Şehîd Destîna Fîraz Kobanê
Nasnav: Destîna Fîraz Kobanê
Nav û Paşnav: Nazê Şêx Ebdê
Cih û Dîroka Jidayikbûnê: Kobanê
Cih û Dîroka Şehadete: 15.08.2021 Metîna
“Hevrêya me Destîna li Kobanê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Ji ber welatparêziya derdor û malbata wê, di temenê biçûkanî de Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê nas kir û li derdoreke welê mezin bû ku çanda welatparêziyê lê serwer bû. Bi bandora şehîdên leheng kuk di berxwedana Kobanê de fedayîtiya Apoyî temsîl kirin û li tevahiya cîhanê bûne cihê hurmetê, hevrêya me Destîna ji bo bicihanîna armancên şehîdan û ji bo bibe rêwiyeke vê rêya pîroz biryar da ku tevlî nava refên gerîla bibe.
Di encama perwerdeyê de di kesayetiya xwe de guhertinên mezin afirand û di rêbaza gerîlayên profesyonel a li ser xeta Rêbertî de di demeke kurt de kûr bû. Hevrêya me Destîna li hemberî êrişên çeteyên DAÎŞ’ê û dewleta Tirk a faşîst ên li dijî gelê me û jinên Kurd, bû şervaneke mezin a tolhildanê. Ji bo hilanîna tola hezaran salî bi ruhê Arînan her kêliya xwe bi têkoşînê derbas kir û di dema êrişên dagirkeriyê de bi rêbaza fedayî tevlî gelek çalakiyên serketî bû. Herî dawî li Girê Koordîneyê di çalakiyê de rêbaza gerîlayên serdema nû bi rengekî serketî bi cih anî û nîşan da ku gerîla têk naçe. Hevrêya me Destîna bi sekna fedayî û biryardariya xwe wê di Îdeolojiya Azadiyê ya Jinê de her tim li bîr bê.”