Şehîd Hogir Xebatkar

Hogir Xebatkar

Nasnav: Hogir Xebatkar
Nav û Paşnav: Hüseyin Cerad
Cih û Dîroka Jidayikbûnê: 1988 Kobanê
Cih û Dîroka Tevlîbûne: 2011 Kobanê
Cih û Dîroka Şehadete: 27.07.2013 Çilaxa

Ruhê Ciwaniyê Serdixe

Kobanê di Kurdistanê de yek ji wan cihên ku di têkoşîna azadiyê de rolekî girîng lîstiye. Rêber Apo li ser Kobanê derbasî qada Rojhilata Navîn dibe. Ev yek wê bike ku Kobanê ji destpêkê ve ji têkoşîna azadiya Kurdistanê haydar be, di bandora tevgera azadiyê de be û bi geşedanên berdewam re beşdarî têkoşînê bibe. Gundê Metîna yek ji gundên ku ev bandor gelekî jiyaye ye. Malbata Heval Hogir jî pir zû tevlî têkoşîna azadiyê bû û bi qasî hêza xwe hewl da pêdiviyên welatparêziyê pêk bîne. Heval Hogir di sala 1988’an de di rewşeke wiha de çavên xwe li jiyanê vedike. Piştre malbat ji ber sedemên aborî neçar man koçî Reqayê bikin. Heval Hogir xwendina xwe ya amadeyî li vir qedand. Paşê ji bo xwendina zanîngehê çû Helebê.

Ji ciwantiya xwe ve bi têkoşîna azadiyê re eleqedar bûye. Hem geşedanan dişopîne, hem jî hewl dide îdeolojî û felsefeya Rêber Apo di warê fikrî de fêr bibe. Di salên zanîngehê de beşdarî xebatên Tevgera Ciwanan bû. Di vê pêvajoyê de wê di avakirina Konfederasyona Ciwanên Kurd ên Welatparêz de jî rola xwe bilîze. Di sala 2010’an de tevî komek hevalên xwe beşdarî merasîma şehîdan a Efrînê bû. Li ser vê yekê Heval Hogir û hevalên wî ji aliyê rejîma Baas ve tên girtin. Nêzîkî 10 mehan di girtîgehê de dimîne. Pêvajoya zindanê ji bo Heval Hogir dibe pêvajoyeke xweperwerdekirinê. Jixwe dema li zanîngehê dixwend jî gelek pirtûk dixwendin, di zindanê de moral û hêza xwe winda nake. Ew coş û baweriya serketinê ya bênavber jiyan dike. Hewl dide derdora xwe li gorî vê rastiyê bi rêxistin bike.

Piştî ku ji zindanê derdikeve, hîn bêhtir bi awayekî aktîf beşdarî xebatên xwendinê dibe. Li herêmeke ku ji Helebê heta Laziqiyê û Şamê dirêj dibe bandoreke erênî çêdike. Ew bi cewherê xwe yê çalak, aktîvîst tê naskirin. Di sala 2011’an de xebatên avakirina Konfederasyona Ciwanên Kurd ên Welatparêz meşand û di nava damezrînerên konfederasyonê de cih girt. Di heman salê de tevlî nava refên gerîlayên azadiya Kurdistanê dibe. Perwerdeya xwe ya bingehîn li Garê diqedîne. Piştî çûyîna çiyê di warê îdeolojîk û leşkerî de jêhatîtir dibe. Li ser paradîgmaya Serokatiyê balkişandina wî asteke xurt a bîrdozî li Heval Hogir derdixe holê. Kesekî xwîngerm, aram û bifehm e, lewma ji aliyê hevalên xwe ve tê hezkirin. Bi tevlîbûna nava refên gerîla hewl dide di her warî de xwe ji her qadê re amade bike.

Dema ku li Rojava pêvajoya şoreşê dest pê kir Heval Hogir vegeriya Rojava. Li Kobanê û Efrînê demek diyar xebateke xurt kir. Di heman demê de amadekariyên lidarxistina kongreya ciwanan dikin. Heval Hogir bi awayekî aktîf beşdarî xebatên amadekariya kongreya ciwanan dibe ku wê pir bi bandor were lidarxistin. Her ku diçe şoreşa Rojava jî pêş dikeve û xebatên sazîbûnê jî zêdetir dibin. Şoreşa Rojava li hemû cîhanê deng vedida.

Ev yek wê bibe sedem ku dijminên Kurd, sîstema qirker û metînger li dijî Şoreşa Rojava bibin xwedî niyetên qirêj. El Nusra û hwd. Gelek çeteyên bi vî rengî ji bo êrîşî Rojava bikin hatine birêxistinkirin. Dixwaztin Şoreşa Rojava di gavên destpêkê de tasfiye bikin. Li gelek cihan rejîma Baas a Sûriyeyê û çeteyên cîhadîst bi hev re dest bi êrîşan dikin. Dewleta Tirk a dagirker çeteyên xwe vediguhêze herêmên ku Kurd lê dijîn. Pevçûnên dijwar diqewimin. Di wê demê de Heval Hogir li bajarê Hesekê xebatên lidarxistina kongreya ciwanan dikir.

Komek hevalên li Girhokê di bin dorpêça çeteyên El Nûsra de ne. Dema ev nûçe digihêje Hesekê, Heval Hogir û komek hevalên xwe berê xwe didin eniya ku şer lê giran dibe. Di şerê ku di 27’ê Tîrmeha 2013’an de li Girhokê qewimî, Heval Hogir piştî berxwedaneke mezin tevlî artêşa nemiran bû. Bi ruhê xwe yê fedakar, kesayeta xwe ya afrîner, cesaret û îradeya xwe di pêşketina Şoreşa Rojava de bû yek ji nirxên herî pîroz.

Hevalên wê yên Têkoşînê

Close