DaxuyanîKovarGiştîŞehîdYurtsever Gençlik

Muzaffer Ayata: Mazlûm bi rastî Mazlûm e!

Ji Penûsa Muzaffer Ayata: Mazlûm bi rastî Mazlûm e!

Dema em çûn zanîngehê min heval Mazlûm nas kir. Payîza 1975’an bû. Wî jî li Zanîngeha Hacettepe qeyda xwe
çêkiribû. Em piştî wî bi salekê çûbûn. Ew salekê berî me bû. Dema ez çûm li Enqereyê koma Apociyan ava bibû. Ango komeke bi navê Apociyan dihat zanîn hebû. Pêşî min Rêbertî nas kir. Min berê navê Rêbertî bihîstibû. Dema çûm Enqereyê jî ez lê geriyam û min ew dît. Rêbertî piştre em bi van hevalan dan naskirin. Min heval M. Xeyrî Dûrmûş û heval Mazlûm Dogan di ser Rêbertiyê re nas kir.

Mazlûm Dogan hevalekî tempoya wî ya xwendinê pir bilind bû. Pir jîr, asta wî ya têgihiştinê û dînamîzma wî pir xurt bû. Dixwest hinek tiştan fêr bibe, zanibe û ji wan yeqîn bike. Taybetmendî û xisletekî wî ya wer hebû. Ev taybetmendiyên wî dema me ew bêhtir nas kir hatin dîtin. Bi giştî zana bû. Gelek pirtûk xwendibûn. Tercîha xwe kiribû û tevlî tevgera Apocî bibû. Lê belê weke hêman, kadro, rêveber, her wiha damezirîner û tayînkerê wê tevgerê bi awayekî xwezayî rol dida xwe. Berpirsiyartiyên wê his dikir û diviyabû xwe li gor wê amade bike. Hevalê Mazlûm xwedî taybetmendiyeke welê bû ku dema tiştek dikir tam dikir û xwe bi temamî tevlî xebatê dikir.

Hevalê Mazlûm yek ji nûnerên me yê herî bijarte bû. Xwedî gotina eşkere, fikreke herikbar û îfadeyeke xurt bû. Yanî kapasîte û tarzekî wî yê tiştên dixwend û fêr dibû dikarî şîrove bike, mirovan îqna bike, bi mirovan bide fêmkirin hebû. Hevalê Mazlûm ji vî alî ve di nav komê de tavilê bal dikişand. Jixwe salên welê bûn ên komê şekil digirt. Em di dema xwendinê ya 1975-76’an de; Mazlûm Dogan û hinek hevalên din di dema xwendinê ya 1974 75’an de hatibûn Enqereyê. Koma me hê nû bû. Şekilgirtina komê di navbera salên 1974-75’an de bû. Hevalê Mazlûm Dogan ji ber destpêkeke nû çêkir, giranî da hêza fikir. Ya rastî destpêka hemû şoreşan û derketina holê ya olan jî wisa ye. Di fikir de rê li ber pêşketineke mezin vedikin. Ango di hêla lêhûrbûn û nîqaşan de danehevek çêdibe û piştre bi belavkirina vê re pêşketineke mezin a fikrî derdikeve holê.

 

