Giştî

BI XETÊN SEREKE ZANEBÛN Û RÊXISTINBÛNA PARASTINA RÊWA

Rêber Apo

Yek ji xalên guherîna bingehîn a paradîgmaya Rêbertî jî, têgehên zor û şidetê ji nû ve hatine formulekirin û pênasekirin. Ev bi taybetî ji bo bindestan tê wateya ji nû ve pênasekirina nêzîkatiyên wan ên ji bo zor û şidetê. Rêbertî ev pênaseyên xwe yên nû bi awayê stratejiya parastina rewa formule kiriye. Di tevahiya dîrokê de hêzên ku li ser navê gelên di bin zext û çewisîne de têdikoşin, ji bo ku di berxwedanên li hemberî dewletê bi pêş dixin de şaş nêzîkî diyardeyên zor û şidetê dibin, winda kirine. Hêzên berxwedêr, di van berxwedanên xwe de amûr û rêbazên ku pergalên dagirker û zextker bikartînin, bi kar anîne. Ji ber vê yekê, armancên van hêzên berxwedêr nekarîne armanc û sînorên hêzên serdest derbas bikin. Ev, di pratîkê de bi awayê ku dewleta dagirker û zextker hilweşînin û li şûna wê avakirina dewletên xwe pêk hatiye. Sedema bingehîn a ku ev tevger xera dibin, ji rê derdikevin û her diçe bi şibîna pergalên serdest ên ku li hemberî wan şer dikin ve di nava van pergalan de helîna wan, ev nêzîkatiyên wan in. Hin ji van hêzên berxwedêr, her çiqas serkeftinên siyasî û leşkerî bi destxistibin û bûbin desthilat jî, ji ber ku şêweyên wan ên fêmkirin û pêkanîna zor û şîdetê ji pergalên zor û şidetê yên hêzên serdest pir ne cuda ye û nekarîne pergalê di vê xalê de derbas bikin, nekarîne xwe ji bûyîna parçeyeke pergalê û temamkerê wê rizgar bikin. Encama ku piraniya şoreşên sedsala 20. gihîştiye ev e. Dibe ku gotina; “Dema ku di riyên tên zanîn re were meşîn,  wê bigihîjin bajarê li ser van riyan”  herî zêde ji bo nêzîkatiya zor û şidetê derbasdar e.

Ji bo fêmkirin, têgihîştin û pratîk-kirina nêzîkatiya ji mijara zor û şidetê ya Rêbertî; divê mirov parastina rewa ku têgeha sereke ya vê guhertinê ye fêm bike. Divê em pirsên; Parastina rewa çi ye? Ji bo me çi rave dike? Divê em wê çawa fêm bikin û li ser kîjan bingehê nêzîk bibin?  bibersivînin. Beriya ku em derbasî vê bibin, divê em bi kurtasî behsa têgehên parastin û rewabûnê bikin. Parastina rewa; navê wê li ser e, rewşeke parastinê ye. Parastina rewa, diyardeyeke ji êrîşê cudatir e. Êrîş; çalakiyeke ji bo yê li hemberî xwe ye, parastin; dijberî êrîşê ye. Ev rewş; ji bo zindiyekê tê wateya li hemberî êrîşekê xwe parastinê, yanî parastina hebûna xwe. Parastin; ne mijareke ku tenê ji bo mirovan derbasdar e, berevajî wê bûyereke ku ji bo hemûyan zindiyan derbasdar e. Ji ber ku em dikarin parastinê bi awayê giştî weke parastinê zindibûnê pênase bikin. An jî em dikarin ji berxwedêriya ku li hemberî refleks, çalakî û êrîşên ji bo tunebûna zindîbûnê  tê nîşandan re bêjin parastin.

