GiştîPortreHevpeyvînŞehîd

PORTRE – Şehîd Baran Mawa – Beşa Duyem

Portreya Şehîd Baran Mawa

 

Baran Mawa. Şopdarê Ali Çiçek û Çiyageran. Teyrê bazê şoreşê. Ronahiya ciwanên Kurdîstanê. Ey hevalê Baran! Fermandarê me yê rojên zahmet, pêşengê me yên meşa azad. Kîjan pêyv te dikare bîne li ser ziman? Çî deng dikare te bide hîskirin? Kî dikare bibe şopdarên te yê haq? Rêheval Baran! Te bê teredût û guman, bi mêjiyekî mîna Avaşînê zelal, bi coşek şoreşgerî mîna sekna Kemal, te rabû li ser şopa tekoşerên nemiran. Rêheval Baran! Gelên Kurdîstanê bi te ser bilind e. Te soza xwe pêk anî. Bi rihê Egîd û Zîlanan te bû pêşengên hemû ciwanan.

Hayalekî ciwanên Kurd di roja me ya îro de pêwiste çawabin? Wê çawa jiyan bike? Pêwiste çî hêvî bike? Ciwanekî dikare çawa azad bibe û çawa bi rumet jiyan bike? Bersîva van pirsan yek jî heval Baran Mawa ye. Heval Baran wekî rênîşandanekî ji destpêka tekoşîna xwe de heya dilopa xwina xwe ya dawî ciwanên Kurd re rêyekî hûnandiye. Di vê reyê de xweydan heye, ked heye, şer heye, tekoşîn heye, tolhildana qirînên zarokên Kurd heye. Azadî û rûmet heye. Ew romanekî bi xwe ye.

Heval Baran romanekî şer e. Romanekî emrêkî têr û tiji ye. Ji bo hemû kes ev roman xwendin dibe. Di van rupelên romana şer de heval Baran naskirin, vê efsaneya bê hempa femkirin, û dayîna jiyan kirin dibe. Di dema ku qirinên ji Zîndana Amedê de bilind dibûn û Bekayê bi destê Rêber APO amadekeriya vegera welat û hamleya 15’ê Tebaxê dihat kirin de Heval Baran bi navê xwe ya malê Alî Encû di Mardînê ya dîrokî û kevnar de ji dayîk dibe.

Bi vê re bihare rengîn hatibû li ser çiyayên Sitewrê. Xwezayê xwe nû kiribû û şinkayiya xwe li her derî belav kir bû. Erd û ezman, bi rengekî qadizî xemilî bû. Daran pelê xwe vekirîbûn. Pûş û sala, giha û nefel hûr bûbûn. Kûlîlkên biharê xwezayê Sitewrê kesk û sor û zer xemilandibûn. Dema ku neyaran ji nû ve hewl didan li ser xwezayê Kurdîstanê hawaya mirinê ferz dikin de ew welat şahidî dayîkbûna lehengekî kiribû. Dibe ku hin wê demê de heval Baran dengê heval Mazlum, Kemal, Xeyrî, Akîf û Alî Çîçeka re hesiyabû.

Heval Baran di malbatekî welatparêz de mezin dibe. Û ji ber vê yekê hin di zarokatiya xwe de partiye nas dike. Bi hezkirina welat, çanda Kurdî û kîna li hemberê dagirkeran ve mezin dibe. Dema diçe dibistanê, mîna her ciwanekî Kurd bi zexta înkarkirina nasname, çand û zimanê xwe re rûb rû ma. Lê ew siyaseta qirkirinê tû car li ser xwe qabûl nekiribû. Ji ber koka xwe ya welatparêz û sekna xwe ya zextên dagirkerî ji dil ve red dikir. Li ser vê esasê di sala 2001’an de dema ku di zanîngeha Kûtahya de beşa mûhendîsiyê dixweyne beşdarî nava xebatê ciwanan dibe.

Di heval Baran de xwesteka tolgirtina komploya navnetewî û tolgirtina esareta Rêber APO di girava Îmraliyê her ku diçû zêdetir mezin dibû. Û ji ber vê yekê jî edî di sala 2002’yan de dewj ji xwendina zanîngehê berdide û wekî mîlîtan tevlî nava refên gerîla dibe. Di wê demê ku konsepta komplo li dare û hewldana tasfiyekirina partî ji dûr ve tê kirin. Heval Baran helwesta xwe ya APOGERÎ, radîkal derdikeve pêş û di rêxistinkirin û tevlîkirina ciwanên Kurdîstanê de bi rolekî sereke radibe. Di gelek bajarên Kurdîstanê bê navber ked û xoydanekî mezin dide. Ciwanên ku rêya xwebûnê winda kiribûn bi destê heval Baran xwe nasdikin. Û ber bi refên gerilayên azadiyê ve diherikin.

Êdî bû 2007’an. Ya ku dilê heval Baran de bûbû hesretekî mezin ewê pêk bihata. Ew berê xwe da dargeha tavê, çiyayê azad, warê Egîd û Berîtana. Di çiya de xwe bi fikrê Rêber APO hîn zêdetir gurçûbeç kir. Da ku hêrsa tolhildana li hemberê dijmin dilê xwe de xwedî kiriye bikaribe li ser dijmin vereşe, her roj xwe nû ve dide avakirin. Di xwe de cîhek ku kesayeta dijmin xwe ava bike nehişt. Ew biçûya li ku derê bi xwe re tovên serkeftinê biçina. Dema ku dest avêt karekî ewê mutleqa serbixista. Di lîteratûra wê de devj jê berdan nabe, ne mûmkûne nebû. Ji bona vê jî hertişt mijarê tekoşînê, israr û îdeayê bû. Îdeaya wî jî ji asimanan billindtir, israra wî ya bê dawî û îradeya wê ya tekoşînê bi pola bû.

