi temamî fêm bike , Berê jî hevalên min hebûn û me dixwest ku em bi hev re tekoşîn bimeşînin lê em di navbera jiyana xwe yên takekesî diman. Di nava vê pergala kujer ku di mirovan de manewiyatê dikuje, xwe di milê fîzîkî de zindî hiştin bîle zehmete û divê mirov hertim li ser vê lêhûrbûn bike ji bo ku bikaribe jiyan bike. Bi vî rengî xwe fedayê şoreş kirin ne gengaze ji ber pergal te mecbur dihêle ku tu hertim ser berjewendyên xwe yên takekesî bifikrî.

“Min qirêjiya pergalê dîtibû û min dizanî ku ev pergal çawa mirovatî diêşîne”
Bêguman mirovekî ku di nava Partiyê de cihê xwe negire û jiyana PKK’ê jiyan neke nikare Partî rast nas bike. Bi berxwedana Kobanê ya di sala 2014’an de min tekoşîn û pirsgirêka Kurd naskir. Di derheqê şoreşa ku li Rojava pêk hatiye de min lêkolîn kir. Ev pêvajo heta 2018’an bi vî rengî berdewam kir û piştî wê min rolekî aktîftir taybet di mijara ekolojî de lîst. Piştî ku min şoreşa Rojava nas kir min xwest ez wekî enternasyonalîstekî erka xwe pêk bînim û di nava cepheyên pêş de cihê xwe bigrim. Min dixwest ku qasî ez bikaribim ez ji şoreşa Rojava re bibim alîkar. Ji ber vê min biryara hatina Rojava û li wir meşandina tekoşînê da, Berî ku min şoreşa Rojava naskir min cihê xwe di nava tevgerên çepgir de girtibû ji ber vê zemînekî min yê teorîk hebû. Ji bo min naskirina şoreşa Rojava hemû jiyana min guhert. Ji min re hêvî da û ji bo min pir binirxe. Min qirêjiya pergalê dîtibû û min dizanî ku ev pergal çawa mirovatî diêşîne. Ev pergal nedihişt ku em jiyanekî bi wate jiyan bikin û ji ber vê min îhtîmala pêkanîna şoreşekê nedidît. Şoreşa ku li Rojava li ser bingeha bîrdoziya Serokatî pêk hat bi rastî jî guhertinek di min de ava kir ji ber ku min nedifikirî ku şoreşekê bi vî rengî mumkun be. Wisa hêdî hêdî naskirina min ê Partî çêbû”.

Her wiha derbarê Polîtîkayên dewletên Ewrûpa û bi taybet dewleta Îngilîstan ku li hember PKK’ê tê meşandin de nerînên xwe anî ser ziman; “ Dewleta İngîltera di dîroka xwe de hertim nasnameya Kurdan red kiriye û di qirkirina wan de rolekî aktîf lîstiye. Komkujiya Dêrsimê ku bi çekên kîmyewî ve pêk hatiye mînakekê vê yekê ye. Yê ku di vê komkujiyê de çekên kîmyewî de dewleta îngîltere bû”. Û wisa berdewam kir; “ Ev polîtîka ya danîna çekên kîmyewî û êrîşên li ser Kurdan û Kurdistan heya îro berdewam e. Dewleta Îngîltere li dijî wê gavekî navêje. Ji Kurdan re mafê mirovbuyînê nadin. Li hemberî wan 2 rê datîne, dibêje ‘an tuyê wekî me bibî, wekî me di nava pergala Kapîtalist de bijî û dev ji Kurdbûyinê berdî an jî tu dikarî li Kurdistanê bimînî, di Kurdbûyînê de israr bikî û di dawiyê de bi tûnebûyinê re rû bi rû bimînî. Bi giştî, nêzîkatiya dewleta İngîltere li hemberî Kurdan an bişaftin ferz dike an jî mirin. Dibêje ku an tuyê werî û bibî endamekî pergala me yê Kapîtalîst an jî emê rê bidin ku dewleta Tirk we bikuje.

Binavkirina dewleta Îngiltere yê PKK’ê wekî rêxistinekî terorîst û paşverû ye. Heke em têgeha terorîzmê binêrin ev tê wateya karanîna zorê, kuştina gel û qirkirina civak. Ev tê wateya perçiqandina jiyan û tunekirina îhtîmala ewlebûyînê. PKK ji hemû milan ve li dijî wan tiştan e. Dewleta faşîst ê tirkiyê ku çekên kimyewî bikartîne û zarokên Kurd dikuje ye. Li dijî wan tiştan bêdeng mayina dewleta İngîltere jî mînakekî wê ye. Qanûnên ku navnetewî tên avakirin di warê teorîk de pîvanekî ferz dikin û nava tiştên ku tên qebûlkirin û tên red kirine de xetekî diyar dikin. Lê di pratîkê de rastiya wan qanûnan pir cuda ye ji ber ku dewleta Tirk tu qanûnekî esas nagire û beramberê vê jî dewleta Îngîltere tenê li gor berjewendiyên xwe tevdigere. Li dijî aloziyên ku ji destê dewleta Tirk a faşîst ve tên avakirin, dewleta Îngîltere sekna xwe diyar nake.
“Yên ku dixwazin jiyanekî nû, xweşik û derveyê hovîtiya Kapîtalîzmê avabikin wekî terorîstan tên binav kirin”
Bi rastî jî PKK antî teza terorîzmê ye. PKK tevgereke ku jiyan ava dike, dihêle ku civak jiyan bike û xwe nas bike. Gelê Kurd û gelên cîhanê yên ku dixwazin pêkanîna demokrasî bibînin dikarin berê xwe bidin PKK’ê. Bila bizanibin ku ew tişt mûmkune. Dewleta Îngîltere ji vê bîrdoziyê ditirse ji ber ku ev fikir bê denetima wî pêşdikevin û derveyê bandora dewletan e , ji ber wê jî PKK’ê wekî tevgerekî terorîst bi nav dike. Yên ku bikaribin li dijî modernîteya Kapîtalîst bisekinin, ji dewlet wekî terorîst tene binavkirin. Yên ku dixwazin jiyanekî nû, xweşîk û derveyê hovîtiya Kapîtalîzmê avabikin wekî terorîstan tên binav kirin.

