Daxuyanî

Em bang li ciwanên Kurdistanê dikin ku ji Bakur heta Rojava, ji Başur heta Mexmûr û Şengalê, li Rojhilat li her qadên li derveyê welat ji bo çalakiyên berdewam û bênavber seferber bibin

JI BO TEVAHÎ CIWANÊN ŞOREŞGER Û GELÊ ME YÊ WELATPARÊZ

Êrîşên dagirkeriyê yên ku ji aliyê dewleta Tirk ya faşîst û qirker ve, li ser Herêmên Parastina Medyayê hatiye destpêkirin, rastî têkoşîneke fedayî ya Gerîlayên Azadiya Kurdistanê hatî, û armanca wan ya dagirkirina Kurdistanê careke din di qirka wan de maye. Di 6 salên dawiyê de desthildata AKP-MHP’ê, ji bo ku karibe desthilatdariya xwe dewam bike, hemû derfetên xwe ji bo qirkirina Kurdan seferber kiriye. Ji ber vê jî di nava Tirkiyê de faşîzmeke mutlaq ferz kiriye, di heman demê de bi piştgiriya NATO û hevkarê xayîn PDK’ê re, li ser partiya ku ji bo azadiya Kurdistanê têkoşîn dike, êrîş li ser êrîşan dikin.

Ev destan destana Kurdistana Azad e

Rêjîma faşîst ya KT’yê bi êrîşên xwe yên qirkirin û tesfiyekirinê ve, îdîya dike ku tevahî Kurdistanê dagir bike û tevgera azadiyê ya ku hebûna Kurdan îfade dike tesfiye bike. Ji ber ku KT’yê hebûna xwe li ser qirkirina gelan didomîne, di vê sedsalê de jî hewl dide bi qirkirina Kurdan hebûna xwe bidomîne. Dewleta Tirk ya dagirker dizane ku nikare li pêşiya Gerîlayên Azadiya Kurdistanê berxwe bide û bi serbikeve, ji bo vê serî li rêbazên hov da. Li hember vê Gerîlayên Azadiya Kurdistanê li Bakur, Başûr, Şengal û di hemû perçeyên Kurdistanê de bi qehremanî li berxwe didin, li hember êrîşên qirkirinê berxwedaniyeke bê hempa raber dikin. Dewleta Tirk li hember Gerîlayên Azadiya Kurdistanê, serî li hemû rêbazan da û hemû jî bikaranîn, dîsa jî nikarîbû li hember gerîla bi serbikeve û derbên giran dixwe. Rêjîma faşîst ya KT’yê, ji ber ku negihêşt armanca xwe berê xwe da Zap’ê. li beramberî van êrîşan egîdên Kurdistanê bi têkoşînekê ku Zap ji qirkeran re kirin dojeh, bûn tolhildêra êş û zilma ku hezar salan li ser Kurdan hatiye ferz kirin. Di 50’yemîn salvegera têkoşîna me de, li Zapê wê mifteya azadiyê diyarî gel were kirin. Li Zapê tenê şer û berxwedan çênabe, destana ku me bi serkeftinê re tacîdar bike, û zilma hezarê salan bi erdê re bike yek, tê nivîsandin. Ev destan destana Kurdistana Azad e.

Di her qadê de ketina nava têkoşînê jî erka hemû ciwanên Kurdistanê ye

Êrîşên dagirkeriyê yên li ser Zap parçeyek ji qirkirina Kurdan e. Ji ber vê yekê jî şerê ku li Zapê diqewime, li ser hemû Kurdane, ev şer jî şerê man û nemanê ye. Ev şer li kuderê dibe bila bibe, şerê her Kurdekî ye. Ev şer bi qasî ku tevahî gelê Kurd, Kurdistanê û gerîlayan ve eleqdar dike, ewqas jî mirovahiya bi rûmet eleqdar dike. Ji bo vê li hember zilm û zordariyê ve şerkirin mecbûriyetek e. Bê guman ev şer tenê şerê gerîla nîne, şerê hebûn û tunebûna gelekî ye, yanê ev şer şerê gel e. Ev şer wê bi rihê Şerê Gelê Şoreşgerî faşîzmê bi binbixîne, Kurdistan û Rojhilata Navîn jî ji tundiyê rizgar bike. Ji bo vê tenê bi piştgiriya gerîla şerkirin na, cihê ku hûn lê ne li wê derê bikevin nava berxwedanê, li wê derê mêtîngeran bi binbixînin. Bi taybet jî ev erk herî zêde dikeve ser milê ciwanên welatparêz yên Kurdistanê. Ciwanên herî bi cesaret û fedakar yên Kurdistanê niha li Zap’ê dewleta dagirker û qirker xistiye nava xefletê de. Çawa ku gerîlayên ciwan bi vê rengî bersiv didin êrîşên dagirkerî û faşîzmê, di vê pêvajoya dîrokî de jî bersiva herî xort ya ji faşîzmê re jî tevlîbûna ciwanên welatparêz ya nava refên gerîla ye. Dîsa weke ku ciwanan di nava refên gerîla de cihê xwe girtin, di her qadê de ketina nava têkoşînê jî erka hemû ciwanên Kurdistanê ye. Weke Tevgera Ciwanên Şoreşger yên Kurdistanê em dibêjin, bi rihekî seferber, bi hemleya ‘DEM DEMA AZADIYÊ YE” û bi şîara ‘WERIN CENGA AZADIYÊ’, li beramberî îxanet û dagirkeriyê ve ketina nava çalakiyê ye.

