Şehîd Çiyager Hêvî

Çiyager Hêvî

Nasnav: Çiyager Hêvî
Nav û Paşnav: Cihat Türkan
Cih û Dîroka Jidayikbûnê: 1982 Batman, Hasankeyf gûnde Derca
Cih û Dîroka Tevlîbûne: 2004
Cih û Dîroka Şehadete: 12.03.2016 Amed Sur

EM TESLIM NABIN EM Ê HEYA DAWÎ BERXWE DIDIN

Fermandarê Navenda Hêzen Parastina Gel Murat Karayilan bi wî rengî behsa Şehîd Çiyager Hevî dike:

“Di dîrokê de berxwedana Sparta wi yan li hemberi împeratoriya Persan heye. Di Sparta 300 kes li hember arteşe împeratoriya Pers a mezin berxwedide. Ew na ji bo şeref û rûmeta xwe dibejin emê teslîm nebin em ê şer bikin. Berê jinê xwe, zarokên xwe, ye ku nikarin şer bikin dikuşin. Hewanê xwe gişt dikuşin, alane (?) xwe gişt dişewtinen li hev digerinen, digrîn û bang dikin ’em teslim nabin em ê bi şerefa xwe bimrin’. Wisa ji kelê derdikevin û hecum dikin. Bi rojan şerekê dîrokî li hember împeratoriya Pers a bi deh hezaran pêk te şer kirin û wisa jiyana xwe ji dest dan.

Ev berxwedanek dîrokiyê. Niha berxwedana Sûr ê û berxwedana bajarên Kurdistanê ditîr ji we ne kemtirê. Ew jî wisa ye. Biriya digrin dibe ’em teslim nabin em ê heya dawî berxwe didin’. Îştê di we de rola rêheval Çiyager rolek sereke yê.”

EW BIBE RÊHEVALEKÎ RÊBER APO

“Gencek bû li Kurdistanê. Telebê Ûniversitê bû. Ama we siyaseta dagirkeriyê, asîmîlasyonê red kir. Koletî red kir. Derket çiya yê Kurdistanê. Di praktîka Amedê de cih girt, tecrube girt. Zanebûn kur kir. Bi fikrê û ramanê Rêber APO xwe tevger kir. Armanca we ew ê ku ew bibe rêhevalekî Rêber APO yî temam.”

FERMANDARIYEKÊ DÎROKÎ PÊŞXIST

“Berxwedana Koma dibin fermandariya Rêheval Çiyager da rolek pir giring lîst. Hevalê Çiyager di berxwedana Surê de, hem di aliyê peşxistina peşengtÎ, reverberî, wisa komkirina Hevalan, hem di aliyê hevî dayn, bawerî dayn û hem jî aliyê taktikî de cur bi cur pêşxistina taktikiyên zengîn rastî fermandariyekê dîrokî peşxist. Komekê ji 60 hevalê biriyar girtin ku heya dawî ji berxwe bidin, 105 rojan tevahî arteşê tirkiyê, polîsê tirkiyê sekinandin. Li hemberî wan zafer qezenc kir.”

FEDAÎ FERMANDAR ÇIYAGER

“Fedaî Fermandar Çiyager kes ên namirin. Wan a bi biryarbûna xwe, bi cesareta xwe, bi sekna xwe mirin kuştiyê. Ew bûn kes ên namir. We ew bi pêşxistina şerê gelê şoreşgerî de ji bo me hertim fermandar bûn ne. Wan a ji bo me talimatin, fermandarin. Em ê bi rihê wan a fedaî Apoçî bi rezaniya Rêber APO re, bi şopdariya wan qeremanan de berxwedanê bilind bikin û wisa biçin zaferê.”

NE OLURSA OLSUN SON MUHTEŞEM OLACAK

“Rêheval Çiyager fermandarekê ku ew gotina xwe dîrokî “ne olursa olsun son muhteşem olacak” wek temînak xist pelê dîrokê. Encam çi bibe bila bibe we pir bedew be. Xwedî wan gotinê elebetekî fermandarekî dîrokiyê. Qeremanekê mezinê.”

ŞEHÎD ÇIYAGER ŞEHÎDA GEL, ŞOREŞ Û KURDİSTANÊ

“Ez dayika Çiyager im, lê ew şehîda gel, şoreş û Kurdistanê ye. Çiyager zavayê Kurdistanê ye. Îro daweta Çiyagerê min e. Divê rondik ji çavên tu kesî nebarin. Divê her kes bikeve tengasiyê”

Welatê azad di çavên Çiyager de ye

Di çavên Çiyager de hêrs hebû, nerazîbûn hebû, serhildan hebû. Di çavên wî de tirs tune bû.

“Ger hûn bixwazin mirovekî fêm bikin, destpêkê li çavên wî binêrin…”

Cîhat Turkan ji bo zarokan çîroka azadî û rûmetê ye. Ew bi navê xwe yê efsûnî ‘Çiyager Hêvî’ ye. Çiyager Hêvî navê serhildaneke asî ye, navê fikrekê ye, navê bîrdozî û baweriyê ye.

