Şehîd Andok Özgür
Nasnav: Andok Özgür
Nav û Paşnav: Eser Tekin
Cih û Dîroka Tevlîbûne: Amed/Kulp
Cih û Dîroka Şehadete: 07.06.2016/ Amed
Şehîd Baran Mawa:
“Yanî li gorî min ,qalkirina Heval Andok tiştek dijwar e. Yanî min qet nedifikirî ku ezê rojekî qala Heval Andok bikim, hevalê Andok ê şehîd bibe û ez bixwe jî hîn baver nakim ku Heval Andok şehîd bûye. Min heya niha, peyva şehîd negotiye, neanîye pêşya navê heval Andok. Tû dibêjî qey Heval Andok di nav me de ye, hêj li vire, ê qasek bi şûnde ê derkeve , ez hertim dibêjim Andok, dibêjim Andok tin tin. Me hîn car digotê Andok tin tin. Ji ber ku navê taxa ku ew lê dima Tin tin bû. Çûyîna wî tê bîra min. Ew dema ku livir mabû, ew demên ku me bihevre derbas kir, her tim tê bîra min. Lê min hêj jî ji xwe re nedaye qebûl kirin,h ezm kirin ku Heval Andok şehîd bûye. Bi rastî jî ez bawer nakim ku ez hîn bibim, qebul bikim jî. Ji ber vê yekê ji min re ne tiştekî hêsan e ku ez qala heval Andok bikim.
Terîf kirina Andok hestek dijwar e û terîf kirina heval Andok, fam kirina heval Andok, birastî ewî bide jiyan kirin girînge. Dibe kû gelek hevalan ew neditîbe. Ji bo ku Heval Andok were terîf kirin an jî were qal kirin, divê bi hev re bijîn. Wekî din ez ne bawerim ku tenê bi çend taybetmendiyan Hevalê Andok pênase bikim û qala wî bikim. Ez ê tenê hewl bidim ku xwe bi zorê vebêjim da ku heval hinekî nas bikin, hinekî fam bikin. Rêhevaltî ji bo hevalê Andok tiştekî pîroz bû. Di asta pîrozî de girêdayî rêhevalê xwe bû. Ez dizanim ku her şehadet parçeyek ji hevalê Andok dibir. Û niha jî wek bandora şehadeta Andok li ser me. Heval Andok,d i sala 2007’ande tevlî bû. Hevalekî ku du navbera 2006-2007‘ande tevlî bû ye. Bi karên Lîsê re despê karê rêxistînê dike. Di demek dirê di karên lîsê de cih digre.Ji xwe li Manîsa‘yê rûdinişt, li Manîsa’yê tevlî bû bû. Pişt re li îzmîr‘ê, li Stenbolê hwd. di karê lîsê de cih digre. Dema ku tê çiyê, li Îranê tê girtin. Bi 11 kesan ve têne girtin û dû sal nîv di girtîgeha Îranê de dimîne. Di girtîgeha Îranê de pir êş, îşkence dibîne. Belkî ji ya ku mirov dikare bifikire zêdetir îşkence li wî hatiye kirin.
Yanî hemû hevalên bi wî re şervanên nû bûn, û ew jî wekî şervanek nû hatibû. Hemû çareser bûn, di girtîgehê de poşman bû, lê li wê komê de Andok tenê li ber xwe da. We girtîgehê Îranê bihîstiye. Ew cihên ku şert û mercên pir xerab lê hene, îşkenceyên mezin lê tên kirin. Ne wek girtîgehên Tirkîyê ne . Di nav wê komê de tenê Heval Andok ber xwe da. Ji xwe ew kesên din zû hatin berdan, yanî zaf zû hatin berdan. Lê Hevalê Andok dû sal nîv li girtîgeha Îran‘ê de hat girtin. Pişt re teslîmê Tirkîyê kirin. Li Tirkîyê jî piştî demek kin tê berdan.Hîn nayê berdan, qet nasekine tê çiyê. Evîn wî ye çiyê wê demê de tê. Di gel hemî israrên hevalê xwe tê çiyê. Herî dawî di payîza 2015‘nde dema ku Heval ji bo xebatên parêzgehên Bakur dihatin birêxistin kirin, Hevalê Andok şandin qada Amedê. Piştî demekî ku li qada Amedê karê xwe meşand, dema ku şert û mercên zivistanê hatin ji bo ku nekeve üstlenme ,yanî an ê biketa üstlenme an jî ji bo karê xwe berdewam bike ê biçûya Surê. Heval çû Surê. Heya demekî li Sûrê de ma. Kete Fermandariya Surê.