Têgeheke din a ku bi parastina rewa re ji nêz ve têkildar e jî, rewabûn e. Rewabûn jî; helwesta bêyî ku pêwîstî bi rêzik û qaîdeyekê were bihîstin li hemberî êrîşekê tê nîşandan e. Di diyardeya rewabûnê de xala ku ji rêzik û qaîdeyê girîngtir û derbasdartir, nîşandana helwest û berxwedana mafdar û derbasdar e. Ji ber vê yekê; helwesta ku zindî bêyî ku bi zagon, kevneşopî û rêzikan ve girêdayî bimînin nişan didin, taybetmendiya bingehîn a rewabûnê ye. Girêdayî nebûna bi rêzik û qaîdeyan a rewabûnê, nayê wê wateyê ku wê bêserûber were tevgerkirin. Rêzik, zagon û qaîdeya ku tê behskirin, yên ku aîdî pergalê ne. Ji bo vê, parastina rewa dikare weke mafê parastina zindîbûnê were pênasekirin. Di vê çarçoveyê de; “Mafê parastina rewa; gerdûnî ye, nikare were nîqaşkirin û sînordarkirin ”. ji ber vê yekê, parastina rewa; parastina zindîbûnê ye.

Sekna parastinê ya ku bi parastina zindîbûnê ve têkildar e; hem mafek hem jî erkeke. Ji ber vê yekê, tenê bi awayê maf pênasekirin, wê pir kêm bimîne. Parastina rewa; tenê weke maf pênasekirin, di zanebûnê de xumamiyan diafirîne. Wê rê li ber şaşitiyan veke. Wê rê li ber bibîrxistineke weke bûyereke ku bêyî erk û berpirsyariyek were hilgirtin ji ber xwe ve pêk bê re vebike. Bi taybetî jî, ji bo ferd û civakên ku ji aliyê zanebûnê ve bi paş de mane û ev rewş baş tehlîl nekirine, parastina rewa tenê weke maf pênasekirin, wê rê li ber windakirina cewhera wê veke. Yanî wê rê li ber encamên weke ku ji hinek din tê hêvîkirin û wê hinek din wî biparêzin re veke. Ya rastî, parastina rewa; helwest û berxwedana ku divê her zindî ji bo parastina xwe nîşan bidin e. Ji vî alî ve jî, ji bûyîna mafekî zêdetir, erkeke. Wisa pênasekirin, bi awayê ku her zindî bi erka parastina rewa re berpirsyar e danîna holê û ev wisa dayîna fêmkirin, nêzîkatiyeke rastir e.

Ji bo ku parastina rewa mafê xwe parastinê ya her zindî ye, divê ji bûyereke ku tenê aîdî mirov e wêdetir were destgirtin. Parastin ji bo hemû zindiyan pêwîst e. Baş e, gelo sekin û helwesteke wilo ya hemû zindiyan heye? Bêguman heye. Ew dîtin, fêmkirin û li ser vî bingehî lêkolînkirin girîng e. Ji vî alî ve jî, em dikarin bi mêzekirina derdora xwe û lêkolînkirina tiştên ku di xwezayê de diqewimin ve bigihîjin encamên fêrker. Hemû curên zindiyan xwedî sekneke parastinê ne. Bo mînak; nermbûn, neşikestin, li hemberî her zexta li dijî wan hewldana li ser piya û zindî mayîn a şînatiyan, rewşeke parastinê ye. Zû neşikestin, qutnekirin an jî neperçiqandina şînatiyan, nîşaneya berxwedana ku ji bo parastina zindîtiya xwe nîşan didin e. Bi kurtasî, ev rewş; dikare weke parastina di şînatiyan de were nirxandin. Helwesta li hemberî zext û êrîşên ji derve ve tên yên zindî û nezindiyan ne weke hev e. Li hemberî darbeyan şînatiyeke hişk bi şînatiyeke zindî re heman helwestê nîşan nade. Her wiha, helwesta li hemberî darbeyan a dareke ku ava wê ya ku tê wateya zindîbûnê tevger dike û darekî hişk an jî darekî ku ava wî vekişiyaye, ne heman e.

