GiştîHevpeyvînŞehîdBîranînên Şehîdan

BÎRNANÎNA ŞEHÎDÊN CIWAN: ŞEHÎD DIJWAR TOLHILDAN

Heval Dijwar Tolhildan di 2’ê Adarê di sala 2022’an de li Garê di pêvajoya berxwedanê dema ku dewleta Tirk a dagirker ji sala 2021’an û vir ve li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê bi tundî pêş dixe şehîd ket. Heval Dijwar Tolhildan, bi navê malê Mustafa Yalçinkaya hevalekê Halfetiyê, ya Riha ye ku di sala 2017 dibin bandora şerê taybeta dewleta dagirkera tirk ku heya îro dixwaze Kurdistan vala bike, diçû Ewropa ye.

Rêhevalê wî ku wî li Ewropa di kar û xebatên de nasdikê û demeke bi we re mayê bîranînên xwe bi Şehîd Dijwar Tolhildan anî ser ziman. Şehîd Dijwar wek ciwanekî Kurd ku ji Bakurê Kurdistanê derketiye û diçû navenda kapîtalîst modernitê tu çar bi welatê xwe qut nebû û tekoşîna azadiya Rêber APO heya dawî meşandibû. Ji bo we Heval Dijwar taybet ji bo ciwanên Kurd ku ji welatê xwe derketine û berê xwe dane Ewropa mînakekê bû.

Rêhevalê Şehîd Dijwar bi wî rengî Şehîd Dijwar Tolhildan bi bîr anî û got:

“Şehadeta Heval Dijwar we ji bo me pir giran û bi êşê ji ber ku di gelek mijarên de û gelek tarz û rebazên xwe de Heval Dijwar Tolhidan hevalekî fedayî bû. Heval Dijwar hevalekî ku ji Halfetiyê, ji Rihayê dayik û mezin bibû. Dibistana xwe heya sala neha de, Liçe diqedîne û rexistin heya asteke di malbatê de nasdikir. Lê naskirina Heval Dijwar seranser bû ji ber ji dûrî rexistinê nasdike. Dema pevajoya şerê Daiş ê ya ku li Kobanê û giştî Bakûr û Rojihlatê Sûriyê despê kir û taybet li Bakurê Kurdsitanê serferberî tê îlan kirin Heval Dijwar wê demê hin zedetir rexistin nasdike û diha germtir nez dibû. Lehurbûna wî ya tevlîbûnê jî çêdibe, lê wî pêk neyne, tam biriyara xwe zelal nake.

Konsepte dijminê: Kurdistan ji tevahî valakirine

Di bin bandora konsepte dijminê ku dixwaze Kurdistan tevahî vala bike, Heval Dijwar di dawiya sala 2016 li Bakurê Kurdistanê derdikeve û berê xwe dide Ewropa ye. Di despeka sala 2017’an de digihejê Ewropa yê. Di wê demê de pir ciwan, xwendekarên û karkerên Bakurê Kurdistanê diketin bin bandora şerê Taybetê dijminê û diçûn Ewropa ye. Lê li hember wan û Heval Dijwar ferq û cudabûn diyar dibû.

Ji ber wan ciwanan, karkeran û xwendekaran pranî hewl didin nasnameya xwe edî li Ewropa çekirin û wek koçber werin qebûl kirin. Bin teisîra kapîtalizmê û şerê taybet bi we armance derbasî Ewropa dibin. Daxwazê wan çêdibin wek ‘ez passaport distînim felan’ lê Heval Dijwar tam axê we ye. Hewldanê wî wek zû mafê koçbertî bigrê çênabin. Şûna wê Heval Dijwar cewhera xwe parastiye û asîmle nabû.

Riha ‘cihekî herî pîroz lê heman demê de cihê lanete ye’

Rêber Apo jî ji bo Riha dibêje ‘cihekî herî pîroz lê heman demê de cihê lanete ye’. Di kesayeta Heval Dijwar ev pir derket pêş. Taybetmendiyên Riha yê wek jor da mayin, axatî û kesayeta xwe de didin jiyandin di kesayeta Heval Dijwar de derneket pêş. Taybetmendiyên paşverû jî di nav xwe de nahewand. Lê sadêbuyin, paqij, saf wan taybetmediyên hin zêdetir di kesayeta Heval Dijwar derketin pêş. Heval nehîşt kapîtalizm wê pir zêde bandor bike û li hember ferasetên bi wî rengî bertekên xwe nîşan da.