Di pevçûnên li wir de, di şer de, û di koordînasyona wê de cih girt. Lê ne di dorpêçê de bû. Di taxê Surê de ên ku di derveyê dorpêçê de cih digirt. Di serê biharê de dîsa çû parêzgehê. Di êrîşa hewayî ya dawî ya 4’ê Hezîranê de heval şehîd bû. Yanî şehadeta wî 7’ê Hezîranê tê ragihandin, lê 4’ê Hezîranê ye. Taybetmendiya herî diyar a heval Andok rêhevaltiya wî bû.E w qas dilsozê Hevaltiyê bû, ew qas pîroz dihesiband ku ji her kesî re evînek mezin hebû.Yanî ji hemû hevalan re, çi ê pêre şer kiribe,çi razî, çi ne razî be, hezkirineke wî ya taybet ji herkesî re hebû. Evîna wî li ser rêhevaltiyê bû. Nêzikatiya wî ye rêhevaltiyê pir cûda bû.
Wek mînak; her tiştê hevalê li cem xwe dizanibû, pediviyên wî/wê dizanibû, qasî ji dest dihat dixwest pêdiviyên rêhehevalên xwe dabîn bike. Her, dixwest tiştinan bide hevalên xwe û her ji bo dabînkirina pêdiviyên hevalên xwe mijul dibû. Mînak; Li cihekî Hevalekî pênûsa wî tune ye, te dinihêrî ku Heval Andok pênuseke aniye û daye wî/wê hevalî/ê. Ango, Girêdana rêhevaltiyê di hevalê Andok de hestyariyeke wisa afirandibû ku di cih de pêdivî û kêmahiyên hevalên xwe fêm dikirin û hema bi şopa davînkirina pêdiviya hevalan diket. Mînak; Gava hevalek nexweş dibû hema ferq dikir.Dizanibû ku divê çi bixwe, diçû ew tişt dianî dida hevalên xwe. Dîsa, hevalek zehmetiyê dikişîne, hema ferq dikir. Heval Andok di wê mijarê de zor hestyar bû. Di warê rêhevaltiyê de xwedî hestyariyeke mezin bû. Bila 50 kes li cem hevalê Andok bin, baş dizanibû ew hemû heval çi dijîn, çi hîs dikin, pêdiviyên wan çi ne. Lewre di wê mijarê de hestyar bû,serê xwe pê re diêşand, li ser wê diponijiya, bala xwe dida ser wê mijarê. Gava ku rêvebirê baregehê bû tiştekî hevalan kêm nedihişt. Hemu tişt, hevalê Andok bu destê xwe yek û yek dabîn dikirin. Lê belê , gava Heval andok li cihekî be û rêvebir be, ne gengaz e ku mirov fêm bike bê ka rêvebir e. Ger di nav hevalan de ye, gengazî tuneye ku hûn rêveberiya wî fêm bikin. Lewre, her xizmeta hevalan dikir. Ji wan re çay dianî, av dianî, xwarin dianî. Ger karê xwe hebe, radibû û bi xwe dikir. Gava heval hûn bibînin ku Heval Andok bi hevalekî/ê re rûdine, wê bigota hevalê din rêvebir e. Bi rastî jî Hevalê Andok, rêvebirtî wek xizmetkirin fêm kiribû. Wekî hinekan rêvebertî ne wek desthilatî, rade,îmtiyaz hîn bêhtir wek hîn zêde xizmet digirte dest. Çi qasî pir xizmet bike dê ewqasî bibe rêvebir. Di feraseta Hevalê Andok de wisa bû. Ji ber wê xizmetkirins hevalê ne xwe ew kêfxweş dikir. Ango, geva Heval Andok li cihekî tiştekî bistîne, li cihekî din tiştekî bixwe , bibîne teqez ji hevalê ne xwe re dianî. Ango, ji kesî re bi tu awayî rêvebertiya xwe nedids der.Berovajî hîn bêhtir xizmet dikir.
Hevalê Andok, hevalekî zêde karvanîger û kedkar bû. Tiştê xwe yên teorîk zehf tunebûn.
Jixwe di jiyana xwe ya şarwer(sivil) de jî her xebitiye. Di avahî û zeviyan de xebitiye. Jiyana hevalê Andok bi ked û karvanîyê re derbas bûye. Jixwe zaningeh nexwendiye, jiyana wî domahî bi ked û karwaniyê derbas bûye. Ji ber vê jî ev hevalekî kedkarî û karwaniya wî her li peş bû. Xwe bi karwanî û kedê îfade dikir. Mînak, xwe di civînekê de rihet hîs nedikir lê belê gava kozik dikolandin xwe rihet hîs dikir. Gava karek dikir, bivir û tevir dikire dest xwe bir şad diçû.
