Şehîd Ciwan Tehlo

Ciwan Tehlo

Nasnav: Ciwan Tehlo
Nav û Paşnav:
Cih û Dîroka Jidayikbûnê: Qamişlo
Cih û Dîroka Tevlîbûne:
Cih û Dîroka Şehadete: 11.11.2016 Qamişlo

Daxuyaniya Yekîtiya Ciwanên Rojava:

“Şoreşa Rojava her tim xwe veguherandiye şoreşa jiyana azad û bedew a bi deng û rengê ciwantiya azad hatiye xemilandin. Şoreşa Rojava di cewherê xwe de şoreşa ciwantiya azad e.

Ev şoreş her tim bi ruhê fedayî yê tekoşerên demê bi pêş ketiye û bi bilindbûna tekoşîna wan re bilind bûye. Şoreşa Rojava şoreşa şehîdan e û ji bo dîrok û mirovahiyê şoreşa fedayiyên sedsalê.

Fedayîtî şêwazê jiyanê yê herî pîroz û bi nirx e, jiyan bi fedayîtiyê tê avakirin. Fedayîtî di Kurdistanê bi tolhildana şoreşgerî ya şehîdan, dijmin parçekirin e.

Di vê der barê de hevrêyên me Sozda Zerdeşt û Ciwan Tehlo ku bi rêbaza jiyana fedayî tekoşîneke bê hempa dimeşandin, di encama teqîneke kirêt de şehîd bûn.

Bi navê Yekîtiya Ciwanên Rojava em di serî de soza xwe ya tolhildanê nû dikin û bi ruhê Sozda û Ciwanan em ê serketin û azadiyê misoger bikin.”

‘Gotina min ya dawî INTIQAM E’

Her wiha hevrê Ciwan Tehlo ku endamê rêveberiya komîteya Parastina Cewherî ya Yekîtiya Ciwanên Rojava ya Kantona Cizîrê bû, her dem bi rihê xwe yê fedayî û kedkar dihat zanîn. Rêheval Ciwan her dem bi heyecana xwe çavkaniya moralê û sembola ciwantiyê bû.

Hevrêyên Sozda û Ciwan bi fedayîtiya xwe ya demê bûn vejîna Axîn û Andok’an û li ser vî esasî careke din em soza tolhildanê nû dikin.

Em ê bi slogana ‘Bi Tolhildana şoreşgerî Parçe Bike Dagirkerî’ bi hezaran Sozda û Ciwan’an ava bikin û rastiya ciwanên şerker ava bikin. Ciwan û Sozda xetên me yên ciwantiyê ne û ?ewazên nû yên tolihldanê ne.

Bi rihê Sozda û Ciwan’an tevgerandin serketin misogerkirine û dijmin parçekirin e.

Li ser vî esasî em bang li tevahî ciwanan dikin Sozda û Ciwan’ên demê û bi rihê tolhildanê tevlî bibin. Tevlîbuyîna şoreşê buyîna Sozda û Ciwan e.”

Close