Ya rastî hevalên destpêkê hawariyên demê ne

Ya rastî ev pirseke têkildarî avahiya koma me û bi giştî ve girêdayî ye. Weke min gotibû, ti derfetên maddî, çavkaniyên dahatê yên komê nebûn. Dîsa li pişt wan jî ti hêzek nebû. Hemû xwendekar bûn. Li zanîngehê dixwendin. Dest ji zanîngehê berdan û vegeriyan Kurdistanê. Li Kurdistanê jî her kes neçû cihê malbata wan lê bû. Mînak eger hevalê Mazlûm çûba Depê wê karîba cihekî lê bimîne peyda bike. Yan jî mînak ez ji Siwêregê me. Min dikarî li wir cihekî lê bimînin peyda bikim. Lê tiştekî wer nebû. Her kes diçû li herêmekê dima. Hinek heval li herêmên cuda man. Wê demê koma Apociyan li Kurdistanê ne rêxistinkirî bû. Girseyeke wê û têkiliyên hatibûn avakirin nebûn. Pêşengên pêşî wiha ne. Peyda dikin, rê vedikin û li ser piyan dimînin. Mîna mûcîzeyekê ava dikin. Gavavêtina Hz. Îsa jî ma ne wiha ye? Dema Hz. Îsa derdikeve holê ma çiyê wî heye? Kerekî wî jî nîne. Li gundan dixwar, vedix- war û radiza. Tarzê hawariyên wî jî wisa ye. Ya rastî hevalên destpêkê hawariyên demê ne. Ti çavkaniyeke wan a dahatê û otorîteyeke wan nîne. Nayên naskirin û zanîn. Kesî navê wan jî nebihîstiye. Ji ber xwendekar in, li Kurdistanê herî zêde ji wan re digotin, “Telebe.” Ango gel wisa terîf dikir. Îdeolojî, siyaset û cudatiyên wan pir nedihatin zanîn. Di nav Tevgerê de pir şekil negirtibûn, pratîka wan pir nehatibû ceribandin û îspatkirin. Salên gavavêtinê êdî meseleyeke ku ji sebir, berxwedan, dilnizmî û fedakariya bi tarzê hawariyan ê wan mirovên bawer kiribûn mabû.

Hevalên wê demê vegeriyan welêt dizanîn ku tiştekî amade nîne. Ev qebûl kirine û wer çûne. Hevalê Hakî Karer li Dîlokê ji bo jiyana xwe ya rojane bidomîne diçe li înşeatan û li deverên cuda dixebite. Hevalê Mazlûm dizane li Êlihê yan jî li deverên diçiyê wê birçî bimîne, wê li hinek deveran neyê qebûlkirin û wê li holê bimîne. Ji ber civak serwext û rêxistinkirî nebû. Welatparêzî pir pêşketî nebû. Temam civak di nav kapîtalîzmê de ewqasî xerab nebibû û nehatibû xerîbkirin. Nirxên civakî hê xurt bûn. Ji hêla rêrûresma malbatî û eşîretî ve çandeke xurt hebû. Ango kesî li holê nahêlin. Lê belê li bajaran ew atmosfera eşîretî ya berê jî zêde nîne. Heval dizanin dibe ku li parkan jî razin. Belkî li qorziyeke qehwexaneyê jî razin. Berê qehwexaneyên heta sibehê vekirî diman hebûn. Dîsa eger dostek, nasek an jî bi kesekî re bibûna heval dibe ku cihekî razanê peyda kiribana.

 

Hest û fikra xwe kiribû nav disîplînekê. Li ser fikir û ziman hakim bû

Ez vê jî diyar bikim, carinan di bêrîka me de pere jî hebûn, lê em nediçûn xwaringehan. Bi sedema wê di xebatên rêxistinî de pêwîst bin, me ew pere ji bo pêdiviyên xwe yên şexsî xerc nedikir. Tevî pereyên me hebûn jî, em li bendê bûn kesek me bibe xwarinê yan jî li cihekî xwarinek bi komî were çêkirin da ku em bixwin. Hevalan heta dikarîn ji bo xwe kêm dikirin, dikirin aîdî xebatên rêxistinî. Di heman demê de tevahî jiyana xwe û daneheva di destê xwe de -çi dibe bila bibe- li ser esasê xebatên rêxistinî bi kar dianîn.

Haya hevalê Mazlûm ji vê hebû. Ew disîplîna xwe ya muezem li tevahiya qadên jiyana xwe, axaftina xwe, rabûn û rûniştina xwe belav kiribû. Yek jî pir nazik bû, qedir û qîmet dida mirovan. Bi kurtî hevalekî pir kubar bû. Serobero nebû. Berevajî aliyê wî yê estetîk pir li pêş bû. Tenê nediaxivî û ajîtasyon nedikir. Esprîtuel, mutewazî û heta dawiyê jîr bû. Ti carî mirovê li pêşberî xwe biçûk nedikir, biçûk nedidît. Hest û fikra xwe kiribû nav disîplînekê. Li ser fikir û ziman hakim bû.

