DaxuyanîGiştîŞehîd

Di rêya şehîd Baran Mawa de em ê faşîzmê têk bibin

Ji Çapemenî û Rayagîştî Re!

XWEDÎ KEDA HERÎ MEZIN

Hevrêyê me Baran Mawa salên xwe dane têkoşînê, bi kedeke mezin ji damezirîna rêxistiniya me ya Komalên Ciwan bigirin, di hemû qonaxên wê de cih girtiye, bûye yek ji wan kesan ku bi asteke bilind xwe tevlê kiriye. Ji avabûna tevgera me ya ciwanan bigirin heta bi damezirîna wê, di hemû qonaxên tevlêbûnê de ya li têkoşîna PKK’ê bêguman hevrê Baran xwedî kedeke mezin e. Li çar parçeyên Kurdistanê û Ewropayê li hemû qadan di geşbûna tevgera me ya ciwanan de, 2011’an dema ku Şoreşa Rojava dest pê kirî, di tovên pêşî yê pêvajoya şoreşê de û di rêxistina ciwanan a Rojava Ciwanên Şoreşger de, di geşbûna wê de, di avabûna hêzên YPG’ê de ku pêşengiya şoreşê kirî hevrêyê me Baran ê ku di nav pratîkê de bû, her wiha mîmarê herî mezin ê Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Welatparêz (YDGH) bûye, ku 2013’an hate ragihandin û piştre bi Berxwedana Xwerêveberiyê veguherî ser YPS’ê, ji damezirînê heta niha di gelek qadan de bi berpirsyariyeke şoreşgerî, bi arîşeyên gel re têkildar dibû, derbên giran li dijmin dixist, serî li planên çokşikandinê a dimin netewand û hemû planên komkujiyê pûç kir, li qadên xwerêeberiyê bi qehremanî şer kir û bi dehan şehîd dan.

NÎŞAN DA KU DIVÊ ÇAWA BE

Heval Baran tevahiya jiyana xwe ya têkoşînê her demê bûye pêşengê mezin ê tevgera ciwanan. Bûye yek ji parêzvanê herî mezin ê vê têkoşîna mezin a ku Rêber APO ava kirî û bûye kedkarê wê. Di hemû qadên jiyanê de nîşanî me daye bê ka militan divê çilo bin, bi sedan qedroyên ciwanan perwerde kiriye û tevlî nav têkoşîne kiriye. Bi fikr û çalakiyên xwe her demê bûye bersiv ji hewceyiyên demê re û li hemû qadan bûye xwedî darbeyên li dijmin ketin. Heval Baran ku ji Denîzan ta bi Îboya, ji Heqî Karer ta bi Mezlûman bûye yek ji peyrewê têkoşîna şoreşê, di têkoşîna ciwanan de a 2002’an û piştî wê de bûye yek ji şopdarê vê rêçê. Ji serhildanên Amedê bigirin ta bi Berxwedana Kobanê fermandariya gelek raperînên şoreşgerî û berxwedanê kiriye.

Heval Baran di tevgera ciwanan de rengekî cuda ava kir. Bi hêlên xwe yên leşkerî û îdeolojîk, bi perspektîfa serdestî hemû xebatan, bi helwesta xwe ya zelal, tûj û xurt û lêhûrbûnên xwe her demê bûye xwedî taybetmendiyên fermandariyê û ji bo vê jî hevalekî wiha bû ku her kesî ji xwe bere ew bi pêşengî qebûl dikir. Bi şêwaz û helwesta xwe mînak bû; bi hêlên xwe yên ku herkes vedihewand, xîtabî her kesî dikir, bi tespîtên xwe yên di cih de û mirov qanih dikir, bi hêlên xwe yên ku hêvî û morale dide pêşeng bû. Hêlên wî yên ku taybetmendiyên her hevalî cuda cuda dinirxand, bi hêlên xwe yên ku li ber şoreşê ti astengî nas nedikir, bi hêlên xwe yên pêbawerî, bi hêrsa xwe ya mezin a li bara dijmin, ji bo vê jî hilberandina wî û ya ku afirandî jî bi qasî wî bû. Hemû pratîkên wî teqez encamgir bû.

ŞOREŞGEREKÎ RIKDAR BÛ

Dilsoziya wî ya bi rêxistinê re, ew baweriya wî ya ku mirov heta hetayê pê ewle dibû, ti tiştî bi wî re dudulî çênedikir. Fermandarekî wiha bû ku bi asta herî bilind dilsozê Rêber Apo, Tevgera Azadiyê, Şoreşê bû. Xwînsar bû, her kes tevlî nav xebatan dikir, tim bi hewldana çareserkirin^ebû, bi sebreke zêde nêz dibû û li bara her kesî hurmetdar bû, nirx dida. Hêlên wî yên wijdanî û hîsî, dilsoziya bi hevrêyên xwe re û şehîdan re, hêla ku empatî bi hemû hevalan re dikir, moral û hêz dida her kesî, yek ji ispata herî mezin a şoreşgeriya wî ya bi rikdarî bû. Rewşa herî berbiçav bû ku milîtanekî rastî yê PKK’ê divê çilo be. Xwedî helwesteke berbiçav bû û di nav her kesî de ev helwest xuya dikir. Bi aqil, pêşbînî û tespîtên xwe fermandarekî rastîn bû.

Her wiha hêlên wî yên Kurdistanî pir li pêş bûn. Ev coğrafya û dîroka wê gund bi gund, roja bi roja dizanîbû. Wiha dilsozê Kurdistanê bû.

2017’an rasterast tevlî nav têkoşîna gerîla bû û çû qada Botanê ya ku pir jê hez dikir. Li wir rêça têkoşînê ya ku pêşengiya wê dikir bi asta herî bilind heta hilma xwe dawî bi cih aniye.’’

LI KURDISTANÊ WÊ SIHA FAŞÎZMÊ JÎ NEMÎNE

Em rêxistina Komalên Ciwan, Heval Baran ji bo me her demê wê bibe pêşeng û fermandarê pêşeng. Peywira me hemûyan e ku em dilsozê bîranînê wî bin û têkoşîna wî geş bikin. Ji niha û pê de perspekftîfa ku me ji Heval Baran û di şexsê wî de ji şehîdên şoreşê standî wê bibe rênîşandêra me ya herî mezin a têkoşînê. Soza me ye li Heval Baran û fermana wî ya li me ye. Li Kurdistanê wê siha faşîzmê jî nemîne. Bi vê çarçoweyê pêngava me ya Serî Hilde di şexsê Heval Baran de wê bibe pêngava tolhildanê ya hemû şehîdên şoreşa Kurdistanê. Hemû ciwanên Kurdistanê divê li fermandarê ciwanan hevrê Baran xwedî derkevin. Hemû çalakiyên ku em ê bikin wê hêjayî perspektîfa Heval Baran bin.

Related Articles

Leave a Reply

Check Also

Close
Close