GiştîŞehîd

Fermandarê Mezin Ş. Baran Mawa şehîdên Cizîrê vedibêje – Ş. Nûda, Ş. Sozdar

Baran Mawa

Hevaleke din a ku li Cizîrê bû heval Nûda bû. Helav Nûda di sala 2014 an de Di Akademiya Ş. Elî Çîçek de bû. Di dewreyê de hevaleke herî bi temenê xwe ciwan ew bû. Hetta ez dikarin bêjim ya herî ciwan bû. Hevaleke Ji hîlwanê bû. Malbata wî ne welatparêze. Hetta berovajî malbateke hevkar bû û di temenekî ciwande tevlêbibû. Ruxmî ku temenê xwe ne zêde bû û ne ji malbeteke welatparêzbû jî hevake ku pir bawerî dida, xwe xurt tevlêdidikir, hevaleke ku di asta herî jor de dixwest xebat bike bû.Hevaleke xwedî biryar, bi cesaret û bi moralbû. Piştî perwerdeyeke dem kurt yekser derbasê qadaêbû. Di qadêde li Amedê xebatên liseyê da meşandin. Piştre vesaziya wî li Cizîrê çêbû. Demekî dirêj li Cizîrê xebat da meşandin û di xebatên ku dida meşande jî encamgirtî bû. Jiber ku hevaleke girêdanbûna xurtbû û xwedî tevlêbûneke ji dil û durustbû. Lêhûrbûnên wî xurtbûn.
Heval birîndar bûbû. Hevala her behs dikirin, heya roja dawiyê jî birîndar bûye. Li ser sedyeyê di banyoya jêrzemînê de dima. Bombeya wê ya destan her li cem wê bûye, hiç ji xwe qut nekiriye û nedaye tu kesî. Li hember rewşeke ku biqede ji bo ku bikarbîne her li gel xwe hiştiye. Piştî ku dijmin dikeve jêrzemînê şehîd dikeve. Êdî bombeya xwe di xwe de teqandiye em nizanin lêbelê Di wê jêrzemînê de şehîd dikeve. Jixwe malbatawê cenazeyê wê qebûl nekirirbû, redkiribû. Ango malbateke wisa hevkar bû. Yek ji wan malbatên Hilwanê yên hevkar bû.

Hevaleke din a Li cizîrê mabû heval Sozdar bû. Dema ku dewreya wan hîn dewam dikir ev pêvajo destpêkiribû jixwe. Dewreya wan di meha îlonê de qediya. Heval Sozdar ji Slopiyê bû. Dayîka wê jî di berxwedaniya Silopîyê de şehîd ket. We navê wê bihistiye. Dayîka Taybet Înan. Cenazeyê wê hefteyekê li erdê mabû. Ez wisa bêjim heval Sozdar karê ku dikir û erkê ku digirt bi serkeftî pêkdianî. Karekî ku çend kesan nikarî bike Heval Sozdar bi tena xwe ew kar dikir. Jixwe heval Sozdar bi sekna xwe wî baweriyê dida. Ango dema ku mirov li sekna wê mêze dikir, mirov wî baweriyê hîs dikir ku ew dikare her karê biserxîne. Dibe ku ne hevaleke wisa pir diaxivî an jî teoriya dipêşde bû, lêbelê hevaleke pir xwedî ked û pratîk bû. Bi wî sekna xwe ya kedkar pratîkî ve wê baweriyê ava dikir û kar wisa biser dixist. Heval Sozdar berê jî di Cizîrê de xebat dabû meşandin. Cizîrê baş nasdikir. Heya roja dawiyê jî bi heval Axîn re gel hevdu diminin. Ango heya roja 58 an jî heval Sozdar birîndar nebûye. Piştre dema ku êdî agahî nehatin girtin me hîn nizanibû kî şehîd ketiye kî jiyan dike, Me got heval Axîn û heval Sozdar her li gel hev bûn. me got eger bi hevre derketibin îhtîmala wan ya xwe xelas kirinê pir xurte. Jiber ku heval Sozdar Cizîrê pir baş nasdikir. Kolan kolan nas dikir,têkiliyên wê xurtbûn, herkes nasdikir. Jiber wî me digot dibe ku xelas bibin. Kêngî, çawa şehîd ket em nizanin. Lêbelê em dizanin ku heya roja 58 an jî şehîd neketibû. Piştî wî me agahî jê negirt. Cenazeyê wê heya niha derneketiye.

Related Articles

Check Also

Close
Close