Şehîd Amargî Cudî

Amargî Cudî

Nasnav: Amargî Cudî
Nav û Paşnav: Nesrin İbrahim
Cih û Dîroka Jidayikbûnê: Amûde
Cih û Dîroka Şehadete: 20.08.2021 Heftanin

“Hevrêya me Amargî li bajarê kevnar ê Rojava li Amûdê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Hem ji ber hişmendiya xurt a welatparêziyê ya malbata wê, hem jî bi bandora Şoreşa Rojava hevrêya me Amargî felsefeya Rêber Apo nas kir. Bi bandora Îdeolojiya Rizgariya Jinê ya Rêberê me ji xwe re kir pîvan ku li gorî vê îdeolojiyê bijî. Bi rengekî rast nêzî rastiya şehadetê bû, gihîşt wê baweriyê ku bi mezinkirina têkoşîna wan dikare hêjayî wan bibe û li ser vê bingehê tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrêya me Amargî dema ku xwe gihand çiyayên Kurdistanê li pêşberî xwezaya bêhempa ya çiyê heyran ma û kete nava hesteke welê ku mîna ji nû ve ji dayik bûye. Ji ber vê yekê jî baweriya xwe bi wê yekê anî ku jin ên ciwan ên ji bo azadiyê têdikoşin divê teqez xwe bigihînin çiyayên Kurdistanê. Hevrêya me Amargî ku xwedî daxwazeke mezin a têkoşînê bû, ji bo karibe vê yekê li qada şer li dijî dewleta Tirk a mêtinger bixe pratîkê her tim xwe perwerde kir û bû gerîlayeke YJA Starê ya pispor. Piştî ku li qada leşkerî û îdeolojîk bû xwedî tecrûbe, ji bo bicihanîna van tecrûbeyên xwe sala 2019’an derbasî herêma Heftanînê bû, li vê derê tevlî gelek çalakiyan bû û mohra xwe danî binê gelek serketinan. Her wiha sala 2020’î di Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftanînê de jî cihê xwe di nava gelek çalakiyên serketî de girt ku dijmin têk bir û tola hevrêyên di pêvajoya vê pêngavê de şehîd bûn, hilanî. Bi kesayetiya xwe ya têgihiştî û jiyana xwe ya dilnizm li nava hevrêyên xwe hemûyan bû cihê hurmetê û weke milîtaneke jin a mînak erk û berpirsyariyên xwe heta dawiyê bi cih anî û tevlî karwanê şehîdan bû.”

Close