Giştî

Komplo Çi Ye Di Dîrokê De Çawa Pêş Dikeve

Bi giştî komplo bi awayekî li ser nixumî û bi xayintî tişta li himberî xwe tune kirin, qedandin, perçe kirin û talan kirin e. Evana bi gelemperî hemû jî li pişt de lêdan e. Tu komplo eşkere naye kirin. Bi destê hinka kirin, bi taybet jî ê zeyîf û kels bikaranîn cewherê komplo bi xwe ye. Bi gotinekî din komplo ji bo kesên ji xwe re qurban helbijartine ji bona wan kemîn vekirine. Ji xwe ev kar di nava xwe de kurnaztî, hîle, şîdet, kuştin, zorbatî, desteserde girtin, dorpêçkirin û hemû tiştê neyînî li xwe kom kiriye. Bê guman avaya nîşaneya mirov ji zeka hestiyarî durketine. Ji zekaya hestiyarî ve qut zekaya analîtîk wisa werimandine ku wî kirine weka hutekî û her tiştî daye ber xwe û di bin piyê xwe de dipelçikîne.

Di dîrokê de hîna ne pergal be jî, lê belê ew kemîna despêkê ku ji bo sewala hatiye çêkirin, bûye bingehê komplo. Ji bo nêçîra xwe ew ke­mî­na hate a­v­ê­tin îro bû­ye kemînekî li him­­ber he­­­mû mirova­tiyê. He­mû mirovan bi vî awayî yek bi yek, reng bi reng nêçîr dike. Te­nê ne mi­ro­van ba­we­­riyan jî, nir­­xên mirovatî jî û giştî pêşeroja mirovahî, xeyalan, daxwazan, hesretan û hemû tiştên xwezayî nêçîr dike. Ew kesên ku xwe kiribûn xweda bi hemû hukme xwe ferman raber kiribûn. Siya wan tirs, xof û bêhêvîtî belav dikir.

Rêbertî awayekî bi plan û bi pergal pêşketina komplo yekem car li hemberî xwedavend Îştar çêbûyîna wî pênase dike. Desthilatdariya zilam plansaziya kemîna xwe re kurbanê yekem jin helbijartiye. Bi vî awayî hîle û xapînokan 104 ME yê Înana dizîn, weke despêka komplo tê nasîn. Bê guman jin ne tenê ji komploya ku li hemberî wê pêş dikeve bi bandor dibe. Ji ber ku jin di hemû komployan de darbe dixwe. Tu dixwazî komploya aborî be, tu dixwazî sîyasî be an jî leşkerî û çandî be ferk nake. Di hemûyan de jî herî zêde jin tê pelçikandin û jin tê hedef girtin. Ji bona wî navê komplo çibese bila bibe di vê mijarê de ê ku herî dar­beya xe­dar di­xwe jin bi xwe ye. Ji de­ma komp­loya li ser xwe­­da­vend İştar çê bûye şun­de komp­­lo bi fêlê xwe­­yî a xerap her li ser merîyetê bû. Bi rêka jinê ve giştî civak xistina vê kemînê plan dike û rastî jî, di vî plana xwe de ser dikeve. Îro hemû mirovahî di vê kemînê de gotin di cîhê xwe de be ji ber kul û derdan nale nala wî/wê ye. Ji xwe dîroka Kurdîstanê seranser bi komployan tije ye. Raperînên gel bi komp­lo radikin ser piyan û dîsa bi komployên naye aklê tu kesan jî, van raperînan dide fetisandin. Kurd jî ev kemînên hatiye hunandin bi awayekî bê xeber û bi wêrek gav davêje. Bi vî rengî xwe di na­va kemînan de wenda dike. Ji ber ku mijara me a sereke ne eve em na­xwazin van tiştana zê­de pênase bi­kin.

Vê carî ka em lê bi­­nêrin gelo ke­sên komplo­­ger kî ne û ça­wa ne? Kî di­xwaze der­veyî hêza xwe hakîm bi­ve ew ji komplokirinê re vekiriye. Û dîsa ewê ku hêza xwe awayekî xerap bi kar tîne jî li ser fêlê komplogerîyê de ye. Avaya jî bê ku piçek heskirin di dilê wî de hebe bi çavtarî, bi kîn u bi xayîntî pêk tîne. Li gel me kesên wisa re dibêjin zikreş. Hingî nebaş difikirin ji qehra nava wan reş bûye. Ji xwe kesên zikreş rûreş ji komplo kirinê her dayîm heya dawîyê vekîrî ne. Piça rehm di nava wan de nîne. Pir veşartî şûrê xwe dikişînin û dest davêjin qirika yekî. Ev jî bêrûtiya herî mezin e. Ji ber rûyê xwe vedişêrin bê rû ne. Ma kesên rûreş dikarin rûyê xwe eşkere bikin? Bê guman an xwe dirû (lê êdî dirû jî nemaye bi hezar rû) dikin an jî rûyê xwe vedişêrin.

Komploger her çiqas karekî qirêj mezin û kirêt bikin jî lê belê ew tucar bi cireet nînin. Her dem bi veşartî karê xwe li pişt însanan dikin. Şûrê wan di dest wan de û dilopa xwînê li ser serê şûrê diniqute. Ew di tarîtiyê de ne. Ji ber ku taritî para wan e. Wek tu têkeve nava wan çilçile xwe li bin guhê mirovan dixin. Ma ne ew destên qirêj bû ket qirika Şems wî ji eş­qa fêrbûyînê dur xis­te. Îbra­hîm xist nava a­gi­rê do­­jehê û xwestin wî di çavan de bi­he­lînin. Lê, agir bû gol û dar bû ma­­sî. Ev çî­rok ji Ha­bîl u Ka­bîl’an despê kir. Û çû heya Neron, bajaran şewitand. Bû Hîtler Yahudîyan giştî da ber agirê dojehê. Û her wuha dîroka komplogeran pir dudirêj e.

