Şehîd Sîdar Masîro
Nasnav: Sîdar Masîro
Nav û Paşnav: Aşkın Eşsiz
Cih û Dîroka Şehadete: Cizre
Şehîd Baran Mawa:
“Heval Sîdar derbasî Cizîrê bû. Li Cizîrê destbi xebatankir. Hem xebatên qad girtinê de hem jî di pêşxistina vê pêvajoyê de ji 6 hevalên ku derbasê qadê bûn yek jş wan heval Sîdar bû. Xebatên girîngjî derxist li holê. Di esasê xwe de ruxmî ku gelek qadên cuda de cih girtibû jî gelek pratîk girîng derxist li holê û hevalekî ku di karê xwe de encam girtî bû.
Di qadên ku diçûyê de lêhûrbûn dikir, karê xwe dikir û paratîkên xurt derdixist li holê. Yek ji taybetmendiyê heval Sîdara herî pêş jî gelêrîbûyîna wî bû. Gel bandor dikir û têkiliyên wî yên bi gel re pir xurt bûn. Beriya vî jî li Cizîrê xebat meşandibû. Gelê Cizîrê baş nasdikir û Cizîrê gel jî wî bas nasdikir. Di vê pêvajoyê de yek ji hevalên ku di Cizîrêde dihate naskirin jî heval Sîdar bû. Di destpêka vê pêvajoyê de di fermandariya Cizîrêde cihê xwe digirt. Dîsa dema ku dorpêça 14 ê kanûnê destpêkir, liser navê fermandariyê di taxa Sûrê de cihê xwe digirt. Taxa Sûrê ji du taxên ku herî dawî mane bû taxa din jî Cûdî bû. Heya kêliya dawiyê herdinav şerde ligel hêza wir cihê xwe girt.
Hertim lêhûrbûn dikir, çareserî pêşdixist, pêşniyar dikir. Li kuderê dibûya bila bibûya, di kîjan xebatê de dibûya bila bibûya hertim jibo ku hêz bide xebatan, mezin bike lêhûrbûn dikir û pêşniyar pêşdixist. Heval Sîdar têkiliyên pir xurt pêşdixist. Têkiliyên wî yên rêhevaltiyê pir xurtbûn û hertim xwedî coş û maral bû. Ne hevalekî wisa ku moralê xwe xerab dikir, xwe teng dikir. Dem dem zehmetiyên wî jî çêbûn. Taybet dema ku heval Mawa şehîd ket ew jî ligel wî di heman erebeyêde bû û birîndar bibû. Ji şehadeta Heval Mawa pir bandor bibû û zehmetî jiyankir. Lêbelê zehmetî û zoriyên ku jiyan dikir tu carî di paşde gav pê nedidan avêtin. Xwe paşde kişandinê hîç nedifikirî. Berovajiyê wî Şehîd sîdar hîn zêdetir tevlêbûn, hîn zêdetir lêhûrbûn, hîn zêdetir hewildan hîs dikir. Jiber yekê di esasê xwe de dema ku teng dibû jî xwe kêm didît, liser wî esasê pêwîstiya xwe ya zêdetir lêhûrbûnkirinê didît, z^detir afirandinê didît û wisa zêdetir lêhûrbûn dikir. Jiber vê yekê pir zû û lez pêşdiket. Her çi xebat dibe bila bibe ji xwe bawerdikir ku dikare biserbixe û bi cîddîyet nêzî kar dibû. Mînak di gelek karan de cihê xwe girt. Karekî ku herkesî biçûk didît, kesekî nedixwest bike ew bi cîddîyeteke herî mezin ve nêzdibû. Ango heval Sîdar erkên rêxistinê pir cîddî digirt û wisa nêzdibû. Erk çi deibe bila bibe dikir û tucarî îtîraz nedikir. Çi kar dibe bila bibe rêxistinî nêzdibû û wisa dikir. Di heya kêliya dawiya berxwedaniyêde jî ji coş û moralê xwe tu tiştek winda nekir. Hevalekî hestiyarbû, ji şehadeta hevalan pir bandordibû. Jiber ku bi hevalên xwe ve pir girêdayî bû. Dema ku bandor dibû jî xwe paşde nedikişand, xwe hîn zêdetir tevlêdikir.
Ji bo wî şaşitiyên ku li hember rêxistinê tênekirin bi tu awayî nayên efûkirin. Ango dibe ku ev pratîkeke basît jî be, îxanet jî be, an jî tiştek cuda be ji bo heval Sîdar mijarên efûkirinê nînin. li gor wî divê tu kes li hember rêxistinê şaşitî neke. Têgihaştina wî wisa bû. Di lîteratura wî de li hember rêxistinê bi zanebûn şaşitîkirin tinebû. Vî qebûl nedikir. Tehemmula wî ji şaşitiyan re tinebû. Rexne dikir, helwest daydinî, bertek nîşandida, lêbelê tu carî bêdeng nedima. Şer dikir, têkoşîn dikir. Kesayetekî ya têkoşer hebû. Şaşitiyan ji nedîtîve nedihat, ev çidibe bila bibe, kî dibe bila bibe. Em nizanin heval Sîdar di roja çendan de şehîd ket, lêbelê heya rojên 55, 56 an jî me agahî jê girt, piştî wî me agahî negirt.”