DaxuyanîGiştî

Sozdar Avesta: Ciwan ne bê çare ne, fikrê demokratik ê netewa demokratik, ê jiayana azad, ê jiyana wekhev îro di deste ciwanan de ye

Ciwanên Têkoşer;

Ez we hemuyan ji çiyayên azad bi dil û can silav dikim. Hez jê kirin û hurmetên xwe pêşkeş dikim. 44. Salvegera damezirandina partiya me di serî de li we ciwanan, li gelê me û tevahî gelên herêmê û li mirovahiyê pîroz dikim.

Di şexsê şehîdê me yê destpêkê rêheval Hakî Karer, heval Sara de hemû şehîdên têkoşîna azadiyê bi rêzdarî, bi hürmet bibîr tînim, li ber bîranîna şehîdan bejna xwe ditewînim.

Ciwanên Apoyî;

Wek tê zanîn em di pêvajoyekî gelek girîng û dîrokî de têkoşin. Li ser gelê me, bi giştî Kurdistanê û derveyê welat êrîşên pir dijwar yên metîngeriyê, yên dagir kirinê, yên qirkirinê berdewam dikin. Bi taybet di vê sala 20121 an de li ser gerîllayên azadiya Kurdistanê êrîşên gelekî hovane û dijwar berdewam kirin. Di pêşengtiya keç û xortên ciwan de qehremanên HPG û YJA SATAR di serî de li Zedûra, li Avaşîn, li Werxelê û li Zapê berxwedanekî bê hempa raber kirin û pergala dijmin hejandin û ew xistin nava qeyraneke mezin. Ev pêngav meha Sibatê li Garê bi pêşengtiya ciwanên şoreşger û fermandarê gerilla Şoreş Beytulşebap de destpêkir û heya niha berdewam dike. Dîsa di pêşengtiya ciwanan de pêngavên ku destpê bûn ‘’ Werin Cenga Azadiyê’’ ‘’ Dem Dema Azadiyêye’’ ji qirkirinê re na û hilweşandina pergala îmraliyê, pêngav bi hemî hela xwe ve berdewam kir.

Ciwanên Bi Rûmet;

Keçên Ciwan, Jinên Ciwan; Têkoşîna ku hûn îro dimeşînin li tevahî Kurdistanê wekî me got stratejîke û dîrokî ye. Em wekî tevger tevgera ciwanan e. Rêber Apo got ‘’Me bi ciwanî destpê kir, em bi ciwanî biser dixînin.’’ 44 salên damerizandina PKK’ê û kar û xebatên Rêber Apo yên şoreşgerî 50 sale ew nirxên mezin yên Sosyalîzmê, yên Demokrasiyê, yên Azadiyê yên wekheviyê ku hatine afirandin dixwazin hemî têk bibin. Têk birina wan jî ew baş dizanin di têk birina ciwanan de ye. Qirkirina liser Gelê Kurd qirkirina li ser ciwana ye. Destpêkê ciwanan din ava pergalê de diguvêşin û ciwanan bê ruh dikin. bê hêvî dikin, bê baewrî dkin; ji nirxên wî yên netewî, ji nirxên wî yên azadiyê û nirxên wî yên hekheviyê dizwazin dûr bixînin.

Ciwan Ronahiya civakê ye. Ciwan pêşengê civakê ye. Ciwan avakerê civakê ye. Ciwan parêzvanê civakê ye. Ji bo ku bikaribe welatê xwe biparêze, ji bo ku bikaribe parastina xwe ya cewherî pêş bixe beriya her tiştekî divê dijminê xwe baş nas bike. Hemî êrîşên ku îro li ser ciwanan têne kirin, em baş dizanin ku di zanebûna dijminde kêmasî tên jiyan kirin. Bi taybetî jî şerê taybet yê ku ji hela îstîxbarat û mîtê ve tê meşandin; li Bakûrê Kurdistanê taybet bi wan muxbîrên xwe, bi wan çeteyên xwe, bi wan kontrayên xwe ku dixine dewreyê; dest dirêjiyê li Keçên Ciwan, Jinên Ciwan dikin. Heta niha bi dehan jin bi vî awayî xistine. Tacîz û tecawîza ku di bin çavan de dikin, îradeya ciwanan dixwazin bişkînin.

Hûn Ciwanên Bi Rûmet!

