“Ev tu yî mîrateya van didomînî, rêveberiya van esas digirî, parazvantiya kelha vê zilmê dikî? Bi ser xwe ve were!” Em bangek mirovahî ya herî dawî dikin: Ger tu radest dibî bibe, nexwe wê tu bi hêrs, rik û biryardariya gel a teqez û pir mafdar re rûbirû bimînî! Bijî ji me re, me xwe gihandiye van rojan. Di vê roja hesab pirsînê de, emê vê pirsê ji xwe bikin: Ger em bi van mînakan re rûbirû bihatan, dê bi navê miletekî me bi mînakan re jî şer kiriba! Li beramberî Mustefa Kemal’an Seyît Riza’yên, Şêx Seîd’ên heftî salî çi kirin? Encamên ku ciwanên me ji vê pirsê derxistîn, tola hemûyan rakirin û li hember hebûna heyî li ser vî bingehî hesabxwestin bi dîrokî kirine. Vaye divê biryardariya me û we wisa pêş bikeve. Ger hinekê zanebûna we ya dîrokî hebe, beramberî vê bi sondek we ya tolhildanê ve û ji vê jî wêdetir li hember hêzek tinekirinê bêjin her tişt ji bo jiyana azad, divê hûn vê hêza bi ciwantiya me re li ser vî bingehî seferber bikin. Pêwîste biryar be biryar, pêkanîn be pêkan hebe û divê hûn vê di her astê de jî pêk bînin. Dijmin ji bilî vê firsendê nade tiştek din.”
Rêber APO
Kovara Jilemo bi şîara ‘Bi Rêbertiya Azad û Civaka Demokratîk’ derket
Bi dirûşma; ‘Bi Rêbertiya Azad û Civaka Demokratîk’ kovara Jilemo hejmara 37’an derket.
Mijara sereke ya vê hejmarê xwedîderketina li banga Rêber APO û rola ciwanan a di avakirina civaka demokratîk de ye.
Di heman demê de, çend gotarên cihêreng ên ku ji hêla pênûsên ciwan ve hatine amadekirin, li ber destê xwendevanan in.
Çend sernîvisên kovara me ev in;
• Nirxandina Rêber APO yên li ser têkoşîna Newrozê
• Perspektifa Koordînasyonê KCR
• Nameya rêheval Zeyneb Celaliyan
• Wate û Girîngiya Newrozê ango cejna azadiyê
• Rola ciwanan di sîstemeke modern a demokratîk de
• Azadî û edalet wê bi têkoşîna jinên Misirê pêk were
• Jinên hizirkirî xwedî aborîya xwe ya xweş bûn
Ciwan mûmên şoreşê yên her dem dişewite ne
Hûn dikarin li van navnîşanan kovara Jilemo bixwînin
www.pjak.eu
telegram: @jilemo_KCR
www.command_messenger.com

Hejmara Kovara Jilemo ya Mijdar û Kanûn derket
Hejmara 35’êmin a kovara Jîlemo organa fermî a KCR (Komelgeha Ciwanên Rojhilatê Kurdistanê) û YJCR (Yekîtiya Jinên Ciwanên Rojhilatê Kurdistanê) hate weşandin. Di vê hejmarê bal li ser Salvegera damezrandina Partiya Karkerên Kurdistanê hatiye kişandin. Her wiha Nameyên fedayiyên demê; Şehîd Asya û Şehîd Rojger û nîvisên li ser hemleya dema Tolhildan cîh girtine. Xwendevanan …

Hejmara Mijdar-Kanûnê ya Kovara Ciwanên Welatparêz derket
Kovara Ciwanên Welatparêz ku bi zimanê Tirkî û Kurdî derdikeve, hejmara Mijdar-Kanûnê pêşberî we ye. Di kovara ku bi şîara “Yan em ê bi Rêber APO re azad bijîn, an jî em ê nejîn û nahêlin were jiyîn” tê weşandin de, perspektîfa Rêber APO di vê hejmarê de bi sernavê ‘PKK zanist, moral, exlaq û …

“WÊ DIJMIN BI TENÊ BIMÎNE”
Hun gelê Kurd heta niha hatibûn jibîrkirin Sebep dîsa ne dijmin tenê bû, em bi xwe bûn. Tu mafê xwe nedî destê xwe, bi şerê xwe, xwe nedî ser welatê xwe, Ne mumkûne dinya te nas bike. Bi şer te nas dike û niha alemê de gelê Kurd deng dide. Ji bo welatekê, ji bo …