DaxuyanîGiştî

Erdogan li Efrînê wê şiqamê ji gel bixwe!

Divê ciwan berê xwe bidin Efrînê û ji şeqama Osmanî xurtir, şeqama gel li ser çavê wan bixin.

‘LI EFRÎNÊ ENIYA HEVPAR’

Ciwanên Bakurê Sûriyê 22.02.2018’an platformek ragihandin. Bi vê platformê armanca wan ew e ku di serî de ciwanên Kurdistanê yên ku dixwazin tevlî berxwdana mezin a serdemê ya Efrînê, ciwanên Rojhilata Navîn û hemû ciwanên cihanê bigihînin Efrînê û vê rola pirê bilîzin.

Berxwedana Efrînê giyanekî wiha afirand ku tenê ciwanên welatparêz ji çar hêlên cîhanê, ji çewisandiyan her kes, çi kesê li dijî rejîmên faşîst îro bi yek dil, yek dengî ber bi berxwedaniya Efrînê ve diherikin. Ji bo ku vê herikê domdar bikin û bi deh hezararan, bi 100 hezaran biçin Efrînê û li dijî rejîmên faşîst di şexsê Efrînê de eniya hevpar ava bikin, bang li hemû welatan, gelan û bi taybet jin û ciwanan dikin.

‘LI GEL HEMÛ TEKNÎKÊ JÎ NEKARÎN KU RADEST BIGIRIN’

Ên ku li Efrînê li ber xwe didin a rast li dijî JOH, POH, qorîcî, tîmên taybet, Tûgayên Bolû yên Qeyseriyê, teknîkê û çi hêza dewleta Tirk a faşîst û mêtinger hebe li dijî wan şer dikin. Dewleta Tirk a faşîst bawerî bi teknîk, balafirên xwe bawer kir û jê weye ku wê bikaribe vîna gelan bişkîne. Çawa be hemû dewlet bêdeng in, her kes ji van komkujiyan re, ji kuştina sivîl û zarokan re bêdeng in û xwe kerr û lal dikin, teknîk amin heye, ez ê hilweşînim, bişewitînim, wiha fikirî ye û serek-çete û xulamên wî ketine êrîşeke wiha.

Tişta ku nehatî hesêbkirin, vîna gel bû ku ne bi teknîkê û ne jî bi hêza fizîkî dikarîbû were dîlgirtin. Heke îro hemû dewlet bi hevparî li bara van komkujiyan bêdeng bin, ziman, dîn, nîjat, rengê xwe çi dibe bila bibin ji hemû derdoran gel di nav vê berxwedanê de ne, li rex in. Berxwedaniyeke giştî hatiye destpêkirin.

Serek-çete Erdogan û rejîma AKP-MHP-CHP’ê bi halanên ‘welat ji dest diçe’ hîsên nîjatperest ên gel tev didin, bi siyaseta xwe ya ku bi temamî li ser derewan e senaryoyên derew ên li ser Efrînê ji dinyayê re radigihînin. Dewleta Tirk a faşîst ku hê duh bi balafirên şer li konvoya sivîl xistî, ku ber bi Efrînê ve diçû, komkujiyên xwe yên sivîl didomîne. Çawa ku Kobanê ya ku jê re digotin ti nemaye ku bikeve bi felsefeya Rêber Apo tê avakirin, Efrîn jî bi heman rihî, wê vê berxwedanê serfiraz bike û hem jî bi vê berxwedanê re wê bibe wesîle ku jiyana hevpar a hemû gelên çewisandî were avakirin.

‘CIWAN DIVÊ XWE BIGIHÎNIN PLATFORMÊ’

Em Komalên Jin ên Ciwan û Komalên Ciwan diyar dikin ku em platforma ciwanên Bakurê Sûriyê ku li dijî rejîmên faşîst ji bo Efrînê ava kirin watedar dibînin û destekê didin. Çawa ku di berxwedana Kobanê de ji çar hêlên dinyayê ciwan herikîbin Kobanê û bi ser ketibin, îro jî bi heman rengî ji çar parçeyên Kurdistanê, ji Rojhilata Navîn û Ewropayê û hemû ciwanên dinyayê, divê serî rakin, li ber xwe bidin û xwe bigîhînin vê platformê, xwe bigihînin EFrînê û bibin hevkarê serfiraziya li Efrînê. Ciwanên Başûre Kurdistanê, ciwanên Mexmûrê, Bakur û ciwanên enternasyonalîst bersiv dane vê bangê û tevlî nav berxwedana Efrînê bûne. Lê bersiva ji bo hemû dewletên cîhanê, serhildana mezin wê bi tevlêbûnên bêhempa bibe.

‘EM ŞEQAMA GEL LÊBIXIN’

Ji bo ve jî ciwanên şoreşger ên Kurd, Tirkmen, Ereb, Sûryan, Ermen, Asûr û hemû şoreşgerên enternasyonal li dijî çeteyên Erdogan-DAÎş’ê divê berê xwe bidin Efrînê û di berxwedana bêhempa ya serdemê de şeqama gel ya ji Osmaniya xurtir li Erdogan û revdeyên faşîst bixin. Li dijî hemû mêtingerên faşîst gelên ku bi rihê Serî Hilde li ber xwe dane wê bi ser bikevin. Berxwedana Efrînê teqez wê bi ser bikeve.

Related Articles

Leave a Reply

Close