Şehîd Bermal Bawerin Koçer

Bermal Bawerin Koçer

Nasnav: Bermal Bawerîn Koçer
Nav û Paşnav: Berivan Taptık
Cih û Dîroka Şehadete: Amed

 

Şehîd Bermal; Jina Çiyayî Xwebawer

Berxwedanvanên çiyayên Kurdistanê ku dervayê dilê wan tişteke di şuna xwe da nahêlin,bû çil sal ji çiyayên hêrî bilind re, ji kulilkên biharê re, ji avên ku wek porê jinên çiyayî diherikên ve rêhevaltiyeke  bêdawî dimeşinîn. Ew dibe mirateke ku hemû mirovahîye ji nû ve hişiyar dike,mirov êdî dibe parçeyeke ji mirovahî,jin dibe parçeyeke ji çanda xwedavendan.. Yên ku dibêjîn ezê jiyan bikim,ne wisa jiyaneke ji rêze,jiyaneke azad,jiyaneke ku mirov di nav xwîna xwe de herikandina hêrî piçuk jî hîs dike,behna xwe ya yekemin li çiyayê Kurdistanê de digire.

Bermal, an jî herkes ji wê ra dibêje ”koçer” wek xwedîye vê mirasê û xwedî çanda koçeran bihata çiyayên Kurdistanê û bigota:”ez jî yek ji wan bibim.” Di her roja berbangê de Bermal li çiyan de heya dengê xwe ya dawî bigota: ”Ji bo azadiya Rêber Apo,ji bo azadiya Kurdistanê,ji bo azadiya jinan Şer,Şer,Şer..”

Bermal Bawerîn Koçer bi nasnav Berivan Taptık 5 tebaxê 1996’an de li Sêrtê ji dayik dibe. Heya dibistana seretayî dixwine,heya sala 2010’an jî bi malbata xwe ya welatparêz li Sêrtê dimînin û piştra derbasî Batmanê dibin. Ş. Bermal heya tevlîbûna xwe li Batmanê de dimîne. Tevlî xebatan ciwanan dibe û di nav çalakîyan de jî cih digre. Wek her ciwana Kurdistanê dema ku li ser welatê de êrîş û zilme dewlet zêde dibe, Ş. Bermal jî nakokiyeke pergalî jiyan dike. Lê belê tişte ku hêrî zêde hişt ku Ş. Bermal tevlî tevgera azadiya Kurdistanê be,berxwedana Kobanê bû. Êrîşên ser Kobanê û seferberîya ciwanên Kurd ew pir bandor kiribû.Ew bixwe digot ku:” Dibe ku min hevalan nedîtibû lê belê bawerîya min her tim ji Rêber Apo û militan wî re pir hebû.” Ew baweriya xwe ya li hember tevgera azadî hişt ku Ş. Bermal berê xwe bide çiyayên Kurdistanê.Di destpêke de ji bo çuyîna çiya pir xwe bawer nîn be jî,piştî tevlîbûna xwe dibîne ku eger jineke bixwaze û  ji bo serkeftîne bibawer be tişteke ku nikare bike nîn e. Ji ber vê yeke Berîvan êdî dibe Bawerîn, dibe jinê çiyayî a xwe bawer..Dema ku Ş. Bermal bi hemû baweriya xwe ji jiyana pergala re dibeje na, û xwe digihine çiyayên Kurdistanê  rojnivisa xwe de wan tiştan bigota:”Jiyaneke ku em ji dayik bûn û mezin bûn,li vir de ketina rewşa koleya zilamê,tine hesibandin ji bo jineke ciwan pir dijwar bû. Li çiyayên de, di vê têkoşînê de êdî dem dema xwe gihandina heqiqete û nasnameya jin e.Dem dema mirate ku xwedavenda me Zilanan,Sakineyan û Arînan ji jinan re hiştiye em pêşve bibin û derxinin lutke.Jin li çiyayên de xweşik e,azadi wî biserkeve..”

Hevalên wê her tim Ş. Bermal bi taybetmendiya xwe ya xwezayî bibîr tinîn.Kengî di derhakê  wê hinek tiştan bihata gotin an ji nivisandin,gotina yekemîn xwezabûyîna wî bû. Xwedî xwezayîbûneke wisa bû ku çiyayên Kurdistanê de xwe tu car beyanî hîs nedikir. Kengi biçuya ciheke kes femnedikir ew heval nû hatiye vê derê. Qey bi dehan sal li vir de jiyan kiribû. Hevaltîya wê,kênê wê,axaftina wê parçeyeke ji sadebûna xwedavendan bû. Ewqas sade,paqij û xwezayî…Ş.Bermal baweriya ku ji çiyayên girtiye û bi pêşketine ku li xwe de derxistiye hole tevlî şere gelê şoreşgerî a Bakure Kurdistane dibe.Ji xwe di destpêke de gotûbû ji bo azadiya Rêber Apo,ji bo azadiya Kurdistan û ji bo azadiya jin heya dawî şer bikira.Wisa jî bû. Ş. Bermal serkeftinê de xwe kilit kiribû.  Hêrî dawi jî li navçeya Amedê,Lice di encame êrîşên devleta Tirk de tevli kervana şehîdan dibe.

Gotina xwe ya ku heri dawî ji hevalan xwe ra hiştibû jî ew bûn:”Hevalen min en ku qasi rojê me germ û wek sterk diberiqîn,kêne ku  di nav mezekirina we de ye ku samimiyet dide min. Hembez kirina  we, xwezayabûyîna we  di renge xwebûne de.. Bi paradigmaya serokati jin hebûneke ji nirxen xwe ya cewherî dûr nîn e, ez di refen azadiye de gihiştim ve baweriya bedawi..”

Bêrîtan Canfeda

 

Close