Li ser navê Çiyager gelek tişt hatin gotin û nivîsandin. Vegêran nekarîn gotinên xwe temam bikin, gotinan têrê nedikirin. Fermandarê Sûrê Çiyager…

Çiyager meşeke li ser şopa heqîqetê ye. Ji wan kesan e ku wê wêrekiya wî ji paşerojê re were neqilkirin. Hin kesan ew şiband Leonîdasê fermandarê 300 Spartayiyan ku li dijî artêşa Persan a mezin şer kir. Hin kesan jî şiband berxwedêrekî efsûnî ê li Stalîngradê û hinan jî şiband fermandarekî fedaî yê li Vîetnamê… Ew fermandarekî Kurdistanî bû ku weke Fermandar Egîd bi wêrekiya xwe taybetmendiyên hemûyan li gel xwe dihewand. Çiyager ew kes e ku li gel 60 hevalên xwe li hemberî duyemîn artêşa herî mezin a NATO’yê û sêyemîn artêşa herî mezin a cîhanê, bi têkoşîna xwe ya bêhempa di dilê hemû Kurdan de xwedî text e. Çiyager weke fermandarê efsûnî yê Berxwedana Sûrê ya dîrokî ku 107 rojan dewam kir, bi têkoşîna xwe navê xwe di rûpelên dîrokê de bi tîpên zêrîn da nexşandin.

Fermandar Çiyager xwediyê gotina; ‘Encam çi dibe bila bibe, wê serketin a me be.’ Sembola serhildana li dijî zilimkarên Kurdistanê, Kawayê nûjen ê li dijî zilmkaran, komunalîzma li dijî hegemonyayê, serhildana li dijî înkarê û ji hemûyan girîngtir sembola rastiya welatekî azad û gelê azad e Çiyager. Çiyager li dijî dagirkeran û înkar û qirkirinên wan weke fermandarê efsanî yê tekoşîna xwerêveberiyê bi hemû heybeta xwe, xwe nîşanî me da.

Ev bişirîn, hêrs û awirên Çiyager yên di vî wêneyî de derbirînên çîroka wî ne. Yek ji wan wêneyan di 20’ê Îlona 2004’an de, di salvegera qetilkirina Apê Mûsa de, li Amedê hatiye girtin.

Çiyager bîrdariya; hez, ked, fedekarî, berxwedan, israr û mêrxwasîyê…

Çiyager ew kes e dema ku hê xwendekar di merasîma bibîranîna Apê Musa de bêdengî şikand…

Bêdengî şikand, ji ber ku merasîm ji aliyê bi sedan polîsan ve hatibû dorpêçkirin. Di destê rojnamegeran de wêneyên kesên ku jiyana xwe ji dest dabûn, hebûn. Polîsan nedixwest ew dengê xwe bilind bikin. Digotin: ‘’Qurnefîlên xwe deynin û herin.’’

Bêdengî di cîhana şoreşger û berxwedêran de tune ye. Kûçikên nobedar ên pergala faşîst digotin: ‘’Dengê xwe dernexînin û belav bibin.’’

Hewce bû lehengekî bêdengî bişkanda. Û Çiyager bi dirûşma; ‘Şehîd Namirin Bijî Serok Apo’ dengê xwe bilin kir û qîrîna girseyê berz bû li asîman.

Helwesta Çiyager û hevalên wî dinyaya polîsan bi erdî re kirin yek. Armanca wan binçavkirina Çiyager bû. Polîsan bi qontaxên çekan êrîşî girseyê kir.

Çiyager mabû di nava deh polîsan de, lê belê polîsan nedikarîn wî kontrol bikin. Polîs li hemberî berxwedana wî dîn û har dibûn. Û dema dixwestin wî binçav bikin, hêrsa di çavên wî de kete kameraya min.

Di çavên Çiyager de hêrs hebû, bertek hebû, serhildan hebû. Di çavên wî de tirs tune bû. Wî kesên li hemberî xwe baş nas dikir. Kujerên Apê Mûsa baş nas dikir. Wî êşkencekarên ku dixwest gelê Kurd bi bêdengkirin, perçekirin û bombebarandinê tune bike, baş nas dikir. Hêrsa di çavên wî de polîs dîn û har dikirin.

Çiyager bi awayekî fizîkî hate binçavkirin, lê belê bi sekna xwe bûbû tirs di dilê wan nobedaran pergalê de. Polîsên sivîl û fermî bi zor û zehmet Çiyager û hevalên wî li wesayita polîsan siwar kirin. Qêrîna Çiyager li asîman olan dida.

Fermandar Çiyager kolanên Amedê baş nas dikir. Min ew Çiyagerê ku wê rojê li wir dît, beriya niha di nava tevgera Mertalên Zindî de ya li dijî şerî dîtibû. Me ew li korîdorên Zanîngeha Dîcleyê bi serbilindiya wî, meşa wî ya bibandor û karîzmatîk û ruhê wî yê şoreşger dîtibû.

Sala 2004’an ji bo gelê Kurd serdemeke dijwar bû. Bêdengî zêde hebû. Yên ku ji tekoşînê fam nedikirin, egoîst, oportunîst û xwefiroş li derdorê digeriyan. Bêdengî hatibe qebûlkirin. Çiyager û hevalên wî ew ciwan in ku ev bêdengî şikandin.

Çiyager piştî binçavkirina di bibîranîna Apê Mûsa de pêşengtiya kampanyaya; ‘’Ocalan îradeya min a siyasî ye’’ ya ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, dikir. Û di heman salê de bi wan awirên xwe berê xwe da çiyayên Kurdistanê yên azad.

Çiyager piştî deh salan bi ruhê çiyayên Kurdistanê yên azad, bêdengî şikand û li Sûra Amedê bi 60 hevalên xwe re li dijî bêdengî û duyemîn artêşa herî mezin a NATO’yê û li dijî faşîzm û newekheviyê guleyên xwe direşand. Serhildana di çavên Çiyager de rastiya welatekî azad û gelê azad bû. Îro jî li çiyayên Kurdistanê yên azad serhildana Çiyager, Nûdem, Mazlûm, Senar, Sêvê û gelekên din berdewam dike. Çavên Çiyager li ba me dikin.

Close