Şehîd Botan Şoreş

Botan Şoreş

Nasnav: Botan Şoreş
Nav û Paşnav: Bilal Erdoğan
Cih û Dîroka Tevlîbûne: 16.12.2013 Eskişehir
Cih û Dîroka Şehadete: 07.12.2015, Nîsebîn

 

“Navê min Mawa Tolhildan e. (…) Ez dixwazim behsa heval Botan Şoreş bikim. Heval Botan di berxwedana xweseriyê de li Nisêbîn’ê şehid ket. Me hevdu li qada çiyê nas kir.

Heval Botan Zazayê ji LIceya Amedê bû. Bi rastî jî weke navê xwe bû, tim bi kelacan û bicoş bû, tim lêgerîna wî ya azadiyê xurt bû. Ev sekna wî ne gengaz bû ku mirov bandor neke. Di kesayeta xwe de temsîla dînamîzma ciwantiyê dikir. Dema berxwedana xweseriyê dest pêkir, em bi hev re di perwerdeya Akademiya Şehîd Alî Çîçek de bûn. Rojekî min mêze kir çûye ser kevirekî rûniştiyê û difikire. Ez çûm min rewşa wî pirs kir. Ji min re got ‘’Heval ez êdî nikarim rabikim. Divê em bi rihê APO’yî xwe di mêjiyê dijmin de biteqînin’’

Di pêvajoyeke bi vî rengî de me perwerde didît. Rewşa gel û berxwedana tê meşandin û êrîşên dijmin ên hovane ew pir tengezar dikir. Lewma di nîvê perwerdê de pêşnîyar kir ku ev jî di nava wê berxwedanê cîhê xwe bigre. Bi her kêliyên xwe de adeta ew berxwedan Jiyan dikir. Lewma dema pêşniyara wî ji hela partiye ve hate qebûlkirin. Rojekî qîr kir û got ’’olêê îşte ev!!’’ Weke ku baskên wî çêbûbin şa bû. Bi kelacaneke mezin xwe amade kir ji bo ku tevlî nava pêvajoya xweseriyê bibe.

Dema çû digot ‘Ez bawer nakim ku ji aliye fîzîkî ve zêde bijîm. Lê ezê tim bi we re bim.’ Ev gotin ne ji bo ku ji jiyanê bêzar bibû digot, tam dijî vê xwe bi fedayitî ji berxwedanê re amade kiribû, hemû keştiyên xwe şewitandibû. Dema tevli berxwedana Nisêbînê bû, bi vî rihê fedaî tevlî bû.Dijmin bi vî rihî tirsiya û hemû hêza xwe ya leşkeri li Nisêbîn’ê kom kir lê ew rih bi berxwedana xwe ve zafer mîsoger kir.

Kesayeta mirov hinekî dişibe navê mirov. Hevalê Botan wekî navê xwe hemû berxwedêriya Botan’ê hilgirtibû, bixwe bibû BOTAN. Ev berxwedêriya wî di her qada ku lê bû xûya dikir. Herî dawî li Nisêbînê ev da nişandan. Bû tolhildana gel û bi qehremanî şer kir. Bû bombayek û di nava mêjiyê dijmin de teqiya.Ew bi pêşbîniya xwe rast derket û weke her tim em şaş kirin
Carekî din di şexsê Heval Botan de hemû şehîdên şoreşê bibîrtînim û bejna xwe li beramberî wan ditewînim.”

TOLHILDAN MAWA

 

Close