Şehîd Akif Yilmaz
Nasnav: Akif Yilmaz
Nav û Paşnav: Halil Yilmaz
Cih û Dîroka Dayikbune: Erdexan
Cih û Dîroka Şehadete: 31.12.2020/ Serhat
Hevrê Akîf di sala 1987’an de li Erdexanê di nav malbateke welatparêz de ji dayik bûye. Hevrê Akîf li gund a ku çanda welatparêziyê ya qedîm û xurt a gelê Serhede heye, mezin bûye. Hevrê Akîf li gorî nasnameya civakî, nirx û Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê mezin bûye. Akîf Yilmaz ê ku di sala 1982’an de li Zindana Amedê di Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin de şehîd ket, ji malbata hevalê me ye. Piştre gelek endamên malbatê li ser şopa qehremanê me yê pêşeng meşiyan û tevlî nav PKK’ê bûn. Hevalê me Akîf (Halîl Yilmaz) herçiqas ji ber sedemên aboriyê malbata wî koçî Tirkiyeyê kiriye û bi salan li wir jiyane jî, ew ji cewhera xwe dûr neketiye û têkiliya xwe ya bi koka xwe qut nekiriye. Heval Akîf di sala 2006’an de tevlî nav refên gerîlayan bûye û navê apê xwe Akîf Yilmaz ê ku şehîdekî me yê mezin e stendiye. Hevrê Akîf hestên di dilê xwe de û hêrsa li hemberî dijminê dagirker li çiyayên Kurdistanê bi bîra Apoyî kûr kiriye û kesayetiya xwe li ser vî esasî ava kiriye. Li ser vî esasî wî di xebatên stratejîk ên rêxistina me de peywir stendiye û gelek xebaten ku baweriyeke mezin jê re hewce dike jî bi serkeftî bi cih aniye û ev tişt kirine bingeha jiyana xwe ya şoreşger. Hevrê Akîf di sala 2013’an de li Dibistana Navendî ya Partiyê ya Mazlûm Dogan tevlî nav perwerdehiyê bûye. Heval Akîf xwedî kesayetiyeke jîr û jêhatî bû û bi vê coşê tevlî nav xebatên Komalên Ciwan bûye. Di 4 salan de gelek xebatên krîtîk bi cih aniye û bi helwest û beşdariya xwe wekî ciwanekî Apoyî rola xwe bi cih aniye û bûye wesîle ku gelek ciwan tevlî nav tevgera Apoyî bibin. Ji bo ku partiya me PKK di warê çawanî û mezinahiyê de mezin bibe , wî xwe dabû ber serkeftina Şerê Gel a Şoreşgerî. Li ser bingeha van armancan li Akademiya Leşkerî ya Mahsûm Korkmaz perwerde bû, xebatên xwe zexmtir kir û îddîyaa xwe mezin kir. Heval Akîf ji bo ku biçe Bakurê Kurdistanê bi salan israr kir û di sala 2018’an de vê xeyala xwe bi cih anî û berê xwe daye Bakurê Kurdistanê. Li axa ku ji dayik bûye, ew bûye fermandarek û armanca wî ev bû ku ji Îhsan Nûrî û heta Akîf Yilmazan tolhildaneke dîrokî bistîne. Heval Akîf yê ku ji bo gel û partiya me kadro û fermandarekî yê dema bê bû, li ser sînorê Serhedê tevî 5 hevalên xwe di komployeke nemerd de şehîd bûye.