Şehîd Şerker Mazdek

Şerker Mazdek

Nasnav: Şerker Mazdek
Nav û Paşnav: Şervan Bakır
Cih û Dîroka Tevlîbûne: 15’ê Tebaxê 2014 Amed
Cih û Dîroka Şehadete: 2016 Cizre

 

Şehîd Baran Mawa:

“Hevalekî din ku li Cizîrê cihê xwe digirt jî heval Şerker bû. Heval Şerker di havîna sala 2014 an de di Akademiya Şehîd Elî Çîçek de bû. Piştî wî akademiyê di dewreyeke din a Şehîd Elî Çîçek de cihê xwe girt. Di zivistana 2014 û 2015 an de Di Akademiya Şehîd Elî Çîçek de cihê xwe girt. Piştre perwerdeyeke leşkerî dît. Demekî li biryargerê ligel me ma. Piştî ku pêvajo destpêkir, di encama israr û daxwazên wî de me ew şande Cizîrê.

Di esasê xwe de zêde di nava hawirdora partiyê de mezin nebibû. Malbatawî welatparêz bû; lê belê hawirdora ku têde mabû û hevalên wî yên derdora wî cuda bûn. Piştre eleqeya wî li hember rêxistinê destpêdike û tevlê dibe. Rêxistinê zêde nasnedikir lêbelê hevalekî pir xwîngermbû. Hevalekî ku pirzu dixwest hertiştî fêrbibe, bikeve nav û pratîk bike bû. Jiber vê yekê me li hember vê rewşê carna metirsî jiyan dikir. Me digot wê heval Şerker pir zû şehîd bikeve. Jiber ku xwe zû diavête nav û hertim di pêşdebû. Gelek caran tedbîrên xwe nedifikirî. Me got bila heval biçe pratîkê, jixwe daxwazên xwe jî pirbûn. Liser vî esasê me ew şande Cizîrê. Jixwe pişte dorpêç destpêkir û dinava dorpêçêde ma. Ji dema ku dorpêç destêkir pêve heval Şerker di cihê xwede nedisekinî.

Me jî her heval Axîn şiyar dikir di mijara heval Şerker de. Me digot bila neçe cepheyê, wî biparêzin. Ew jî her roj direviya û heval Axîn her roj li duv wî diket û diçû ew ji cepheyê vedigerand. Herî dawî heval Axîn carekî got heval min dev ji karê xwe berdaye ez li duv Şerker dibezim. Ez niakrim kar bikim. Ez wî tînim ew carekedin direve. Bi restî jî wek karakter wisa bû. Di cihê xwe de nedisekinî û her xwe davêt navê, li pêş disekinî. Heval Şerker heya roja 25 an bi vê şêklê hat. Piştî roja 25 an hemî heval çûn cepheyê û ew jî çû. Ji ber ku pir xwîngerm bû, xwe pir zû diavêt navê. Dinava demeke kin de birîndarbû. Destpêkê birîndariya wî sivik bû, başbû û piştre dîsa çû cepheyê. Piştî wî dubare birîndarbû û vê carê birîndariya wî giranbû. Ji serê xwe mermî xweribû. Bi vê şeklê şehîd ket. Zû şehîd ketina heval Şerker tehmîn kirin ne zehmetbû. Ji ber ku pir xwîngerm bû.”

Close