 

Têkiliyên heval Mazlûm pir narîn in. Mirovekî ew qasî baldar û bi îhtimam tevdigere kêm tê dîtin

Li zindanê jî em bi hev re man. Mînak li zindanê jî têrûtijî jiya. Li zindanê karîbû kovarê derxe. Kovara Hawar a Celadet Elî Bedirxan, 1932’yan li Şamê derxist esas girt. Beriya darbeya 12’ê Îlonê li Zindanê Hejmar Yek a Amedê kovareke bi navê Hawar derxist. Di asteke zêde de nivîsên kovarê hevalê Mazlûm dinivîsand. Ji bo di nav hevalan de çandeke rêxistinî, wêjeyî, siyasî, entelektuel çêbibe, têgihiştin pêş bikeve, timî karibin mejî û ruhên xwe dagirin xebitî. Ti carî li ser maddiyatê nesekinî. Timî mirov esas girt. Hewl da mirovan xurt bike, pêş bixe û li ser piyan bigire. Ji bo mirov û rastiyeke Kurdistanê ya li hember faşîzmê yan jî sîstema hilweşîner û nîjadperest li ser piyan bimîne ava bike têkoşîn kir. Hevalê Mazlûm dizanîbû ku wê têkoşîn bi Kurdistanê re sînordar nemîne. Wer difikirî ku dê ev tevkariyê li şoreşa Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn bike. Hevalê Mazlûm li dadgehê timî şoreşa di asta Rojhilata Navîn de parast. Şoreşa Kurdistanê pêşeng û parçeyekî wê dîtibû. Şoreşeke teng nedifikirî. Bi awayekî muezem xwedî têgihiştina şoreşeke enternasyonal û herêmî bû. Her livûtevgera heval Mazlûm tenê bi awayê bi pîvanên gerdûnî ve were muqayesekirin yan jî weke parçeyekî ji wê mirov dikare bigire dest û binirxîne. Têkiliyên heval Mazlûm pir narîn in. Mirovekî ew qasî baldar û bi îhtimam tevdigere kêm tê dîtin. Carinan kêmasiyên me çêdibin û em bi baldarî tevnagerin. Di dawiya dawî de hînbûnên me yên civakî bi awayekî xwe nîşan didin. Nikarin bi temamî xwe biguherin. Lê belê hê di wan salên destpêkê de jî hevalê Mazlûm di vê mijarê de bi rastî jî bi cîhana xwe re û cîhana xwe ya fikrî re di nav lihevkirinê de bû. Xwe guhertibû û îqna kiribû. Têkiliyên wî yên bi hevalên jin re li ser vî esasî bûn. Wê demê tevgereke jin a berfireh nebû. Jin di civakê de ew qasî aktîf nebû. Lê hevalê Mazlûm xwe bi awayekî muezem bi rêkûpêk dikir. Di mijarên qîmetdayîn, rêz û hurmetê de pir avaker bû. Hem disîplîna jiyanê hem jî fedakariya heval Mazlûm zêde bû. Zor û zehmetiyên rêxistinê danî ser milên xwe. Negot, “Çima li zindanê wiha bû?” Mînak li derve di nav tinebûnê de jiya. Rojekê têr, rojekê birçû bû. Cihekî lê bimîne nebû. Lê van tiştan qebûl dike, nake pirsgirêk. Bi giştî karaktera koma Apociyan wiha bû. Ti carî negotin, “Nabe.” Jixwe her tişt li ser “nabe” hatibû avakirin. Sîstema mêtinkar ji me re digot, “Hûn nabin mirov. Hûn nikarin bifikirin. Hûn nikarin ava bikin û pêk bînin. Hûn koleyên min in. Ez ê we bi rê ve bibim. Ez ê dewlemendiyên we daqurtînim. Yan na wê şîddet, jenderme û îdam hebe.” Nifşên mirovan bi vî awayî hatibûn mezinkirin. Malbat û derdoran jî digotin, “Nabe. Hûn nikarin bi dewletê re şer bikin. Hêza we têr nake.” Lê belê koma Apociyan timî li ser esasê “Dibe” xebat meşand. Mîna meydan li cîhanê xwend. Li hember civaka xwe, paşdemayînên wê; dîsa li dijî wê karakter, îmaj û îhtişama dewletê pir bi îddîa û fedaiyane têkoşîn kir û got, “Dibe.” Bifikirin, li Zindana Amedê, di wê rewşa tarî de hevalê Mazlûm, bi çalakiya xwe xwe feda kir û got, “Dibe.”

