Şehîd Zilan Dilxwaz

Zilan Dilxwaz

Nasnav: Zilan Dilxwaz
Nav û Paşnav: Songül Kolanç
Cih û Dîroka Jidayikbûnê: Şirnex
Cih û Dîroka Şehadete: 28.11.2016 Şirnex

 
DI NAVA ZEXT Û ZORDARIYÊ DE MEZIN BÛ

Zîlan Dilxwaz (Songul Kolanç) li navçeya Cizîrê ya Şirnexê ji dayik bû, hîn di emrê zarokatiyê de polîtîkayên girtin, destgîrkirin, êşkence, înkar-asîmîlasyonê nas kir. Zîlan got, “Li dijî dijmin timî bi kîn û nefret bûm û bi hesta tolhildanê jiyam. Ji malbata min şehadet çêbû, apê min şehîd bû, bavê min hate destgîrkirin, êşkence lê hate kirin, ez hatim girtin, êşkence li min hate kirin.” Zîlan li Cûdî tevlî nava refên têkoşînê bû. Mijdara sala 2016’an tevlî nava karwanê şehîdan bû.

Close