Ev rewş ji bo alema lawiran jî derbasdar e. Rastiyeke bênîqaşe ku sîstemeke parastinê ya girêdayî refleks (bertekî)  an jî qereziyan a her nifş û curê lawiran heye. Heta ev çiqas qerezî ye yan jî aqile jî binîqaş e. Ji ber ku gelek lawir bi awayeke birêxistinî vê helwestê nîşan didin. Dema ku em li derdora xwe binêrin, em ê bibînin ku refleksên wiha yên lawirên em rû bi rû ne û dibînin hene. Bo mînak; hişyarbûna keroşkan pir li pêş e. Keroşkek ti carî di dema xefletê de nikare serdegirtin û girtina wê bê kirin. Hişyarbûna wê, bi qasî ku ji liv û tevgera herî biçûk agahdar be, bi pêş ketiye. Wê hîs dike û direve. Wê reflekseke parastinê nîşan bide. Bêyî ku ti refleksê nîşan bide; di nava xefletê mayîn û girtina wê ne mumkin e. Mar, cureke lawiran ê ku hem êrîş, hem jî parastinê dike ye. Di êrîşê de jî pir bêrehm e, lê belê parastina wî jî pir bibandor e. Dema ku êrîşeke li dijî xwe hîs dike, tê zanîn bê ka tedbîrên parastinê yên çawa bi pêş dixîne. Wisa ye ku hema bêje bi lezeke ku çav nikare bibîne, xwe winda dike. Tevî ku xuşendeyeke, di kêliyê de êrîşa dijber pêk tîne û berxwedêriyê nîşan dide. Ev jî dibe sîstema wî ya parastinê. Di berazan de jî rewşeke parastinê ya wiha heye. Li dijî berazan êrîşeke çiqas dijwar were kirin bila bê kirin, tevgera yek rêz a keriyê berazan xera nabe, dûrahiya di navbera wan de jî naye guhertin. Ev jî şêwazek tevgerê û sîstemeke parastinê ya wan e. Heta nîzama nobetê ya berazan jî heye. Dema ku diçin çêrê û av vexwarinê, endamek xwe yê ku weke nobedar hişyar e, dihêlin. Heçku weke civateke civakî ne tevger dikin. Tevgerên civatê yên girêdayî qerez û refleksê di vê astê de ye. Em vê di asta herî pêş di pezkûviyan de dibînin. Bi rastî jî, tam xwedî rêxistinbûneke jiyana hevpar in. Dema ku bi her çi êrîşekê re rû bi rû dimînin û pejna êrîşekê dikin, pir bilez tevdigerin û direvin. Li hemberî tevgereke li dijî wan pir hişyar in û nîzama wan a birêxistinî heye. Nobedarên wan hene û bi awayeke ku mirov ferq nekin, hev hişyar dikin. Hem sîstema wan a agahdariyê, hem jî ya tevgerê hene. Bi kurtasî, ti curê lawiran a ku sîstema wê ya parastinê nîne, tune ye.

Ji bo ku parastin nîşaneyeke zindîbûnê ye, ji bo mirov ku xwedî avaniya herî kompleks e, dibe sekneke diyarbertir. Mirov weke heyîneke hem takekesî hem jî civakî, bi awayê civakî dijî. Ji ver vê yekê, di mirov de du aliyê parastina zindîbûnê heye. A yekem; weke ferd heyîna xwe ya zindî bi awayê biyolojîk diparêze. A duyem; weke civakek zindîbûna civakî, yanî taybetiyên xwe yên bûyîna civak diparêze. Pêwîstiya parastina mirov hem weke ferd, hem jî weke civak; ji ber tehdîda êrîşa li hemberî heyîna wî ya zindî tê. Ev tehdît; weke ku ji xwezzayê tê, zêdetir jî ji mirovan tê. Aliyên karesatên xwezayî yên ku jiyana ferd û civakê tehdît dikin hene. Zagonên xwezayê yên li gorî xwe û tevgera wê ya ku çavkaniya xwe ji avaniya wê ya hundirîn digire heye. Ev tevger; çawa ku carina ji bo zindiyên weke; şînatî, lawir û mirov ên ku li ser xwezayê ne derfeta jiyanê dide, carina jî hebûna wan a zindî û jiyana wan tehdît dike. Li beramberî vê di mirovan de pêwîstiyeke parastinê bi awayê xwezayî derdikeve holê. Em ji vê re dibêjin; fêmkirin, naskirin û têgihîştina xwezayê, zanebûna bûyerên xwezayê û li hemberî karesatên xwezayî pêşxistina tedbîran a mirov.