Li beramberî vaya tevgerên afrîner li dij­berî komployan her dem pêş ketine. Tevgerên azadiyê ruxmê hemû zordariyan heya îro ji tu daxwaz û xeyalên xwe paş de gav nedane. Lê em bala xwe bidinê îro komplo hîn bêhtir zirav bûye. Weka berê ji aliyên hemû kesan ve naye dîtin. Di qirika wan de benê dalikandinê hebe jî dibêjin ev ben benekî ji pembû ye. Heya nemre, ne li ber sikrata be nabîne. Lê weka tevgera APOYÎ em pir kêfxweşin ku komplo çi bese bila bibe evaya di saya Rêber APO ve herdem tê dîtin û ev dîtin dibe malê hemû hevalan. Lê belê tenê dîtin nebese. Di kêleka dîtinê de ji bo em hemû komployan vala derxînin hemû karên dikeve pêşîya me em dikin. Pêwîst bike ji bo vala derketina komplo em canê xwe jî feda dikin. Komploya 6’ê Gulanê ji aliyê hevala Zîlan ve hate vala derxistin. Komploya 15’ê Sibatê bi navê çalekiyên “hun nikarin roja me tarî bikin” ve hate bersivandin. Ji dayîka heftê salî Hatîce Falay û heya keçika 11 salî Zehra Rojhilat hemû li pêşiya komplo bûn mertalek û ji bo roj tîna xwe bide her derî berê rojê vekirî hiştin. Ji bo komplo ser bikeve hemû cîhan xwe kir yek, lê belê felsefa APOYÎ a ku hêza mirov û yekîtiya gelekî pêk aniye li bin nexist. Li hemberî bîrkirinê bû agirê Viyan. Di nava pêlên agir de bilind bû dengê “em jibîr nakin.” Dîsa îro komploya bi navê DAÎŞ’ê hate bikaranîn ji aliyê hezaran Arîn’nan ve hate pûç kirin. Her wiha komplo her berdewame. Lê tişta em jê moral bigirin îro alîgirên komploger hemû xwe bikin yek jî nikarin ser bikevin. Raste em jî pê dêşin, bedelê me jî giran dibin. Lê weka ew armanc dikin na, dijberî wî encam derdikeve holê. Li gorî vî şûna pişta me bişkê pişta wan dişkê.

Bê guman komploya 15’ê sibatê em pir pê bandor bûn. Em tucar di navbera jiyan û mirinê de ewqas nesekinîbûn. Jiyan û mirin tucar ewqas nêzî hev nebû. Me tucar tirsa xiyanetê ewqas ji kur ve hîs nekir. Û em tucar neketibûn nav tariyek ewqas reş û bi lanet. Haqîqat tucar ewqas nehatibû perde kirin. Te digo qey em hemûyan hefsî dema qirnê tarî kirine. Em pir pê êşiyan. Evaya hîn jî wisa ye. Lê bandoriya me di asta hestiyarî de weka berê be jî, lê niha em komployê dikin bingeha ders derxistinê. Ji vî demî şunde hêdî hêdî Rêbertî komplo bi me da fam kirin û rêya vala derxistinê nîşanî me da. Û bi vî rengî em elimîn xwe bi êşên xwe xulik bikin. Ji ber ku em her çi qasî negîhiştibin rojê jî, lê belê em di derdorî roja biriqandî ve mezin bibûn. Û me tîna rojê vexwar û bûn şitla azadiyê. Û weka gulberoja me berê xwe da vî tavî…

Bi berdewamiya komplo li hember xeta PKK û PAJK hinek komploger ji nava me jî derketin. Îxanet weka siyekî mirov ji xwe qut nake. Lê ê ku rojê bide ber xwe, sîh her dem li dawiya wî dimîne. Lê ê ku pişta xwe dide rojê ew dem sî li pêşiya mirov weka hutekî disekine û pêşîya wî herdem reş dike. Xiyanet tiştekî ne xweşe. Mirov dixwaze herdem tifî li ser çavên wî bike. Berxwedanî xweşe mirov dixwaze eniya wê kesî maçî bike. Berwedanî xelek xelek li hevdû kom dibe. Û weka zîncîrekî devê xêrnexwazan kufle dike. Ji ber ku xeta berxwedanî îro bûye xetekî esasî komplo îro vala derketiye. Evaya hîna dema 2009’an de Rêbertî weka mizgîniyek gote “komplo vala derketiye.”

Îroj vîna Kurdînî a kû her roj di serîhildanan de ye komplo hatiye fetisandin. Ew jina kû di azadiya xwe de israr dike komplo puç kiriye. Ji ber kû proja azadiyê a kû nîvçe mabû berdewam dibe. Û dîsa di kolanên Kobanê û Şengalê de, di şerê gelê şoreşgerî de komplo vala derdikeve. Ji bo wî îroj tenê komploger ne li dû me ye, em li dû wan dikevin û ew kesana ji quncikên wan derdixînin û hesabên dîrokî ji komplogeran dixwazin.

Related Articles

Leave a Reply

Close