Li dijî dagirkerî û îxanetê ve bi rihekî seferber bikevin nava çalakiyan

Divê neyê ji bîrkirin ku hemû gelê Kurd di hedefa van êrîşan de ye, ji ber vê jî her cihekî ku ciwan, gelê Kurd û dostên wê ve hebin, li wê derê dema bilind kirina têkoşînê ye. Bi rihê Şerê Gelê Şoreşgerî her cihê ku faşîzma KT’yê heye, ew xistina hedefa xwe de û derb lêdan, erkekî şoregerî û welatparêziyê ye. Bi vê zanebûnê pêwîste di her qadê de bi şîara ‘ LI DIJÎ DAGIRKERÎ Û ÎXANETÊ, WERIN CENGA AZADIYÊ’, li dijî dagirkerî û îxanetê ve bi rihekî seferber bikevin nava çalakiyan. Li ser vê bingehê jî divê 50’yemîn salvegera têkoşîna me bibe, sala azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, bibe sala bi binxistina rêjîma faşîst ya KT’yê, bibe sala dawî lê anîna koka îxanet û hevkariya bi mêtîngeriyê re.

Li ser van esasan weke Tevgera Ciwanên Kurdistanê ‘Komalên Ciwan’, ji bo jiyanek bi rûmet, bi şeref were jiyankirin û ji derveyî serkeftinê tiştekî dîtir qebûl nekin, em bang li hemû ciwanên welatparêz û şoreşger yên Kurdistanê dikin. Ji Bakur heya Rojava, ji Başûr heya Mexmûr-Şengal, dîsa ji Rojhilat heya derveyî welat, di salvegera pêngava 1’ê Hizêranê de, bi rihekî serhildêr li her cihê ku hûn lêne, bikevin nava çalakiyên seferberiyê.

Xayîn, faşîstan û mêtîngeran hesab bipirsin, serkeftinê misoger bikin

Bangawaziya me ji bo ciwanên Kurdistanê, roj roja rabûna serhildanê ye, roj roja li dijî dagirkerî û îxanetê ve qiyamet rakirinê ye, em dibêjin roj roja tolhildanê ye. Pêwîste ciwanên Kurdistanê bizanibin ku tiştê em bi serbixînin, wê bi hêza me ya cewherî û şerê me ya cewherî be. Divê ciwanên Kurdistanê beramberî dijmin weke çekekê bin, ji hevkar û xayînan re xewê heram bikin. Çawa ku li çiya bi gurzê gerîla dijmin derbên giran dixe, li bajaran jî wê bi gurzê ciwanan derb bixe. Di Kurdistanê de tenê riya me berxwedan û şerkirin e. Em di nava mêtîngeriyeke wisa de ne ku bêhn standina me jî bi berxwedanî çêdibe. Ji ber vê jî em dibêjin bi rihê tolhildana şoreşgerî, li beramberî faşîzm, dagirkerî û îxanetê ve, li her derê, di her kêliyê de bi her rêbazê em faşîzmê bi binbixînin û xwedî li rûmeta xwe derbikevin. Ev erk pêkanîn erka her ciwanekî Kurdistanê ye. Em bangawaziya hemû ciwanên Kurdistanê dikin, bi baldarî û berpirsyartî erkên xwe yên pêşengtiyê pêkbînin. Di her kolanê de ala berxwedanê bilind bikin. Ji dagirker, xayîn, faşîstan û mêtîngeran hesab bipirsin, serkeftinê misoger bikin.

Related Articles

Close