GiştîNirxandinên Rêbertî

Min îxanetê li xeyalên xwe yên zarokatiyê nekir!

Rêber APO
Ez şerekî balkêş ê hesta me. Jixwe şoreş bi hestan destpê dike. Di min de jî aliyê hest pir bihêz destpê kir. Biqandî kîn û hedan bi xwestek, bi qandî dijbertiya kirêtiyan, bi bingehgirtina bedewiyan bi pêşveçûyîneke li gor xwe destpê kir. Destpêkê zanebûn, siyaset nebû, hest hebûn.
Min xwest ez feraseta herî paşverû û kirêt a gundê me jî fêm bikim. Hîna tê bîra min zarokên gund, xwe ji zarokên paşayan jî nirxdartir didîtin. Ligel wê belkî jî di kirêtiyê de tu kes weke wan tunebû. Lê digotin, “hele binêrin çiqas bedew e, çiqas jêneger e”. Bêçareserî ne. Tevî ku gelekî ne xweşik in malbat vê yekê wisa dinirxînin.
Ev îdeolojiyek e.
Îdeolojiyek e. Di bingeh de ewqas bênirx û pêmen hatiye hiştin ku, hebûna mijara gotinê ew e: belkî xwedî çend bost erd an jî yek-du bizin, kerek, yek –du kuçik û yek- du zarokan e. Wan dixe cihê welat jî, cihê xwedê jî, di sîstema nirxan de çi hebe dixe cihê wan hemûyan. Çavên wan weke din tu tiştekî nabîne. Têkîliya me ya malbatê wisa ye.
Xebatên zewiyan girîng bû. Min di zewiyan de xebat kir. Pale ji bo me barekî giran bû. Min digot pale pêwîst e û min paleyî dikir. Lê divê bi vê yekê re temenek neyê qedandin, ez wisa difikiriyam. Piştre ez çûm Çukurovayê jî, yan du yan jî sê caran çûm. Min pembû berhev kir. Min li wê derê jî jiyan di nava xwîn û xwêdanê de dît. Li wê derê ked çi ye, jiyana biked çawa dibe, dihate fêmkirin. Min baş kar kir, lê min digot ez bi vî karî nikarim temenekî biqedînim.
Ez bi xwişk û birayên xwe re pêv diçûm. Lê dîsan jî xwişk û bira bûn. Her tiştên wan de kirêtî jî hebe dîsa xwişk û bira bûn. Xwişkeke min hebû, ez bawer im min xebatek li ser wê dida sepandin. Belkî jî zehmetî dikşand. Ma min serdestî armanc dikir? Ez bawer im di xebatê de min çalaktî jê dixwest. Wê jî digot; “encax hêza te digihêje min”. Hêz pê anîn. Di nava malbatê de min ev yek diceriband, lê li ser bingeheke rast. Bi birayê min re jî wisa bû. Zilam pir bêçalak bû, di malbatê de xeteriya mîratxwariyê hebû. Her wiha ez bawer im piştre hindekî weke mîratxwarekî ma. Hîna ji wê demê de mafdariya bi ser de çûyîna min eşkere derkete holê. Zilam nedikarî rast û dirûst li kerê jî siwar be. Me du biran wisa bi lingên wî digirt li kerê siwar dikir û wisa dibir navçeyê. Birayekî wisa bû ku bi hêsanî nexwaş diket û xwe radestî destan dikir. Bêguman min ev yek qebûl nedikir û şerê ku ez dê piştre bînim ser ziman jî ji ber vê yekê kir.
Min lîstok jî dilîstin, lê zêde ne. Lîstika bi lingekî, lîstika evîndariyê û hindek jî kortvanî. Min dixwest ez bi keçan re jî bilîzim. Keçeke ku min dixwest ez pê re bilîzim, lê zû zewicî bû gotineke min a weke; “ka were em bi te re lîstika xwe bidomînin” hebûye. Bîranîneke wê jinê yê wisa hebûye. Li gel min bîranîneke wisa nîn e, lê wê gotiye dibe ku hebe.
Heke hêrsa min a bêyî encamiya lîstika bi keçên gund re nebaya, min nedikarî ez keçan wisa bikşînim ev lêyîstika azadiyê û tekoşînê. Divê kesayet li hember xwe xwedî îstîkrar be. Gotineke min hebû, xiyanetê li xeyalên zarokatiyê nekirin. Bi bingeh nakokiya mezinan çi ye? Nakokiya destpêka bi hêviyên xwe yên zaroktiyê re ne. Min nedixwast ez li vê jî xiyanetê bikim. Azadî wisa dest pê dike. Hêviyên zaroktiyê hêviyên pîroz in, hêviyên aştiyane ne. Pê ve girêdan, têkîliyeke rast e.
