Şehîd Amara Tolhildan
Nasnav: Amara Tolhildan
Nav û Paşnav: Pervin Bozan
Cih û Dîroka Jidayikbûnê: 1989 Kobanê, Mewjîk
Cih û Dîroka Tevlîbûne: 2015 Kobanê
Cih û Dîroka Şehadete: 25.10.2018 Herêmên Parastina Medya
Komîteya Piştgiriya Bi Malbatên Şehîdan a PKK’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar ki:
“Rêhevala me ya hêja Amara Tolhildan li Rojavayê Kurdistanê, warê berxwedanê Kobanê li gundê Mewjîkê di sala 1989’an de ji dayîk dibe. Di malbateke ku ji 7 xwîşk û 6 birayan pêk tê de bi nirxên welatparêzî û bi axa xwe ve girêdayî mezin dibe. Ji malbatê gelek tevlîbûnên nava gerîla çêdibin û ji wan yek jî xwîşka hevala Amara, Rêheval Gerîla ye. Rêheval Gerîla di sala 2014’an de li Kobanê di şerê li hemberî DAÎŞ’ê de bi berxwedaniyeke mezin tevlî karwanên şehîdan dibe. Li ser vê rêheval Amara girêdana bi wate ya bi xeta şehîdan re dike esasê tevlîbûna xwe ya nava refên gerîla. Çeka xwîşka xwe Gerîla li erdê nahêle û dibe hevaleke dilsoz a xwîşka xwe. Zilm û zordariya li ser gelê xwe û kiryarên tên ferzkirin ti caran qebûl nake, van tiştan bi kûrahî di dilê xwe de hîs dike.Tevlîbûna nava refên gerîla weke peywira herî bingehîn a bûyîna Kurdistanî û welatparêziyê dipejirîne, li wijdana xwe guhdar dike û di sala 2015’an de tevlî nava refên gerîla dibe. Hemû dema xwe ji bo welatê wê bigihîje azadiya xwe, ji bo gelê Kurd bi azadî bijî dinirxîne, li hemberî gelê xwe, welatê xwe û Rêber Apo hezkirin û girêdanek mezin hîs dike û bi fedakarî dixebite.
Hevala Amara Tolhildan di xebatên ciwanên welatparêz de cihê xwe girt û di rêxistinkirina ciwanan de erkeke girîng hilda ser milên xwe. Bi rêxistinkirina ciwanên welatparêz di avakirina girseyeke çalak de roleke girîng leyîst. Her wiha dema DAÎŞ’ê bi awayekî hovane êrîşî Kobanê kir hevala Amara bi rihê militaniya jin ya Apoyî berê xwe da bajarê qedîm Kobanê. DAÎŞ’a ku bi wehşeta xwe cîhan hemû dilerizand, bi sekna fedayî, wêrek û fedakâr ya hevalên weke heval Amara têkçûneke dîrokî jiya. Tarîtiya ku li ser gelên heremê dihate ferzkirin pûç bû û berxwedanê weke ronahiyekê li hemû cîhanê deng veda. Heval Amara hezkirin, dilsozî, welatparêzîyek kûr li hemberî axa xwe û gelê xwe dijiya. Weke şervaneke azadiyê bi mîrateya ku şehîdên me ji me re hiştine, di xeta PKK û PAJK’ê de bû şervaneke jêhatî. Hevala Amara di tevahî jiyana xwe ya di nava refên azadiyê de hevalek dilnizm, fedakar, bi moral, bi coş û bi heyecan bû. Coş û heyecana wê weke çemekî diherikî û her kes bi xwe re diherikand. Jiyan li derdora wê bi kelecana şoreşgerî û ya bêsekin diherikî. Hêz, moral û hêvî dida derdora xwe. Hevaleke aktîf û bi însiyatîf bû. Asta têkoşîna bîrdozî a jinê weke pîvana jiyana azad ji xwe re esas girt. Bi taybetî li hemberî nêzîkatiyên zayendperest, desthilatdariya mêr û kevneşopiyên civakî pir bi hêrs bû û di vî warî de lêgerîna wê ya jiyana azad pir xurt bû. Di her kêliya jiyanê de bi awayekî bi disîplîn xwe perwerde dikir û pir dixwend. Lêgerînên xwe yên azadiyê qet nesekinandin. Hêviyên wê ên mezin hebûn ku bi rihekî fedayî li hemberî dijmin sînge sîng şer bike, tolê rabike. Ji ber vê yekê bi zanebûna rastiya dijmin paşnavê xwe kiribû ´tolhildan´. Bi beşdarbûna xwe ya nava refên Partiyê û bûna milîtanek PKK û PAJK’ê tola xwe ji zayendperestiya civakî û desthiladariya mêr rakir. Armanca sereke ya tevlîbûna ew bû tolê ji pergala êşkenceya li ser Rêber Apo rake û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têbikoşe.
Li ser van armancên mezin di hemû jiyana xwe de weke militaneke jin a di rêka heqîqetê de têkoşîneke bênavber meşand. Ew heqîqet biqasî tevahî cîhanê bigûherîne bihêz e, rêheval Amara jî di rêça azadiyê de bi felsefeya “yek loqme yek xirqe” jiyaneke sade û mûtewazî jiya. Hewildana xwe ya ji bo parastina nirxên bi saya keda mezin ya gelê me û bi xwîna lehengên tevgera azadiyê hatine afirandin ti caran kêm nekir. Heta henaseya dawiyê jî bi nirxên têkoşînê re girîdayî ma.
Jiyana hemû hevalên me yên şehîd di serî de ji bo gelê me û hemû mirovahiya azadîxwaz weke çirayeke ku mirov paşeroj û pêşeroja xwe di bin roniya wê de bi awayekî herî rast bide hûnandin e. Civakeke ku li ser şopên şehîdên xwe bi awayekî rast dimeşe wê xwedî li nirx û dîroka xwe derbikeve. Her kesên ku azadiyê bi kûranî di dile xwe de hîs dike bi xwedîderketina nirxên şehîdan, dikare serkeftinên mezin bi dest bixe. Em weke rêhevalên heval Amara û bi hezaran qehremanan, soz didin ku em ê bîranîna her şehîdek xwe bikin bingeha avakirina welatekî azad, demokratik û jiyaneke wekhev.”