Ya din, di rastiyê de dibe pêwîstiya parastinê ya mirov a li hemberî êrîşên ku çavkaniya xwe ji mirov digire. Weke ku ev êrîş bi şêweyên çewisîner ên herî çors dibe, dikare bi rêbazên pir zirav ên ku nayên dîtin jî bi pêş bikevin. Bi taybetî, di roja me de zêdetir êrîşên zirav ên nayên dîtin bi pêş dikevin. Çawa ku li hemberî vê êrîşê hebûna fîzîkî ya mirov tê tehdîtkirin, zindîbûna wî, hebûna wî ya ruhî û fikrî jî tê tehdîtkirin. Ji ber vê yekê, weke curek mirov ferd ji bo parastina zindîbûna xwe divê li van  qadan hemûyan li hemberî êrîşên li dijî xwe xwe biparêze.

Her wiha, ji bo civakê jî rewşeke mîna vê derbasdar e. Êrîşên li dijî ji bo civakbûn, domandina jiyana civakî, weke civakek azad di nava rêkûpêkiyekê de jiyîn û nîşandana hebûna civakî her tim çêbûne. Ev; çawa ku tunekirina hebûna fîzîkî ya civakê dihewîne yanî asta komkujiyeke fîzîkî rave dike,  belavkirin, bi xwe ve girêdan, bi tunekirina azadiya wê ve kolekirin û ji bo berjewendiyên xwe xebitandinê jî rave dike. Ji ber vê yekê, ji bo ku mirov  weke zindiyek, her wiha weke ferdek azad jiyana xwe bidomîne, rewşeke parastinê pêwîst be, ji bo civat û civakan jî ji bo domandina jiyana xwe ya civakî ya azad  pêwîstiya xwe parastinê ya li hemberî êrîşên cur bi cur ên ku digihîje heya daxwazên ji komkujiya fîzîkî ya  herî çors heta kolekirinê, heye. Bi êrîşên wiha re rû bi rû mayîn û pêwîstiya parastinê bihîstina mirov û civakê; ji pêvajoya şaristaniya dewletperest  ku civaka komunal a xwezayî hatiye parçekirin, tengkirin û li ser wê serdestiya civaka çîndar û zayendperest hatiye bisazîkirin û pê de zêde bûye.

Di demên jiyana civakî ya komunal a xwezayî de êrîşkariya mirov û civakan a li ser hevûdu kêm e. Civaka xwezayî di nava xwe de destûr nedaye ku ferd li dijî hevûdu zext û êrîşan pêk bînin. Sekn û tevlîbûna ferd a di nava jiyana civakî de bi awayê azad û îradeya wî pêk hatiye. Her wiha, rewşên zext û êrîşê ya li hemberî hev a civatan jî, nebûye rewşeke ku hertim derdikevin holê. Ji ber ku civatên di nava jiyana komunal di bingeh de jiyîna bi hilberîna xwe ve esas girtine. Hewl dane ku bi hêza xwe û sîstema xwe ya xebatê ve tiştên ku ji xwezayê bidestxistine, jiyana xwe bidomînin. Ji hêla civaka wê demê ve ji bo ku êrîşî civakên din bikin, pir zêde sedem û nakokiyên derbasdar nehatine afirandin. Ji ber ku ji êrîşên bi vî awayî ve  destkeftiyeke pir zêde ya bi dest bixin, tune ye. Dibe ku ji bo mintikayên xwe bi dest bixin û deverên berhemdartir de ji xwe re qada jiyînê vekin, liv û tevgereke wan a diyar bi pêş keti be. Lê belê ji bo ku daneheveke wan û nirxên zêde yên kombûyî yên ku ji bo bikaranîna hinek din tune ye, êrîşên wiha jî bi pêş neketine. Ji ber ku civakê destûr nedaye danaheveke wiha. Hilberîn û berhemên ku zêde ne li ser civakê belav kiriye. Yanî civakê destûr nedaye tiştên ku dizane û hîs dike ku jê re bizirar e. Mirov dikare diyar bike ku di civakeke wiha de tenê xwe li hemberî karesatên xwezayê parastin û li hemberî êrîşên ku ji ber sedemên sînordar pêk tên û êrîşên ku ji civatên din tên, rewşeke parastinê ya ku xwe parastinê esas digire, dimîne.

Related Articles

Close