DaxuyanîGiştî

Em şehîdê Efrînê ‘Navdar Serhat’ bi bîr tînin

Navdar Serhat sala 2014’an ji Elmanyayê tevlî nava refên têkoşînê bû û di dema berxwedana Efrînê de şehîd bû. Bêguman di nava partiya şehîdan de geşkirina berxwedan û têkoşînê ji bo me sedema herî mezin a jiyanê ye ku em karibin pê hêjayî şehîdan bibin.

Di dîroka me ya têkoşîna 40 salî de ku her kêliya xwe têkoşîn û berxwedan e, gelek leheng afirîn. Her şehîdên me yên leheng rêya me ronî kirin, daxwaza me ya têkoşînê zêde kirin û ji bo jiyaneke azad a li Kurdistana azad fedakariyên mezin kirin. Hevalê Navdar Serhat jî bi ruhê fedayî tevlî berxwedana serdemê ya li Efrînê bû, bi rola pêşengiyê ya Tevgera Ciwanan rabû, li refên herî pêş bi lehengî şer kir û tevlî nava karwanê şehîdan bû.

Bêguman di nava partiya şehîdan de geşkirina berxwedan û têkoşînê ji bo me sedema herî mezin a jiyanê ye ku em karibin pê hêjayî şehîdan bibin.

Bilindkirina ala wan, berdêla xwe çi dibe bila bibe hilanîna tola wan, xeta sor a partiya şehîdan PKK’ê ye. Hevrê Navdar (Davut Özgular) jî di vê rêyê de heta dawiyê li ber xwe da û hewl da xwedî li mîrateya şehîdan derkeve. Hevrê Navdar ku bi eslê xwe ji Serhedê ye, sala 2014’an ji Elmanyayê tevlî nava refên têkoşînê bû. Ji bajarê Qers ê Serhedê bû. Ji ber zext, mêtingerî û asîmîlasyona dewleta qirker û faşîst, neçar ma di emrekî biçûk de tevî malbata xwe koçî Ewropayê bike. Bi çanda welatparêziyê ya malbat û derdorê mezin bû, li ber jiyana dejenerekirî ya Ewropayê rabû û tevlî karê tevgera ciwanan bû. Piştî ku wextekê li tevgera ciwanan kar kir, zû fêhm kir ku cihê bingehîn ê têkoşînê Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê ye û sala 2014’an berê xwe da çiyayên azad.

Li ku derê, kengî wezîfeyeke çawa hebû, hevrê Navdar bi biryardarî û moraleke mezin tevlî dibû. Di nava hevalên xwe de bi fedakarî, ked û coşa xwe dihate naskirin. Xeyala herî mezin a hevrê Navdar biserxistina têkoşîna azadiyê bû, ku mîna Rêber Apo dibêje ‘yê şer dike azad dibe, azad dibe bedew dibe, bedew dibe tê hezkirin’. Hevrê Navdar li ser vê bingehê bi coş û moraleke mezin tevlî pêngava Berxwedana Serdemê ya Efrînê bû û di roja 62’an de ji bo parastina welat û gelê xwe li eniyên herî pêş ên Cindirêsê heta dawiyê li ber xwe da. Di vê oxirê de tevlî karwanê şehîdan bû û bû yek ji sembolên xeta serketinê ya têkoşîna me ya azadiyê. Hevrê Navdar bi pratîka xwe nîşan da ku gotina xwe bi cih tîne û bi rastî jî dilsoziya xwe ya bi azadiyê re li qada şer ispat kir. Li ser vê bingehê, em sersaxiyê ji malbata hevrê Navdar, gelê yê welatparêz dixwazin û soz didin ku em ê xwîna şehîdê xwe li erdê nehêlin û bi parçekirina mêtingeriya TC a faşîst em ê bersivê bidin.

Em baş pê zanin ku bi hezaran ciwanên Kurd wê bidin ser şopa hevrê Navdar. Berê vê rêyê jî li çiyayên Kurdistana azad e. Li ser vê bingehê em bang li ciwanên leheng ên Kurdistanê dikin ku bala berxwedanê ya şehîdan bilind bikin û ji bo axa pîroz a Kurdistanê bi tolhildana şoreşgerî ji dijminê faşîst re bikin goristan tevlî nava refên têkoşînê bibin.

Related Articles

Leave a Reply

Close