Şehîd Zinarîn Cûdî
Nasnav: Zinarîn Cûdî
Nav û Paşnav: Gurbet Oran
Cih û Dîroka Jidayikbûnê: Şêgirkê, Şirnex
Cih û Dîroka Şehadete: 09.2022 Zap
“Zinarîn Cûdî, li bajarê Sêgirkê yê Şirnexê di malbateke welatparêz de ji dayik bû. Lê belê ji ber ku malbata wê polîtîkayên cerdevaniyê yên dijmin qebûl nekiriye, neçar mane koçî Mêrsînê bikin û li wir mezin bibe. Zinarîn, ji ber welatparêziya kûr a malbatê, dibe sedem ku li dijî êrîşên dijmin ên li ser gelê Kurd bikeve nav nakokiyan. Ji bo ji pirsên xwe re bersivan bibîne pêşî tevlî xebatên ciwanan bû û cihê xwe di nava têkoşîna azadiya gelê xwe de girt. Zinarîn ku bi taybet bi nakokiya zayendî ya di nava civakê de û statuya koletiyê ya ji bo jinê hatiye ferzkirin dizane, ti carî ev statu ji bo xwe qebûl nekir. Berovajî vê yekê zêdetir kete nava têkoşînê û hewl da ku azadiya xwe misoger bike. Di sala 2014’an de tevlî nava refên gerîla bû. Piştî ku xwe gihandiye çiyayên Kurdistanê, demekê di nava xebatên Komalên Ciwan de ma. Demekê jî di nava xebatên çapemeniya azad de ma. Zinarîn ku kêlî bi kêlî bi perwerdekirina xwe ya bîrdozî xwe nas kir, hewl da ku layiqî kevneşopiya Gurbetellî Ersoz û Denîz Firatan bibe. Tevî ku xebatên xwe bi serketî meşand jî, ji ber rastiya şer a heyî xwest biçe eniyên şerê germ. Ji bo vê jî di wê baweriyê de bû ku beriya her tiştî divê aliyê xwe yê leşkerî xurtir bike. Zinarîn Cûdî, bi berpirsyariya xwe ya dîrokî di çeperên berxwedanê de cih girt û bi biryardariyeke mezin li dijî dijmin şer kir.”
Kurdêya dêya xwe, Zinarîna welatê xwe
Zinarên Cûdî ku li Zapê bi çekên kîmyewî hat şehîdxistin, bi vî awayî dabû ser rêça azadiyê: “Li vî welatî, heta em bi rihetî bi zimanê xwe neaxivin û heta Kurdistana azad neyê avakirin zewac li me heram e û koletî ye.”
Şerê ku Tirkiye bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Zap, Avaşîn û Metînayê ji 17’ê nîsan dabû destpêkirn hêjî didomin. Di êrîşên Tirkiyeyê yên bi çekên kîmyewî de 17 endamên HPG û YJA-Starê jiyana xwe ji dest dan. Ji HPG’î û YJA-Stariyên ku di 18’ê cotmehê de nasnameyên wan hatibûn aşkerakirin yek jê jî endama YJA-Starê Zinarîn Cûdî (Gûrbet Oran) bû. Zinarîn Cûdî, di êrîşên bi çekên kîmyewî de yên di meha îlonê de li Zapê çêbûbûn jiyana xwe ji dest daye.
Zinarîn, piştî malbata wê ji ber zextên dewletê û ferzkirina cerdevantiyê di sala 1987’an de ji bajaroka Şenoba ya navçeya Qileban a Şirnexê koçî navçeya Toroslar a Mêrsînê dike, li vir di sala 1994’an de hatiye dinyayê. Malbata wê xwestiye navê wê wekî Kurdistan deyne, lê ji ber ku ev nav nehatiye qebûlkirin di nasnameya dewleta tirkî de navê Gûrbet lê hatiye kirin. Lê ew her tim wekî “Kurdê”ya malbatê maye. Zinarîn ku li vir ji tu Newrozê û çalakiyan nemaye, gava dest bi amadekariyên ji bo zanîngehê kiriye, di 4’ê nîsana 2014’an de tev li nava refên PKK’ê bûye.
Nameya li dû hiştiye
Zinarîn berî biçe bi 13 rojan nameyek nivîsiye û xistiye çenteyê xwe yê dibistanê. Zinarîn di nameya xwe de armanca çûna xwe wiha ragihandiye: “Îro 19.03.2014 û min biryarek girt. Dibe ku ev biryara min gelek kesan biêşîne, lê ji bo aramî û bextyariya gelek kesan e. Li vî welatî, heta em bi rihetî bi zimanê xwe neaxivin û heta Kurdistana azad neyê avakirin zewac li me heram e û koletî ye. Ji ber hindê min biryar girt ku tev li nava refên hevrêyê xwe bibim. Tu tişt ji vê biryara min xweştir tune ye li vî welatî. Ger bimirim, dixwazim di rêça doza xwe de bimirim, ne wekî miroveke asayî. Ez ji bo Rêbertî, gelê xwe û ji bo ciwanên wekî xwe tev li dibim. Ez jineke 20 salî me û 8 sal in partiyê û Rêbertî nas dikim û ez li ser şopa wî me. Azadiya Rêbertî azadiya tevahiya gelê kurd e. Ji roja min Rêbertî nas kiriye bûme evîndarê wî, evîneke nayê gotin. Divê mirov wê bijî. Ez amade me di vê rêçê de canê xwe bidim.”