Hûn baş dizanin îro Bi hemî awayî li ser me ev êrîşên mezin ku tene pêş xistin, ew bi taybetî jî ji bo ku ciwan zeîf bikeve, ciwanan dixînin. Em ji bîr nekin, Rêber Apo tiştên ku daye diyar kirin, bi taybet PKK wek rêxistinekî ciwan da diyar kirin. Ava kirina PKK’ê bi komeke ciwanan destpê kir û heta îro jî berdewam e. Rêbertî got ‘’ Me bi ciwantî Destpê kir.’’ Ew şiyara we ye. Emê bi ciwanî jî bi ser bixînin.

24 sale Rêber Apo dibin tecrîteke giran kirî de ye. Gelê me di bin qirkirinê de ye. Faşîzm bi hemî awayî êrîşên xwe dijwar dik. Li ser gerilla gaza kimyewî bikar tîne. Parastina şoreşê, ew nirxên mezin ê mirovahiyê ku hatiye pêş xistin, îro li benda parastina ciwanan e. Li benda ava kirina ciwanan e. Divê ciwan li şoreşê xwedî derkevin. Pêşengtiya Şerê Gelê Şoreşgerî bikin û bikaribin îro d hemî aliyande rola xwe ya pêşengtiyê bilîzin.

Ciwan ne bê çare ne. Fikrê demokratik, ê netewa demokratik, ê jiayan azad, ê jiyana wekhev îro di deste ciwanan de ye. Binêrin ciwanên tev li tevgerê dibin, din ava çend salan de dibin însanên zana, didbin fermande, dibin pêşeng, dibin însanê xwedî felsefeya pêşeroja herî azad. Çima. Jiber ku yê

Ciwanên Hêja û Bi Rûmet;

Jinên Ciwan, Îro em diznin bi taybet wek Jinen Ciwan lîstokên mezin li ser we tên listin. Divê tevahî ciwan li hember van lîstikan bisekinin. Şerê taybet bi hemî awayî bi polîsên xwe, dîsa endamên kontra ku rêxistin dikin ji bo ku keçan têxin xefikan û wan bixînin. Îro em dibinin vîdeoyên wan dikşînin û di medyaya sanal de diweşînin. Jİ bo ku wana bike ajan û bi xwe ve dide girêdan. Yên ku nekin j idi bin nevê întîharê de wan dikuje û davêje. Mînekeke wî Gulistan Doku ye. Yên ku nayêne şantejên wan, yên ku vîna qebûl nakin ji holê radikin. Di bin navê xwe kuştin û windabûnê de vê carê jî êrîşên xwe derdixe asta herî bilind. Ji bo vî li hember van heûyan sekinandin elbettekî ciwan ew altarnetaifa xwe ya heyî ya jiyana azad ji xwe re esas girtin û beşdar bûna nava têkoşînê ye. Ji bo wî ev pêngava ku hatiye destpêkirin, pêngavekî gelekî gîrîng e. Hemî ciwanên ku derfetên xwe hene; bi hemî awayî ew dilen xwe, mêjiyên xwe hîn zêdetir divê bikaribe têxe nava tevgerê û hewildanên xwe pêşbixîne û xwe bigîhîne çiyayên azad û dinav refên gerilayên HPG û YJA STAR de cihê xwe bigire. Yê ku nikare xwe bigîhîne vî jî divê ew cihê ku lê ye bi hemî awayî ji bo şerê gelê şoreşgerî, parastina gelê xwe, parastina cewherî divê xwe amade bike. Gelê xwe zana bike, civaka xwe rêxistin bike. Ciwan rêxistin bike, ciwan bi îrade bike, ciwan bi hêz bike, ciwan bi zane bike, ciwan di felsefa û îdeolojiya Rêber Apo de rêxistin bike û bi pergal bike. Pergal bûna ciwan, rêxistinbûna ciwan pêşengtiya tevahî civakê ye.

Îro li Bakûrê Kurdistanê ji bo ku ciwan beşdarî şoreşê nebin, destpêkê faşlîzma akp mehp ê bê exlaqiya herî mezin ya ku wezîrê wanê kare hundur Soysuz dide meşandin, îro liser ciwanan tê zanîn. Ji bo vî bi hemû awayî xefikan datîne û dixwaze ciwanan din ava van xefikande bê ruh bike û wan tine bike.