Mirov li şaristaniya dewletê binere, dewlet hertim yên derveyê xwe û yên cuda xeter û wekî terorîst dîtiye û wana wekî ku li dijî civakê ne binavdike, lê ev kes civak bi xwe ne. Ew dengê civak û azadiyê ne lê li gor têgeha dewletan yên ku terorîstin ev in. NATO, dewleta faşîst a Tirkiyê, DYA û hemû dewletên emperyalîst di Rojhilata Navînê de şer avadikin. Yên ku nahêlin jiyanekî bi ewle û wate were jiyankirin ew bi xwe ne.

ATAKAN, bikar anîna çekên kîmyewî beramberî Gerîlayan ên li Çiyayên Azad Zap, Metîna û Avaşîn nerînên xwe da û wiha got;

“ Dewletên Ewrûpî dixwazin ku tevgera azadiya Kurdistan ku li ser fikrê Serokatî tekoşîn dike were tune kirin. Ji ber vê sedemê li dijî sucên şer, bikaranîna çekên kîmyewî û qirkirinên ku li Kurdistanê tên kirin bêdeng dimîne. Wekî ku min şîrove kir, komkujiya Dêrsimê bi çekên kîmyewî yên aîdê dewleta Îngîltere pêk hat û îro jî dewleta Alman çekên kîmyewî dide Tirkiyê ji bo ku li Kurdistanê bikarbîne. Li vir dîrok xwe dubare dike û mirov dibîne ku di demokratîze û azad kirina Rojhilata Navîn de berjewendiyên dewletên Ewrûpî nînin.

“Mirov dibîne ku dewleta Tirk li dijî wan çi bikarbîne jî ev tiştên ku vejîn bûne nayin sekinandin”

Dewleta Tirk nikare vê şerê xwe yê li hemberî gerîllayên PKK’ê domdar bike. Nikare di vê şerê de bi rêbazên klasîk û zagonî serbikeve û ji ber ku li çiyayên Kurdistanê binkeftinekî mezin jiyan dike wan rêbazên qirêj û dijzagonî bikartîne. Ruxmî ku dewleta Tirk wan rêbaz û çekên qirêj li dijî gerîllayan bikartîne dîsa jî nikare serbikeve. Ew nikarin PKK’ê û azadiya ku li vir hatiye avakirin bidin seknandin. Di wêneyên hevalên ku cepheyên pêş de şer dikin de mirov dibîne her çiqasî dewleta Tirkiyê çekên kîmyewî bikarbîne û bombe bibarîne jî, hevalên me ji bo azadiyê û jiyanekî nû şer dikin û ji ber wê jî moral û rêhevaltiya wan tim bilinde. Mirov dibîne ku dewleta Tirk li dijî wan çi bikarbîne jî ev tiştên ku vejîn bûne nayin sekinandin. Ne gengaze ku dewleta Tirkiyê an jî hêza NATO li dijî Gerîlla şer bikin ji ber ku gerîlla xwe gihandiye astekî nû ya gerîllayên nûjen. Mirov meyze bike, di cîhanê de hemî tevgerên gerîlla bi destê sîxûran û îxanetê hatine tasfiyekirin û tune kirin. Di mînaka Tevgera Azadiya Kurdistanê de jî hewldanên bi vî rengî hene lê ev bîle nikare li hemberê me bibe asteng. Ev şerê ku em li ser wan çiyayan dimeşînin û yê ku hevalan di cepheyên pêş de dimeşînin şerekî bîrdozîke û ji bo azadiya mirovatiyê tê meşandin. Ev şer ne tenê ji bo Kurdan û Kurdistanê ji bo pêşaroja hemû mirovatiyê ye ji bo ku em bikaribin pergala jiyanekî nû û sosyalîst ava bikin.

Ji cihê xwe em silavên xwe yên germ û şoreşgerî ji hemû hevalên ku çeperên pêş de li Zap û Avaşînê, li dijî faşîzma Tirkiye şer dikin re, ji hemû hevalên li Ewrupa û derdora cîhanê re, yên ku li ser kolanan deng didin guhdar kirin re. Lê divê ew çalakî û protestoyan werin mezin kirin. Divê em çi ji destê me were bikin ji bo ku dewletan rola xwe bileyzin da ku êrîşên Tirkiye yên li dijî Kurdistanê werin sekinandin.

Mazlûm ATAKAN di dawiya axaftina xwe de bangawaziya Ciwanan kir û wisa got; “ Bangawaziya me ji bo hemû ciwanên Kurd û yên Ewrupa û mirovên Sosyalîst.
Tenê yek rêbaza avakirina pêşarojekî Sosyalîst û jiyanekî xweşik heye ev jî bi tekoşîn kirin a li dijî kapîtalîzmê ve derbas dibe. Em dikarin li dijî modernîteya Kapîtalîst şoreşekî ava bikin û ev jî bi felsefe û bîrdoziya Serokatî re gengaze. Banga min ev e ku hemû sosyalîstan û ciwanan çek rakin, werin Kurdistanê û tevlî tekoşîna li dijî faşîzmê bibin û tevlî tekoşîna azadiyê bibin ji bo jiyanekî azad û pêşarojekî xweşik”.

Related Articles

Close