DaxuyanîGiştî

Emê 15’ê Tebaxê veguherînin cejna rizgarî û serketinê

Ji Çapemenî û Rayagîştî Re!

Kevneşopiya berxwedanê ya ku Rêber Apo ji berxwedêrên mezin ên Kurd dewr girt, bi berxwedana Hakî, Mazlûm, Çaran û berxwedêrên 14’ê Tîrmehê re veguherî îradeyeke qewîn a naheje. Bi çalakiyên Dihê û Şemzînanê re ku bi pêşengiya hevrê Egîd hate kirin, ne tenê derb li dewletên faşîst ên herêmî hate xistin, her wiha derbeke giran li rêxistinên faşîst ên hegemonîk û gladiyo hate xistin. Gelê Kurd, di radeya ku jê re dihate gotin ‘li ber qedandinê ye’, bi çalakî û sekna îradeyî ya xurt a van pêşengên şoreşger, xwe ji nû ve ji xweliyên xwe afirand. Ji ber vê yekê, gelê Kurd 15’ê Tebaxê weke mizgîniya xwe ya vejînê dibîne.

Ev raperîna bi pêşengiya ciwanên Kurdistanê dest pê kir, îro hemû ciwanên Rojhilata Navîn vedihewîne û bûye meyla herî girîng a ciwanan a ji bo azadiyê.

Ev pêngava ku 15’ê Tebaxa 1984’an bi sekna ciwan, bi ruh û pêngava ciwan dest pê kir, tevî ku sih û çar sal di ser re derbas bûne, hîn ciwan û zindî ye. Bi heman coş Û kelecanê îro li gelek qadan mîna cejn û şahiyê tê pîrozkirin.

Soza me ji hevrê Egîd, Delal, Baran û Atakan û hemû şehîdên şoreşê ye ku em ê cejna xwe ya vejînê 15’ê Tebaxê veguherînin cejna rizgarî û serketinê. Heta ku serketina azadiyê ya Kurdistanê bi şoreşa azadiyê ya Rojhilata Navîn tacîdar bikin, weke Tevgera Ciwanan a Kurdistanê em ê têkoşîna xwe ya pêşengiyê bidomînin.

Em wek Tevgera Ciwanên Şoreşger cejna vejînê li hemû ciwanên Kurdistan û Rojhilata Navîn pîroz dikin û em bang li hemû ciwanên dikin ku bi dilê Egîdan, bi ruhê Serî Hilde berê xwe bidin çiyayên azad.

14.08.2018

Related Articles

Leave a Reply

Check Also

Close
Close