Pejirandina zilamê kurd ê ji rêze û kevneşop gelekî xeter e. Min ji keçan ev pirs pirsî: “hûn zilamê wisa çawa dipejirînin?” Heke min bi zincîran jî girê bidin ez têkiliyeke wisa qebûl nakim. Hat bîra min. Li gund jinek dabûn. Min ew rewşa xwe ya zaroktiyê ve bihîstibû. Gotin ji bo ku jin ji malê nereve ew bi dîrekê malê ve girêdane. Û dîsan digotin: jinê werîsê xwe qetandiye û reviyaye. Ji ber çi reviya ye, wisa bala min kişand. Lê rexmî vê yekê, îro hemû jî weke ketiyan pê ve tên girêdan. Baş e, ma ez ê vê malbatê çawa weke malbat qebûl bikim?
Dema mirov dest bi dibistanê dike, bi mirov nav-paşnav didin hînkirin. Dema ez destpêkê rabûm textêreş tê bîra min. Mamoste ez rakirim got; “binivisîne”, “navê te-paşnavê te”. Ji bo min ev yek ji ezmûneya herî girîng bû, hîna di bîra min de ye. Min êdî tîp di mejiyê xwe de nexş kiribûn. Bêguman navê min û paşnavê min hindekî dirêjbûn. Lê min rêz kir. Dema min qedand ez bawer im min gelek puanên erênî jî girtibûn. Ez bi jiyaneke zor a serkeftina ezmûneyeke mezin çûm di cihê xwe de rûniştim. Rojên destpêka dibistana seretayî bûn. Gelekî zor bûn: zehmetiyên ziman hebûn, zehmetiyên jiberkirinê hebûn. Jixwe min di malbatê de tu aramî nedîtiye. Gund bi zehmetiyan ve dagirtiye. Zehmetiyên dibistanê jî li ser zêde dibin. Hîna di wan salan de weke ku mirov ji ber baranê bireve û rastî teyrokan were. Yanî rewş wisa bû.
Rastî, bi qandî ku te aram neke bêeman e.
Ez bawer nakim ku tu zarok li hember van rastiyan evqas xafil bimîne.
Ji ber ku mercên we hêsan bûn. Malbateke li ser zarokan serdest dikare pêvajoyên dibistanê jî baş amade bike. Bi kêmanî bihevseng û bêyî ku bixe nava tengezariyê. Bêguman ji bo zarokan ewleyî ne. Tu ewlehiya min nebû. Ez bawerim qenciya wê jî çêdibe. Di ew temenê zaroktiyê de ez bi xwe dibûm ewleyiya xwe. Heke ez pişta xwe bidim xal û bavan, bi ihtimaleke mezin ez dê di xeteke cewaz de pêşbiketibama. Vaye wisa nepêkhatina wê, mirov dikare bibêje ku gava yekem a bûyîna min a xwedî xetekê ye.
Mamosteyê yekem… ez bawerim mamoste hindekî hişyar in. Navê wî tê bîra min, ji Çorûmê bû, Mehmet Meydankaş. Min hindek mast an jî hêk jê re biribû. Tenê ji ber vê jî ne, dibe min ji roja yekê ve bala wî kişandibe ku, ez vexwendim mala xwe. Xwerina min bi wî re xwarî hîna di bîra min de ye, ji bo sifreyeke baş bû. Tiştekî şanaz bû. Ez şanaz bûm. Ez bûm xwendevanê herî berbiçav ê mamosteyê xwe. Û min ew rêz her parast. Ji sala destpêkê hetanî roja ku min xwe naskiriye, hetanî niha li hember rastiya mamostetiyê ez her rêzdar bûm. Misoger ez bêrêz nebûm, sivik nebûm û her dem min dixwast ez bibim xwendevanê wî yê herî baş. Vê yekê hîna di wan salan de destpêkiriye. Xwendevanî, meletî û pale her wisa çêbû.
Kesayeta min çima bi hêsanî têk naçe? Ez him di pergalên lêyîstika zarokan de û şeran de, him jî piştî wê dema min dest bi dibistanê kir, ez têk nediçûm. Hetanî zanîngehê jî ez her dem berbiçavê mamosteyên xwe bûm. Nêzîkatiya min pratîka perwerde û xwendevaniyê re awarte bû. Gelek ji wan mamosteyan îro dijîn. Pesin û nêzîkatiyên wan ên ji min re; hemû xwendevan di nava hesûdiyê de û di bin bandora min de hiştin. Rêbertiyeke min a xwezayî hebû. Di perwerdeyê de, di fêrbûna ABC yê de, pir rişt, rêzdar û baldar bûm.
