DaxuyanîGiştî

Komalên Jinên Ciwan: Rêber Apo li Efrînê hêzê dide me

“Rêber Apo li Efrînê çavkaniya cesaret û moralê ye. Li Efrînê serketin wê azadiya Rêber Apo ya fizîkî bi xwe re bîne.”

Dewleta faşîst a mêtinger bawer dike ku bi esareta Rêber Apo wê tevgera azadiyê tine bike, gelê Kurd û têkoşîna wê tine bike û di dîrokê de şopên wan nehêle. Bi vî awayî xwe di xapîne. Lê mijara bingehîn a pê nizane ya jî fêm nekiriye ruhê têkoşînê yê Rêberê me bi me re çêkiriye. Dewleta Tirk a faşîst wê bi berxwedana gel bibîne ku nikare îradeya gelekî esîr bigre. Mînaka vê ya herî berbiçav jî niha Efrîn e.

Dibe ku Rêber Apo di warê fizikî de girtî be, lê îro li Efrînê li her eniya berxwedanê ye, li her mewziyê li ber serê şervanên leheng e. Ew ji bo her şervanekê/î çavkaniya moral û cesaretê ye. Dewleta Tirk a faşîst wê têk biçe û ev ê têkçûna wê ya dîrokî be.

‘HESABÊ KOMPLOYA XAYÎN WÊ BÊ PIRSÎN’

Roja 15’ê Sibatê ya weke gemarekê di dîroka mirovahiyê de wê bê bîranîn, em lanetê lê tînin. Em weke rêxistina jinên ciwan diyar dikin ku em ê bi ruhê seferberiyê li hemû qadan di berxwedana Efrînê de cih bigrin û ev ê ji komployê re bibe bersiva me. Her wiha li hember çeteyên dewleta Tirk jî bersiva herî mezin em ê di mewziyên berxwedana Efrînê de bidin. Ji xwe heta niha bi dehan jinên ciwan derbasî mewziyên berxwedanê bûn û wê hê zêdetir jî biçin û wê hesabê komploya xayîn a li hember Reberê me bê pirsîn.

‘JI 7 HETA 70 SALÎ BER BI MEWZIYÊN BERXWEDANÊ…’

Em bang li hemû jinên ciwan dikin. Ji bo ku em li dora Rêber Apo bibin xelekek ji agir, divê em bi ruhê seferberiyê tevbigerin û her kes berê xwe bide Efrînê. Mîna li Kobanê ji 7 salî heta 70 salî bi pêşengtiya jinên ciwan divê herkes ber bi mewziyên berxwedanê ve biçin. Divê dilsoziya xwe ya bi Rêber Apo re û ruhê berxwedêr ê Rêber Apo afirand nîşanî dewleta Tirk a faşîst, nîşanî dost û dijmin bidin. Serketina li Efrînê wê azadiya fizîkî ya Rêber Apo bi xwe re bîne. Berxwedan wê bi ser bikeve, komplogerên navdewletî yên mêtinger faşîst, serçete Erdogan û çeteyên wî wê têk biçin.

Related Articles

Leave a Reply

Close