GiştîBîranînên ŞehîdanYurtsever Gençlik

Kêliyên Azadî û bi Maneviyat

Keliyêkî ji bîranîna gerîla, ji Kovara Ciwanên Welatparêz ji pênûsa Rizgar Êrsî.

“Dawîya sala 1992, meha Kanunê bû. 20 xort, 5 jin em 25 heval gund bi gund digerîyan. Hevalan ji gel re civîn çêdikirin. 10 heval ji bo amadekariyên zivistanê li wargehê mabun. Ji ber lêkirina berfê nêzî hefteyekî em li gundê Şukal û Erkend man. Me êvarekî xwe kom kir û ber bi noqteyê ve çun. Noqte di şertên asayî de çar-pênc seet ji gund dur bû. Lê ji ber zêdebuna berfê rêya du seetî encax me dikaribû di pênc seetan de qut bikin. Em li cihekî sekinîn, hevalan agir pêxistin. Ji ava berfê çayekî çêkirin. Piştî kelîna çayê hevalan amadekarî kirin, me xwarin xwar.

 

Fermandara hevalên jin Heval Çîçek Hezex hat û got: ‘’Her du pêlavên Heval Medya di rê de ketine, lingê wê tevizîne, pê nehisiyaye. Niha li ber agir ferq kiriye ku pêlava wê nîn e.’’ Hevala Medya ji gundê Nîvila ye ser bi Sêrtê ve bû. Malbat dixwaze di 13 saliyê de wê bizewicîne, lê heval direve û tevlî gerîla dibe. Gerîlayekî 3 mehî bû. Hevalan carinan li pişta xwe dikirin. Wê şevê ber destê siharê em gihîştin wargehê. Hevalan naylon vedabun. Di hinek mangeyan de sobe hebun lê di hinekan de nîn bû. Hevalan puş û çilo li bin mangê raxistibûn.

 

Piştî hefteyekî berf û serma; di mangeyên me de tenê puş û çilo hatibun raxistin. Ne betanî, ne hesîr tiştekî tunebû. Lê ev mange li ber dilê me wekî qesra bûn. Êvarê dema ku hevalên jin tekmîlê digirin Hevala Medya mafê axaftinê digire û dibêje: ‘’pêşniyar dikim ku Serokatî û Partî ji me re helikopter bişîne’’

 

Ji bo ku moralê Hevala Medya nekeve Heval Çîçek jî dibêje: ‘’Heval Medya, Serokatî dikare ji me re balafir jî bişîne. Ma emê çi jê bikin. Ker û hêstirên me hene, bes e.’’

 

NÎŞE: Di serî de Heval Medya û Heval Çîçek, piranî wan hevalên ku wê demê em bi hev re bûn şehîd bûne. Hemuyan bi rêzdarî bibîr tînim.”

Related Articles

Check Also

Close
Close