Heta, hevalan henekên xwe pê dikirin, digotin; Tiştê ku hevalê andok pê re herî zêde têkildar dibe bivir û tevir e. Xwe wisa der dibir. Xwe zêde nikaribû der bibira. Carinan dixetimî, dikulimî, nikaribû tiştê ku dixwest bibêje tam bigota; yê/ya li hember xelet fêm dikir û ew jî teng dibû, lê belê gava dikete karwaniyê gelek gihîstî bû ku em dikarin bibêjim ku xwe ji nû ve didît. Hevalekî ewqas kedkar û karxwaz bû. Ên teorik, pirbêj lê ji karwaniyê dür qet nedixwestin, jixwe zêde bi wan re nediaxivî , nikaribû biaxiviya. Xwe zêde li cem wan nedidît. Gava yek dihat, dinêrî ,mînak digot: Ev burjuwayê biçûk, teorîk e, heval ez bi wî/wê re niqaş nekim hûn biçin. Heval Andok gotinên gilover nedikirin, dirêj nedikir. Mesela , me carinan henekên xwe di vê mijarê de jî pê dikirin. Min digot; ‘Axaftina herî dirêj a ku Hevalê Andok bi hevalekî/ê re bike 12 kê xulek e’ lê diçû ew kanî dikir. 12 xulek be jî kanî dikir, lewre zelal diaxivî. Gava ku karek dikir jî wisa bû. Bi her tiştê xwe dikir karê xwe. Ji ber wê jî yê/ya ku ew beşdarbûna wî ya bicoş, ew beşdarbûna bêhempa didît îtîraz nedikir. Kesî ji Heval Andok re nikrabû bigota; Na. Ji ber wê gelek kim diaxivî bi mirovan re, min got jî, axaftina xwe ya herî dirêj, 12 xulek derbas nekiriye. Demekê em li kamelyayê rûniştîbûn, min got: Heval Andok, here bi filan hevalî/ê re biaxive, rewşa wî/ê zelal bike, vesazbûna wî/ê bike.’ Ez jî derketim derve, min dît ku Heval Andok li wir e. Min got; Te çi kir?’ Got; Ez axivîme.
Min got: Tu çawa axivî? Got: Min ji wî/ê re pêşniyazeke ku nikare red bike raber kir, wî/ê jî got; temam. Gelek kêm diaxivî, lê belê kanî dikir. Herwiha, carinan hevalê Andok hêrs dibû, teng dibû, aciz dibû. Ev yek herî zêde 5 xulekan diajot. Piştî 5 xulekan girêdan û hezkirina xwe ya berê diyar dikir ji wî/wê hevalê/î re. Gava ku hêrs dibû wê hema fêm bikira, gava hêrs dibû tiştek jê nedihate fêmkirin. Ango, dema ku ji Hevalê Andok tiştek nedihate fêmkirin wê fêm bikira ki hêrs bûye. Lê belê, ne hevalekî ku zêde kên digire û dirêj nedikir. Demkî û kêmawe bû . Ji ber wê jî yek ji hevalên ku herî zêde tê hezkirin bû. Yên ku herî zêde pê re hêrs bûne jî, yên ku herî zêde rexne kirine jî, ên ku herî zêde bi wan re şer kiriye jî ji Andok hez dikirin. Lewre, Heval Andok bi rastî jî bi hestên paqij û zelal nêzî hevalên xwe dibû û hewce nedikir ku vê der bibe; ji tevgerên wî, ji lebt û lebatê wî , ji nêrîna wî û ji kena wî we yê fêm bikira. Gava ku dikeniya jî bi heman awayî bû ku hez bikira jî. Dibêjin ku; Kena wan jî jidil e.
Hûn dizanin, her tişt têr û tijî jiyan kir heval Andok. Ango, vala nejî. Bi rastî jî li gorî min, tiştekî Heval andok li vê dinê jê poşman bibe nîn e. Ango, tiştekî ku bibêje; min jiyan nekir, ev di dilê min de ma tune ye. Bi tenê hezkirina wî ya rêhevaltiyê jî li gor min wê nirxê, wî mafî dide. Bi rastî jî taybetiyeke ku mirov bandor dike, diheyîrîne bû. Taybetiya wî ya ku mirovan herî zêde bandor dike jî ew bû. Bi mirovan re hema dikelijî. Gava dikete nîvengekê, bila nû be, nas bike an jî nas neke; ger li wir 30 kes hebe min dinêrî Heval Andok li navbera wan de rûniştiye diaxivin, niqaş dikin. Wekî hevalê/a xwe ya 40 salî ye nêzî her kesî dibû. Her tim, di têkiliyên wiha de jî ji bo cihekî nû jî me Heval Andok dişand. Gava diçû hema encam digirt û têkiliyên xwe çêdikirin, hema dikelijî, hema xwe dida hezkirin û karê xwe dikir û dihat. Li gelek cihên ku gelek heval çûn û encam negirtin, Heval Andok diçû dikir û dihat. Ji bo me, bi rastî bu rewşeke giran û windahiyeke mezin. Lê belê hevalê Andok, yekî ku were jiyankirin e. Ji bo Komalên Ciwan remzek e. Remza ciwantiyê ye, nîşana ciwantiyê ye. Divê ev wisa were zanîn û fêmkirin”