Şehîd Hêja Sine

Hêja Sine

Nasnav: Hêja Sine
Nav û Paşnav: Şaho Sûltaniyan
Cih û Dîroka Tevlîbûne: 2016 Pêncewîn
Cih û Dîroka Şehadete: 15.06.2021 Şaho

 

“Ji bo heval Hêja Sine ji bajarê xwînawî Sinê ye û di sala 2016’an tevlî refên gerîla dibe. Bi taybet hê di temenê xwe yê biçûk de dikeve nav lêgerînan. Dema li malê behsa Tevgera Azadiyê tê kirin bi meraq û heyecaneke pir mezin dixwaze, rêxistinê di demekî kurt de nas bike. Ew jî weke her zarokê Kurd, bi çîrokên qehremanî û Kurdistanê mezin dibe. Ev dibe sedem ku hem dijminê xwe zêdetir nas bike û hem jî ji bo bikaribe vê çarenûsê biguherîne dikeve nav lêgerînan. Hevalê me yê heval hêja di temenê xwe yê biçûk de tevlî kar û xebatan dibe û xewn û xeyalên xwe bi tevlîbûna gerîla yanî refên azadiyê pêk tîne. Di nav gerîla de bi coş û heyecana xwe her tim ji hevalên xwe re dibe çavkaniya hêz û moralê. Heval Hêja li beramberî jiyana partî her tim bi edelat û mutevazîbûna xwe xwedî sekneke mînak bû û lewma bi kedekî mezin tevlî kar dibû û erzan jiyankirinê ne ji bo xwe ne jî ji bo tu kesî bi tu awayî qebûl nedikir. Her çi qas heval di temenekî ciwan de bi qehremanî şer kir û tevlî karwanê şehîdên nemir bû jî di nav gerîla de di demekî pir kurt de bû sembola tolhildan û têkoşîna ji bo jiyana azad.

Em weke hêzên Rojhilatê Kurdistanê di serî de malbatên heval Şêrko, Sîrwan û Hêja û hemû gelê Kurd re sersaxî dixwazin û soza bilindkirina têkoşîna wan didin.”

Banga Şehîd Hêja Sinê ji bo ciwanan, Gelê Kurd û tevahî dayîk û bavan!

“Ez bang li hemî ciwan û jinên ciwan li kûrdistan û bi taybet li rojhilat dikim ku werin tevlî hereketa Apoyî bibin, azadî nas bikin û bigîhêjin asta xwe naskirinê . Bi naskirina tevgera Apoyî û fikrê Rêber Apo xwe nas bikin û xwe pêş bixin. Bi têkoşîn kirinê û bi vê rêbazê em bigehijîn azadî. Bila ev rêbaz bibê sozek ji bo hemûyan û bi taybet ji bo me ciwanan .

Bila malbatên me hemî bi fikir û ramanê serokatî bibin yek û li pişta hev bin. Li hemberî ew dijminî desetlatdar û dagirker ku her roj li ser me zilm dike; sekneke bi hêz, em li hemberî wî bisekinin. ji bo malbata min jî ev tişt derbasdare. Bila malbata min le wî tiştê nefikirin ku eger min bibînin bi wî tiştî kêf xweş bibin . Bila tiştê ku hûn bifikrin, naskirina hereketa Apoyî be û bi vî tiştî kêf xweş bibin. Bila tiştê ku pê kêf xweş bibin hereketa Apoyî kûrê we perwerde kirîye û mezin kiriye. Bila malbata min hertim dinav kar û xebat û têkoşînê de bin. Li kêleka zarokê xwe bin, eger em yêk car hevdû bibînin ev kêf xweşî û moralbûn nine. Kêf xweşî û morala herî mezin ewe ku ruhê me yek be. Kêlî bi kêlî bi hevre têkoşîn bikin.

Di rêya îdolojîya Rêber Apo de gav bavêjîn. Ne giringe ku em herdû li kuderê ne. Tû li kur têkoşîn bidî cûdahîya wî nine. Dinav gelde be, yan dinav komeke ciwan ya civakê be, her kes dikarê di cihê xwe de têkoşîn bike. Eger hezkirinêk we ji bo zarokê we û hevalan û gerîla hebe, di vî rêyêde têkoşîn bikin û di rêya Rêber Apo de gav bavêjin. Fikir û ramanê Serok Apo belav bikin, ciwanan rêxistin bikin û tevgera azadiyê pê bidin nas kirin û tevlî hereketa Apoyî bikin. Bila ciwan dinav sîstema qirêj derkevin û bêne nav hereketa azadî û têkoşîn bikin.

Girînge ku em vî têkoşînê bi pêş bixin. Şert nîne ku em hevdû bibînin. ji ber em li kur bin, ruhê me yeke, gelê kûrd yek ruhe. Soz û morala me ewe ku fikir û ramana Rêber Apo di xwe da ava bikin û belav bikin û xeyalên şehîdan pêk bînin. Nehêlin çeka şehîdan li erdê bimîne û em soz bidin ku hertim serê rêxistin û Serokatî hertim bilind bikin û li her derê mafê wan bidin.”

Close