GiştîHevpeyvîn

Ciwanên Apoyî di hemî dem û wextan de xwe îsbat kirine

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avêsta bang li tevahî ciwanan kir ku berê xwe bidin çiyayên azad û tevlî nava refên hêzên parastinê bibin.

Tevahî ciwanên Kurdistanê, ciwanên azadî xwaz, ciwanên Rêber APO, ez tevahî ciwanên ku di bin fikir û felsefa Rêber APO vê tekoşînê bilind dikin, komelên ciwan, komelên jinên ciwan û hemî ciwanên fedayî ku vê tekoşînê bilin dikin bi rêzdarî silavdiki.

Wekî ku em baş dizanin tekoşîna azadiya gele Kurdistan di pêngavekî gelekî giring de derbast dibe, ji bo ku em bikaribin vê pêngavê di hemî milan de biserbixin helbet sekna ciwan, pêşengtiya ciwanan û helwesta ciwanên Kurdistanê û ciwanên herêmê gelekî îstratejîk û giringe. Ji bona wê ciwanên Kurdistan di tekoşîna 40 salên derbastbûyî de, ciwanên Apoyî di hemî dem û wextan de xwe dane îsbat kirin, bi deh hezaran şehîdên azadiyê ku her yek ji wan dikare pêşengtiya welatekî bike, ew bi vê fikir û felsefeyê tevgeriyan û gihane vê astê, jibûna wê em îro dibînin ku di tevahî Kurdustanê de bi pêşengtiya tevgera azadiyê de tekoşîneke mezin tê meşandin, ev tekoşîn ya gelanê, ya civakê ye, ev tekoşîna azadiya jina ne, tekoşîna îradeya hemî pêkhateyane derxistiye holê ye. Di serî de jî tekoşîna îradeya azad ya ciwanan avakirine, em vê baş dizanin kî di hemî demên derbastbûyî de yên ku tevahî pilanên dijmin vala derxist, qomploya nav netewî vala derxistin, gele Kurdistan xiste gele xwedî îradeya azad û pêşeng û gihande vê astê pêşengtiya ciwan, jin û jinên ciwan bû.

Qomploya navnetewî dikeve sala xwe ya 20mîn

Qomploya navnetewî dikeve sala xwe ya 20mîn, weke tevgera azadiya jinên Kurdistan, KCK di cıvata xwe ya 8mîn de biryareke dîrokî girt, ji bo ku em bikaribin pergala Îmralî têk bibin û bi Rêber APO re azad bijîn me got sunda me heye. Sunda me têkbirina faşizm û azadkirina Rêbertî ye. Eê ku herî zêde di vê pêngavê de xwedî seknekî û helwestekî tekoşînvan bin wê jinên ciwan û bi giştî ciwanên Apoyî bin. Çawa ku di rêberiya xweser de, di pêşengtiya “Axînan, Çiya geran, Serhildana û hemî şeîdên vê pêngavê ku wekî ciwanên Apoyî yên hilbijare bûn, bi rihê van ciwanan dîsa wê ciwanên Kurdistan wê li erkê xwe xwedî derkevin.

Tekoşîna me ber bi azadiyê ve diçe

Li ser vî esasî niha li tevahî Kurdistanê tekoşîneke mezin tê dayîn, ev tekoşîn ber bi azadiyê ve diçe, li Bakurê Kurdistan, federasyona Rojava û Bakurê Sûriyê, Başûrê Kurdistan, Rojhilatê Kurdistan û Îran dîsa li dervey welat êdî pergala demokratîk ya azadî û wekhevî misoger dibe.

Azadiya Rêber APO mûheqeq ku wekî sûnda me ye emê bi ser bixin, Emê bi pergala Îmralî êdî jiyan nekin, yên ku herî zede dikare vê parçe bike û pêşengtiyê mezin bike jinên ciwan û bi gştî ciwanin. Azadî di çiya de ye, azadî di jiyana Gerîla de ye, Azadî, wekhevî, Îradeya azd, serbilindahî di tekoşîn û berxwedanê de ye. Tekoşîn û berxwedan mezin kirin erkê jinên ciwan û ciwana ye.

Ez bang dikim ku ji hemî qadan ji her demê zêdetir ciwan berê xwe bidin nava hêzên parastinê, bizanibin ku di nava pergala kapîtalîzmê de jiyankirin mirine, helandine û bê îradebûyîne, xwe înkar kirin û ji heqîqeta xwe dûrketine. Derketina çiyayên azad tevlîbûna nava hêzên parastinê hebûna xwe parastine, hebûna xwe xwedî derketine, hebûna xwe avakirine. Rêber APO ev yek digot” Xwe biparêze azadiya xwe misoger bike” ji bo nirxên heyî ku hatine afirandin baştir bêna mezinkirin, ji bo azadiya Rêber APO, ji bo azadiya civakê, azadiya jinan pêşengtiya jinan û komelên ciwan û komelên jinên ciwan ji her deme zêdetir pêwîste, anha dem dema ciwana ye. Ji ber em ber bi azadiyê ve diçin divê ciwan mûhra xwe li dîrokê xin, pêwîste her ciwanek îro di çiyayên azad de bibe leşkerên Rêbertî û bibe şopdarê şehîdan, Agîdan, Zîlanan, Axînan û Çiya geran, li ser vî esasî ez dibêjim hûn laiqî jiyana çiya ne, xwe ji vê rewşê derxin, xwe ji nava vê jiyanê derxin û di nava hêzên parastinê de çihê xwe bigrin, ji berk u evder xwe avakirine xwe nûkirine, evder çihê ciwan û jinên ciwan e, ciwan di çiya de diha serkeftî tire. Li ser vî esasî ez dîsa bang dikim ku em bi hevre pergala faşîzm, pegala Îmralî têk bibin bi Rêber APO re azad jiyan bikin.

Related Articles

Leave a Reply

Close