GiştîHevpeyvîn

Ciwanên Kurdistan’ê ji berxwedanê re amede bibe, tevli şoreşê bibe û heta şaneyên xwe seferber bibe

Endamên Koordînasyona Komalên Ciwan Ozgur Şerker, rol û misyona ciwanan a ku li hember berxwedana greva birçîbûnê bibîrxist û bangawazî ji ciwanan re kir. Şerker got ku; “Pêwîste ciwanên Kurdistanê amadekariya xwe ya berxwedanê bike, tevli şoreşê bibe, heya şaneyên xwe xwe seferber bike, neraze, nesekine, temaşe neke, xwarin nexe û pêwîste her tim din av berxwedaniyî de bibe. Em bang li ciwanan dikin. Serî Hildin, Tecrîdê bişkînin, faşîzmê biruxînin.’’


Endamên Koordînasyona Komalên Ciwan Ozgur Şerker di derheqa çalakiyên greva birçîbûnê a ku di pêşengiya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven de li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan hate destpêkirin û pêl bi pêl li çar perçeyî Kurdistan’ê û Ewrûpa belav bû nirxand. Şerker di nirxandinên xwe de rol û misyona ciwanan a ku li hember berxwedana greva birçîbûnê bibîrxist û bangawazî ji ciwanan re kir.

Li dijî hemû êrîşan jî heya dawî berxwedan hate hilbijartin û ev berxwedan dewam dike

Endamên Koordînasyona Komalên Ciwan Ozgur Şerker, bal kişand li ser berxwedanên 2018’an a ku nayê jibîrkirin û got; “Faşîzma dewleta Tirk di sala 2018’an de konseptekî tesfîyeyê daye destpêkirin. Ji her aliyê ve li ser gel, zarok, jin û ciwanan ve polîtîkayekî tunekirinê meşand. Ji her aliyê ve xwestin me tesfiye bikin û encam bigrin. Di ser gelê me de bi meşandina dagirkeriyê xwestin teslimiyet (radestî) were pejirandin. Li Îmraliyê tecrîtekî giran ku nehatiye dîtin meşandin. Xwestin Gerilla bi teknîkeke pêşketî tesfiye bikin. Li ser ciwanan her cure rêbazên şerê taybet, radest girtin û sixûrtî ferz kirin. Li cihê ku Kurd lê hene û berxwe dide xwestin vê encamê bigrin. Li dijî vê jî berxwedaniyekê heya dawî hate nişandan. Di vê oxirê de xurt û keçên Kurdistanê derbasî berxwedanê bûn. Di sala 2019’an de jî li ser vê berxwedana mezin berxwedan berdewam dike. ‘’

Pêwîste ciwan lêhûr bibin û xwedî berxwedanên tê jiyîn bibin

Şerker got ku; ‘’Tevgera Azadiyê, Tevgera Ciwanan û gelê me, li ser van esasan di sala 2019’an de jî ji bo dagirkeriyê biruxîne, faşîzmê perçe bike, tecrîda li ser Rêberê Gelan Ocalan bêbandor bike, vala derxe û li tevahî Kurdistanê sala 2019’an bike sala serkeftinê xwe kîlîdê armanca xwe kiriye. Şerker diyar kir ku; “Li Bakur, Rojava, Başur, Rojhılat û derveyî welat neyar dixwaze encam bigre û li dijî van pêkanînan jî berxwedana ku li zindanan tê nişandan re pêwîste Ciwanên Welatparêz û Şoreşger ên Kurdistanê, li ser berpirsiyartiya xwe ya serdemê lêhûr bibe xwedî derkeve.”

‘Êdî em nikarin bi tecrîdê bisekînin, hilmê bigirin, bielimin, bêdeng bimînin û rojekî rihet bijîn’

Şerker, li ser tecrîda giran a li ser Rêberê Gelan jî ‘‘Êdî em nikarin bi tecrîdê bisekînin, hilmê bigirin, bielimin, bêdeng bimînin û rojekî rihet bijîn. Erka me ye ku em bersivê berdelên giran ên ji bo Kurdistan û Rêber Apo tê dayîn re bibin û ev ji bo hemû ciwanên Kurdistanê re derbasdar e. Ji ber vê jî di vê pêvajoyê de Ciwanên ku li Kurdistan û derweyî welat dijîn ji vê berxwedanê re rola xwe ya pêşengî bikin û di cepheyên herî pêş de cihê xwe bigre.” got.

Her ciwanek bikare di vê pêvajoyê çi bike, pêwîste bike

Tevgera Ciwanên Welatparêz û Şoreşgerên Kurdistan pêwîste tekeve nava liv û tevgerê, bi rêxstinbuyîna heyî dikarê serkeftinê bi dest bixe. Faşîzm ne ewqas bi hêz e, di şerê heqîqetê ev yek derket holê. Taybet pêwîste Ciwanên Bakur tekeve nava liv û tevgerê. Cihê ku ew lê ne pêwîste li wir berxwedanê mezin bikin. Ê ku dikare kevir bavêje bila kevir bavêje, ê dikare protesto bike, bila protesto bike, ê ku dikare tûfî rûye dijmin bike, bila tûf bike. Dem dema ji gel re pêşengtî kirine ye, gel daxistina kolanan e û buyîna bersiv ji tecrîda li ser Rêbertî re.

Ciwanên Kurdistanê pêwîste ranezê, nesekine, temaşe neke, xwarîn nexwe û hertim nava berxwedanê de be

Şerker: Ciwanên Kurdistanê pêwîste xwe ji berxwedanê re amade bikin, pêwîste tevlî şoreşê bibin, pêwîste heta hucreyên xwe ên bîçuk jî sefer bikin.

Şerker, di dawî de erk û berpirsyartiya ciwanan anî ziman û bangawaziyekê kir:

“Ji Kurdistanê heta Ewrûpa pêwîste ciwan di cihê xwe de nesekine, bi hezaran, bi milyona pêwîste Ciwanên Kurdistanê her derê ji dijmin re bike dojgeh. Kesên ku dibêje, ‘em dizanîn em çi bikin’ bila werin tevlî refên gerilla bibin. Bila arteşa Kurdistanê mezin bikin. Têkoşîna her mezin hemberî faşîzmê di refên gerillan de bidin. Metirsiya dewleta faşîst ya Tirk ev e; Ciwan ciqasî tekeve hereketê ewqasî faşizm wê hilweşe. Ciwan ciqasî rola xwe bilîze, ciqasî erka xwe pêk bine dagirkeriya li ser Kurdistan wê ewqasî perçe bibe. Em wek tevgera ciwanan, em li her derê Kurdistan bibin pêşengê vê şoreşê. Em bibin kabûsa dagirkeriyê. Em li her deverê berxwedana pêwîst ya Tevgera Azadiyê nîşan bidin. Em li her derê seferber bibin. Li ser van esasan pêwîste Ciwanên Kurdistanê xwe amade bikin, tevlî şoreşê bibin, pêwîste heta hucreyên xwe seferber bibin, pêwîste ranezê, nesekine, temaşe neke, xwarîn nexwe û hertim nava berxwedanê de be. Ez bang li Ciwanan dikim; Serî hildin, tecrîdê bişkînin, faşîzmê perçe bikin.”

Related Articles

Leave a Reply

Check Also

Close
Close