Rol û cihê heval Baran dema çû Rojava jî bi avabûna şoreşê de diyarker bû. Rastiya demê di keliyê de hisdikir, li gor vê hemû hêza xwe seferber dikir. Di salên herî zahmet, di keliyên herî zehmet a şoreşê de, Rojava bi sedan ciwan bi berpirsiyartî, bi fedekartiya heval Baran re tên perwerdekirin. Bi pêşengtiya gel şoreşê qezenc dikir, hezên parastinê avadibûn, darbeyekî dirokî hêza dagirkera sedsalî hate xisitn. Ger roja me ya îro de şoreşa Rojava ji bo tevahî gelên bindest, mirovahiyê bûye cihê hevî, keda heval Baran tê de bê niqaşe. Ew bû yek jî mimarê giring ya vê şoreşê. Parazwanekî dilsoz ya keda Rêber APO bû.

Di sala 2015 ‘an de dema dijminê qirker, dagirker dest pê êrîşên xwe ya li ser Rêber APO, gel û gerîla kir heval Baran amede bû bersîva herî xurt bide dijmin. Û vê êrîşê vegorîne hamleyekî dijber a şoreşgerî. Bi ked û azweriyekî mezin ve bingehekî xurt hatibû hazir kirin. Bi sedan heval û milîtanên demê hatibûn amadekirin da ku Bakurê Kurdîstanê hesabên mezin ji dagirkeran bixwazin. Wekî fermandarê Şerê Gel a Şoreşgerî ya efsanewî bi heval Reşît Serdar re dabû diyarkirin, “Ger gel û gerîla yek be di Kurdîstanê de siya dijmin jî nemine.” Ew ji bo hemû ciwanên Kurdîstanê erkê demê û şewazê hesap pirsinê bû. Bê guman pêşengtiya vê fermandarê demê a ku hemû coş û heyecana xwe ve rastiya Rêbertî kelîde jiyan dikir re bihata. Yek fermandarê demê jî heval Baran Mawa bû.

Bi berxwedaniya serdemê re mizginî belav dibû. Keç û xortên ciwan berê xwe dan çeperan. Li kêleka şervanên gerila hers û kinên xwe darbeyên mezin dijmin de dibarandin. Edî hayalên ber bi rojê gav bi gav jiyanî dibûn. Tililiyên dayikan de û kenên zarokan de heviya jiyana azad dilop dilop diheriki bexra berxwedanê.

Ey Kurdîstan! Welatê qadîm. Te hezaran salan mirovan re malawanî kiri ye. Te bû şahidên gelek berxwedanan û egîdan. Ber zaliman te tu caran serî netewand. Te çawa mirovahi dergûşa xwe de mezin kiriye îro carekîdin di şexsê gerilayên azad de pêşaroja azad di hambêza xwe de xwedî diki. Îro cardin zarokên agir û rojê mirateya te zindî kirin û berxwedana xwe ve te şehnaz kirin. Wekî ku fermandarê nemîr şehîd Çiyager digot, “Çi bibe bila bibe, ewê encam bi heybet bibe.” Brûska devê çekên Apogeran de pê diket di kolanên Amêde de. Deng dida di pêşengtiya Hogir û Nucanan de. Serkeşên berxwedanan dîlan dikşand. Û Gever, Şirnex, Sîlopî Nîsebîn dorvegera dîlanên berfireh kirin. Li warê kevnar û berxweder Cîzîra Botan de bendên faşîzmê dihatin ruxandin. Ciwanên APOYÎ di şerê Rêveberiya Xweser de sendromên giran didan jiyan kirin. Di nav ciwanên Kurdîsatanê de şehît Baran bi sekin, ked, fedekarî û hêrsa xwe ya li hemberê dijmin xeta fedaîtî ya APOGERÎ diyar dikir. Ew bû nasname û fermandarê demê ya APOYÎ.

Bawerî û girêdana bi Rêber APO re heval Baran, îfadeya rihê zindîbûna Alî Çîçek bû. Çawa ku 14 Tirmehê 1982’an de li Zîndana Amedê iş pêşengtiya Xeyrî, Kemal, Akîf û Alî Çîçekan ve berxwedana mezin ya rojiya mirinê hatibû destpêkirin û şerê dijwar ya demê dijî faşîzmê hate xistin heval Baran jî di meha Tirmehê 2018’an de, li Faraşîna Botanê şerê li hember dagirkeriya faşîst ya Dewleta Tirk de şehît bû.

Rêya ber bi heqiqetê ve bi tekoşîn, ked, bawerî, hevî û rêya serkeftin tê bidest xistin. Heval Baran di meşa tekoşînê de xwedî ezmûn û jê veneger bû. Wekî Rêbertiya me diyar dike jiyan di hûrgiliyan de veşartiye. Di heval Baran de jî jiyan bi vê awayê girtina dest nedibûya nedibû. Divê hertişt bi awayekî îdeolojîk û felsefîk bihata dest giritn û diwê encam teqes bûya.

Dem hatibû havîna 2018’an Zozanê Faraşînê. Piştê şeqama xwe cardîn roniya xwe dabû jiyanê. Bi nergîz û beybûnê xwe ve. Wekî xwezaya xwe bedew û wekî çemê xwe herikbar bû Zozana Faraşînê. Û fermanadarê me heval Baran Mawa, teyrê bazê Kurdîstanê, şopdarên Alî Çîçek û Çîyageran beşdarê kervanên şehîdên nemiran bû.

Related Articles

Close