 

Her tişt bi awayekî azad kirin. Çûna wan a mirinê jî bi awayekî azad bû

Hevalê Mazlûm ji dewleta mêtinkar re got, “Wê wekî we nebe. Hûn ê nikaribin me teslîm bigirin. Hûn ê nikaribin me di betonê veşêrin. Em ê vê qet qebûl nekin. Em ê jiyana xwe û canê xwe bidin, lê em ê xwe û îrade xwe nexin destê we.” Di wir de azadbûneke îradeyê ya mezin û çalakiya nîşandana îradeyê ya mezin heye. Ango tenê jiyanek nayê fedakirin. Ji vî alî ve ruhekî Apocî yê li tinebûn û zehmetiyan naaliqe, wan weke astengî nabîne heye. Hevalê Mazlûm di PKK’yîbûnê û sazîbûna PKK’ê de pir bi israr bû. Lê pir bi serbilindî jî digot, “Ez Apocî me.” Ji ber dizanîbû ku Apocîtî haveyn û cewherê wê ye. Tevgera Apocî di şexsê Rêber Apo de çêbû, şekil girt, bû xwedî karakter û jiyanî bû. Heval ji vê aciz nebûn, qebûl kirin û pejirandin. Tişta lê digeriyan dîtin, xwe bi wê azad kirin. Her tişt bi awayekî azad kirin. Çûna wan a mirinê jî bi awayekî azad bû. Li ser xwesteka hinek kesên din nekirin.

Hevalê Mazlûm kêliya zehmetî his kir, karîbû bi azadî biryarê bide. Hincetên weke “Em bêyî agahiya Partiyê nekin. Têkiliyên me bi Partiyê re nînin” pêş nexist. Kêlî û dîrok rast nirxand û helwesta xwe danî holê. Partî kir Partî. Partî tenê bi vî awayî dibe Partî. Partî bi kumandayê nameşe. Jixwe sîstemeke wisa bi rêkûpêk çênebû. Dijmin li her cihî êrîş dike, ji hev belav dike û dixwaze tine bike. Kî çi qasî pêk bîne, Partî ew qasî ye. Atmosferên şer hinekî wisa ne. Li deverên dorpêçkirî û tarî yên weke zindanê, ev bêhtir wiha ye. Di vê çarçoveyê de hevalê Mazlûm bi rastî jî pêşengek e û Partî ye. Hevalê Mazlûm di payîza 1979’an de hat girtin. Adara 1982’yan jî gihişt şehadetê. Mirov ew qas xebatan û temsîliyetê di demeke ew qasî kurt de bi cih bike, bi serê xwe pêşketineke mezin e. Hûrguliyên têkildarî mirov û pêşketinên mezin pir in. Zehmet e mirov hemûyan bîne bîra xwe û bi lêv bike. Lê ew xweş û bedew e: Mirov bi van hevalên mezin re bibe heval, wan nas bike, bi wan re hinek tiştan bike nirxên mezin tevlî jiyana mirov dike. Mînak timî bi PKK’yîbûna xwe em kêfxweş û şad in. Ya rastî yên vê bi mirov dide hiskirin û jiyandin jî hevalên wiha ne.

Tu jiyan û mirovên xwe fedayî doza xwe kirine dibîne. Vaye bi esasî ew dihêle tu bibî tu, te dike xwebûn. Tu pêwîst dibînî wan di xwe de bibînî, bibî wekî wan û ji wan cuda nebî. Ya rastî ew heval bi şehadeta xwe vê tînin cem hev. Şexsiyeta rêxistinkirî ava dikin. Te dawetî rewşa tu ji rê dernekevî, neşemitî, nebî kesekî ji rêzê dikin. Yanî navenda kişandinê ne. Bi şehadeta xwe jî xizmetê ji rêxistinê re dikin, rêxistinê ava dikin. Bi hevalê Mazlûm re gelek nîqaş û sohbetên me çêbûn. Lê ez dikarim bi giştî wer binirxînim: Mazlûm bi rastî Mazlûm e! Ji vê zêdetir mirov nizane çi bêje.

 

Çavkani: Kovara Yurtsever Gençlik

Related Articles

Close