Heval Dijwar herî zêde li Swisrê jiyan kir. Swisrê weke cihekî ku herî zêde lîberalîzm û helandin herî lêz di wî welatî derdikeve û pêktê. Lê Heval Dijwar hevalekî ne bi wî rengî bû. Roja yekemîn heta roja dawî cewherê xwe wek xwe ma, cewhera xwe parastiye.

Heval Dijwar bi sekna û tekoşîna xwe armancên pargalê kapîtalîst berovajî kir

Sekna Heval Dijwar îro ji bo ciwan bibin minak. Helwesta, tekoşîna Heval Dijwar ji bo ku tu dikarî bi nirx di cihekê wisa jiyan bike û cewherê xwe bipareze. Ji ber dewleta Swisrê taybet ser wî esasî siyaseta xwe dimeşê, wek her kesî di nav de bihelîne û kesayetên ezez werin avakirin, Heval Dijwar bi sekna û tekoşîna xwe berovajî kir. Berovajî armancên pergalê kapîtalîst jiyan kir.

Pir caran jî ciwanên ku digehînin Ewropa edî xwe ji bo rewşa Kurdistan berpirsyar nebînin, lê Heval Dijwar ne wisa ye. Ew xwe berpirsyar dît û negot ‘ez baş bûm, nerabîm, li virim û tene xwe misebikim û xwe didim jiyan kirin’. Heval Dijwar barê kar rakir, xebat kir û got ‘Çi xebat bila be, ez ê wê bikim’. Ne hilbijartin, ne tene li gorî daxwaza xwe her dem xebat meşandibû. Her timî û ji bo her karekî xwe hazir didît û kar dikir.

Çalakiya ber CPT bi Heval Dijwar bû çalakiyekê radîkal

Di kar de berjewendiyên şexsî û xwe fikirandin çênebûn. Di wê pevajoyê de gireva birçibuyin li Bakurê Kurdistanê bi pêşengtiya Leyla Guven despê kir û derbasî hemû girtiyan bû. Heta qada Ewropa jî. Wê demê 14 Heval ketin gireva birçibuyin. Pêvajoyeke pir aktîf bû ji ber pir çalakiyên hebûn. Beriya wê navenda me li Strasbourge hebû. Wek tê zanîn li Strasbourge cihên wek konseya Ewropa, CPT ku bi xwe di konseya Ewropa cihê xwe digire û parlamentoya Ewropa jî li virê. Çalakî li pêşiya parlamentoya Ewropa çedibû. Di wê çalakiyê de Heval Dijwar bi komek ciwanên din jî di wê çalakiyê kir çalakiyê pir radîkal. Ji ber ku konseya Ewropa ye cihekî ku tedbîrên ewlekarî pir xurtin, ama Heval Dijwar û hevalên wî dikaribû wê binbixin.

Heval Dijwar bi grûpa xwe ketin hindirê konseya Ewropa ye û bi wî rengî baş kişandin ser tecrida Rêber APO ye û ji bo azadiya fîzîkî tekoşîn meşandin. Di wê çalakiyê de Heval Dijwar tê binçavkirin lê helwesta wî pir xurt bû. Zelal û şafak bû. Şafak bersiv dide û dibêje ‘ez ji bo azadiya Rêberê xwe hatim wê çalakiyê û ji bo we yekê min wê çalakî kir û ez ê gavekê paşda navêjim. Piştî demekê Heval Dijwar tê berdan. Di wê demê de jî pevajoya gireva birçibûnê despê kir. Ji bo wê disa biriya hat dayin ev çalakî were kirin, ji bo hin zêdetir ser wê mijar bal bişînim. Ji bo we me xwast disa ber bi CPT çalakiyê bikin û bikevin hindirê konseya Ewropa ye.

