Şehîd Firat Cîlo

Firat Çîlo

Nasnav: Firat Cîlo
Nav û Paşnav: Abdulvahap Kapar
Cih û Dîroka Jidayikbûnê: 1982 Gundê Kelî Gevera Colemêrgê
Cih û Dîroka Tevlîbûne: 2010
Cih û Dîroka Şehadete: 12.07.2014 Kobanê Cibnê

Bi çeka xwişka xwe li Rojava bû mertalKaynak: Bi çeka xwişka xwe li Rojava bû mertal

Endamê YPG’ê A.Vahap Kapar (Firat Kobanê) ku di şerê bi çeteyên DAIŞ’ê re şehîd ket, tiştên ji rojnîvîska xwişka xwe ya li Dêrsimê di şerê bi leşkeran re jiyana xwe di dest dabû hîn bû çû Rojava û li wir bû mertal. Bavê wî Temur Kapar diyar kir ku kurê wî bi biryar bû ku çeka xwişka xwe li erdê nehêle û got ku kurê wî çeka xwişka xwe li erdê nehişt.

Endamê YPG’ê A.Vahap Kapar ku di 12’ê tîrmehê de di şerê bi çeteyên DAIŞ’ê re ki nêzî gundê Cibnê jiyana xwe ji dest da, di sala 1982’an de li gundê Kelî ya Gevera Colemêrgê hat dinyayê. Ji ber ku di nava malbateke xizan û welatparêz de mezin bû di zarokatiya xwe de têkoşîn ji nas kir. Kpar piştî xwişka wî Hatîce Kapar (Eylem Cîlo) ku sal jê mezintir bû û di sala 2007’an de li Dêrsimê bi 7 hevalên xwe re hat qetilkirin jiyana wî jî guherî. Kapar li hemberî astengiya leşkeran ku nehiştin ji bo cenazeya xwişka wî merasîm were çêkirin bbi bertek bû û ev berteka wî rê li ber lêgerînê vekir. Kapar rojnivîskên ku xwişka wî li pey xwe hiştibû xwend û di rojnivîskê de bersivên pirsên xwe dît. Kapar di sala 2010’an de biryar girt ku tevlî xebatên ciwanan bibe. Kapar di rojnivîska xwişka xwe de zextên polîsan a li ser xwişka wî û bê piştî ji girtîgehê derket çawa tevli nava PKK’ê bû xwend û piştî vê yekê bi awayekî dildarî tevlî refên YPG’ê bû.

‘Ew bûn xeta têkoşîna malbata me’

Malbata Kapar ku zarokên xwe li goristana gund definkirin, bi keça xwe Hatîce ya ku 13 gule li bedena wê ketibûn û kurê xwe A. Vahap serbilind e. Dayik Mahsîma Kapar diyar kir ku ew gulên ku di nava rojnivîska Hatîce di debûn veşartiye û kurê wê A. Vahap jî bi wê rojnivîskê mezin bû. Kapar bilêv kir ku xeta têkoşîna malbatê bi vê rojnivîskê hat cem hev. Kapar beriya ku kurê wê tevli nav refê YPG’ê bibe bi qutiyek peqlewe û destegulek anî û bi vî awayî xatir ji xwişka xwe xwest. Kapar got ku wan bi navê “Barzan” bang li kurê xwe dikir û pereyê ku qezenc dikir bi partiyê re parve dikir. Kapar anî ziman ku partî bûbû her tiştê wî.

‘Di hilgirtina çeka xwişka xwe de bi biryar bû’

Temur Kapar jî diyar kir ku piştî keça wî jiyana xwe ji dest da kurê wî tevlî nava xebatên ciwana bû û ji wî re gotiye ku “me şehîdek da tu neçe”. Kapar anî ziman ku ligel vê axaftinê jî kurê wî çeka keça xwe li erdê nehişt û di vî alî de bi biryar bû. Kapar sa zanîn ku bi çeka ku ji xwişka xwe dewr girtibû çû li Rojava bû mertal û daxwaza wî ew bû ku her çar parçeyên Kurdistanê bên cem hev.

Close