DaxuyanîGiştîŞehîd

KJC ve KC: ‘Rakirina çeka heval Nûrhak û li dijî faşîzmê bi rihê Serî Hilde berxwedan ji bo me ferz e’

Em di serî de sersaxiyê didine malbata hêja ya hevrêya xwe, her wiha didine xwîşka wê ya ku hevrêya wê ya têkoşînê ye û hevalên wê yên têkoşînê û gelê xwe.

‘XWEDÎ KEDEKE MEZIN BÛ’

Hevrê Nûrhak ku salên zanîngehê têkoşîna PKK’ê ji nêz ve nas dike û xwedî malbateke welatparêz e 2008’an tevlî nav têkoşînê dibe. Piştî ku tevlî nav partiye dibe heta dawiya sala 2015’an di nav xebatên ciwanan de cih digirin û di geşbûna xebatên ciwanan de û tevgera jinên ciwan de dibe xwedî kedeke girîng. Hevrê Nûrhak piştre derbasî nav xebatên YJA-Starê dibe, ji bo ku biçe çiyayên Kurdistanê yên ku tim bêrî lê dikir, ji bo ku biçe Dersimê bihara 2017’an bi rê dikeve û li wan mekanan ku tim bêrî lê dikir şehîd dibe.

‘COŞIYA WÊ QET KÊM NEBÛ’

Hevrê Nûrhak ji roja pêşî ve ku tevlê dibe bi dilgermî, jidilbûna xwe û bi kene xwe ji hemû hevalên xwe re dibe moral. Hevrêya me Nûrhak li Bakurê Kurdistanê demeke dirêj xebatan bi rê ve dibe, di berxwedaniya xwerêveberiyê de, di avaniya YDGH-YDGK’yê de ku berxwedaniyeke efsanewî nişan dane, di xebatên rêxistiniya wan de cih digire û danezana damezirîna Jinên Ciwan ên Welatparêz û Şoreşger (YDGK) ew bi xwe dinivisî ne. Heval Nûrhak pir dilsozê gelê xwe û tevgerê bûye û hezkiriya çiyan bûye, heval Nûrhak bi hêlên xwe yên fedekra û kedkar her deme bûye mînak. Li qadên xebatê li gel zor û zehmetiyan jî, li gel salên zindanê jî ji coşî û kelecanî û dilsoziya wê tiştek kêm nebûye, berevajî tim bi moralîkî mezin bûye û hez daye me.

Em rêxistinên Komalên Ciwan û Komalên Jinên Ciwan li ber heval Nûrhak ku di têkoşîna me de xwedî kedeke mezin e, bejna xwe ditewînin û son dixwin ku alaya têkoşînê ya ku wê ji me re hiştî bilindtir bikin.

‘EM ÇEKA HEVAL NÛRHAK RAKIN’

Her wiha li welatparêzan, li jinên ciwan ên şoreşger ferz e ku çeka heval Nûrhak bi rihê Serî Hilde li dijî faşîzmê rakin û li ber xwe bidin , ku heval Nûrhak li Bakurê Kurdistanê û li gelek qadên têkoşînê xwedî kedeke mezin e. Ji bo ve jî hesabpirsîna ji AKP ya mêtinger û çeteyên wê, tolhildan pîvana dilsoziya bi şehîdan re ye. Bi vê çarçoweyê em sonda tolhildanê ya ku ji bo heval Nûrhak didin dubare dikin û dibêjin gotina me wê bibe pratika me.

Related Articles

Leave a Reply

Close