Şehîd Berivan Şengal
Nasnav: Berivan Şengal
Nav û Paşnav: Dunya Zat Said Hesen
Cih û Dîroka Jidayikbûnê: Şengal
Cih û Dîroka Şehadete: 11.2015 Herêmên Parastina Medya
Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Star, gerilaya YJA Star bi nasnav Berîvan Şengal bi navê Dunya Zat Saîd Hesen ku meha Cotmehê li Herêmên Parastinê yên Medyayê jiyana xwe ji dest da bibîr anî.
Fermandariya Biryargeha Navendî daxuyaniyek nivîskî weşand diyar kir ku, di dîroka Bexwedana Azadiya Kurdistanê de hemû cîhanê şahidî ji qehremanî û destanê wê re kiriye. Qêrîna jinên ku bi sîstema 5 hezar sal di bin zilm û kolebûnê de bi felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan ji nû ve şînber bû. Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Star diyar kir, “
Jina Kurd, jina ku hatiye kolekirin, tune hesibandin, di demê ku azadiya wê tê gotin bi wateya rast a azadiyê re li hev hatiye. Jina Kurd hemû jinên cîhanê fêrî berxwedan û têkoşînê kir. Destana ku li Kobanê di pêşengiya Arîn Mîrkan de ji Amerîkaya Latîn heta Afrîka bûye sembola hemû jinên berxwedêr.
Berxwedana Jina Azad a Kurdistanê bi Sarayan destpê kir, bi Binevş Agalan re berdewam kir û bi Arînan re gihişt lutkeya herî bilind û li her parçeyan belav bû. Berxwedana Jina Azad çar parçeyên Kurdistanê dike yek û şehîdên jin yên berxwedanê Yekîtiya Netewa Kurd pêk tîne. Jinên Êzîdî, Elewî, Yarsanî, Sunî, Zaza, Kurmanç, Soran û Kelhor bi felsefeya Neteweyî ya jinên Kurd û di bingeha îdeolojiya azadiya Jinê de li çar parçeyên Kurdistanê canê xwe feda kirine û hê jî feda dikin. Herî dawî li Herêmên Parastinê yên Medyayê hevala me Berîvan Şengal ( Dunya Zad Saîd Hesen) tevlî karwanê şehîdan bû, carek din hêza jina Kurd nîşanî hemû cîhanê da.”
Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Star di daxuyaniya xwe de wiha got: “Hemû cîhanê jinên Êzidî ku roja 3’ê Tebaxê bi fermanan hatin revandin, bi rondikên çavan û esaretê hatin naskirin.” Biryargehê di berdewamiya daxuyaniyê de wiha got: “ Êzidiyên ku fermana 73. jiyan, 3’ê Tebaxê ji bo wan jiyan rawestiya. Lê belê ji bo Havela Berîvan jiyan ne rewestiya, nîşan da ku jiyan ji nû ve destpê kir. Piştî fermanê hêviya xwe winda nekir ji bo rizgarkirina jinên Êzidî û hemû jinên ku dîl ketin, Şehîd Berîvan ji bo tolhildana wan berê xwe da azadiyê ango çiyayên azad. Hevala me Berîvan Şengal li ser mîrateya dîroka û ji bo hêza jinên Êzidî bide nîşandan kete rê, navê ji pêşengên berxwedana me keça Êzidî Binevş Agal ( Berîvan) girt. Jinên Êzidî rêya azadiyê bi Berîvanan nas kir, bi ronahiya Berîvanan jî wê bidomînin. Ji jinên ku 3’ê Tebaxê dîl hatin girtin, jinên bûne sembola berxwedanê niha ji aliyê bi hezaran Berîvanan ve xaka Şengal tê rizgarkirin.
Malbata şehîd Berîvan yek ji malbatên welatparêz ên yekemîn berxwedana Azadiyê ye. Di vê rêya rûmetê de her demê li cem keça xwe, bi berxwedana Berîvanê re bûn. Ev ji bo me windahiyek pir bi êş bû. Lê, di berxwedana me de her êşên çêdibin ji bo serketinên mezin rê nîşand didin. Destpêkê serê Rêber APO, hemû gelê me yê Êzidî, û malbatên me yên welatparêz sax be. Soza heta dawî domandina berxwedana Hevala Berîvan didin.