Di dibistana seretayî de meleyekî baş bûm. Min xwe dabû olê û min gelekî jî nimêj dikir. Bêguman ez demekê ponijiya bûm. Min di xala meletiya gund de cih girt û ez dikarim bibêjim ku di asteke pêş de bû.
Dibe ku şensê min hindekî jî ji ber taybetmendiyên malbatê bûn. Bavekî ku xwe zêde saz nekiriye, pîvanên xwe pêk nayne, dîsa dayikeke ku xwe weke têyî xwastin serdest nekiriye, dîsa di hawirdora bira û xwişkên ku xwe pêşnexistine de, ez derfeta gav avêtinê bi dest dixim. Di nava malbatê de şerê rêbertiyê min wisa bêeman bi rê ve bir. Di hundirê wê de bi hezaran bûyer û şer hene. Niha ev şerê ku ez bi Komara Tirkiyê re didim meşandin hîna wê demê pir bi dijwarî min da meşandin. Wê demê gelek gotin û çarîneyên ku dayika min ji min re gotibûn hene. Şêwaza xebata min didît. Hîna tê bîra min, digot “evdal ma tu kes weke te dixebite”. Cewaziya min dizanibû. Komeke piçûk a me xwendevanan hebû. Li derûdora deh kesan bû. Min dixwast ez wan bibim dibistanê. Ez dikarim bibêjim ku min gelekî baş perwerde kirin. Min bi hemûyan nimêj dida kirin. Em diçûn dibistanê curn hebûn. Dema baran dibariya hindek av tê de kom dibûn, min bi hemûyan destav dida girtin. Hema li dûv min rêz dibûn û nimêj dikirin. Di vê wateyê de min gelekî meletî kir. Di dibistana seretayî de û bi xwe bixwe min kir. Qonaxeke girîng a rêxistikirinê bû. Bi xwe bixwe re meletî kirin girîng e ma ne wisa? Yanî li gor gundê xwe weke zarokekî oldar û baş di temeneke zû de bibe mele. Peywireke wisa ye ku her zarok bi hêsanî nikare hilde ser milên xwe.
Min dixwast ez dibistanê li ber dilê koma xwe ya xwendevan xweş bikim. Min ABC bi wan dida hînkirin. Ev hewla ku min bêyî bihayê tiştekî dikir, diya min weke evdaliyê dinirxand. Diya min bi ser min de dihat; “bêyî ku tu berdêlekê bistînî çima tu deh-panzdeh zarokên gundiyan perwerde dikî.” Kî rast bû, tu kesî weke min nedikir. Taybetmendiyeke min a ku wê demê xwe derxistiye pêş ve jî, hewla perwerdekirina mirovan e. Di aliyê din de zarokekî ku li gor xwe nagihê, diyare ku ez berbi ciwanmêriyê ve diçim.
Wê demê bi vî tiştî hesiyan: ev zarok wê nebe zarokekî normal ê malbatê. Hîna wê demê dayika min ji min re digot tu nikarî malbatekê saz bikî. Wiha rexne dikir, “tu kes keça xwe nade te, karek nadin te”. Diviya ku ew jî rast bûya. Ji ber ku diyardeyên ji min, çavkaniyên min, eşkere derdixist holê ku ez dê bi tendûrist nebim weke zarokekî ku ew dixwazin.
Tê bîra min wê demê wisa li derûdora min zarok hebûn. Piştre ew hemû çûn radestî pergalê bûn. Kesên ku ji bo xwendinê ez bi wan re bûm alîkar, yên ku min bixwe fêrî xwendinê kirin, çavên wan her dem li pergalê bû. Dixwastin bibin mamoste yan jî wisa çavên xwe berdabûn pergala malbatê û pergala dewletê.
Di saziya ol de, di saziya dibistanê de, piştî wê di saziyên îdeolojîk û polîtîk de serê min her bi bela û ez her di rewşa lêgerîna tiştên ku min dıxwast de bûm. Bi bingeh ez pê ve girêdayî bûm, lê nedîtina min a xwasteka xwe, ez birim pirs û encama çawaniya pêkanîna tiştê herî baş. Tu kes weke min ne bi mamosteyên xwe ve ne jî bi hevalên xwe ve girêdayî ye. Hemû mamosteyên min, min nas dikin. Min dizanîbûye ku ez hezkirinên hemûyan bi dest bixim. Ev gotin nînin, peyitîn hene. Û ji her beşê mamoste hebûn. Hevalên min jî wisa bûn. Yên ku ji beriya 20-30 salî ez nasdikirim niha hemû dostên min in. Tirk jî wisa ne. Hemû hevalên min (belkî niha hindek ji wan di qonaxên dewletê de bûn.) min weke dost bi bîr tînin. Tiştê ku ez dixwazim bibêjim, ji bo girêdana hevaltiyê di min de hewldaneke mezin hebû. Lê rexmî vê min got divê hemû werin têperandin. Têperandina mamosteyê xwe bûyereke zehmet bû.