Li pêşiya Jinên Ciwan, ew eşqa sexte ku datîne dixwaze wan bike aşiqê qatilê wan. Em dizanin ku eşq bi sextekarî nayê çêkirin. Welatekî ku mêtîngeh be, di bin dagirkeriyê de be, her roj êrîş li ser hebin, Serokê wî di bin tecrîtê de be û welatê wî di bin nig û potînên faşîzmê de be di wî welatê de eşq tineye, di wê dere de azadî tineye, di wêderê de wekhevî tine ye. Ew kapîtalîst modernîte din ava pergalê de tiştên sexte dixwaze peşkeş bike. Ji bona vî Rêber Apo bere vî hîn bi dehan salan gotibû’’ Çukek jî heya ku ewlwhiya wî tinebe hêlîn çênake.’’ Ji bo vî jî got ‘’ Heqîqet eşqe eşq jiyana azade.’’ Ji bo ku em di welatê xwe de eşqa jiyana azad bikaribin jiyan bikin divê em têkoşînên mezin bikin. Binêrin şoreşa Bakûr û Rojhilatê Suriyê hatiye çêkirin. Şoreşa ciwanan. Şoreşa Jinan. Şoreşa mirovahiyê di bin xeteriyên mezin de ye. Divê hemî ciwanên Bakûr û Rojhilatê Suriyê , yê hemî Kurdistanê, gel û ciwanên Ereb kul i Suriyê jiyan dikin, divê li nirxên şoreşa azadiyê xwedî derkevin, têkoşîna wî bilind bikin û parastina wî pêş bixin.

Dîsa li Şengal û Li Mexmûr gelê me di bin êrîşên mezin de ye. Ciwanên Mexmûrê yên ku di penaberiyê de bi nirxên azadiyê hatin mezin kirin, hatin xwedî kirin, îro zanebûn, pêşengtî ji şoreşlê re dikin. Îro liser wan lîstokên pir mezin hene. Li ser Şengalê dîsa dixwazin hemî ciwanên Şengalê ji têkoşîna wî ya azadiyê dûr bixînin û nehêlin ji gelê xwe re pêşengtîyê bike. Jiber vî hemû lîstik li ser wan tên lîstin.

Dîsa li Başûrê Kurdistanê lîstikên ku tene kirin hûn dibinin. Başûrê Kurdistanê îro ji ciwanan vala dikin. Bi hezaran ciwanên Başûrê Kurdistanê îro ji bo ku bicine derveyê welat dinava sînorên dewletên ewrupayî de hatine sekinandin û dixwazin an di wêderê de bifetisînin.

Dîsa li Rojhilatê Kurdistanê, îro em dibinin ciwanên Kurdistanê li Rojhilat û tevahî ciwanên ku li Îranê jiyan dikin bê hêvî mane. Bê bawerî ketine. Ew nizanin wê çawa ji vê kaosê derkevin. Bêkarin. Bi vê şekle wan bi hemî awayî fêrî kolbertiyê û koletiyê dikin. Her roj liser van sînoran ew ciwan têne qetil kirin. Bi hemî awayî van mînakan çima didin. Ji ber ku ciwanên me di bin êrîşên dagirkeriyê, di bin êrîşên faşlîzmê de ne. Ji bo pêşî li vana sekinandinê ciwan divê rêxistinbûna xwe hîn mezintir bikin, pêngava ku destpê kirine mezintir bikin, tevlêbûnên ciwanan hîn zêdetir çêbikin.

Jinên Ciwan;

Em baş dizanin ku di nava ciwanan de hûn xwedî rol û mîsyomeke pêşeng in. Azfdiya jinê paradigmaya jinê a ku li ser nirxê demokratik yê netewî di xeta azadiya jinê de tene afirandin, tene ava kirin îro di pêşengtiya jinên de wê pêş bikeve. Hûn dîs aji bo dempkratîk kirina tevahî ciwanan, ji bo ku ciwan hîn zêdetir bikaribin xwe zana bikin, xwe pêş bixînin, ji desthilatdariyê xwe dûr bix3inin; sekna we, tevlêbûna we, zana bûna we, rêxistin buna we herî zede gîrînge, stratejîke û hûn vî rolê jî dilîzin. Em bi ciwanên xwe bawerin. Ciwanên Apoyî, Ciwanên Şoreşger yên Egîd em îro dizanin çiqas astekî mezin derxistine li holê.