Dayika wê Halîme û xwişka wê Hulya Oran behsa têkoşîna wê kirin.
Kurdêya Malbatê
Dayik Halîme Oran diyar kir ku gundê wan bi darê zorê hatiye valakirin û wiha got: “Li gund halê me baş bû, heywanên me û erdê me hebûn. Lê dema em ji gund derketin, em mecbûr man hemûyan bifiroşin. Em li metropolan di xaniyê bi kirê de bûn, me pir eziyet kişand. Nêzî 5 salan em ji bo berhevkirina şekir çûn Enqereyê, paşê bi pereyê ku me dabû ser hev me xaniyê xwe çêkir. Dema rewşa me baş bû, min zarokên xwe şandin dibistanê. Gûrbet, di malbateke welatparêz de mezin bû. Dema hat dinyayê bavê wê navê wê kir Kurdistan. Lê ji ber ku li ser nasnameyê nenivîsandin em mecbûr man Gûrbet binivîsin. Li malê kesî jê re nedigot Gûrbet, me hemûyan jê re digot ‘Kurdê’. Me digot qey diçe dibistanê, meger tev li xebatên ciwanan dibû. Dema ku tev li xebatên Newrozê dibû, li pişt taxa me dixebitî. Lê me nizanîbû. Gûrbet pir girêdayî vê rêyê bû, ji xwendinê hez dikir. Keçeke pir sakîn bû. Carekê bi nîşana kesk û sor û zer çû dibistanê. Mamosteyê wê bertek nîşan dide ku ew wê nîşanê rake û şelmaqekê lêdixe. Li ku derê mîtîngek an jî çalakiyek hebûna bi dizîka diçû wir.”
‘Ez pê serbilind im’
Dayik Oran diyar kir ku ew ji televîzyonê pê hesiyaye ku keça wê bi çekên kîmyewî jiyana xwe ji dest daye û ji bo wê kêliyê ev tişt anîn ziman: “Dema ku min di televîzyonê de dît ez wêran bûm, ez nikaribûm li ser pêyan bisekinim. Bi dîtina wan wêneyan dilê min êşiya, Xwedê heqê wan nehêle. Em dixwazin xwedî li şehîdên xwe derkevin û berxwedana wan mezin bikin. Bila hemû kurd bibin yek û bi dijmin re hevkariyê nekin. Bi çekên kîmyewî ciwan û zarokên me dikujin. Rêya ku keça min daye ser, rêya namûs û şerefê ye. Em pê serbilind in. Çendî mirina wê êşbar be û kezeba min bişewitîne jî, lê ez pê serbilind im. Ev rûmet nabe nesîbê her kesî.”
‘Dengê çalakiyan bû’
Xwişka wê Hulya Oran jî anî ziman ku xwişka wê jineke serîhildêr û azadîparêz bûye û wiha got: “Tim tev li çalakiyan û xebatan dibû. Ew xwedî helwesteke bibiryar bû. Bavê min her tim me teşwîq dikir ku em beşdarî Newrozê û xwepêşandanan bibin. Ez diçûm, lê ji ber ku xwişka min diçû dibistanê, digot bila ew neçe. Rojekê dema ez beşdarî çalakiyekê bûm, min dît yek li pêş bi dengekî bilind dirûşmeyan berz dike. Min dizanibû ku ev deng, dengê Gûrbetê ye. Di her çalakî û merasîma cenazeyên şehîdan de bi dengekî bilind dirûşme berz dikirin. Tim digot, ‘Em jin dizewicin, em dibin koleyên mêran. Zilmê li me dikin û azadiya me binpê dikin. Ez naxwazim vî tiştî bikim.’ Digot ew ê ji bo nasnameya jinan şer bike. Ev rê, ji bo wê rêyeke bi rûmet bû. Piştî ku çû, em bi salan li benda xebereke wê man. Gava me ji nişkave ew di televîzyonê de dît, em pir xemgîn bûn. Lê ez dibînim ku bi sedhezaran kes behsa xwişka min û doza wê dikin. Loma em serbilind in. Dijmin bi tirsonekî nêzîk bû û ji ber ku dizanibû dê nikare bi ser bikeve serî li çekên kîmyewî da. Em ê li ser rêya wê bin û têkoşîna wî bidomînin.”