Ji hevalên xwe re bûyîna rêber jî zehmet e. Bicerbînin çiqas zehmet e hûn jî dê bibînin. Rexmî her tiştî bêyî ku tu wan bişkînî, bêyî ku tu wan nerihet biêşînî… ji ber ku têperandina wan belkî jî wan biêşîne. Têperandina kesekî gelekî zor e. Lê heke pir erênî were têperandin dilxweş dibe. Du dibî mamosteyê mamosteyê xwe, ev yek wî/ê dilxweş dike. Tu dibî rêberê hevalê xwe ev yek jî wî/ê dilxweş dike.
Dîsan yekemîn hevalê min ê zaroktiyê gundê Hesen Bîndal hebû, gundê Cîbînê. Gundekî tirkan bû û malbatên wan hîna jî me bi xêr bi bîr tînin. Ji bo rojekê min vexwînin malên xwe gelekî eleqe nîşan didan. Wisa nêzîkatiyeke min ê rêzdar hebû. Niha em tevgereke mezin ê êrîşê ne, şehitîneke mezin rêxistin dikin, lê misoger wisa rewşeke bêqisur a rêzgirtinê jî hebû.
Hîna jî ez di cihê nivî de radiwestim. Nayê payîn ku ez bi hêsanî werim têperandin û vala werim derxistin. Em hîna mijûl dibin. Yanî ez dîn jî bibim ez pêşiya vî karî û pêşiya we bernadim. Yê ku ji heft saliya xwe ve xwe bi vî karî ve girêdaye dikare bi hêsanî dev jê berde? Tê bîra min mamosteyê min ji bo ez bi yekî re werim kortê ez rakiribûm ji piyan. Ez bawer im Hesen Bîndal bû. Min pir şerm dikir min digot, “ez nikarim bi vî hevalî re werim kortê”. Ew hindekî din bi hêz bû. Ez di hunera kortvaniyê de lewaz bûm. lê ev hest hîna di bîra min de ye: ma ez rabim an ranebim? Di vê mijarê de bi rojan, bi mehan min dudilî jiyan kir. Dema ez rabûm jî me nekarî em ji hev bibin. Ji bo min rewşa herî zêde min bi ser xistî, di ev rewşa wekheviyê de mayîn bû. Ji bo min rabûna kortê rexmî ku gelekî zehmet bû, bi zehmetî rewşa wekhevmayînê afirandin gelekî girîng e. Êdî min dilê xwe li ser wê bingehê amade kir. Wekhev mayîn. Heke ez dê nikarim jê bibim jî, nepejirandina têkçûyîneke bingehîn.
Di her qada jiyanê de ez wisa me, di fêrbûyînê de jî ez wisa me. Dema min dixwast ez ji refê derbas bibim, fêmkirin çiqas lewaz dibe bila bibe, heke gengaz be xala herî baş wergirtin, lê pir kêm ketina bin pêncan şêwaza min bû. Pir kêm sê yan jî çar hebûn. Bi qandî pêçiyên destekî hebûn an jî tunebûn. Û di tevahî jiyana min de wisa bû: Di revê de, di meşê de, di mijûlbûna her tiştî de. Li lîseyê, di dibistana navîn de, wisa gelek nêzîkatiyên balkêş, gelek pêvçûn û hemû jî bi hilkehilk bûn.
Heke ez nebim nabe, ez têk biçim qet nabe. Ev herdu hest.
Bêyî ku ez xwe ji karekî re amade bikim, ez nakevim nav. Der barê hêz gihiştandinê de taybetmendiyê pîvanê ye. Di bingeh de ez ne kortvanekî xort im, lê bi rabûnê re hema ketin zêde li gor min nîn e. Di hemû lîstokan de ez wisa me. Yên ku min dikarîn ez bi dest bixim, jixwe min bidest dixistin, ên din jî wekhevî bû. Ez bawerim min pir kêm di lîstikan de wenda kir. Ev taybetmendiyeke derûnî û takekesî bû.
Şêwaza min pir balkêş bû. Dema min nimêja xwe ya destpêkê kir meleyê gund (ez bawer im 1984’an de mir) digot, “Heke tu bi vê lezê bidomînî tuyê bifirî. Tu yê bibî ewliya û bifirî”. Nimêja min a destpêkê bi meleyê gund vê nirxandinê dide kirin. Esas ez zêde ji duayan fêm nakim, lê bi kemanî ez dişopînim. Şêwaza min a şopandinê, der barê min de mele dibe vê darezînê. Weke vê gelek ezmûneyên min ên jiyanê hene. Ketina ji hemûyan re cidiye, bi wate ye û wisa birina encamê heye.

Related Articles

Close