Şoreşa me berhemê ciwana ye. Bi Mazlûman, bi Egîdan deste kir. BiMahîran, bi Bazan û hetani ku îro di wekî lehengên ku gerîllatiyê de berxwedanê didkin ev hemî dîsa ciwanin. Hun wekî ciwanên şoreşger em baş dizanin ku xwedî seknekî û zanebûnekî dîrokî ne. Hûnê di vê dema pêşiya me de jî bi hemî awayî di dem dema azadiyê de di dema azad kirina Rêber Apo de, dema parastina nirxên xwe de, di dema ku em îro ber bi serkeftina mezin ve em meşa 44 salan a fermî ya PKK ê û meşa Rêber Apo ya pêncî salî ya têkoşîn û azadiyê de rol û misyona ku dikeve liser milên we hunê bi Egîdane, bi Zîlanane di terzê fedayîtiyê de hûnê pêk bînin. Asta ku îro ciwanên Kurdistanê gihîştiyê em bi hemî awayî silav dikin û em pir pê ser bilindin.

Têkoşîna me têkoşîna ciwana ye. Şoreşa me Şoreşa ciwana ye. Em îro bi ruhê ciwanan pêşengtiyê ji vê hemî têkoşînê re dikin. Ji bo vî pêvajoya ku em îro têde jiyan dikin, êrîşên mezin kul i ser gelê tene kirin, li ser siyaseta demokratik tên meşandin. Binêrin jinên siyasetmedar, yên ku ji bo azadiya xwe têdikoşin her yeke dizvêjin zinadana û sih salan li wan her yeke ceza dibirin. Bi dehan nexweş di zindadan de ne, din ava berxwedanê de ne. Rêber Apo 24 sale di bin tecrîteke giran kirî de ye. Gelê me di bin êrîşa faşîzmê de ye. Şehîdlikên me hemî têne xerab kirin. Li ser nirxên pîroz ku îro hatine bidest xistin êrîş tên kirin.

Ji bo vî ciwanên Apoyî li hemî derê; li derveyê welat, dîsa li tevahî Kurdistanê, li tirkiyê û li her cihekî ku jiyan dikin divê ciwan bi erken xwe yên dîrokî rabin û pêngava Werin Cenga Azdiyê ku destpê kirine bi coşeke mezin pêşbixînin. Pêşiya êrîşan sekinandin erke ciwana ye. Kok bi dijmin dayîna rakirin erke ciwana ye. Divê ciwan hîn zêdetir xwedî li rol û misyona xwe ya vê deme derkevin. Pêngava Werin Cenga Azadiyê li ser van nirxên pîroz tên pêşxistin. Li ser vî esasî ez ciwanan, jinên ciwan û tevahî ciwanên derveyê welat, ciwanên enternasyonal, yên li ewrûpa û li tevahî parzemînên heyî têkoşîna ku tê maşandin, pêngava dem dema azadiyê ye, pêngava Werin Cenga Azadiyê de ciwanên enternasyonel ku jê re pêşentiyê didkin em wî îradeya wan, wî têkoşîna wan, sekin û xwedî derketina wan silav dikin. Bi vî awayî em tevahî kar û xebatên ku îro hûn dimeşînin em pîroz dibinin, gîrîng û dîrokî dibînin.

Em bawerin hûnê di vê deme de jî rolê xwe yê herî gîrîng bilîzin û hûnê beşdarbûnên xwe çê bikin û di hemû qadan de ava kirina netewa demokratik de li hemberî modernîteya kapîtalîst jiyanekî alternatif, jiyanekî azad, jiyanekî wekhev û demokratik re hûnê pêşengtiyê bikin. Hûnê karibin vê pêngavê bi rengekî hîn serkeftî hûnê bikaribin pêk bînin. Li ser vê esasê ez di vê hemleya we ya ku we destpê kiriye de bi bawerim tevahî cihên ku hûn lê ne bi hemî derfetên xwe hûnê xwe beşdar bikin û hûnê rola xwe bilîzin û serkeftin li ser serkeftinan ava bikin.

Bi vê bîr û baweriyê ez careke din ji çiyayên azad we ciwanan ji dil û can silav dikim, hurmeta xwe, hez kirinên xwe peşkeş dikim. Ez dibêjim Werin Cenga Azadiyê.

Bijî Serok Apo

Bijî têkoşîna Ciwanên Azadiya Kurdistanê

Related Articles

Check Also

Close
Close