Lê ji ber ku di çalakiyê berê de Heval Dijwar hatiye girtin hevalan Heval Dijwar digotin ‘tu hindek pasîf bisekinê, tu xwe pir zêde nede pêş, tu xwe pir zêde nîşan nede, tu tenê gel hevalan bimîne’ di wê çalakiyê de. Lê Heval Dijwar di we çalakiyê de herî radîkal bû, hevalekê wisa ye nikarîbû we çalakiyê ji bo Rêber APO û hevalên di girtigehan de pasîf bimîne. Konseya Ewropa piştî çalakiya yekem tecrubeya xwe girt û xanîya konseya Ewropa pir dijwar parastiye. Di wê çalakiyê ewlekariya konseya Ewropa tenê hiştin nêzî hauşe konseya Ewropa dibin. Lê ji bo hewldanen derbaskirinê çebibin Heval Dijwar hemû pencere konseya Ewropa şikandiye, deriyê wê jî şikandiye. Heya astekê jî derbaskirin çêbû û ser wî esasî Heval Dijwar dîsa hatiye girtin û binçavkirin. 6 meh ceza xwar lê ceza wî nehat birin.

Heval Dijwar bi rêbazekê nû ciwanan rêxistin dikir

Di wê çalakiyê de Heval Dijwar gaveke paşda neavêt rûxmî ku xeteriyên jî hebûn. Rûxmî ku tê girtin û ledana koçberiya w jî çênebe xwast bi awayekî rast kar bike û bi dil û can jî dikir. Heval Dijwar rastî ne wekî ciwanên din nêz dibû û bi paqbuyina xwe û dilsoziyê nêzî kar û xebat dibû.

Piştî Heval Dijwar hatiye binçavkirin derdikeve û rûxmî ku ceza 6 meh girtingeh ji wî hatiyê birin, biriyara xwe ya tevlîbûn dide. Ser wî esasî xebat dikir û li gelek bajaran li Ewropa wek li bajarê Freiburgê li Elmanya, an bajarê Parisê li Fransa kar dikir û xebat meşand. Di her du bajaran bi awayekî pir serkeftî xebat meşand û hewl dida bi rêbazekê nû ciwanan rêxistin dikir.

Mirateya Heval Dijwar: Li hember pergala kapîtalÎst modernitê xwedî helwest û tekoşîn

Şehadeta wî ji bo me hemû rastî giranê, ama di heman demê de jî Heval Dijwar mirasekê mezin ji bo her ciwanekî ku li Ewropa an jî li Rihayê jiyan dike da avakirin. Rêya me nişana me da çawa dijarê dijî dagirkeriyê, dijî kapîtalîst modernitê xwedî helwest, xwedî tekoşîn, xwedî tevlîbûn bibe.

Heval Dijwar we pir zelal bi paqbuyina xwe, şefafiya xwe bi awayekê sadê nîşan da. Heval Dijwar taybetmendiyên wisa ninbû wek xwe dayina pêş, xwe nîşan dayîn. Sadê xebatê xwe bi dilsoziyê û serkeftî meşand.

Hevalekê sadê ku bi dilsoziyê û serkeftî xebat meşand

Ev jî mînakekê wisa ye, çawa Heval Dijwar navê xwe hilbijart. Berê ku Heval Dijwar tevlî dibe, ciwanekê ku li Swisrê mezin dibû û li vir tevlî dibû û çûye çiyayên azad, li vir Şehîd ketî bû. Navê wî Dijwar bû, eslê xwe ji Sertê bû. Heval Dijwar rûxmî ku wî Heval nas jî nekir digot ‘Ji bo min ferq neke kijan navê, bila navê Şehîdan bê’. Di kesayeta Heval Dijwar de taybetmendiyên wisa hebû. Ji bo xwe tiştek ne hilbijart, hertim aliyê xizmetdayin, tekoşîn û fedaitî hilbijart.

Piştî heval Dijwar biriyara xwe ya tevlîbû dida û xebat bi wî rengî meşand Heval Dijwar xwe ji bo çiyayên azad amade kir. Heval Dijwar pir bi cos û hejan çû çiya û li çiya jî bi heman şewazî tevlî bû. Dixwast her roj bi awayekî rast tevlî bike û tekoşîn bike. Rast şer bike. Bi wî şewazî jiyan hemez kir û tevlî rexistine dibû.

Em deyindarê ked û fedayîbûna Heval Dijwar ê

Em diza ked û tekoşîna Heval Dijwar bibîrtinen û heman demê bejna xwe li hember hemû hevalên Şehîd di şexse Heval Dijwar de bitewînin. Em soz didin ku em xwedî mirasê wî derbikevin û ala ku rakirî hin xurtir bilind bikin. Em xwe deyindarê ked, tekoşîna, fedakartî û fedayibûna Şehîd Dijwar dibînen.“

Related Articles

Check Also

Close
Close