DaxuyanîÇand û Huner

Kom Ciwan Albûma Xwe Ya Nû “Çiyayên Ronî” Parvekir

Koma strana ya ciwanan Kom Ciwan, albûma xwe ya nû ya bi navê “Çiyayên Ronî” li ser kanala xwe ya YouTube’ê weşand û pêşkêşî guhdaran kir. Albûm ji heft stranên cuda pêk tê û çand, dîrok, berxwedan û nirxên civakî yên gelê Kurd bi riya muzîkê vedibêje.

Kom Ciwan, ku armanc dike muzîk û nirxên çandî yên Kurdî bigihîne nifşên nû, bi vê albûmê careke din berdewamî dide xebatên xwe yên di warê hunerê de. Stranên di albûmê de cih digirin, ji bîra dîrokî, dewlemendiya çandî û jiyana civakî ya gelê Kurd îlham digirin.

Kom Ciwan muzîkê ne tenê wekî qadeke hunerî, lê di heman demê de wekî amûreke girîng a parastin û zindîkirina nasnameya çandî, domandina bîra civakî û veguhestina nirxan ji nifşekî bo nifşê din dibîne. Bi albûma “Çiyayên Ronî” re jî kom dixwaze vê nêrîna xwe bigihîne guhdaran.

Kom Ciwan, ku dixwaze derfetê bide afirandina hunerî û hilberîna kolektîf a ciwanan, bi vê xebatê hewl dide beşdarî pêşketina muzîka Kurdî bibe û hilberînên nifşên nû di warê çand, huner û muzîkê de xurtir bike.

Albûma “Çiyayên Ronî” ya ku ji heft stranên cuda pêk tê, li ser kanala YouTube’ê ya Kom Ciwan hun dikarin guhdarkirin.

Related Articles

Close