DaxuyanîGiştîŞehîd

Em 3 Şehîdên Efrîn’ê Bi Rêzdarî bi bîr Tînin

Ji Çapemenî û Rayagîştî Re!

Rêheval Brûsk 10 sal in di nav xebatên me yên ciwanan de bû û bi aliyê xwe yê kedkar û pratîkî ji hevalên xwe re bûye mînak. Li Bakurê Kurdistanê û Efrînê bi salan xebitiye û di hemû pratîkên xwe de bûye xwediyê têkoşîneke geş. Bi têkoşîn û tevgerên xwe ji derdora xwe re bûye mînak. Rêheval Brûsk ji destpêka berxwedana Efrînê heta dawiyê têkoşiyaye û bi têkoşîna xwe bûye pêşeng.

Rêheval Hawar bi aliyê xwe yê mutewazî û kedkar di nava têkoşînê de bûye kesekî mînak. Di nava demeke kurt de berpirsyariyên girîng wergirtiye û bi awayekî çalak peywirên xwe bi cih aniye. Rêheval Hawar di berxwedana Efrînê de nehiştiye ku hêzên dagirker axa wan dagir bike û di çeperên pêş ên berxwedanê de cihê xwe girtiye.

Rêheval Garzan jî li Efrînê dema ku li ser peywirê bû, bi şev û roj pêdiviyên gel bi cih dianî û bi berpirsyariyeke mezin nêzî rêhevalên xwe dibû. Rêheval Garzan bi sekna xwe ya mutewazî bûye xwediyê têkoşîneke geş.

Em van her sê rêhevalên xwe bi bîr tînin ên ku di berxwedana serdemê de li dijî dewleta dagirker û faşîst a Tirk li eniyên pêş li ber xwe dan û bi qehremanî şer kirin. Em sozê didin ku em ê xwedî li bîranîna rêhevalên xwe derkevin û alaya berxwedanê bigihînin serfiraziyê.

Em diyar dikin ku dewleta Tirk a dagirker di serî de em ê li dijî hemû hêzên dagirker li ber xwe bidin. Li ser vî esasî em bang li ciwanên Kurdistanê û ciwanên demokrat dikin ku ji bo tolhildana şehîdên me bila tevlî têkoşînê bibin.

Related Articles

Leave a Reply

Close